Here Naverokê

Here naverokê

“Li Cenetê Emê Hev Bibînin!”

“Li Cenetê Emê Hev Bibînin!”

“Tuyê ... bi min re di cenetê de bî!” (LÛQA 23:43, KP).

KILAM: 145, 139

1, 2. Der heqê cenetê de kîjan fikir hene?

GELEK xwişk û birayên ji cure cure welatan ji bo civîneke mezin hatibûn bajarê Sêûlê (Koreya Başûr). Gava ew ji stadyûmê derdiketin, xwişk û birayên herêmî li derdora wan top bûn. Gelek ji wan destê xwe hejand û got: “Li cenetê emê hev bibînin!” Bi texmîna te, wan behsa kîjan cenetê dikir?

2 Der heqê cenetê de cure cure fikir hene. Hin kes difikirin ku cenet tenê xeyal e. Ji bo hinekan jî, her cihê xweş cenet e. Ji bo mirovekî birçî, sifreyeke tije, cenet e. Ji bo hinekan jî, zozana ku bi kulîlkan xemilandî ye, cenet e. Li gor te, cenet çi ye? Gelo tu li hêviya cenetê yî?

3. Kitêba Pîroz cara pêşîn li ku derê behsa cenetê dike?

3 Kitêba Pîroz behsa ceneteke ku berê hebû û ceneteke nû, ya ku wê bê ava kirin, dike. Fikra cenetê li rûpelên pêşîn ên Kitêba Pîroz derbas dibe. Li gor tercûmeya Douay’yê, a ku ji zimanê Latînî hatiye wergerandin, 1. Mûsa 2:8 wisa dibêje: “Xudan Xwedê ji destpêkê ve ceneteke kêfdar ava kiribû û [Adem] li wê derê cihwar kiribû.” Metna Îbranî behsa baxçeyê Adenê dike. Peyva “Aden” tê maneya “kêf”, û ew baxçe bi rastî jî pir kêfdar bû. Li wê derê, têr tije xwarin hebû, û di nav însan û heywanan de selamet û aştî hebû (1. Mû. 1:29-31).

4. Ji bo baxçeyê Adenê em çima dibêjin “cenet”?

4 Peyva “baxçe” ya bi zimanê Îbranî, di zimanê Yewnanî de wek paradeîsos – yanî cenet – tê wergerandin. Li gor Cyclopaedia’yê, ya ku ji aliyê M’Clintock û Strong ve hatiye hazir kirin, peyva paradeîsos ji bo Yewnaniyan dihat maneya parka bedew û fireh, ku tê de darên bilind, mêweyên xweş, ava zelal û çîmenên hêşîn hene. Li cihên wisa xezal û mî diçêrin, û qet talûke tune (li 1. Mûsa 2: 15, 16 jî binêre).

5, 6. (a) Cenet çawa winda bû? (b) Li vê meqaleyê, emê cewabên kîjan pirsan bistînin?

5 Xwedê cenet kiribû warê Adem û Hewayê. Lê belê ji ber ku wan guhdariya Xwedê nekir, ew ji cenetê hatin derxistin, û Xwedê êdî îzin neda ku ew û zarokên wan vegerin wê derê (1. Mû. 3:23, 24). Wisa tê fehm kirin ku ceneta pêşîn heta Tofana Nûh hebû, lê tê de însan nedijiyan.

6 Gelo cenet wê rojekê dîsa bê ava kirin? Kitêba Pîroz li ser ceneta li rûyê erdê çi dibêje? Ji bo hêviya jiyana li cenetê çi îsbat hene?

KITÊBA PÎROZ LI SER CENETA NÛ ÇI DIBÊJE?

7, 8. (a) Xwedê çi soz da Birahîm? (b) Birahîm soza Xwedê bêguman çawa fehm kir?

7 Ji bo ku em der heqê cenetê de melûmatê bistînin, gerek em li Kitêba Pîroz binêrin, a ku bi îlhama Afirandêrê ceneta eslî hatiye nivîsandin. Mesela, bîne ber çavê xwe ku Xwedê ji Birahîm re çi got. Xwedê soz da ku ewê zarokên Birahîm “qasî qûmên qeraxa behrê zêde” bike. Paşê, Yehowa wisa got: “Bi navdîtiya te, hemû neteweyên rûyê erdê [wê] bên pîroz kirin. Ji ber ku te soza min guhdarî kir” (1. Mû. 22:17, 18). Bi zeman re, Xwedê soza xwe ji kur û neviyên Birahîm re dubare kir (1. Mûsa 26:4; 28:14 bixwîne).

