Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 49

Qenciyê li Mirovan Bike

Qenciyê li Mirovan Bike

“Tê wekî xwe ji cîranê xwe hez bikî” (3. MÛSA 19:18, Mizgînî).

KILAM 109 Ji Dil Hez Bike

PÊŞGOTIN *

1-2. Li meqaleya berê, me çi dîtibû, û li vê meqaleyê, emê çi hîn bibin?

LI MEQALEYA berê, me bala xwe dabû hin şîretên ji beşa 19an a kitêba 3. Mûsa. Mesela, li ayeta 3yan, Yehowa ji Îsraêliyan re gotibû ku bila ew ji dê û bavê xwe re hurmetê nîşan bidin. Me dîtibû ku li gor vê şîretê, gerek em bi hewcedariyên madî û manewî yên dê û bavê xwe eleqedar bibin. Wekî din, vê ayetê dianî bîra Îsraêliyan ku gerek ew roja Sebtê bigirin. Me dîtibû ku em her çi qas ne di bin vê qanûnê de bin jî, pir muhîm e ku em ji bo îbadetê wext veqetînin. Bi vî awayî, em nîşan didin ku em li gor rêberiya 3. Mûsa 19:2 û 1. Petrûs 1:15 hewl didin ku pîroz bin.

2 Li vê meqaleyê, emê bala xwe bidin hin ayetên din ên beşa 19an a kitêba 3. Mûsa. Li gor vê beşê, gerek em qedrê kesên astengdar bigirin, di ticaretê de durist bin û ji cîranê xwe hez bikin. Madem ku em dixwazin wek Xwedê pîroz bin, pir muhîm e ku em li gor van prensîpan hereket bikin.

QEDRÊ KESÊN ASTENGDAR BIGIRE

Li gor 3. Mûsa 19:14, gerek em li hemberî kesekî ker yan kor çawa bin? (Li paragrafên 3 heta 5an binêre) *

3-4. Li gor 3. Mûsa 19:14, lazim bû ku Îsraêliyan li hemberî kesên ker û kor çawa bin?

3 3. Mûsa 19:14 (Mizgînî) bixwîne. Yehowa dixwest ku xizmetkarên wî qedrê kesên astengdar bigirin. Mesela, gerek Îsraêliyan nifir li kesên ker nekirana. Bi rastî jî, nifirkirina li kesekî ker tiştekî pir xerab e, çimkî ew nabihîze û nikare xwe biparêze.

4 Wekî din, li gor ayeta 14an, gerek xizmetkarên Xwedê tiştek daneaniya ser riya kesekî kor. Kitêbek di heqê kesên astengdar de wisa dibêje: “Li rojên berê, kesên wisa li Rojhilata Navîn rastî zilm û neheqiyê dihatin.” Dibe ku hin kesên zalim asteng dadianîn ser riya kesên kor, da ku wan biêşînin yan qerfên xwe bi wan bikin. Çi xerab e! Bi destê vî emrî, Yehowa nîşanî xizmetkarên xwe dikir ku gerek ew dilrehmiyê li kesên astengdar bikin.

5. Em çawa dikarin li hemberî kesên astengdar dilrehm bin?

5 Îsa Mesîh li hemberî kesên astengdar dilrehm bû. Xebera ku wî ji Yehya re şandibû bîne bîra xwe: “Kor dibînin, şil û şeht rêve diçin, kotî paqij dibin, kerr dibihîzin, mirî radibin.” Kesên ku mucîzeyên Îsa Mesîh didîtin, “rûmet dan Xwedê” (Lûqa 7:20-22; 18:43). Ji ber ku em şagirtên Îsa Mesîh in, em jî dixwazin mîna wî li hemberî kesên astengdar dilrehm, nazik û bisebir bin. Em helbet nikarin wek Îsa Mesîh mucîzeyan çêkin, lê em dikarin mizgînê bidin kesên ku ji aliyê bedenî yan ruhî ve kor in. Em dikarin ji wan re bibêjin ku li cenetê, her kes wê ji aliyê bedenî û ruhî ve bigihîje siheta bêqisûr (Lûqa 4:18). Bi saya vê mizgînê, gelek kes êdî pesnê Xwedê didin.

DI TICARETÊ DE DURIST BE

6. Melûmata li beşa 19an a kitêba 3. Mûsa gotinên Deh Emiran çawa zêdetir zelal dikirin?

6 Hin ayetên li beşa 19an a kitêba 3. Mûsa gotinên Deh Emiran zêdetir zelal dikin. Mesela, emrê heştan tenê wisa digot: “Nedize” (2. Mûsa 20:15). Hin Îsraêlî belkî difikirîn ku dizîkirin tenê ev e ku kesek tiştekî ku ne aîdî wî ye, ji xwe re bigire. Lê belê, li gor vê beşê, dizîkirin ne tenê ev e.

