Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 52

Di Wexta Tengasiyan de Alî Kesên Din Bike

Di Wexta Tengasiyan de Alî Kesên Din Bike

‘Heta ji destê te tê, qenciyê ji kesê heq dike texsîr neke’ (METHELOKÊN SILÊMAN 3:27).

KILAM 103 Şivanên Me Hediyeyên ji Xwedê ne

PÊŞGOTIN a

1. Yehowa gelek caran çawa cewabê dide duayên xizmetkarên xwe?

 GAVA ku kesek ji Yehowa Xwedê re dua dike û jê alîkariyê dixwaze, Xwedê gelek caran bi destê xizmetkarên xwe dilrihetiyê didê (Kolosî 4:11). Ferq nake ku kesek rîspî, alîkarê xizmetê, pêşeng, mizgînvan, ciwan yan extiyar be, Yehowa dikare bi destê her kesî alîkariyê bide kesên din. Çi tiştekî xweş e ku em dikarin bi vî awayî hem ji Yehowa re hem jî ji xwişk û birayên xwe re xizmetê bikin! Mesela, wexta ku nexweşî belav dibin, felaketên tebîetê çêdibin yan zilm li kesên din tê kirin, em dikarin ji wan re bibin alîkar.

WEXTA KU NEXWEŞÎ BELAV DIBIN

2. Wexta ku nexweşiyek belav dibe, çima carinan zor e ku em alîkariya hevdû bikin?

2 Nexweşiyeke ku li derekê yan li seranserê dinyayê belav dibe dikare rê li ber me bigire ku em ji hevdû re alîkariyê bikin. Mesela, belkî em pir dixwazin herin cem hevalên xwe, lê em vêya ji bo saxî û selametiya xwe û ya wan nakin. Belkî em dixwazin kesên ku halê wan ji aliyê madî ve nebaş e ji bo xwarinê gazî mala xwe bikin, lê ev jî çênabe. Belkî jî em dixwazin zêdetir destekê bidin kesên din, lê ji ber ku em li ferdên malbata xwe yên nexweş dinêrin, ev jî carinan zehmet e. Lê dîsa jî, em dixwazin ji xwişk û birayan re alîkariyê bikin. Û gava çi ji destê me tê em dikin ku alîkariya wan bikin, em dilê Yehowa xweş dikin (Methelokên Silêman 3:27; 19:17). Gelo em çawa dikarin alîkariya kesên din bikin?

3. Em ji mîsala rîspiyên civata Delalê çi dielimin? (Yêremya 23:4)

3 Rîspî dikarin çi bikin? Rîspîno, xwişk û birayan baştir nas bikin! (Yêremya 23:4 bixwîne). Xwişka me Delal, b a ku me di meqaleya berê de behsa wê kiribû, wisa dibêje: “Berî pandemiyê, rîspiyên di koma min a xizmetê de bi min re û bi kesên din re diçûn xizmetê û wext derbas dikir.” Ji ber vê ked û xîreta wan, wexta ku nexweşiya koronavîrûsê dest pê kir û çend merivên Delalê canê xwe ji dest da, li rîspiyan hêsantir dihat ku alî wê bikin.

4. Rîspiyan çawa alîkariya Delalê kir, û dersa ji bo rîspiyên din çi ye?

4 Delal dibêje: “Ji ber ku rîspî ji berê ve bûne dostên min, li min hêsantir dihat ku ez dilê xwe ji wan re vekim û behsa xem û derdên xwe bikim.” Rîspî dikarin ji vê mîsalê çi dersê bistînin? Berî ku xwişk û bira bikevin tengasiyê, ji wan re bibin dostên baş û şivanên dilovan. Eger tu ji ber nexweşiyeke belavbûyî nikaribî herî mala xwişk û birayan, li rêyeke din bigere ku tu xwe bigihînî wan. Wekî din, Delal dibêje: “Carinan çend rîspiyan di eynî rojê de telefonî min dikir yan jî ji min re mesaj dişandin. Ayetên ku wan nîşanî min didan, min ew her çi qas baş nas dikirin jî, gelekî dilê min digirt.”