8 Kitêba Pîroz qet nabêje ku Birahîm fikirî ku mirovên baş wê herin ceneteke li dinyaya din. Loma gava Xwedê behsa “hemû neteweyên rûyê erdê” kir, Birahîm bêguman fehm kir ku ewê li rûyê erdê nîmetan bistînin. Ji xeynî vê, çi îsbat hene ku cenet wê li rûyê erdê bê ava kirin?

9, 10. Kîjan pêxembertî bala me dikişînin ser ceneta nû?

9 Dawid Padîşah bi îlhama Xwedê got ku rojekê, “yên ku dikin xerabî” û “yên ku dikin fesadî” wê bên helak kirin (Zeb. 37:1, 2, 10). Li gor gotinên Dawid, kesên “nefsbiçûk” û “rast” wê erdê mîras bistînin û “ji zêdehiya aştiyê bibînin lezet” û “her û her li wê derê” bijîn (Zeb. 37:11, 29; 2. Sam. 23:2). Bi texmîna te, kesên ku dixwest daxwaza Xwedê bînin cih ji van sozan çawa tesîr digirt? Ew bêguman bawer bûn ku eger tenê kesên rast wê li ser erdê bimînin, dinya wê bibe ceneteke wek baxçeyê Adenê.

10 Bi zeman re, piraniya Îsraêliyan dev ji Yehowa û ji îbadeta rast berdan. Ji ber vê yekê, Xwedê îzin da ku miletê Babîlê miletê Îsraêl bin dest bike, welatê wan wêran bike û wan sirgûn bike (2. Dîr. 36:15-21; Yêr. 4:22-27). Dîsa jî, pêxemberên Xwedê ji berê de gotibû ku piştî 70 salî, Îsraêliyên sirgûnkirî wê vegeriyana welatê xwe. Ev soz jixwe hatiye cih. Lê belê, hin ji van pêxembertiyan ji bo zemanê me jî hatine gotin. Niha emê bibînin ku ev ayet çawa îsbat dikin ku cenet wê li dinyayê bê ava kirin.

11. Kîjan gotinên Îşaya 11:6-9 wê di axiriyê de bên cih?

11 Îşaya 11:6-9 bixwîne. Xwedê bi navgîniya Îşaya ji berê de gotibû ku çaxa xizmetkarên wî vegerin welatê xwe, hal û rewşa wan wê çawa bibe. Heywanên wehşî û mirovên xerab wê hicûmî wan nekira. Her kes wê di selametê de bibûya. Ma ev gotin halê baxçeyê Adenê nayne bîra te? (Îşa. 51:3). Ji xeynî vê, pêxembertiya Îşaya nîşan da ku ne tenê miletê Îsraêl, lê temamiya dinyayê wê “bi zanîna XUDAN ve tijî bibe”. Ev yek wê kengê bê cih?

12. (a) Îsraêliyên ku ji Babîlê vegeriyan çi nîmet stendin? (b) Em ji ku dizanin ku pêxembertiya Îşaya 35:5-10 wê di axiriyê de dîsa bê cih?

12 Îşaya 35:5-10 bixwîne. Li van ayetan, Îşaya dîsa got ku heywan û mirov wê hicumî tu kesî nekin. Bi saya kaniyên avê, welat wê mîna baxçeyê Adenê berdar bibûya (1. Mû. 2:10-14; Yêr. 31:12). Gelo ev pêxembertî tenê di dema Îsraêliyan de hat cih? Li gor pêxembertiyê, kesên kor, ker û qop jî wê bihatana qenc kirin. Lê belê Îsraêliyên ku ji Babîlê vegeriyan bi mucîze nehatin qenc kirin. Ji vê em fehm dikin ku bi eslê xwe, Xwedê nîşan dabû ku ewê mirovan di axiriyê de qenc bike.

13, 14. Pêxembertiya Îşaya 65:21-23 li demên berê çawa hat cih, û kîjan gotinên pêxembertiyê hê nehatine cih? (Li resmê ewilî binêre.)

13 Îşaya 65:21-23 bixwîne. Gava Cihû vegeriyan welatê xwe, xanî û zeviyên wan wêran bûn. Lê belê bi saya bereketa Xwedê, halê wan her ku diçû baştir dibû. Bîne ber çavê xwe ku ew çi qas dilxweş bûn gava wan xaniyên nû ava kirin û di wan de cihwar bûn! Wan êdî dikaribû biçanda û ji keda destê xwe kêfê bistenda.

