Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 52

Tu Çawa Dikarî bi Diltengiyê Micadele Bikî?

Tu Çawa Dikarî bi Diltengiyê Micadele Bikî?

“Barê xwe ji Xudan re bihêle, ewê te li ser lingan bihêle” (ZEB. 55:22).

KILAM 33 Barê Xwe ji Yehowa re Bihêle

PÊŞGOTIN *

1. Diltengî dikare li ser me çawa bandor bike?

ROJ bi roj, em rastî probleman tên, û em xîret dikin ku serî bi wan re derxînin. Lê belê, gava em dilteng dibin, li me zor tê ku problemên xwe safî bikin. Diltengî dikare xwebawerî, cesaret û dilxweşiya me bişikîne. Kitêba Pîroz jî dibêje ku diltengî dikare me sist bike (Mtl. 24:10). Belê, gava em dilteng dibin, em belkî bêtaqet dimînin û nikarin li hemberî xemên xwe bi ser bikevin.

2. Hin sebebên diltengiyê çi ne, û li vê meqaleyê, emê çi hîn bibin?

2 Em dikarin seba gelek tiştan dilteng bibin, mesela seba nexweşî yan qisûr û kêmasiyên xwe. Yan jî, em dikarin dilteng bibin ji ber ku me îmtiyazeke di xizmeta Yehowa de nestendiye yan ji ber ku gelek mirovên li herêma me guh nadin mizgînê. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku em çawa dikarin bi diltengiyê micadele bikin.

QISÛR Û KÊMASIYÊN ME

3. Xwedê li kêmasiyên me çawa dinêre û ev yek çi rêyî me dide?

3 Mirov bi hêsanî dikare seba qisûr û kêmasiyên xwe dilteng bibe û bifikire ku Yehowa wî hêjayî jiyana herheyî nabîne. Nêrîneke wisa bitalûke ye. Gelo gerek em li kêmasiyên xwe çawa binêrin? Li gor Kitêba Pîroz, tenê Îsa Mesîh guneh nekiriye, lê em gişt gunehkar in (Rom. 3:23). Lê belê, Xwedê bi zêdeyî bala xwe nade qisûrên me. Ew Bavekî dilovan e, û ew dixwaze alî me bike. Wekî din, ew bisebir e. Ew dibîne ku em çawa xîret dikin ku ji qisûrên xwe bifilitin û di heqê xwe de bi zêdeyî negatîf nefikirin. Xwedê her tim hazir e ku alî me bike (Rom. 7:18, 19).

Yehowa qenciya ku me berê kiribû û qenciya ku em niha dikin, ji bîr nake (Li paragrafa 5an binêre) *

4-5. Gotinên 1. Yûhenna 3:19, 20 çawa alî du xwişkan kir ku ew nêrîna xwe rast bikin?

4 Serpêhatiyên du xwişkên bi navê Debbie û Maria bîne ber çavê xwe. * Debbie di malbateke dilsar de mezin bûbû. Dê û bavê wê pesnê wê pir nedida. Loma wê xwe bêqîmet hîs dikir. Gava wê şaşiyên biçûk dikir, ew difikirî ku ew bêkêr e. Halê Mariayê jî wek halê wê bû. Merivên wê ew nizm dikir. Loma, wê jî xwe bêqîmet hîs dikir. Piştî ku ew bû Şahida Yehowa jî, ew difikirî ku ew hêjayî vî navî nîne.

5 Dîsa jî, van du xwişkan dev ji xizmeta Yehowa berneda. Gelo çima? A yekê, wan ji dil dua dikir û barê xwe ji Yehowa re dihişt (Zeb. 55:22). Wan fehm kir ku Bavê meyî dilovan rind dizane ku tiştên xerab, ên ku hatibûn serê me, dikarin bibin sebeb ku em xwe nizm bibînin. Em belkî difikirin ku sifatên me yên baş tune, lê belê Yehowa wisa nafikire (1. Yûhenna 3:19, 20 bixwîne).

6. Gava kesek gunehekî xwe dubare dike, ev yek çawa dikare li ser wî bandor bike?

6 Gava kesek xîret dike ku dev ji adeteke xwe ya xerab berde, lê vî tiştî dîsa dike, ew dikare dilteng bibe. Helbet normal e ku em xwe seba şaşiyên xwe sûcdar bikin (2. Kor. 7:10). Lê belê, gerek em nefikirin ku em bêkêr in û ku Yehowa wê me tu caran efû neke. Nêrîneke wisa ne rast e û dikare bibe sebeb ku em dev ji xizmeta Yehowa berdin. Wek Methelokên Silêman 24:10 dibêje, diltengî dikare me sist bike. Loma, li şûna ku em xwe bi zêdeyî sûcdar bikin, gerek em ji Yehowa re dua bikin û ji wî efû bixwazin (Îşa. 1:18). Eger em ji dil tobe bikin, ewê me efû bike. Wekî din, wê baş be ku em ji kalên civatê re behsa problema xwe bikin. Ewê bi sebir alî me bikin ku em ji aliyê ruhî ve qenc bibin (Aqûb 5:14, 15).