5. Rîspî çawa dikarin fehm bikin ka xwişk û bira hewceyî çi ne û ew çawa dikarin alîkariya wan bikin?

5 Rîspî dikarin bi destê pirsên nazik fehm bikin ka xwişk û bira hewceyî çi ne (Methelokên Silêman 20:5). Gelo li cem wan bi têra xwe nan, av, derman û tiştên din hene? Gelo ew endîşe dikin ku ewê karê xwe yan mala xwe winda bikin? Gelo ji wan re alîkarî lazim e ku ew ji daîreyên dewletê destekê bistînin? Mesela, xwişk û birayan alîkariya madî da Delalê. Lê rîspiyan berî her tiştî bi gotinên xweş û teseliya ji Kitêba Pîroz alî wê dikir ku ew li hemberî tengasiyên xwe sebir bike. Delal wisa dibêje: “Rîspiyan bi min re dua dikir. Baş nayê bîra min ku wan tam çi gotibûn, lê belê tê bîra min ku min xwe çawa hîs dikir. Tu dibêjî qey Yehowa ji min re got: ‘Tu ne tenê yî.’” (Îşaya 41:10, 13).

Birayê ku civînê îdare dike bi kêfxweşî guh dide cewabên xwişk û birayên ku di salona îbadetê de ne û cewaba birayekî nexweş, ê ku bi rêya vîdeokonferansê tev li civînê bûye. (Li paragrafa 6an binêre)

6. Hemû xwişk û birayên di civatê de çawa dikarin ji hevdû re alîkariyê bikin? (Li resim binêre.)

6 Kesên din dikarin çi bikin? Helbet lazim e ku rîspî li xwişk û birayan xwedî derkevin. Ji xeynî vê, Yehowa dixwaze ku em gişt ji kesên din re qenciyê bikin û dilê wan ava bikin (Galatî 6:10). Heta tiştekî biçûk jî, eger ji dil be, dikare li ser kesekî nexweş tesîreke mezin bihêle. Mesela, zarok dikarin kart yan resiman çêkin ji bo ku dilê birayekî xweş bikin. Ciwan dikarin ji bo xwişkekê tiştên ji bo malê bikirin yan jî îşên din bikin. Xwişk û birayên din dikarin ji kesekî nexweş re xwarinê çêkin. Helbet, gava ku nexweşiyek belav dibe, di civatê de her kes hewceyî teşwîqê ye. Piştî civînan em dikarin hinekî zêdetir bimînin û bi xwişk û birayan re sohbetê bikin – çi rû bi rû, çi jî bi rêya vîdeokonferansê. Û ji rîspiyan re jî teşwîq lazim e, çimkî wexta ku nexweşî belav dibin, ew ji bo xwişk û birayan gelek tiştan dikin. Hinek xwişk û birayan şikurdariya xwe bi rêya mesajan ji wan re aniye zimên. Eger em “di ber dilê hev de werin û hevdû ava bikin”, emê ji kesên din re qenciyeke mezin bikin (1. Selanîkî 5:11).

WEXTA KU FELAKETÊN TEBÎETÊ ÇÊDIBIN

7. Felaketên tebîetê dikarin çi zerarê bidin me?

7 Felaketeke tebîetê dikare jiyana kesekî ji nişka ve serobino bike. Hinek kes mal û milkê xwe, xaniyê xwe yan heta hezkiriyên xwe jî winda dikin. Felaketên wisa dikarin bên serê xwişk û birayên me jî. Gelo em çawa dikarin alîkariya wan bikin?

8. Berî ku felaketeke tebîetê biqewime, rîspî û serên malê dikarin çi bikin?

8 Rîspî dikarin çi bikin? Rîspîno, berî ku felaketeke tebîetê biqewime, alîkariya xwişk û birayan bikin ku ew xwe hazir bikin. Gelo xwişk û birayên di civatê de dizanin ku gerek ew ji bo saxî û selametiya xwe kîjan gavan bavêjin û çi bikin ku xwe bigihînin we? Xwişka me Margaret, a ji meqaleya berê, wisa dibêje: “Di bernameya hewcedariyên civatê de, rîspiyan em hişyar kirin ku demsala şewata daristanan hê derbas nebûye. Wan got ku eger aliyên resmî ji me re bibêjin ku gerek em ji mala xwe derkevin yan jî eger em bibînin ku rewş xerabtir dibe, gerek em zû hereket bikin.” Ev rêberî tam di wexta rast de hat, çimkî pênc hefte bi şûn de, şewateke mezin derket. Di wexta îbadeta malbatê de, serên malê dikarin bi malbata xwe re xeber bidin ka her kes gerek di halekî wisa de çi bike. Eger hûn û zarokên we ji niha ve hazir bin, di wexta felaketê de wê li we hêsantir bê ku hûn dilrihet bimînin.

