Here Naverokê

Here naverokê

Pirsên Xwendevanan

Pirsên Xwendevanan

Pawlos çawa “heta bi ezmanê sisiyan” û “heta bi bihiştê hat hildan”? (2. Kor. 12:2-4).

Li 2. Korîntî 12:2, 3, Pawlos behsa zilamekî dike, yê ku “heta bi ezmanê sisiyan hat hildan”. Gelo ew zilam kî bû? Li nameya xwe ya ji civata Korîntê re, Pawlos behsa xwe kir û got ku Xwedê ew çawa wek şandî bi kar dianî (2. Kor. 11:5, 23). Paşê, wî behsa “dîtinî û peyxamên Xudan” kir. Li vê kontekstê, Pawlos behsa kesekî din nedikir. Xuya ye ku li vir, zilamê ku “dîtinî û peyxamên Xudan” stendibûn, Pawlos bû (2. Kor. 12:1, 5).

Belê, zilamê ku “heta bi ezmanê sisiyan” û “heta bi bihiştê hat hildan”, Pawlosê şandî bû (2. Kor. 12:2-4). Gotina “peyxam” nîşan dide ku ji wî re hatibû eyan kirin ku di axiriyê de çi wê biqewime.

“Ezmanê sisiyan” çi ye?

Li Kitêba Pîroz, peyva “ezman” carinan tê maneya ezmanên fîzîkî (1. Mû. 11:4; 27:28; Met. 6:26). Lê belê peyva “ezman” ji bo tiştên din jî tê bi kar anîn. Carinan ev peyv tê maneya hikumdariya însanan (Dan. 4:20-22). Ji xeynî vê, ev peyv car caran tê maneya hikumdariya Xwedê, mesela bi navgîniya Padîşahiya Xwedê (Pey. 21:1).

Pawlos “ezmanê sisiyan” dît. Gelo maneya vê çi ye? Gava Kitêba Pîroz tiştekî sê caran diwekilîne, ev yek tê hesabê ku ev tema pir muhîm e (Îşa. 6:3; Hêz. 21:27; Pey. 4:8). Xuya ye ku gava Pawlos behsa “ezmanê sisiyan” dikir, wî bala xwendevanan dikişand ser serweriyeke bilind – Padîşahiya Xwedê li bin hikumdariya Îsa û 144.000 hempadîşahên wî (li kitêba Insight on the Scriptures, cîld 1, rûp. 1059, 1062 binêre). Mesela, Petrûsê şandî nivîsî ku em li gor soza Xwedê “li hêviya ... ezmanên nû ne” (2. Ptr. 3:13).

Gava Pawlos behsa “bihiştê” kir, ev yek tê çi maneyê?

Mîna peyva “ezman”, peyva “bihişt” an “cenet” jî dikare bê cure cure maneyan: (1) Ceneta ku wê li rûyê erdê bê ava kirin, (2) halê ruhî yê xizmetkarên Xwedê li dinyaya nû û (3) halê baş ê ku li ezmanan, yanî li “bihişta Xwedê” heye, ya ku li Peyxam 2:7 derbas dibe (li Birca Qerewiliyê, 1 Tîrmeh 2015, rûp. 13, par. 8 binêre).

Dibe ku Pawlos li 2. Korîntî 12:4 behsa her sê maneyan kir.

Bi kurtasî:

“Ezmanê sisiyan”, ê ku li 2. Korîntî 12:2 derbas dibe, bi îhtimaleke mezin tê maneya Padîşahiya Xwedê li bin hikumdariya Îsa û 144.000 hempadîşahên wî, yanî “ezmanên nû” (2. Ptr. 3:13).

Padîşahiya Xwedê “ezmanê sisiyan” e, çimkî ew hikumdariyeke bilind e.

“Bihişt” an ceneta ku Pawlos di dîtiniyê de “hat hildan” bi îhtîmaleke mezin tê maneya (1) ceneta ku wê li rûyê erdê bê ava kirin, (2) ceneta ruhî, ya ku wê bê ava kirin û ku ji ceneta ruhî ya îroyîn mezintir e, û (3) “bihişta Xwedê”, ya ku wê li ezmanan hebe gava du cenetên din jî wê hebin.

Yanî, dinyaya nû wê hem ezmanên nû hem jî dinyaya nû bihundirîne. Dinyaya nû, saziyeke nû ye. Tê de hem Padîşahiya ezmanî hem jî xizmetkarên Yehowa, yên ku di ceneta li rûyê erdê de dijîn, hene.