7. Eger em bi kêmasiyeke xwe micadele dikin, gerek em çima cesareta xwe winda nekin?

7 Kalekî civatê yê bi nav Jean-Luc, ê ku li Fransayê dijî, ji kesên ku bi kêmasiyekê micadele dikin re wisa dibêje: “Di çavê Yehowa de, kesê rast ne ew e yê ku qet şaşiyan nake, lê ew e yê ku seba şaşiyên xwe poşman dibe û tobe dike” (Rom. 7:21-25). Loma, eger tu bi kêmasiyeke xwe micadele dikî, xwe bêqîmet hîs neke. Ji ber ku em gişt qisûrdar in, em hewceyî kerema Xwedê ne, ya ku ew bi destê fîdyeyê li ser me dibarîne (Ef. 1:7; 1. Yûh. 4:10).

8. Gava em dilteng dibin, em dikarin ji kê alîkariyê bistînin?

8 Xwişk û bira dikarin me teşwîq bikin. Gava em dixwazin behsa problemên xwe bikin, ew dikarin guh bidin me û cesaretê bidin me (Mtl. 12:25; 1. Sel. 5:14). Xwişkeke bi navê Joy, a ku li Nîjeriyayê dijî, dibêje ku gava ew dilteng dibû, çi alî wê dikir: “Eger xwişk û birayan alî min nekira, minê çi bikira? Alîkariya wan îsbat dike ku Yehowa duayên min qebûl dike. Bi ser de, ez ji wan hîn bûme ku ez çawa dikarim kesên din teşwîq bikim, ên ku wek min dilgiran in.” Lê belê, gerek em nefikirin ku xwişk û bira bi otomatîk dizanin ku halê me çi ye. Loma, wê belkî lazim be ku em herin ba xwişk yan birayekî gihîştî û bibêjin ku em hewceyî alîkariyê ne.

NEXWEŞIYÊN KU ME DILTENG DIKIN

9. Zebûr 41:3 û 94:19 me çawa teşwîq dikin?

9 Ji Yehowa alîkariyê bixwaze. Gava em nexweş dikevin – bi xisûsî gava em bi nexweşiyeke kronîk micadele dikin – belkî li me zor tê ku em nêrîneke pozîtîf xwedî bikin. Îro, Yehowa me her çi qas bi mucîzeyan qenc neke jî, ew teselî û qewetê dide me ku em karibin sebir bikin (Zebûr 41:3; 94:19 bixwîne). Mesela, gava em ji bo îşên malê yan ji bo kirîn û firotinê hewceyî alîkariyê dibin, Xwedê dikare li ser dilê xwişk û birayên me tesîr bike ku ew alî me bikin. Yan jî, ew dikare wan dehf bide ku ew bi me re dua bikin. Wekî din, ew dikare gotinên teselîdar ên Kitêba Pîroz bîne bîra me, mesela hêviya jiyaneke bê êş û nexweşiyê li dinyaya nû (Rom. 15:4).

10. Isang çawa ji diltengiyê filitî?

10 Birayekî bi navê Isang, ê ku li Nîjeriyayê dijî, seba qezayekê felc maye. Doktor ji wî re got ku ewê êdî nikaribe bimeşe. Isang dibêje: “Ez pir xemgîn û dilgiran bûm.” Gelo çi alî wî dikir ku ew ji diltengiya xwe bifilite? Isang wisa dibêje: “Ez û pîreka min, me bi dewamî ji Yehowa re dua dikir û Kitêba Pîroz lêkolîn dikir. Wekî din, me bala xwe dida bereketên ku me stendine, mesela hêviya jiyana li dinyaya nû.”

Kesên nexweş û extiyar jî dikarin ji xizmetê kêfê bistînin (Li paragrafên 11 heta 13an binêre)

11. Gava Cindy nexweş ket, wê dilxweşiya xwe çawa xwedî dikir?

11 Xwişkeke bi navê Cindy, ya ku li Meksîkê dijî, bi nexweşiyeke giran nexweş ket. Di vî halî de, gelo wê çawa sebir dikir? Gava ew dihat tedawî kirin, wê ji xwe re armanc danî ku her roj herî kêm ji yek kesî re behsa mizgînê bike. Ew wisa dinivîse: “Bi vî awayî, min bala xwe dida – ne ser emeliyatê, ser êşa xwe yan ser vê ku min xwe çi qas xerab hîs dikir – lê ser kesên din. Loma, gava min bi doktor yan hemşîreyan sohbet dikir, min ji wan dipirsî ka malbata wan çawa ye. Paşê, min dipirsî ku wan çima ji xwe re îşekî ew qas zor hilbijartiye. Bi vî awayî, min fehm dikir ku kîjan mijar dikarin dilê wan bigirin. Çend kesan got ku piraniya kesên nexweş tu caran napirsin ka ew çawa ne. Gelek doktor û hemşîre seba eleqeya min şa bûn. Heta, hin kesan adres yan numareyên telefonê didan min. Di vî halê zor de, Yehowa dilê min pir şa dikir!” (Mtl. 15:15).

