Here Naverokê

Here naverokê

Pirsên Xwendevanan

Pirsên Xwendevanan

Methelokên Silêman 24:16 wisa dibêje: “Kesê rast, heft cara bikeve jî dê dîsa rabe.” Gelo ev ayet behsa van kesan dike, yên ku gelek caran guneh dikin lê ji aliyê Xwedê ve tên efû kirin?

Na, maneya vê ayetê ne ev e. Ev ayet behsa van kesan dike, yên ku seba tengasiyê dikevin lê paşê dîsa radibin, yanî tên ser xwe.

Ayetên berê û piştî vê ayetê wisa dibêjin: “Ya zilamê xerab, li ber mala kesê rast nekeve kemînê, dest bi xerakirina xaniyê wî neke. Ji ber ku kesê rast, heft cara bikeve jî dê dîsa rabe, lê belê yên xerab, di asîwê de têk diçin. Bi ketina neyarê xwe dilxweş nebe û bi tilpekîbûna wî kêfxweş nebe” (Mtl. 24:15-17).

Hin kes difikirin ku ayeta 16an behsa van kesan dike, yên ku guneh dikin lê paşê tobe dikin. Mesela, du alimên dêrê nivisiye ku ev ayet ji aliyê gelek kesan ve wisa tê zelal kirin. Li gor vê nêrînê, mirov her çi bike jî, ew hezkirina Xwedê tu caran winda nake, lê her tim dikare tobe bike û dîsa rabe. Ev fikir dikare li kesên ku naxwazin dev ji gunehên xwe berdin, xweş bê. Ew belkî difikirin ku ew her çi qas guneh bikin jî, Xwedê wê wan her tim efû bike.

Lê belê, maneya ayeta 16an ne ev e.

Peyva Îbranî, ya ku li ayetên 16 û 17an wek “ketin” hatiye wergerandin, dikare bi cure cure awayan bê bi kar anîn. Ev peyv dikare bê maneya ketina herfî, mesela gava kesek ji serxaniyê xwe dikeve yan kevirek dikeve erdê (5. Mû. 22:4, 8; Amos 9:9). Ev peyv bi awayekî mecazî jî dikare bê bi kar anîn, wek li vê ayetê: “Xudan, bi mirov dide avêtin gavan, eger ew razî be ji riya wan. Bikeve jî dirêj nabe ew li erdan, çimkî bi destê wî digire Xudan” (Zeb. 37:23, 24; Mtl. 11:5; 13:17; 17:20).

Lê belê, Profesor Edward Plumptre wisa dibêje: “Peyva Îbranî, ya ku wek [“ketin”] tê tercûme kirin, tu caran ji bo gunehan nayê bi kar anîn.” Loma, zanyarekî din maneya ayeta 16an wisa zelal dike: “Eger kesek li xizmetkarên Xwedê xerabiyê bike jî, ew her tim li ser piyan dimînin, lê belê kesên xerab li ser piyan namînin!”

Belê, Methelokên Silêman 24:16 behsa kesên ku guneh dikin nake, lê behsa van kesan dike, yên ku dîsa û dîsa rastî çetinahiyan tên. Li vê dinyaya xerab, kesên rast jî dikarin nexweş bikevin yan rastî xemên din bên. Wekî din, ew dikarin ji aliyê dewletê ve rastî zilm û zordariyê bên. Dîsa jî, ew dikarin bawer bin ku Xwedê wê piştgiriya wan bike û alî wan bike ku ew sebir bikin û serkeftî bibin. Ka ji xwe bipirse: “Ma min nedîtiye ku di dawiyê de, halê xizmetkarên Xwedê baş dibe?” Belê, em dikarin bawer bin ku “Xudan ji her kesê ketî re dibe destek, hemû yên xwarbûyî rast dike” (Zeb. 41:1-3; 145:14-19).

“Kesê rast” şa nabe ji ber ku kesên din rastî probleman tên, lê ew dilrihet dibe ji ber ku Xwedê piştgiriya xizmetkarên xwe dike (Waiz 8:11-13; Eyûb 31:3-6; Zeb. 27:5, 6).