Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 51

Bi Dewamî “Guhdariya Wî Bikin”

Bi Dewamî “Guhdariya Wî Bikin”

“Ev e Kurê min ê delal. Dilê min bi wî xweş e. Guhdariya wî bikin!” (METTA 17:5).

KILAM 54 “Rê Ev e”

PÊŞGOTIN *

1-2. (a) Ji sê şandiyên Îsa Mesîh re çi hatibû gotin, û wan çi kir? (b) Li vê meqaleyê, emê li çi mêze bikin?

PIŞTÎ Cejna Derbasbûnê ya sala 32yan a P.M., Petrûs, Aqûb û Yûhenna dîtiniyeke pir balkêş dît. Li ser çiyayekî bilind – belkî li ser yekî ji çiyayên ku bi çiyayê Hermonê ve girêdayî ne – şeklê Îsa Mesîh li ber çavê wan guherî: “Rûyê wî wek rojê şewq da û cilên wî wek ronahiyê çîlspî bûn” (Metta 17:1-4). Li dawiya vê dîtiniyê, wan dengê Xwedê bihîst: “Ev e Kurê min ê delal. Dilê min bi wî xweş e. Guhdariya wî bikin!” (Metta 17:5). Ev yek ku şagirtên Îsa Mesîh jiyana xwe piştî vê çawa dajot nîşan dide ku wan bi rastî jî guhdariya Îsa Mesîh kir, û em jî dixwazin mîna wan bikin.

2 Li meqaleya berê, me dîtibû ku guhdayîna dengê Îsa Mesîh tê maneya ku gerek em hin tiştan nekin. Li vê meqaleyê, emê bala xwe bidin du tiştên ku Îsa Mesîh gotibû ku gerek em wana bikin.

“DI DERIYÊ TENG RE DERBAS BIBIN”

3. Li gor Metta 7:13, 14, gerek em çi bikin?

3 Metta 7:13, 14 bixwîne. Îsa Mesîh behsa du riyan kiribû – riya “fireh” û riya “teng”. Riya sisêyan tune! Gerek em qerarê bidin ku emê li ser kîjan rê bimeşin. Ev qerar, qerareke pir muhîm e, çimkî jiyana me ya herheyî pê ve girêdayî ye.

4. Riya “fireh” riyeke çawa ye?

4 Gerek em ji bîr nekin ku ferqên di nav van du riyan de çi ne. Çi heyf e ku gelek mirov riya “fireh” hildibijêrin ji ber ku ev rê pir hêsan e. Ew fehm nakin ku ev rê, riya Îblîs e, ya ku “dibe helakê” (1. Korîntî 6:9, 10; 1. Yûhenna 5:19).

5. Hin kesan çi kiriye ku riya “teng” bibînin û bikevin vê rê?

5 Riya din riya “teng” e, û wek Îsa Mesîh gotibû, “yên ku wê dibînin hindik in”. Gelo çima? Li ayeta din, Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re gotibû ku bila ew “hay ji pêxemberên derewîn hebin” (Metta 7:15). Bi hezaran dîn û bawerî hene, û piraniya wan dibêjin ku riya wan, riya rast e. Bi milyonan însanan seba vê tevliheviya dînî ew qas aciz dibin ku ew êdî li riya rast nagerin. Lê belê, mirov dikare vê rê bibîne! Îsa Mesîh gotibû: “Eger hûn di peyva min de bimînin, bi rastî jî hûn şagirtên min in. Hûnê rastiyê bizanin û rastî wê we azad bike” (Yûhenna 8:31, 32). Çi baş e ku tu neketiyî pey piraniyê, lê tu li rastiyê geriyayî! Te Peyva Xwedê hûr û kûr lêkolîn kiriye, da ku tu daxwaza Xwedê pê bihesî, û te guhdariya Îsa Mesîh kiriye. Mesela, tu hîn bûyî ku Yehowa dixwaze ku em xwe ji dînê sexte û ji urf û adetên pûtperest dûr bigirin. Wekî din, te dîtiye ku carinan zor e ku mirov daxwaza Yehowa pêk bîne û xwe ji adetên ku li ber çavê wî ne rast in, dûr bigire (Metta 10:34-36). Belkî li te hêsan nedihat ku tu jiyana xwe biguherînî. Lê belê, ji ber ku tu ji Yehowa hez dikî û dixwazî ku ew ji te razî be, te dev ji xîreta xwe bernedaye. Xîreta te bê şik li Yehowa pir xweş tê! (Methelokên Silêman 27:11).