9. Rîspî dikarin berî û piştî felaketeke tebîetê çi bikin?

9 Eger tu çavdêrê komeke xizmetê bî, ji niha ve – yanî berî ku felaketeke tebîetê biqewime – ji xwişk û birayên koma xwe adres û numreya telefonê bistîne. Lîsteyekê çêke û vê listeyê tim nû bike. Îcar di wexta felaketekê de, tuyê bikarî xwe zû bigihînî xwişk û birayan, li halê wan bipirsî û alîkariya lazim bidî wan. Paşê, van melûmatan zû bide koordînatorê koma rîspiyan. Ewê jî van melûmatan bide çavdêrê herêmê. Bi saya hevkariya van birayan, alîkariyeke baş wê bigihîje destê xwişk û birayan. Piştî şewata daristanê, çavdêrê herêmê yê Margaretê, ji bo ku rêberiya rîspiyan bike, weke 36 saetan hişyar mabû. Wî ji wan re digot ku ew çawa dikarin xwe bigihînin 450 xwişk û birayên ku ji malên xwe reviyabûn û ji wan re alîkariyê bikin (2. Korîntî 11:27). Bi vî awayî, tu kes bê war û bê star nema.

10. Rîspî çima baş bala xwe didin karê şivantiyê? (Yûhenna 21:15)

10 Mesûliyeta rîspiyan ew e ku ew bi destê Kitêba Pîroz cesaretê bidin xwişk û birayan û alî kesên dilteng bikin (1. Petrûs 5:2). Gava ku felaketeke tebîetê çêdibe, rîspî ewilî bi saxî û selametiya xwişk û birayan eleqedar dibin û dipirsin ka ji wan re kinc, xwarin û cihê starbûnê lazim e yan na. Lê piştî çend mehan jî, dibe ku ji wan re hê jî teselî û desteka ruhî lazim be (Yûhenna 21:15 bixwîne). Birayê me Harold, ê ku endamê Komîteya Buroyê ye û piştî felaketên tebîetê bi gelek xwişk û birayan re sohbet kiriye, wisa dibêje: “Ji bo ku birîna dilê wan qenc bibe, gelek wext lazim e. Jiyana wan belkî hêdî hêdî normal bibe, lê dibe ku mirina delalên wan, windakirina mîraseke biqîmet yan belayên ku hatin serê wan, ji ber çavê wan neçin. Gava ku bîranînên wisa tên bîra wan, ew dîsa û dîsa xemgîn dibin. Halekî wisa nayê maneya ku baweriya wan sist e; fikir û hîsên wisa normal in.”

11. Malbat hewceyî çi ne?

11 Rîspî gerek li gor vê şîretê hereket bikin: “Bi yên ku digirîn re bigirîn” (Romayî 12:15). Lazim e ku rîspî tim bînin bîra kesên ku ji felaketan xelas bûne ku Yehowa û xwişk û birayên din ji wan gelek hez dikin. Gerek ew alî malbatan bikin ku ew adetên xwe yên baş – mesela yên wek duakirin, îbadeta malbatê, çûyîna civînan û belavkirina xebera xêrê – dewam bikin. Wekî din, gerek ew dilê dê û bavan xurt bikin ku ew bala zarokên xwe bikişînin ser tiştên ku tu felaketek nikare xera bike. Dê û bavno, bînin bîra zarokên xwe ku Yehowa her tim dostê wan e û ew tu carî destê wan bernade. Û ji zarokên xwe re tim bibêjin ku li seranserê dinyayê gelek xwişk û birayên wan hene, û ew hazir in ku alîkariya wan bikin (1. Petrûs 2:17).