7. Kesekî ku ticaret dikir çawa dikaribû emrê heştan binpê bikira?

7 Kesekî ku ticaretê dikir belkî bi serbilindî digot ku ew tu caran diziyê nake. Lê belê, gelo ew di ticaretê de bi rastî durist bû? Li 3. Mûsa 19:35, 36 (Mizgînî), Yehowa wisa gotibû: “Dema hûn dipîvin, dijmêrin û dikişînin neheqiyê nekin. Hûnê mêzîna rast, kevirên rast, efa û hîna rast bixebitînin.” Kesekî ku teraziyeke şaş dixebitîne ku muşteriyên xwe bixapîne bi eslê xwe ji wan didize. Ev yek ji ayetên din ên beşa 19an a kitêba 3. Mûsa bi zelalî tê fehmkirin.

Di heqê ticaretê de, 3. Mûsa 19:11-13 çi rêyî me dide? (Li paragrafên 8 heta 10an binêre) *

8. Gotinên 3. Mûsa 19:11-13 çawa alî Îsraêliyan dikir ku ew li gor emrê heştan hereket bikin, û em çawa dikarin ji van ayetan feydeyê bistînin?

8 3. Mûsa 19:11-13 (Mizgînî) bixwîne. 3. Mûsa 19:11 wisa dibêje: “Hûnê nedizin, hîle nekin û ji hev re derewan nekin.” Yanî, neduristî û hîlekarî bi eslê xwe bi diziyê ve girêdayî ne. Bi saya melûmata li kitêba 3. Mûsa, Îsraêliyan dikaribû baştir fehm bikin ku emrê heştan, ê ku dizîkirinê qedexe dike, tê çi maneyê. Wê baş be ku em jî nêrîna Yehowa ya li ser neduristî û dizîkirinê bînin ber çavê xwe. Ji xwe bipirse: “Gelo ez li ticaretê yan li îşê xwe bi temamî durist im? Gava ez li ser 3. Mûsa 19:11-13 difikirim, gelo ez dibînim ku gerek ez xwe ji hin aliyan ve serrast bikim?”

9. Qanûna ku li 3. Mûsa 19:13 derbas dibe, karker çawa diparastin?

9 3. Mûsa 19:13 (Mizgînî) bala me dikişîne ser nuqteyeke din, a ku şagirtên Îsa Mesîh gerek bala xwe bidinê: “Tê heqdestê karkeran nehêlî serê sibê.” Li demên berê, lazim bû ku heqê paleyan li dawiya her rojê bê dayîn. Ev pere ji wan re lazim bû, da ku ew karibin nanê wê rojê bikirin. Loma, Yehowa ji Îsraêliyan re zelal kir ku karker hewceyî vî pereyî ne, ji ber ku jiyana wan pê ve girêdayî ye (5. Mûsa 24:14, 15; Metta 20:8).

10. Em dikarin ji 3. Mûsa 19:13 çi dersê bistînin?

10 Îro, gelek karker meaşê xwe yan li dawiya her rojê yan jî li dawiya mehê distînin. Rewş her çi be jî, prensîpa ji 3. Mûsa 19:13 ji bo me jî bikêr e. Çi heyf e ku hin kes pir hindik pere didin karkerên xwe, çimkî ew dizanin ku karker hewceyî pere ne û mecbûr in ku di vî îşî de bixebitin. Bi eslê xwe, patronên wisa “heqdestê karkeran” nadin wan. Wê baş be ku şagirtên Îsa Mesîh vê prensîpê binpê nekin! Ka em binêrin ku em dikarin ji beşa 19an a kitêba 3. Mûsa çi dersên din bistînin.

WEK XWE JI CÎRANÊ XWE HEZ BIKE

11-12. Îsa Mesîh behsa kîjan prensîpa muhîm a ji 3. Mûsa 19:17, 18 kir?

11 Daxwaza Xwedê ne tenê ev e ku em xerabiyê li kesên din nekin. Ka binêre ku 3. Mûsa 19:17, 18 (Mizgînî) çi dibêje (bixwîne). Li van ayetan, Xwedê wisa emir da: “Tê wekî xwe ji cîranê xwe hez bikî.” Belê, eger em dixwazin dilê Xwedê şa bikin, pir muhîm e ku em ji însanên din hez bikin.