14 Li gor vê pêxembertiyê, emrê mirovan wê “bibe mîna rojên darê”. Emrê hin daran bi hezaran sal e. Ji bo ku emrê me ew qas dirêj be, siheta me gerek pir baş be. Jiyana ku Îşaya ji berê de eyan kiribû bi rastî jiyana cenetê ye. Em dikarin bawer bin ku ev pêxembertî wê bê cih!

Soza Îsa ya der heqê cenetê de wê çawa bê cih? (Li paragrafên 15 û 16an binêre)

15. Kitêba Îşaya behsa kîjan nîmetan dike?

15 Belê, gelek ayet behsa ceneteke nû dikin. Mirovên li hemû dinyayê wê ji Xwedê nîmetan bistînin. Heywan û mirovên xerab wê êdî zerarê nedin tu kesî. Kesên kor, ker û qop wê bên qenc kirin. Mirov wê xaniyên xwe ava bikin û li zeviyên xwe bixebitin. Emrê wan wê bibe mîna emrê daran. Belê, Kitêba Pîroz nîşan dide ku jiyana li cenetê wê çawa be. Dîsa jî, hin kes difikirin ku ayetên wisa bi rastî behsa ceneta li rûye erdê nakin. Eger yekî wisa bibêje, tuyê çi cewab bidî? Em ji ku dizanin ku cenet wê bi rastî li dinyayê bê ava kirin? Bila em bala xwe bidin gotinên Îsa Mesîh.

TUYÊ LI CENETÊ BÎ!

16, 17. Îsa kengê behsa cenetê kir?

16 Îsa her çi qas bêsûc bû jî, wî cezaya mirinê stend, û ew li ser dîrekekê hat mix kirin. Tevî wî, du sûcdarên Cihû jî hatin darde kirin, yek li kêleka wî ya rastê û yek li kêleka wî ya çepê. Berî mirinê, yek ji wan qebûl kir ku Îsa bi rastî padîşah e. Wî wisa got: “Ya Îsa, çaxê tu gihîştî Padîşahiya xwe, min bîne bîra xwe” (Lûqa 23:39-42). Cewaba Îsa, ya ku li Lûqa 23:43 nivîsî ye, ji bo me jî muhîm e. Li gor tercûmeya Kitêba Pîroz, ev ayet wisa dibêje: “Bi rastî ez ji te re dibêjim: Tuyê îro bi min re di cenetê de bî.” Gelo Îsa bi peyva “îro” dixwest çi bigota?

17 Li gelek zimanên modern, maneya hevokan li gor nuqte, bêhnok û pozîsyona peyvan diguhere. Lê belê li nivîsarên herî kevn ên bi zimanê Yewnanî, nuqte û bêhnok her tim nedihatin nivîsandin. Loma ev pirs tê holê: Gelo Îsa dixwest bigota “Ji te re dibêjim: Tuyê îro bi min re di cenetê de bî”? An jî wî dixwest bigota: “Îro ji te re dibêjim: Tuyê bi min re di cenetê de bî”? Tercûman vê hevokê li gor fikra xwe werdigerînin, loma di tercûmeyên îroyîn de her du versiyon hene.

18, 19. Îsa bi rastî dixwest çi bigota?

18 Berî mirina xwe, Îsa ji şagirtên xwe re wisa gotibû: “Kurê Mirov wê sê roj û sê şevan di dilê erdê de bimîne.” Wekî din, wî gotibû: “Hindik maye ku Kurê Mirov bidin destê mirovan. Ewê wî bikujin û roja sisiyan ewê rabe” (Met. 12:40; 16:21; 17:22, 23; Mar. 10:34). Petrûsê şandî jî got ku bi rastî wisa qewimî (Kar. 10:39, 40). Ji van ayetan, em fehm dikin ku gava Îsa û zilamê sûcdar mirin, Îsa hema li wê rojê neçû cenetê. Heta ku Xwedê ew ji miriyan rakir, Îsa çend roj “li warê miriyan”, yanî li mezel ma (Kar. 2:31, 32, KP). *

19 Ji vê em fehm dikin ku Îsa bi eslê xwe ji zilamê sûcdar re wisa got: “Bi rastî îro ji te re dibêjim: Tuyê bi min re di cenetê de bî.” Li demên berê, mirovan peyva “îro” wisa dixebitand. Mesela, Mûsa wisa gotibû: “Ev gotinên ku îroj ez ji te re emir didim, dê di dilê te de bin” (5. Mû. 6:6; 7:11; 8:1, 19; 30:15).

