Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 51

Di Wexta Tengasiyan de Dilrihet Bimîne

Di Wexta Tengasiyan de Dilrihet Bimîne

“Bila dilê we reht [teng] nebe û netirsin!” (YÛHENNA 14:27).

KILAM 112 Yehowa, Xwedayê Aştiyê

PÊŞGOTIN a

1. “Aştiya Xwedê” çi ye û ew çima ji bo me bifeyde ye? (Filîpî 4:6, 7)

 AŞTIYEKE wisa heye ku însanên vê dinyayê wê nas nakin. Ev aştî, “aştiya Xwedê” ye. Bavê meyî ezmanî vê aştiyê dide dostên xwe. Gava ku Xwedê aştiya xwe dide me, serê me û dilê me rihet dibe (Filîpî 4:6, 7 bixwîne). Bi saya vê dilrihetiyê, em bûne dostên kesên ku ji wî hez dikin. Wekî din, me dostaniyeke baş bi “Xwedayê aştiyê” re ava kiriye (1. Selanîkî 5:23). Gava ku em Bavê xwe Yehowa baştir nas bikin, baweriya xwe pê bînin û guh bidinê, bê guman aştiya wî wê di wexta tengasiyan de dilê me rihet bike.

2. Em çima emîn in ku em dikarin “aştiya Xwedê” bi dest bixin?

2 Gava ku tiştên xerab wek nexweşiyên ku belav dibin, felaketên tebîetê, tevliheviya hundirîn, yan zilm tên serê me, gelo bi rastî mumkin e ku em “aştiya Xwedê” bistînin, da ku dilê me rihet bimîne? Tiştên wisa gava ku bên serê me dikarin tirs û xofê bixin dilê me. Lê belê, Îsa Mesîh ev şîret daye şagirtên xwe: “Bila dilê we reht [teng] nebe û netirsin!” (Yûhenna 14:27). Çi tiştekî xweş e ku xwişk û birayên me guh didin vê şîretê. Bi alîkariya Yehowa, ew di wexta tengasiyên giran de jî dilrihet dimînin.

WEXTA KU NEXWEŞÎ BELAV DIBIN

3. Nexweşiyên ku belav dibin çawa dikarin dilrihetiya me xera bikin?

3 Nexweşiyên ku li derekê yan li seranserê dinyayê belav dibin dikarin jiyana me bi temamî serobino bikin. Mesela, nexweşiya koronavîrûsê li ser gelek însanan pir xerab tesîr kiriye. Gava ku ji mirovan hat pirsîn ka nexweşiya koronavîrûsê li ser wan çawa tesîr kiriye, ji wan gelekan got ku di wexta pandemiyê de xew nediket çavê wan. Ji ber vê felaketê, hejmara însanên ku gelek xeman dixwin, ketine depresyonê û bûne bindestiyên alkol û narkotîkê gelek zêde bûye. Wekî din, di malbatan de zordarî zêde bûye, û gelek kesan dixwest xwe bikujin. Eger li cihê ku tu lê dimînî nexweşiyek zû belav bibe, gelo çi dikare alî te bike ku tu di nav xem û derdên xwe de nefetisî û ji Xwedê dilrihetiyê bistînî?

4. Gotinên Îsa Mesîh ên li ser rojên dawîn çawa dikarin dilê me rihet bikin?

4 Îsa Mesîh ji berê ve gotibû ku di rojên dawîn de li gelek cihan nexweşî wê belav bibin (Lûqa 21:11). Gelo ev gotinên Îsa Mesîh çawa rihetiyê dixin dilê me? Gava ku nexweşî belav dibin, em ecêbmayî namînin. Em ji tiştên ku li dinyayê diqewimin fehm dikin ku gotinên Îsa Mesîh yek bi yek tên cih. Ji ber vê yekê, em baş guh didin vê şîreta ku Îsa Mesîh daye me: “Hay jê hebin û netirsin” (Metta 24:6).

Qeydên deng ên Kitêba Pîroz dikarin alî te bikin ku tu di wexta belavbûna nexweşiyekê de dilrihet bimînî (Li paragrafa 5an binêre)

5. (a) Li gor Filîpî 4:8, 9, gava ku nexweşî belav dibin, gelo em dikarin ji bo çi dua bikin? (b) Tu çawa dikarî ji qeydên deng ên Kitêba Pîroz feydeyê bistînî?