12 Gotinên Îsa Mesîh nîşan didin ku emrê li 3. Mûsa 19:18 pir muhîm e. Carekê, Fêrisiyekî ji Îsa Mesîh pirsî: “Mamoste, di Şerîetê de emrê herî mezin kîjan e?” Îsa Mesîh cewab da ku emrê herî mezin ev e ku gerek em ji Yehowa bi hemû dilê xwe, bi hemû canê xwe û bi hemû hişê xwe hez bikin. Paşê, wî ji 3. Mûsa 19:18 îqtibas kir û got: “Yê diduyan jî wek vî ye: ‘Wek ku tu ji xwe hez dikî, ji cîranê xwe hez bike’” (Metta 22:35-40). Em helbet dikarin bi cure cure awayan nîşan bidin ku em ji însanan hez dikin, lê beşa 19an a kitêba 3. Mûsa bala me dikişîne ser çend nuqteyên xisûsî.

13. Serpêhatiya Ûsiv çawa alî me dike ku em şîreta li 3. Mûsa 19:18 baştir fehm bikin?

13 3. Mûsa 19:18 (Mizgînî) rêyî me dide ku em çawa dikarin nîşan bidin ku em ji însanan hez dikin: “Tê heyfê nestînî û ji nav gel kîna kesî negirî.” Belkî tu jî hin kesan nas dikî, yên ku bi salan bi hevalkar, hevalders yan merivekî xwe re kînê dajon. Mesela, seba kîn û nefretê, 10 birayên Ûsiv ew wek kole firot (1. Mûsa 37:2-8, 25-28). Lê Ûsiv ne mîna wan bû. Gava fersend ket destê wî ku heyfa xwe ji wan bistîne, wî dilrehmî nîşan da. Çi balkêş e ku li wê demê, Qanûna Mûsa hê nehatibû dayîn; dîsa jî, Ûsiv li gor prensîpa 3. Mûsa 19:18 hereket kir û bi birayên xwe re kîn neajot (1. Mûsa 50:19-21).

14. Em ji ku dizanin ku prensîpên ku li 3. Mûsa 19:18 derbas dibin, hê kêrhatî ne?

14 Mîna Ûsiv, şagirtên Îsa Mesîh, ên ku dixwazin dilê Xwedê şa bikin, gerek kînê neajon û heyfa xwe nestînin. Wek Îsa Mesîh li duaya emsal nîşan dabû, lazim e ku em kesên ku li dijî me gunehan dikin, efû bikin (Metta 6:9, 12). Pawlosê şandî jî ji xwişk û birayan re wisa got: “Hezkirîno, heyfa xwe nestînin” (Romayî 12:19). Wekî din, wî got: “Li hember hev bîhnfireh bin, eger gazina yekî ji yê din hebe, çawa ku Xudan li we bihûrtiye, hûn jî wisa li hevdû bibihûrin” (Kolosî 3:13). Belê, Yehowa naguhere, û prensîpên ku li 3. Mûsa 19:18 derbas dibin, hê kêrhatî ne.

Çawa ku gerek mirov dest nede birîna xwe, wexta ku kesek dilê me diêşîne, wê baş be ku em dest nedin vê “birînê”, lê çavê xwe li ser vê problemê bigirin (Li paragrafa 15an binêre) *

15. Çima muhîm e ku em kînê neajon?

15 Vê mîsalê bîne ber çavê xwe. Birînên dil ji hin aliyan ve dişibin birînên bedenê. Hin birîn biçûk in, hinek jî kûr in. Mesela, gava em xwarinê çêdikin, dibe ku kêr tiliya me birîndar bike. Tiliya me her çi qas biêşe jî, birîn zû qenc dibe, û piştî du-sê rojan, emê belkî cihê birînê jî ji bîr bikin. Mîna vê, hin birînên dil jî biçûk in. Mesela, dibe ku hevalekî me dilê me bi gotin yan kirinên xwe êşandibe, lê em vêya zû ji bîr dikin. Ji aliyê din ve, eger di bedena me de birîneke kûr çêbe, wê belkî lazim be ku doktor birînê bidirû û bipêçe. Eger em bi dewamî dest bidin birînê, ewê nikaribe zû qenc bibe. Mîna vê, eger kesekî dilê me qayim êşandibe, dibe ku ev problem ji hişê me neçe û em bi vî kesî re kînê bajon. Lê bi eslê xwe, ev yek zerarê dide me. Loma, wê baştir be ku em guh bidin şîreta ji 3. Mûsa 19:18.