LI SER RIYA TENG BIMÎNE

Şîret û qanûnên Xwedê alî me dikin ku em li ser riya “teng” bimînin (Li paragrafên 6 heta 8an binêre) *

6. Li gor Zebûr 119:9, 10, 45, 133, çi dikare alî me bike ku em li ser riya teng bimînin?

6 Gelo çi dikare alî me bike ku em li ser riya teng bimînin? Vê mîsalê bîne ber çavê xwe: Li kêleka gelek riyên teng ên li serê çiyayan bariyer hene, da ku erebe ji rê dernekevin. Ma kîjan şofor wê seba van bariyeran aciz bibe? Çawa ku bariyer şoforan diparêze, qanûnên Yehowa jî me diparêzin û alî me dikin ku em ji riya teng dernekevin (Zebûr 119:9, 10, 45, 133 bixwîne).

7. Gerek kesên ciwan li ser riya teng çawa binêrin?

7 Ciwanno, gelo hûn carinan difikirin ku qanûnên Yehowa bi zêdeyî sert in? Îblîs dixwaze ku hûn wisa bifikirin û xweziya xwe bi kesên ku li ser riya fireh in, bînin. Bi destê tiştên ku hûn li ser Înternetê dibînin yan ku hevalkarên we dikin, Îblîs dixwaze we bide bawerkirin ku hûn ji her tiştî mehrûm dimînin, qey qanûnên Yehowa îznê nadin ku hûn ji jiyanê kêfê bistînin. * Lê belê, ji bîr nekin ku Îblîs naxwaze ku kesên ku li ser riya wî dimeşin, bibînin ku ev rê ber bi ku ve diçe. Ji aliyê din ve, Yehowa bi zelalî nîşanî we dide ku axiriya kesên ku li ser riya jiyanê dimînin, wê çi be (Zebûr 37:29; Îşaya 35:5, 6; 65:21-23).

8. Kesên ciwan dikarin ji serpêhatiya Olaf çi hîn bibin?

8 Ka bala xwe bide serpêhatiya birayekî ciwan ê bi navê Olaf. * Hevaldersên wî zor li wî dida ku ew bêexlaqiyê bike. Gava wî ji wan re got ku Şahidên Yehowa li gor qanûnên exlaqê yên Kitêba Pîroz dijîn, hin keçikên ji sinifa wî hê jî zêdetir xîret dikir ku wî ji rê derxin û pê re rakevin. Lê belê, Olaf teklîfa wan qebûl nekir. Ji xeynî vê, Olaf rastî tengasiyên din jî dihat. Ew dibêje: “Mamosteyên min dixwest ez îqna bikirama ku ez herim zanîngehê, da ku mirovên din qedrê min bigirin. Wan got ku eger ez neçim zanîngehê, ezê nikaribim di jiyana xwe de serkeftî bibim.” Gelo çi alî Olaf dikir ku ew nekeve ber bayê wan? Ew dibêje: “Min bi xwişk û birayên ji civata min re dostî dikir. Ew ji bo min bûn wek malbata min. Wekî din, min Kitêba Pîroz zêdetir lêkolîn dikir. Her ku min kûrtir lêkolîn dikir, ez emîntir dibûm ku riya rast ev e. Di netîceyê de, ez biqerar bûm ku ji Yehowa re xizmet bikim.”

9. Ji bo ku em li ser riya teng bimînin, gerek em çi bikin?

9 Îblîs dixwaze ku tu ji riya ku dibe jiyanê, derkevî. Ew dixwaze ku tu wek piraniya însanan bikevî riya fireh, “a ku dibe helakê” (Metta 7:13). Lê belê, eger tu bi dewamî guhdariya Îsa Mesîh bikî û bawer bî ku riya teng riya herî emîn e, tuyê li ser vê rê bimînî. Niha, ka em bala xwe bidin tiştekî din, ê ku gerek em bikin.