5 Nexweşiyeke ku belav dibe dikare me gelek dilteng bike û tirs û xofê bixe dilê me. Ev yek hat serê xwişkeke me, ya ku em bêjin navê wê Delal e. b Piştî ku apê wê, pismamê wê û doktorê wê ji nexweşiya koronavîrûsê mirin, ew ditirsiya ku ewê jî nexweş bikeve û vê nexweşiyê derbasî diya xwe ya emirmezin bike. Ew difikirî ku ewê ji ber vê pandemiyê karê xwe jî winda bike. Loma wê meraq dikir ka ewê bikare debara xwe bike û heqê kirê bide yan na. Ji ber van xem û derdan, hişê wê nerihet bû û xew nediket çavê wê. Lê dû re, dilê Delalê dîsa rihet bû. Gelo çawa? Wê ji Yehowa re dua kir, dilê xwe ji wî re vekir û jê xwest ku ew rihetiyê bixe dilê wê û ku ew bikaribe li ser tiştên xweş bifikire (Filîpî 4:8, 9 bixwîne). Wê bi rêya qeydên deng ên Kitêba Pîroz guh dida “dengê” Yehowa. Ew dibêje: “Wî dengê xweş dilê min rihet dikir û dianî bîra min ku Yehowa gelekî xema min dixwe” (Zebûr 94:19).

6. Lêkolîna şexsî û civînên me çawa dikarin ji te re bibin alîkar?

6 Nexweşiyên belavbûyî dikarin jiyana me ya rojane tev li hev bikin. Lê gerek ev yek nebe sebeb ku em dest ji lêkolîna xwe ya şexsî yan ji civînan berdin. Eger tu li serpêhatiyên di weşan û vîdeoyên me de mêze bikî, tuyê bibînî ku xwişk û birayên me çawa li hemberî zor û zehmetiyên xwe bi dilsozî ji Yehowa re xizmetê dikin (1. Petrûs 5:9). Civînên me wê alî te bikin ku tu li ser fikrên xweş ên ji Kitêba Pîroz bifikirî. Li wir tu dikarî dilê kesên din xurt bikî, û ew jî dikarin dilê te xurt bikin (Romayî 1:11, 12). Bîne ber çavê xwe ku Yehowa çawa alî xizmetkarên xwe dike, mesela gava ew nexweş dikevin, gava tirs û xof dikeve dilê wan yan gava ew derdê tenêbûnê dikişînin. Eger tu bi mîsala wan bifikirî, baweriya te wê qewîtir bibe, û tuyê ji dil emîn bî ku Yehowa li pişta te ye.

7. Tu dikarî ji Yûhennayê şandî çi bielimî?

7 Bi dewamî li halê xwişk û birayan bipirse. Ji ber nexweşiyên belavbûyî belkî lazim e ku em ji bo parastina siheta xwe û ya kesên din ji însanan, heta ji xwişk û birayan jî, dûr bisekinin. Di wextên wisa de, belkî halê te wek halê Yûhennayê şandî be. Wî pir dixwest dostê xwe Gayos rû bi rû bidîta (3. Yûhenna 13, 14). Lê belê, Yûhenna fehm dikir ku ji bo wextekê, ew nikare dostê xwe Gayos bibîne. Dîsa jî, Yûhenna çi ji destê wî dihat dikir ku xwe bigihîne dostê xwe, û wî jê re nameyek nivîsand. Eger tu nikaribî herî mala xwişk û birayan, belkî tu dikarî bi rêya telefon yan Înternetê xwe bigihînî wan. Gava ku tu bi xwişk û birayan re eleqedar bibî, dilê te wê rihettir û xweştir bibe. Eger derdê te pir giran be, dilê xwe ji rîspiyan re veke û îznê bide ku ew cesaretê bidin te (Îşaya 32:1, 2).

WEXTA KU FELAKETÊN TEBÎETÊ ÇÊDIBIN

8. Felaketek çawa dikare dilrihetiya me xera bike?

8 Piştî felaketên wek lehî, erdhej yan şewata daristanê, tirs û xofeke giran dikare ji bo wexteke dirêj di dilê te de bimîne. Eger merivekî te canê xwe ji dest dabe yan temamiya mal û milkê te ji destê te çûbe, dibe ku dilê te biêşe, tu xwe bêçare hîs bikî û heta hêrs bikevî. Ev nayê maneya ku dilê te tenê li ser mal û milk e yan ku baweriya te kêm e. Gava ku însan dikeve tengasiyê, normal e ku ew aciz bibe (Eyûb 1:11). Lê di van wextên giran de jî tu dikarî dilrihetiyê bibînî. Gelo çawa?