20. Tercûmanekî der heqê gotinên Îsa de çi got?

20 Tercûmanekî ji Rojhilata Navîn li ser cewaba Îsa wisa got: “Li vê ayetê, peyva muhîm, peyva ‘îro’ ye. Ji ber vê yekê, ayet gerek wisa bê tercûme kirin: ‘Bi rastî îro ji te re dibêjim: Tuyê bi min re di cenetê de bî.’ Soz li wê rojê hatibû dayîn, lê belê ewê paşê bihata cih. Li Rojhilatê, mirov wisa nîşan didin ku sozek li rojeke mexsûs hatiye dayîn û wê bêguman bê cih.” Loma tercûmeyeke Suryanî, ya ku li sedsala pêncan hat nivîsandin, cewaba Îsa wisa tîne zimên: “Amîn, ez ji te re îro dibêjim ku tuyê bi min re li Baxçeyê Adenê bî.” Ev soz bi rastî hêvî û cesaretê dide me.

21. Zilamê sûcdar wê li ku derê bijî?

21 Ew zilamê sûcdar nedizanî ku Îsa tevî şandiyên xwe yên dilsoz peymanek danîbû ku ew bi wî re li Padîşahiya ezmanan bin (Lûqa 22:29). Bi ser de, ew nehatibû bin av kirin (Yûh. 3:3-6, 12). Ji ber vê yekê, xuya ye ku Îsa behsa cenetekê kir, a ku wê li rûyê erdê bê ava kirin. Çend sal bi şûn de, Pawlosê şandî behsa zilamekî kir, ê ku di dîtiniyekê de hatibû birin cenetê (2. Kor. 12:1-4). Pawlos û şandiyên din ên dilsoz hatibûn hilbijartin ku ew herin ezmanan û tevî Îsa hikum bajon. Dîsa jî, Pawlos li vê ayetê behsa cenetekê kir, a ku hê nehatiye ava kirin. * Gelo ev cenet wê li rûyê erdê bê ava kirin? Gelo tu jî dikarî li wir bî?

EM DIKARIN LI BENDA ÇI BIN?

22, 23. Em dikarin li hêviya çi bin?

22 Dawid got ku rojekê, “yên rast” wê erdê mîras bistînin (Zeb. 37:29; 2. Ptr. 3:13). Li wê demê, her kes wê li gor qanûnên Xwedê bijî. Îşaya 65:22 wisa dibêje: “Rojên netewa min [wê] bibe mîna rojên darê.” Ev gotin nîşan didin ku emrê mirovan wê bi hezaran salan berdewam bike. Li gor Peyxam 21:1-4 jî, Xwedê wê însanan bimbarek bike. Ji bo xizmetkarên Xwedê, “êdî mirin wê nebe”.

23 Gotinên Kitêba Pîroz ên der heqê cenetê de aşîkar in. Adem û Hewayê cenet û jiyana bêdawî winda kirin, lê belê dinya wê dîsa bibe cenet. Xwedê soz daye ku ewê nîmetan bide mirovan. Bi îlhama Xwedê, Dawid got ku kesên nefsbiçûk û yên rast wê li rûyê erdê cihwar bin. Pêxembertiyên Îşaya bala me dikişînin ser jiyana li cenetê. Gava cenet wê bê ava kirin, soza ku Îsa dabû zilamê sûcdar wê bê cih. Wekî din, tu jî dikarî li cenetê bijî! Li wê demê, gotinên xwişk û birayên me wê bên cih: “Li cenetê emê hev bibînin!”

^ par. 18 Li gor profesor C. Marvin Pate, gelek zanyar bawer dikin ku gava Îsa got “îro”, wî bi vê peyvê dixwest bigota ku ewê hema li wê rojê – yanî di hundirê 24 saetan de – bimire û here cenetê. Profesor dibêje ku ev nêrîn, bi ayetên din ve hevgirtî nîne. Mesela, Kitêba Pîroz dibêje ku piştî mirinê, Îsa li mezel ma û gelek roj bi şûn de hilkişiya ezmanan (Met. 12:40; Kar. 2:31; Rom. 10:7).

^ par. 21 Li “Pirsên Xwendevanan” li vê kovarê binêre.