12-13. Hin xwişk û birayên me yên nexweş yan extiyar çawa xizmetê dikin?

12 Xwişk û birayên me yên extiyar yan nexweş carinan dilteng dibin ji ber ku ew nikarin wek berê xizmetê bikin. Dîsa jî, ew çi ji destê wan tê dikin ku mizgînê bidin mirovan. Mesela, li Amerîkayê, xwişkeke bi navê Laurel 37 sal di hundirê makînayeke ji bo bêhnkişandinê de ma. Wekî din, xwişka me kanser bû, çend caran hat emeliyat kirin û bi nexweşiyên çerm jî micadele dikir. Dîsa jî, tu tiştî nikaribû riya wê bigire ku ew behsa mizgîne neke. Wê mizgîn dida hemşîre û alîkarên ku dihatin mala wê. Bi saya xîreta wê, herî kêm 17 kes bûn Şahidên Yehowa! *

13 Kalekî civatê yê bi navê Richard ji kesên ku nikarin ji malê derkevin yan ku li mala extiyaran dimînin re tiştekî tewsiye dike: “Wê baş be ku dezgeha weşanan ba wan hebe. Dezgeheke wisa wê bala mirovan bikişîne û ji bo sohbetan rê veke. Ev yek dikare dilê xwişk û birayên me yên hêja, yên ku êdî nikarin mal bi mal xizmetê bikin, şa bike.” Wekî din, kesên ku nikarin ji malê derkevin dikarin bi nameyan û bi telefonê jî xizmetê bikin.

GAVA EM ÎMTIYAZEKÊ NASTÎNIN

14. Dawid Padîşah çawa ji me re bû emsal?

14 Dibe ku tu seba extiyarî, nexweşî yan sebebên din nikarî hin îmtiyazên xizmetê bistînî. Eger halê te wisa ye, serpêhatiya Dawid Padîşah bîne ber çavê xwe. Wî ji dil dixwest perestgeha Xwedê ava bike. Gava ji Dawid re hat gotin ku îzna wî tune ku perestgehê ava bike, wî bi dil û can destek da vî mirovî, yê ku ji aliyê Xwedê ve hat hilbijartin ku vî îşî bike. Wekî din, Dawid ji bo projeya avakirinê pir zêr û zîv hazir kir. Çi emsaleke baş! (2. Sam. 7:12, 13; 1. Dîr. 29:1, 3-5).

15. Hugues çawa ji diltengiyê filitî?

15 Birayekî bi navê Hugues, ê ku li Fransayê dijî, seba nexweşiyê êdî nikaribû wek kalê civatê xizmet bike. Bi ser de, wî êdî nikaribû hin îşên malê bike. Ew wisa dinivîse: “Di serî de, min xwe bêqîmet hîs dikir, û ez pir dilteng bûm. Lê bi zeman re, min fehm kir ku gerek ez sînorên xwe qebûl bikim, û min li gel van sînoran ji xizmeta Yehowa kêf distend. Ezê tu caran dev ji xizmetê bernedim. Wek Gîdeon û 300 leşkerên wî, yên ku gişt westiyayî bûn, ezê dev ji micadeleyê bernedim!” (Ser. 8:4).

16. Emsala melekên dilsoz çi rêyî me dide?

16 Melekên dilsoz ji me re emsal in. Li dema Ahab Padîşah, Yehowa ji melekan pirsî ka wanê ev padîşahê xerab çawa bixapanda. Çend melekan fikrên xwe gotin. Lê belê, Xwedê tenê yek ji wan hilbijart û ji wî re got ku fikra wî baş e (1. Qra. 22:19-22). Gelo melekên din aciz bûn û fikirîn ku xîreta wan badîhewa bû? Helbet na! Melek bi rastî dilnizm in, û ew dixwazin ku Yehowa hemû pesnan bistîne (Ser. 13:16-18; Pey. 19:10).

