Here Naverokê

Here naverokê

“Yê Rast wê bi Xudan Şa Be”

“Yê Rast wê bi Xudan Şa Be”

EMRÊ Dianayê ji 80 salî zêdetir e. Zilamê wê bi Alzheimerê nexweş bû, û berî mirina xwe, ew çend sal li mala extiyaran ma. Bi ser de, du kurên Dianayê mirin, û ew bi xwe jî bi kansera memikê nexweş ket. Lê belê, gava xwişk û bira li Salona Îbadetê an li xizmetê rastî Dianayê tên, ew her tim dilxweş xuya dike.

John zêdetirî 43 sal nazirê herêmî bû. Wî ji vê xizmetê pir hez dikir. Lê gava yek ji merivên wî nexweş ket, John wezîfeya xwe hişt ji bo ku li merivê xwe binêre. Niha John wek kalê civatê xizmet dike. Gava nasên wî li civînên mezin wî dibînin, ew difikirin ku ew qet neguheriye. Ew wek her tim dilxweş e.

Gelo Diana û John bi saya çi dilxweş dimînin? Kesekî ku ji aliyê hîsî û fîzîkî ve êşê dikişîne çawa dikare dilxweş bimîne? Û gelo kesekî ku îmtiyaza xwe winda kiriye çawa dikare dilxweş bimîne? Kitêba Pîroz wîsa cewab dide: “Yê rast wê bi Xudan şa be” (Zeb. 64:10). Ji bo ku em vê hê rind fehm bikin, gerek em bizanibin ku çi dilxweşiya rastîn tîne meydanê û çi na.

DILXWEŞIYA JI BO DEMEKE KIN

Hin tişt hene ku dilxweşiyê didin mirovan. Mesela, gava keç û xortek ji hev hez dikin û dizewicin, ew pir şa dibin. An jî, gava zarokekî me çêdibe an gava em li civatê îmtiyazekê distînin, em dilxweş dibin. Ev tiştên xweş gişt ji Yehowa tên: Wî zewaca pêşîn saz kir, wî em wisa afirandin ku em karibin bibin xwediyê zarokan û wî bi navgîniya civatê wezîfeyan dide me (1. Mû. 2:18, 22; Zeb. 127:3; 1. Tîm. 3:1).

Çi heyf e ku dilxweşiya me carinan zû xelas dibe. Mesela, dibe ku jin an mêrê me dev ji xizmeta Yehowa berde an bimire (Hêz. 24:18; Hoş. 3:1). Hin zarok guh nadin dê û bavên xwe û Xwedê, û dibe ku ew ji civatê bên derxistin. Li demên berê jî, derdên wisa hebûn. Mesela, kurên Samûyêl li gor dilê Yehowa xizmet nedikir, û Dawid Padîşah seba gunehê xwe ji aliyê mala xwe ve bela anî serê xwe (1. Sam. 8:1-3; 2. Sam. 12:11). Gava tiştên wisa diqewimin, em helbet xemgîn dibin.

Wekî din, îmtiyazên xizmetê dikarin bên sekinandin, mesela seba nexweşiyê, seba mesûliyetên malbatê an jî seba guhertinên li teşkîlatê. Gelek kesên ku rastî guhertinên wisa hatine qebûl dikin ku ew bêriya wê wextê dikin, gava ew di wezîfeyên xwe de kêfxweş bûn.

Xuya ye ku hin tişt tenê dikarin ji bo demekê an heta dereceyekê dilxweşiyê bidin. Lê gelo dilxweşiyeke wisa heye ku li dema tengahiyan jî berdewam dike? Belê! Samûyêl, Dawid û kesên din di tengahiyê de jî dilxweş man.

DILXWEŞIYA DAÎMÎ

Îsa dizanibû ku dilxweşî bi rastî çi ye. Berî ku ew hatibû dinyayê, Kitêba Pîroz dibêje ku ew li ezmanan her tim li ber Yehowa “bi kêfxweşiyê ve tijî bû” (Mtl. 8:30). Gava Îsa li dinyayê dijiya, ew carinan rastî tengahiyên mezin hat. Dîsa jî, Îsa bi dilxweşiyê daxwaza Bavê xwe dianî cih (Yûh. 4:34). “Ji bo şahiya ku li ber wî bû”, ew li ber mirinê jî dilsoz ma (Îbr. 12:2). Îsa li ser dilxweşiya rastîn çi got?

Carekê, 70 şagirtên Îsa piştî xizmetê vegeriyan ba wî. Ew pir dilxweş bûn ji ber ku wan mucîze çêkiribûn û cin derxistibûn. Lê Îsa ji wan re got: “Bi vê şa nebin ku cin bi ya we dikin, lê bi vê şa bin ku navên we li ezmanan hatine nivîsîn” (Lûqa 10:1-9, 17, 20). Belê, rizaya Yehowa ji îmtiyazan muhîmtir e. Yehowa xizmetkarên xwe yên dilsoz ji bîr nake. Ev yek dilxweşiyeke mezin dide me!