“BI BIRAYÊ XWE RE LI HEV WERE”

10. Li gor Metta 5:23, 24, Îsa Mesîh gotibû ku gerek em çi bikin?

10 Metta 5:23, 24 bixwîne. Li van ayetan, Îsa Mesîh bala Cihûyan kişand ser rewşeke ku bi îbadeta wan ve girêdayî bû. Bîne ber çavê xwe ku li perestgehê, kesekî dikir ku qurbana xwe teslîmî kahîn bike. Ji nişka ve dikeve bîra wî ku dilê birayê wî li wî maye. Îsa Mesîh gotibû ku eger tiştekî wisa biqewime, gerek ew qurbana xwe li wê derê bihêle û “here”. Gelo çima? Ma ji qurbaneke ji Yehowa re muhîmtir tiştek heye? Îsa Mesîh wisa got: “Pêşî here bi birayê xwe re li hev were.”

Gelo tuyê Aqûb, ê ku bi dilnizmî bi birayê xwe re li hev hat, ji xwe re emsal bigirî? (Li paragrafên 11 û 12an binêre) *

11. Aqûb çawa bi birayê xwe re li hev hat?

11 Serpêhatiyeke Aqûb pêxember nîşanî me dide ku ji bo ku em bi kesekî re li hev werin, gerek em çi bikin. Piştî ku ew 20 sal ji welatê xwe dûr mabû, Xwedê bi destê melekekî ji wî re got ku bila ew vegere wê derê (1. Mûsa 31:11, 13, 38). Lê belê, problemek hebû. Berê, birayê wî Esaw xwestibû ew bikuşta (1. Mûsa 27:41). Loma, Aqûb gelek ditirsiya, çimkî ew difikirî ku Esaw hê jî bihêrs e û dixwaze wî bikuje (1. Mûsa 32:7, Mizgînî). Gelo Aqûb çi kir ku bi birayê xwe re li hev were? Pêşî, wî ji dil di heqê vê meseleyê de ji Yehowa re dua kir. Paşê, wî hediyeyeke mezin şand ba Esaw (1. Mûsa 32:9-15). Li dawiyê, gava ew rastî hev hatin, Aqûb ne carekê, ne jî du caran, lê heft caran li ber Esaw çû ser çokan! Belê, Aqûb bi hurmet û bi dilnizmî bi birayê xwe re li hev hat (1. Mûsa 33:3, 4).

12. Em dikarin ji emsala Aqûb çi hîn bibin?

12 Gelo em dikarin ji vê serpêhatiyê çi hîn bibin? Berî ku Aqûb çû ba Esaw, wî bi dilnizmî ji Yehowa alîkarî xwest. Paşê, wî li gor duaya xwe hereket kir û çi ji destê wî hat kir ku bi birayê xwe re li hev were. Gava Aqûb û Esaw rastî hev hatin, Aqûb neket pey vê yekê ku kî heq e û kî neheq e. Hedefa Aqûb tenê ev bû ku bi birayê xwe re li hev were. Gelo em çawa dikarin mîna Aqûb bikin?

EM ÇAWA DIKARIN BI KESÊN DIN RE LI HEV WERIN?

13-14. Eger me dilê xwişk yan birayekî êşandibe, gerek em çi bikin?

13 Em li ser riya jiyanê ne, û em dixwazin bi xwişk û birayan re di aştiyê de bin (Romayî 12:18). Eger me dilê xwişk yan birayekî êşandibe, gerek em çi bikin? Wek Aqûb, gerek em ji dil ji Yehowa re dua bikin, da ku ew xîreta me bibereket bike ku em bi xwişk yan birayê xwe re li hev werin.

14 Wekî din, wê baş be ku em xwe analîz bikin. Mesela, em dikarin ji xwe bipirsin: “Gelo ez hazir im ku şaşiya xwe qebûl bikim, bi dilnizmî efû bixwazim û bi xwişk yan birayê xwe re li hev werim? Eger ez gava pêşîn bavêjim ku bi xwişk yan birayê xwe re li hev werim, Yehowa û Îsa wê li min çawa binêrin?” Cewabên van pirsan dikarin daxwaza me zêde bikin ku em guh bidin Îsa Mesîh û bi dilnizmî bi xwişk yan birayê xwe re li hev werin. Di vî warî de, wê baş be ku em Aqûb ji xwe re emsal bigirin.

15. Ji bo ku em bi xwişk yan birayekî xwe re li hev werin, wê çima baş be ku em li gor prensîpa ji Efesî 4:2, 3 hereket bikin?