17. Eger em xemgîn in ji ber ku me hin îmtiyazên xizmetê nestendine, gerek em çi bikin?

17 Ji bîr neke ku ev yek ku navê Xwedê li ser me ye û em Padîşahiya Xwedê îlan dikin, îmtiyazeke mezin e. Em dikarin hin wezîfeyên xisûsî bistînin yan jî winda bikin, lê belê qîmeta ku Yehowa dide me bi wan ve girêdayî nîne. Ji bo Yehowa, tiştê herî muhîm ev e ku em dilnizm bin û sînorên xwe bizanibin. Eger em mirovên wisa bin, hem Yehowa hem jî xwişk û birayên me wê ji me hez bikin. Loma, ji Yehowa alîkariyê bixwaze ku tu dilnizm bimînî. Serpêhatiyên mirovên dilnizm, ên ku li Kitêba Pîroz hatine qeyd kirin, bîne ber çavê xwe. Îşê ku gerek tu bikî her çi be jî, vî îşî bi dil û can ji bo xêra xwişk û birayan pêk bîne (Zeb. 138:6; 1. Ptr. 5:5).

GAVA MIROV GUH NADIN MIZGÎNÊ

18-19. Eger gelek kes guh nedin me, em çawa dikarin dîsa jî ji xizmetê kêfê bistînin?

18 Gelo tu carinan dilteng dibî ji ber ku li herêma te, gelek mirov guh nadin mizgînê yan ne li malê ne? Eger wisa ye, tu çawa dikarî dilxweşiya xwe xwedî bikî yan zêde bikî? Çarçoveya “ Xizmeta Xwe Berfirehtir Bike” nîşan dide ku em çawa dikarin ji xizmeta xwe zêdetir kêfê bistînin. Wekî din, pir muhîm e ku nêrîna me ya li ser xizmetê rast be. Gelo em çawa dikarin nêrîneke pozîtîf xwedî bikin?

19 Ji bîr neke ku armanca herî muhîm a xizmeta me ev e ku em navê Xwedê û Padîşahiya wî îlan bikin. Îsa Mesîh zelal kiribû ku yên ku riya jiyanê dibînin, hindik in (Met. 7:13, 14). Gava em diçin xizmetê, em tevî Yehowa, Îsa Mesîh û melekan hevkariyê dikin (Met. 28:19, 20; 1. Kor. 3:9; Pey. 14:6, 7). Yehowa kesên hêja dikişîne ba xwe (Yûh. 6:44). Loma, eger kesek mizgînê niha qebûl neke jî, ewê belkî careke din guh bide me.

20. Li gor Yêremya 20:8, 9, em çawa dikarin bi diltengiyê micadele bikin?

20 Di vî warî de, Yêremya pêxember ji me re emsaleke baş e. Wî di nav mirovên sert û serhişk de xizmet dikir. Mirovan her tim qerfên xwe pê dikirin û pê dikeniyan (Yêremya 20:8, 9 bixwîne). Carekê, Yêremya ew qas aciz bû ku wî dixwest dev ji xizmetê berde. Lê belê, wî ev yek nekir. Gelo çima? Çimkî peyva Yehowa di dilê Yêremya de wek agir bû, û wî nikaribû xwe bigire. Gava hiş û dilê me bi peyva Yehowa ve tije dibe, em jî wisa dibin. Loma, pir muhîm e ku em Kitêba Pîroz roj bi roj lêkolîn bikin û li ser wê kûr bifikirin. Bi vî awayî, dilxweşiya me wê zêde bibe, û xizmeta me wê hê berdartir bibe (Yêr. 15:16).

21. Em çawa dikarin serî bi diltengiyê re derxînin?

21 Debbie, ya ku me berê behsa wê kiribû, wisa dibêje: “Îblîs dikare diltengiyê wek çekekê bixebitîne.” Lê belê, çekên Îblîs nikarin li ser qudreta Yehowa bi ser bikevin. Loma, gava tu seba tiştekî dilteng dibî, ji Yehowa re dua bike ku ew alî te bike. Bi alîkariya wî, tu dikarî bi qisûr û kêmasiyên xwe micadele bikî. Gava tu nexweş dikevî, ewê piştgiriya te bike. Wekî din, ewê alî te bike ku nêrîna te ya li ser xizmeta te pozîtîf be. Belê, ji Bavê xweyî ezmanî re behsa xemên xwe bike. Bi alîkariya wî, tu dikarî serî bi diltengiyê re derxînî.

KILAM 41 Bavo, Guh Bide Min

^ par. 5 Carinan, em dilteng dibin. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku em çawa dikarin bi diltengiyê micadele bikin. Bi alîkariya Yehowa, em dikarin di vê micadeleyê de bi ser bikevin.

^ par. 4 Hin nav hatine guherandin.

^ par. 12 Serpêhatiya Laurel Nisbet li kovara Awake! a 22 Çile 1993 hatibû weşandin.

^ par. 69 RESIM: Xwişkek ji bo demekê dilteng bû, lê ew di heqê xizmeta xwe ya berê de difikire û dua dike. Ew bawer e ku Yehowa keda wê ji bîr nake.