Careke din, gava Îsa bi mirovan re xeber da, jinikeke Cihû wisa got: “Xwezî bi wî zikê ku tu aniyî û bi wan çiçikên ku tu mêjandiyî.” Îsa wisa cewab da: “Lê hê bêtir xwezî bi wan ên ku peyva Xwedê dibihîzin û pêk tînin!” (Lûqa 11:27, 28). Gava zarokek biaqil dibe, dê û bavê wî helbet dilxweş dibin. Lê belê, gava em guhdariya Yehowa dikin û dibin dostên wî, em hê jî dilxweştir dibin.

Belê, gava em dizanin ku Yehowa ji me razî ye, em pir dilxweş dibin. Tengahî her çi qas kêfê nedin jî, ew nikarin dilxweşiya me xera bikin. Bi eslê xwe, eger em bi sebir dilsoz bimînin, ev yek serkeftinek e, a ku dilê me xweş dike (Rom. 5:3-5). Bi ser de, dilxweşî pareke berê ruhê pîroz e, a ku Yehowa dide kesên ku bi wî bawer in (Gal. 5:22). Loma Zebûr 64:10 wisa dibêje: “Yê rast wê bi Xudan şa be.”

Çi alî John kir ku ew dilxweş bimîne?

Ji vê em fehm dikin ku John û Dianayê, ku me berê behsa wan kiribû, li hemberî tengahiyan çima dilxweşiya xwe winda nekir. Diana wisa dibêje: “Wek zarokekî ku xwe dispêre dê û bavê xwe, ez jî xwe dispêrim Yehowa.” Dianayê rizaya Yehowa çawa hîs dike? Ew dibêje: “Xwedê alî min dike ku ez xizmeta xwe her tim bi dilxweşî berdewam bikim.” John êdî wek nazirê herêmî xizmet nake, lê ew dîsa jî di xizmetê de bixîret e. Gelo çi alî wî dike? Ew wisa dibêje: “Ji sala 1998an, gava wezîfe ji min re hat dayîn ku ez bibim mamosteyê Kursa Perwerdeya Xizmetê û pê ve, ez pir lêkolîna şexsî dikim.” Ew der heqê xwe û pîreka xwe de wisa dibêje: “Em dixwazin heta ku derfeta me hebe ji Yehowa re xizmet bikin. Bi saya vê nêrînê, ev guhertin li me pir zor nehat. Em qet poşman nebûne.”

Gelek mirovên din jî rastiya gotinên Zebûr 64:10 li ser xwe hîs kiriye. Mesela, xwişk û birayekî me 30 sal li Beytela Amerîkayê xizmet kiribû. Ew paşê wek pêşengên mexsûs hatin tayîn kirin. Wan got: “Gava tiştekî biqîmet winda dibe, mirov xemgîn dibe, û ev tiştekî normal e. Lê belê, mirov nikare heta bi hetayê xemgîn bimîne.” Çûn neçûn, ew bi civata nû re derdiketin xizmetê. Ew wisa dibêjin: “Me ji bo xemên xwe bi zelalî dilê xwe ji Yehowa re vedikir. Gava me cewaba duayên xwe didît, em hem teşwîq dibûn hem jî dilxweş dibûn. Pîştî ku em derbasî vê civatê bûn, hin xwişk û birayên din jî dest bi pêşengiyê kir. Wekî din me bi du kesan re dest bi kursa Kitêba Pîroz kir, ên ku rind bi pêş ve diçûn.”

“ABADÎN BI KÊFXWEŞIYÊ VE BICOŞIN”

Rast e, carinan hêsan nîne ku em dilxweşiya xwe xwedî bikin. Dibe ku em carinan rastî tengahiyan bên. Dîsa jî, Yehowa dilê me bi gotinên Zebûr 64:10 rihet dike. Em dikarin bawer bin ku eger “yê rast” li hemberî bêcesaretî û tengahiyan dilsoz bimîne, ewê “bi Xudan şa be”. Bi ser de, em dikarin li hêviya “erdekî nû û ezmanekî nû” bibin, ên ku Yehowa ji me re soz dane. Li wê demê, qisûrdariya me wê bi temamî ji holê bê rakirin. Hemû xizmetkarên Xwedê wê bi hemû karên wî “kêfxweş bibin û abadîn bi kêfxweşiyê ve bicoşin” (Îşa. 65:17, 18).

Bîne ber çavê xwe: Tuyê her roj bi saxî û selametî rabî û dest bi îşê xwe bikî. Birînên dilê te çi qas kûr bin jî, tuyê wan êdî neynî bîra xwe. Belê, “bîranîna tiştên berê [wê] neyên kirin û neyên ramanê”. Bi saya rabûna miriyan, tuyê hezkiriyên xwe dîsa bibînî. Bi milyonan kes wê wek dê û bavê keçika 12 salî bibin, a ku Îsa ji miriyan rakiribû: “Ew gellek şaş û metal man” (Mar. 5:42, KP). Di netîceyê de, her kes wê “yê rast” bibe û wê heta bi hetayê “bi Xudan şa be”.