Eger li herêma te felaketeke tebîetê biqewime, gelo tu hazir î ku alîkariyê bikî? (Li paragrafa 12an binêre) e

12. Kesên din çawa dikarin di wexta felaketên tebîetê de alîkariyê bikin? (Li resim binêre.)

12 Kesên din dikarin çi bikin? Eger nêzîkî mala te felaketeke tebîetê çêbe, ji rîspiyan bipirse ka tu çawa dikarî alîkariyê bikî. Belkî tu dikarî xwişk û birayên ku ji felaketê filitîne yan alîkarên avakirinê di mala xwe de bikî mêvan. Yan jî, belkî tu dikarî xwarin yan alîkariyên însanî ji wan re bibî. Lê eger felaketeke tebîetê dûrî mala te be, gelo tu çawa dikarî alîkariyê bikî? Mesela, tu dikarî ji bo kesên zerardîtî dua bikî (2. Korîntî 1:8-11). Wekî din, bi saya bexşên xwe yên ji bo karên cîhanî, tu dikarî destekê bidî alîkariya piştî felaketên tebîetê (2. Korîntî 8:2-5). Eger îmkan hebe ku tu herî cihê felaketê, vê xwestina xwe ji rîspiyan re bibêje. Eger ev xwestina te hat qebûlkirin, bi îhtimaleke mezin tuyê perwerdeyekê bistînî, da ku tu bikarî bi awayê herî baş alîkariyê bikî.

WEXTA KU ZILM TÊ SERÊ ME

13. Li welatên ku fealiyetên me hatine qedexekirin, çi zor û zehmetî tên serê xwişk û birayên me?

13 Li welatên ku qedexe li ser fealiyetên me hatine danîn, jiyana xwişk û birayên me zehmet e. Jixwe li wan welatan ew xema problemên madî dixwin, nexweş dikevin yan hezkiriyên wan dimirin. Lê ji ber qedexeyan, belkî ne mumkin e ku rîspî bi serbestî herin ziyareta xwişk û birayan û cesaretê bidin wan. Birayê me Andrêy, ê ku me di meqaleya berê de behsa wî kiribû, ketibû vî halî. Xwişkeke ji koma wî ya xizmetê ji aliyê madî ve ketibû tengasiyê. Dû re, ew di qezaya trafîkê de birîndar bû. Ji wê re çend emeliyat lazim bûn, û wê êdî nikaribû kar bikira. Li hemberî qedexe û pandemiyê, xwişk û birayên me bi dil û can alî wê kir. Belê, Yehowa Xwedê bi wê re bû.

14. Mîsala rîspiyan çawa nîşanî me dide ku em dikarin xwe bispêrin Yehowa?

14 Rîspî dikarin çi bikin? Andrêy dua kir û çi ji destê wî hat wî kir. Gelo Yehowa çawa cewab da duaya wî? Wî bi destê xwişk û birayên ku zêdetir serbestiya wan hebû alî xwişka me kir. Mesela, hinekan ew bi erebeya xwe dibir ser doktor. Hinekan jî pere da wê. Yehowa niyet xist dilê wan ku ew li gor îmkanên xwe alîkariya wê bikin, û wî ked û xîreta wan bibereket kir (Îbranî 13:16). Rîspîno, eger fealiyetên me hatibin qedexekirin, ji kesên din bixwazin ku ew jî alîkariyê bikin (Yêremya 36:5, 6). Berî her tiştî, xwe bispêrin Yehowa. Ewê alî we bike ku hûn li xwişk û birayan xwedî derkevin.

15. Gelo em çawa dikarin di bin zilm û zordariyê de yekîtiya xwe biparêzin?

15 Kesên din dikarin çi bikin? Di rojên qedexeyan de, belkî em tenê di komên biçûk de li hev bicivin. Ji ber vê yekê, pir muhîm e ku em baş li hev bikin. Gerek em ne li hemberî xwişk û birayan, lê li hemberî Îblîs şer bikin. Wê baş be ku em bala xwe nedin ser şaşî û qisûrên xwişk û birayan, û problemên di nav hev de zû safî bikin (Methelokên Silêman 19:11; Efesî 4:26). Bila em bi dil û can alîkariya hevdû bikin (Tîtos 3:14). Desteka ku xwişk û birayan da xwişka ku hewceyî alîkariyê bû, li ser temamiya koma xizmetê baş tesîr kir. Ew hemû wek malbatekê nêzîkî hev bûn (Zebûr 133:1).