9. Îsa Mesîh em çawa ji bo felaketan hazir kirine?

9 Gelek însan difikirin ku li herêma wan felaketeke tebîetê wê qet çênebe. Lê ka gotinên Îsa Mesîh bîne bîra xwe. Em ji gotinên wî dizanin ku felaketên xerab wê zêde bibin û ew dikarin bên serê me jî. Wek Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re gotibû, berî ku dawî bê, “erdhejînên mezin” û felaketên din jî wê biqewimin (Lûqa 21:11). Wekî din, wî ji berê ve behsa “zêdebûna neheqiyê” kiribû. Mesela, em îro dibînin ku zilm, zordarî û hicûmên terorî çêdibin (Metta 24:12). Îsa Mesîh qet negotibû ku ev bela wê tenê bên serê kesên ku Yehowa Xwedê red dikin. Wekî em dizanin, gelek xizmetkarên Yehowa jî bûne qurbanên van felaketên xerab (Îşaya 57:1; 2. Korîntî 11:25). Dibe ku Yehowa me bi awayekî mucîzewî ji hemû felaketan neparêze, lê çi jî ji me re lazim e, ew dide me ku em bêhna xwe fireh bikin û dilrihetiya xwe winda nekin.

10. Haziriya ku em niha ji bo felaketekê dikin çawa nîşan dide ku em baweriya xwe bi Yehowa tînin? (Methelokên Silêman 22:3)

10 Eger em ji niha ve haziriya xwe bikin, wê hêsantir be ku em di halekî acîl de dilrihet bimînin. Gelo ev hazirî tê maneya ku baweriya me ya bi Yehowa kêm e? Helbet na. Bi eslê xwe, gava ku em haziriyê dikin, em baweriya xwe nîşan didin ku ew bi rastî dikare alî me bike. Peyva Xwedê şîretê dide me ku bila em xwe ji bo felaketên ku dikarin çêbin hazir bikin (Methelokên Silêman 22:3 bixwîne). Û teşkîlata Xwedê bi saya kovar, civîn û îlanan gelek caran dilê me xurt kiriye ku em xwe ji bo halên acîl hazir bikin. c Belê, ji ber ku em bi Yehowa bawer dikin, ji niha ve, berî ku felaket bê serê me, em li gor vê şîreta Kitêba Pîroz dimeşin.

Hazirî dikare alî te bike ku tu li dema felaketekê sax bimînî (Li paragrafa 11an binêre) d

11. Em ji mîsala xwişka me Margaret çi dielimin?

11 Ka em binêrin çi hatiye serê xwişka me Margaret. Gava ku li derdora mala wê şewateke mezin derket, aliyên resmî jê re got ku gerek ew ji mala xwe bireve. Gelek kes ji malê direviyan, loma li ser rê gelek erebe hebûn, û trafîk nediherikî. Li her derê dûmaneke reş belav bûbû, û Margaret ji bo wextekê di erebeya xwe de asê mabû. Lê belê, ji ber ku wê haziriya xwe kiribû, ew sax ma. Di çenteyê wê de xerîteyek hebû, wê ew derxist û ji xwe re rêyeke din dît. Heta carekê, ji bo ku ew di halekî acîl de rêya xwe zû bibîne, wê ew rê ji berê ve ceribandibû. Bi saya vê haziriya baş, wê canê xwe xelas kir.