16. Li gor 3. Mûsa 19:33, 34, lazim bû ku Îsraêlî li hemberî xerîban çawa bin, û em dikarin ji vê çi dersê bistînin?

16 Wexta ku Yehowa ji Îsraêliyan re got ku bila ew ji însanên din hez bikin, ev yek nedihat maneya ku gerek ew tenê ji Îsraêliyên din hez bikin. Lazim bû ku ew ji xerîban jî hez bikin, ên ku di nav wan de dijiyan. Ev yek ji 3. Mûsa 19:33, 34 (Mizgînî) tê fehmkirin (bixwîne). Lazim bû ku ew xerîban wek welatiyên xwe bibînin û ji wan wek ji xwe hez bikin. Mesela, gerek wan îzin bidaya hem xerîban hem feqîran ku ew simbilên mayî ber hev bikin (3. Mûsa 19:9, 10). Ev prensîp ji bo me jî kêrhatî ye (Lûqa 10:30-37). Gelo çawa? Li seranserê dinyayê, bi milyonan koçber hene, û dibe ku hin ji wan nêzîkî te dijîn. Pir muhîm e ku em qedrê van jin, mêr û zarokan bigirin û hurmetê bidin wan.

MESÛLIYETEKE DIN

17-18. (a) Li gor 3. Mûsa 19:2 û 1. Petrûs 1:15, gerek em çi bikin? (b) Petrûsê şandî gotibû ku gerek em kîjan îşê muhîm bikin?

17 Gotinên 3. Mûsa 19:2 û 1. Petrûs 1:15 nîşan didin ku gerek xizmetkarên Xwedê pîroz bin. Gelek ayetên din ên beşa 19an a kitêba 3. Mûsa rêyî me didin ku em dikarin çi bikin, da ku Yehowa ji me razî be. Me bala xwe daye ayetên ku nîşan didin ku gerek em çi bikin û çi nekin. * Nivîsarên Pîroz ên bi zimanê Yûnanî nîşan didin ku nêrîna Yehowa neguheriye. Lê belê, Petrûsê şandî behsa tiştekî din jî dike.

18 Em her çi qas ji Yehowa re îbadetê bikin û qenciyê bikin jî, ev yek ne bes e. Berî ku Petrûs got ku gerek em “di hemû rabûn û rûniştina xwe de pîroz bin”, wî gotibû ku gerek em ji bo îşekî muhîm “amade” bin (1. Petrûs 1:13, 15). Gelo ji bo çi îşî? Wî zelal kir ku birayên Îsa yên meshkirî wê ‘karên Xwedê bidin bihîstin’ (1. Petrûs 2:9). Îro, lazim e ku hemû şagirtên Îsa Mesîh vî îşê muhîm bikin. Bi eslê xwe, pêkanîna vê mesûliyetê qenciya herî mezin e, ya ku em dikarin li mirovan bikin. Çi îmtiyazeke mezin e ku em dikarin mizgînê wek miletekî pîroz bi dil û can belav bikin! (Marqos 13:10). Gava em xîret dikin ku li gor prensîpên ji beşa 19an a kitêba 3. Mûsa bijîn, em îsbat dikin ku em ji Xwedê û ji mirovan hez dikin. Wekî din, em bi vî şeklî nîşan didin ku em dixwazin “di hemû rabûn û rûniştina xwe de pîroz bin”.

KILAM 111 Sebebên Dilxweşiya Me

^ par. 5 Şagirtên Îsa Mesîh di bin Qanûna Mûsa de nînin. Dîsa jî, ev qanûn bala me dikişîne ser gelek tiştên ku gerek em bikin yan nekin. Ev melûmat dikare alî me bike ku em qenciyê li mirovan bikin û dilê Xwedê şa bikin. Li vê meqaleyê, emê ji beşa 19an a kitêba 3. Mûsa çend dersan bistînin.

^ par. 17 Ayetên din behsa gelek tiştên din jî dikin. Mesela, ew behsa alîgirtin, îftira, bikaranîna xwînê, cindarî, falbazî û bêexlaqiyê dikin (3. Mûsa 19:15, 16, 26-29, 31; li vê kovarê, li meqaleya “Pirsên Xwendevanan” binêre).

^ par. 52 RESIM: Şahidek alî birayekî ker dike ku ew derdê xwe ji doktor re bibêje.

^ par. 54 RESIM: Birayekî ku xwediyê fîrmayeke boyaxkirinê ye meaş dide karkerekî xwe.

^ par. 56 RESIM: Xwişkek bi hêsanî dikare çavê xwe li ser birîneke biçûk bigire û ji bîr bike. Gelo ewê çavê xwe li ser birîneke hê mezintir jî bigire?