16. Li gor Kolosî 4:3, 18, em çawa dikarin alîkariya xwişk û birayên ku zilm tê serê wan, bikin?

16 Bi hezaran xwişk û birayên me li hemberî qedexeyên ji aliyê hukûmetê ve ji Yehowa re xizmetê dikin. Hinek ji wan ji ber baweriya xwe ketine hebsê. Em dikarin ji bo wan û malbatên wan dua bikin. Wekî din, em dikarin ji bo wan kesan dua bikin, ên ku desteka ruhî, fîzîkî û qanûnî didin xwişk û birayan û hazir in ku serbestiya xwe ji bo xatirê wan feda bikin c (Kolosî 4:3, 18 bixwîne). Tu carî ji bîr neke ku duayên te dikarin alîkariya van xwişk û birayan bikin! (2. Selanîkî 3:1, 2; 1. Tîmotêyos 2:1, 2).

Tu çawa dikarî malbata xwe ji niha ve ji bo wexta zilmê hazir bikî? (Li paragrafa 17an binêre)

17. Em çawa dikarin xwe ji niha ve ji bo wexta zilmê hazir bikin?

17 Ji niha ve, hûn dikarin tevî malbata xwe haziriya ji bo wexta zilm û zordariyê bikin (Karên Şandiyan 14:22). Li ser wan tiştên xerab, ên ku dikarin bên serê we, nefikirin. Li şûna wê, dostaniya xwe ya bi Yehowa re qewîtir bikin û alî zarokên xwe bikin ku ew jî wisa bikin. Eger xem û derdên te hebin, dilê xwe ji Yehowa re veke (Zebûr 62:7, 8). Bi malbata xwe re li ser sebebên ku hûn çima dikarin xwe bispêrin Yehowa xeber bidin. d Çawa ku haziriya ji bo felaketên tebîetê alî we û zarokên we dike, wisa jî haziriya ji bo wexta zilmê wê alî we bike ku hûn dilxurt û dilrihet bimînin. Bi vî awayî, zarokên we wê bielimin ku xwe bispêrin Yehowa.

18. Rojên çawa li benda me ne?

18 Aştiya Xwedê dikare dilê me û hişê me biparêze (Filîpî 4:6, 7). Bi saya vê aştiyê, gava ku nexweşî belav dibin, felaketên tebîetê çêdibin yan zilm û zordarî li me tê kirin, Yehowa dilê me rihet dike. Ew bi destê rîspiyên jêhatî şivantiya me dike. Û wî fersend daye me hemûyan ku em destê alîkariyê dirêjî hev bikin. Aştî, yanî dilrihetiya ku îro di dilê me de heye, alî me dike ku em xwe ji bo rojên giran û heta ji bo tengahiya mezin jî hazir bikin (Metta 24:21). Wê wextê, wê lazim be ku em aştiya xwe biparêzin û alîkariya kesên din bikin ku ew jî wisa bikin. Lê piştî tengahiya mezin, hemû kul û derd wê êdî tune bin, û li gor armanca Yehowa ya eslî, emê ji aştiya rastîn û herheyî pir kêfê bistînin! (Îşaya 26:3, 4).

KILAM 109 Ji Dil Hez Bike

a Yehowa gelek caran bi destê xizmetkarên xwe alî kesên ku dikevin tengasiyê dike. Ew dikare bi destê te jî cesaretê bide xwişk û birayan. Ka em binêrin ku em çawa dikarin alîkariya wan bikin.

b Hin navên di vê meqaleyê de hatine guherandin.

c Ne mumkin e ku Beytela herêmî yan merkeza cîhanî nameyên me yên şexsî ji xwişk û birayên girtî re bişîne.

d Li meqaleya “Li hemberî Zilmê Hazir Be” binêre (Birca Çavdêriyê, Tîrmeh 2019).

e RESIM: Piştî felaketeke tebîetê, jin û mêrek ji malbatekê re xwarinê dibin.