15 Eger Aqûb biketa pey vê yekê ku kî heq e û kî neheq e, ma wiyê bikaribûya bi Esaw re li hev bihata? Bi îhtimaleke mezin, netîceya sohbeta wan wê xerab bibûya. Loma, wexta ku em diçin ba kesekî ku problemekê safî bikin, lazim e ku em dilnizm bin (Efesî 4:2, 3 bixwîne). Methelokên Silêman 18:19 wisa dibêje: “Birayê xeyidiye ji bajarê bi birc jî bi zortir tê qezenc kirin.” Ji bo ku em xwişk yan birayê xwe qazanc bikin, wê baş be ku em bi dilnizmî efû bixwazin.

16. Wê baş be ku em ji berê ve li ser çi bifikirin, û çima?

16 Wekî din, gerek em ji berê ve rind bifikirin ku emê çi bibêjin, û çawa. Paşê, gava em diçin ba kesê xeyidî, gerek hedefa me ev be ku em dilê wî bikirin. Eger em hêrs bikevin yan xwe rast derxin, gelo emê bikaribin aştiyê çêkin? Na! Ji bîr neke ku tiştê herî muhîm ne ev e ku kî rast e û kî na, lê ev e ku di nav me de aştî hebe (1. Korîntî 6:7).

17. Em dikarin ji emsala Gilbert çi hîn bibin?

17 Ka em bibînin ku birayekî bi navê Gilbert çi kir ku di nav wî û qîza wî de aştî çêbe. Ew dibêje: “Di nav me de gelek problem hebûn. Bi zêdetirî du salan, min xîret dikir ku bi wê re di heqê meseleyê de bi nermî sohbet bikim, da ku em li hev werin.” Wekî din, Gilbert çi kir? Ew wisa dibêje: “Berî ku min bi qîza xwe re sohbet dikir, min dua dikir û xwe hazir dikir ku eger ew tiştekî sert bêje, ez hêrs nekevim. Lazim bû ku ez hazir bim ku wê efû bikim. Ez hîn bûm ku tiştê herî muhîm ne ev e ku ez rastiya xwe îsbat bikim, lê ev e ku ez aştiyê bi pêş bixim.” Netîce bû çi? Gilbert dibêje: “Dilê min niha rihet e, çimkî ez bi temamiya malbata xwe re di aştiyê de me.”

18-19. Eger me dilê kesekî êşandibe, gerek em çi bikin, û çima?

18 Eger te dilê xwişk yan birayekî êşandibe, gerek tu çi bikî? Ji bo ku aştî çêbe, wê baş be ku tu guh bidî şîretên Îsa Mesîh, dilê xwe ji Yehowa re vekî û xwe bispêrî ruhê pîroz. Eger tu wisa bikî, tuyê dilşad bibî, û tuyê nîşan bidî ku tu bi rastî jî guhdariya Îsa Mesîh dikî (Metta 5:9).

19 Em şikurdar in ku Yehowa bi destê Îsa Mesîh, ê ku serê civatê ye, bi dilovanî rêberiya me dike (Efesî 5:23). Bila em her tim wek Petrûs, Aqûb û Yûhenna “guhdariya wî bikin” (Metta 17:5). Me dîtiye ku eger me dilê kesekî êşandibe, em çawa dikarin bi wî re li hev werin. Bi vî awayî, emê li ser riya ku diçe ber bi jiyanê ve bimînin û hem niha hem jî li pêşerojê bereketên mezin û dilşadiya bêdawî bistînin!

KILAM 130 Hevdû Efû Bikin

^ par. 5 Îsa Mesîh gotibû ku bila em di deriyê teng re derbas bibin, ê ku dibe jiyanê. Wekî din, wî gotibû ku bila em bi xwişk û birayan re li hev werin. Gelo pêkanîna van şîretan carinan çima zor e, û em çawa dikarin serkeftî bin?

^ par. 7 Li ser jw.org, li pirsa 6an a broşûra 10 Pirsên Cahila û Cabên li ser Wan,Çawa Nekevim bin Bayê Hevalên Xirab” binêre û li anîmasyona bi navê Nakeve bin Bayê Hevaltiya Xirab! temaşe bike (bi Kurmanciya Qafkasyayê).

^ par. 8 Hin navên li vê meqaleyê hatine guherandin.

^ par. 56 RESIM: Eger em li ser riya “teng” bimînin û ji bariyeran derbas nebin, emê tiştên wek pornografî, hevalên bêexlaq û nêrîna dinyayê ya li ser perwerdeya bilind red bikin.

^ par. 58 RESIM: Aqûb çend caran li ber birayê xwe Esaw çû ser çokan, da ku bi wî re li hev were.