12. Em çima guh didin rêberiya ku ji bo saxî û selametiya me tê dayîn?

12 Ji bo saxî û selametiya me û ya kesên din, belkî hukûmet derketina derve ji bo wextekê qedexe bike, bibêje ku gerek em mala xwe terk bikin yan jî telîmateke din bide me. Hinek kes guh nadin van telîmatan, çimkî ew naxwazin mal û milkê xwe li cih bihêlin û birevin. Lê gelo xizmetkarên Xwedê gerek çawa hereket bikin? Kitêba Pîroz ji me re dibêje: “Ji bo xatirê Xudan, bi ya hemû sazûmanên mirovî bikin, dixwazî bila padîşahê ku di ser hemûyan re be, an jî dixwazî bila ew waliyên ku ji aliyê wî ve hatine şandin bin” (1. Petrûs 2:13, 14). Teşkîlata Xwedê jî ji bo saxî û selametiya me rêberiyê dide me. Heta niha gelek caran ji me re hatiye gotin ku gerek em adres û numreya telefona xwe bidin rîspiyên civatê, da ku ew di halên acîl de bikaribin xwe bigihînin me. Gelo te ev yek kiriye? Belkî ji me re rêberî bê dayîn ku em çawa dikarin xwe biparêzin, birevin ku derê û ji kê alîkariyê bistînin. Yan jî, belkî ji me re bê gotin ku em çawa û kengê dikarin alîkariya kesên din bikin. Eger em guh nedin vê rêberiyê, dibe ku em jiyana xwe û jiyana rîspiyan jî bixin xeterê. Ji bîr neke ku ev zilamên dilsoz çavdêriya me dikin (Îbranî 13:17). Margaret wisa dibêje: “Ez ji sedî sed emîn im ku rêberiya rîspiyan û teşkîlatê ez ji mirinê xelas kirime.”

13. Gelek xizmetkarên Xwedê, yên ku koçber bûne, çawa dilrihet û kêfxweş mane?

13 Gelek xwişk û birayên me ji ber şer, felaketên tebîetê yan tevliheviya hundirîn koçber bûne. Ew heta ku ji destê wan tê xîret dikin ku hînî halê xweyî nû bibin û dîsa bi dewamî bi fealiyetên ruhî mijûl dibin. Wek Mesîhiyên pêşîn, ên ku ji ber zilmê koçber bûbûn, ew jî xebera xêrê li her dera ku diçinê belav dikin (Karên Şandiyan 8:4). Belavkirina xebera xêrê alî wan dike ku ew berî her tiştî bala xwe bidin Padîşahiya Xwedê, ne kul û derdên xwe. Ji ber vê yekê, ew dilrihet û kêfxweş in.

WEXTA KU ZILM TÊ SERÊ ME

14. Zilm çawa dikare dilrihetiya me xera bike?

14 Di bin zilmê de, em dikarin gelek tiştên ku dilrihetiyê didin me winda bikin. Gava ku em bi serbestî bi hev re kom dibin, xebera xêrê belav dikin û natirsin ku emê bikevin hebsê, serê me û dilê me rihet e. Lê belê, eger em nikaribin van tiştan bi serbestî bikin, dibe ku tirs û xof bikeve dilê me, û em xemê bixwin ka wekî din çi wê biqewime. Fikir û hîsên bi vî rengî normal in. Lê gerek em rind hay ji xwe hebin, çimkî Îsa Mesîh ji berê ve gotibû ku şagirtên wî dikarin ji ber zilmê biterpilin (Yûhenna 16:1, 2). Ji bo ku em di bin zilm û zordariyê de dilrihetiya xwe winda nekin, gerek em çi bikin?

15. Çima ne lazim e ku em ji zilm û zordariyê bitirsin? (Yûhenna 15:20; 16:33).

15 Peyva Xwedê wisa dibêje: “Hemû yên ku dixwazin bi Mesîh Îsa re jiyana xwedayî bijîn, wê tengahiyê bikişînin” (2. Tîmotêyos 3:12). Li welatekî, fealiyetên me hatin qedexekirin, lê birayekî bi navê Andrêy bawer nedikir ku zilm wê li hemû xwişk û birayan bê kirin. Wî ji xwe re wisa digot: “Li welatê me Şahidên Yehowa gelek in. Ma dewlet çawa dikare me hemûyan bavêje hebsê?” Lê ji ber fikrên wisa, dilrihetiya wî xera dibû. Ji aliyê din ve, xwişk û birayên din xwe dispart Yehowa, û ew nedifikirîn ku ewê qet nekevin hebsê. Wan dizanibû ku rojekê, belkî ew bikevin hebsê, lê wan bi qasî Andrêy xem nedixwar. Ji ber vê yekê, wî qerar da ku mîna van xwişk û birayan bifikire û xwe bi temamî bispêre Xwedê. Pir wext derbas nebû ku serê wî û dilê wî rihet bû. Û niha, her çi qas problemên wî hebin jî, dilê wî xweş e. Halê me jî dikare wisa be. Rast e ku em dikarin rastî zilmê bên, lê wek Îsa Mesîh gotibû, em dikarin dilsoz bimînin (Yûhenna 15:20; 16:33 bixwîne).

16. Gerek em di wexta zilmê de guh bidin kîjan rêberiyê?

16 Gava ku fealiyetên me bi temamî yan bi qismî bên qedexekirin, belkî em ji Beytelê yan ji rîspiyan rêberiyê bistînin. Hedefa vê rêberiyê ew e ku em bên parastin, xwarina ruhî bi dewamî bistînin û heta ku mumkin be xebera xêrê belav bikin. Eger em sebebê rêberiyê rind fehm nekin jî, em bi dil û can dixwazin li gor wê bimeşin (Aqûb 3:17). Wekî din, gerek em tu carî melûmatên li ser xwişk û birayan yan li ser fealiyetên civatê nedin kesên ku heqê wan tune ye ku pê bizanibin (Waiz 3:7).

Çi wê alî te bike ku tu di rojên giran de dilrihet bimînî? (Li paragrafa 17an binêre) e

17. Wek şandiyan, em dixwazin bi dil û can çi bikin?

17 Yek ji sebebên sereke ku Îblîs çima li hemberî xizmetkarên Xwedê şer dike ew e ku ew di heqê Îsa Mesîh de şahidiyê dikin (Peyxam 12:17). Îznê nede ku Îblîs û dinyaya wî te bitirsînin. Gava ku em li hemberî muxalefetê xebera xêrê belav dikin û însanan dielimînin, em dilrihet û kêfxweş dibin. Di sedsala yekê de, gava ku ji şandiyan re hat qedexekirin ku ew xebera xêrê belav bikin, wan qerar da ku ew berî her kesî guh bidin Xwedê. Wan dev ji belavkirina xebera xêrê bernedida, û wan ji vî karî pir kêf distand (Karên Şandiyan 5:27-29, 41, 42). Helbet, eger fealiyetên me hatibin qedexekirin, gerek em di wexta belavkirina mizgînê de bidîqat bin (Metta 10:16). Lê eger çi ji destê me tê em bikin ku xebera xêrê belav bikin, Yehowa wê ji me razî be û dilê me wê rihet be.

“XWEDAYÊ AŞTIYÊ WÊ BI WE RE BE”

18. Aştî û dilrihetiya ku ji me re lazim e ji ku tê?

18 Bawer be ku di wextên herî giran de jî, em dikarin dilrihet bin. Di wextên wisa de, gerek em ji bîr nekin ku em hewceyî aştiya Xwedê ne – aştî û dilrihetiya ku tenê Yehowa dikare bide me. Ji ber vê yekê, gava ku nexweşî belav dibin, felaketên tebîetê çêdibin yan zilm tê serê te, xwe bispêre Yehowa, û li gor rêberiya teşkîlata wî bimeşe. Bîne ber çavê xwe ku rojên xweş û geş li benda te ne. Kitêba Pîroz wisa soz dide: “Xwedayê aştiyê wê bi we re be” (Filîpî 4:9). Di meqaleya din de, emê bibînin ku em çawa dikarin alî xwişk û birayên ku ketine tengasiyan bikin, da ku ew “aştiya Xwedê” bi dest bixin.

KILAM 38 Ewê Me Xurt Bike

a Yehowa soz daye ku ewê aştiyê bide kesên ku ji wî hez dikin. Gelo aştiya ku Xwedê dide me çi ye, û em çawa dikarin vê aştiyê bi dest bixin? Gava ku nexweşî belav dibin, felaketên tebîetê çêdibin yan zilm tê serê me, gelo “aştiya Xwedê” çawa alî me dike? Di vê meqaleyê de, emê cewabên van pirsan bistînin.

b Hin navên di vê meqaleyê de hatine guherandin.

c Li meqaleya bi navê “Li Dawiya ‘Rojên Dawîn’ Hazir Bimîne” binêre (mwb21.05 rûp. 9).

d RESIM: Xwişkekê xwe ji berê ve hazir kiribû ku ji mala xwe derkeve.

e RESIM: Li welatekî ku karê belavkirina xebera xêrê hatiye qedexekirin, birayekî me bi dîqat ji kesên din re behsa xebera xêrê dike.