Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 49

Em Dikarin Her û Her Bijîn!

Em Dikarin Her û Her Bijîn!

“Jiyana herheyî … ev e” (YÛHENNA 17:3).

KILAM 147 Soza Jiyana Herheyî

PÊŞGOTIN a

1. Gava em li ser soza jiyana herheyî difikirin, ev yek çawa li ser me tesîr dike?

 YEHOWA soz daye ku ewê “jiyana herheyî” bide kesên ku guh didin wî (Romayî 6:23). Gava em li ser vê soza Xwedê difikirin, ma ev yek alî me nake ku em ji wî hê jî zêdetir hez bikin? Belê, Bavê meyî ezmanî ji dostên xwe pir hez dike, û ew dixwaze ku ew her û her bijîn.

2. Soza jiyana herheyî çawa alî me dike?

2 Bi saya soza jiyana herheyî, em dikarin li hemberî çetinahiyên îro qewî bisekinin. Eger dijminên me bibêjin ku ewê me bikujin jî, emê ji Yehowa re dilsoz bimînin, çimkî em dizanin ku ewê me ji mirinê rake û jiyana herheyî bide me (Yûhenna 5:28, 29; 1. Korîntî 15:55-58; Îbranî 2:15). Gelo em çima dikarin emîn bin ku jiyana herheyî ne tenê xeyal e? Ka bala xwe bide van sebeban.

YEHOWA HER Û HER DIJÎ

3. Em çima dikarin emîn bin ku Yehowa dikare jiyana herheyî bide me? (Zebûr 102:12, 24, 27)

3 Em dizanin ku Yehowa dikare jiyana herheyî bide me, çimkî ew Çavkaniya jiyanê ye û ew bi xwe her û her dijî (Zebûr 36:9). Çend ayet nîşanî me didin ku Yehowa her hebûye û wê her hebe. Mesela, Zebûr 90:2 dibêje ku Yehowa “ji bêdestpêkî heta bêdawîtiyê” ye. Zebûr 102 jî wisa dibêje (Zebûr 102:12, 24, 27 bixwîne). Û Habaqûq di heqê Bavê meyî ezmanî de wisa nivîsîbû: “Ma yê ji herheyiyê ne tu yî, Ya Xudan, Xwedayê min ê pîroz? Tê nemirî” (Habaqûq 1:12, Mizgînî).

4. Eger li me zor bê ku em fehm bikin ku Yehowa her tim hebûye, gelo ev yek problem e?

4 Kitêba Pîroz dibêje ku Yehowa “Xwedayê herheyî” ye. Gelo li te zor tê ku vêya fehm bikî? (Îşaya 40:28). Bi rastî jî li gelek kesan zor tê ku vêya fehm bikin. Mesela, Elîhû di heqê Xwedê de gotibû ku “hejmara salên wî” nayê fehmkirin (Eyûb 36:26). Lê ev yek ku em tiştekî fehm nakin nayê maneya ku ev tişt ne rast e. Mesela, em belkî rind fehm nakin ku ronahî çawa dixebite, lê ev yek helbet nayê maneya ku ronahî tune ye. Mîna vê, dibe ku emê tu caran ji sedî sed fehm nekin ku Yehowa çawa ji ezelê heta ebedê heye, lê ev yek nayê maneya ku Xwedê her û her najî. Rastiya di heqê Xwedê de bi vê yekê ku em çi fehm dikin û çi fehm nakin ve girêdayî nîne (Romayî 11:33-36). Li gor Kitêba Pîroz, berî çêkirina erd û ezmanan, Yehowa jixwe hebû. Xaliqê her tiştî ew e (Yêremya 51:15; Karên Şandiyan 17:24). Wekî din, gelo çi rêyî me dide ku em dikarin her û her bijîn?

EM HATINE XULIQANDIN KU HER Û HER BIJÎN

5. Li ber Adem û Hewayê hêviya jiyaneke çawa hebû?

5 Zû dereng, hemû nebat diçilmisin, û hemû heywan dimirin. Ji aliyê din ve, gava Xwedê însanên pêşîn xuliqandibûn, wî fersend dabû wan ku ew tu caran nemirin, lê her û her bijîn. Lê belê, Yehowa ji Adem re wisa gotibû: “Ji dara zanîna qencî û xerabiyê nexwe. Çimkî gava tu jê bixwî, tê esse bimirî” (1. Mûsa 2:17, Mizgînî). Eger Adem û Hewayê guh bidaya Yehowa, ewê nemirana. Bi îhtimaleke mezin, Yehowa wê rojekê îzin bidaya wan ku ew ji “dara jiyanê” jî bixwin. Bi vî awayî, wanê temînata jiyana herheyî bistanda b (1. Mûsa 3:22, Mizgînî).

6-7. (a) Wekî din, em ji ku dizanin ku Yehowa naxwaze ku em bimirin? (b) Li dinyaya nû, tu dixwazî bi çi mijûl bibî? (Li resman binêre.)

6 Zanyar dibêjin ku di mêjiyê me de ew qas cih heye ku em nikarin wî di emrê xwe de tije bikin. Li gor meqaleyeke ku di sala 2010an de hatibû weşandin, kapasîteya mêjiyê me weke 2,5 milyon GB ye. Ev kapasîte bes e ku bernameya televîzyonê bi 3 milyon saetî (zêdetirî 300 salî) bê qeydkirin (Scientific American Mind). Çi balkêş e, ne wisa ye? Bi ser de, dibe ku cihê ku di mêjiyê me de heye ji vê jî qat bi qat zêde be. Dîsa jî, ev hejmar rêyî me dide ku Yehowa mêjiyê me ne tenê ji bo emrekî 70 yan 80 salî çêkiriye (Zebûr 90:10).

7 Wekî din, Yehowa daxwaza jiyanê xistiye dilê me. Kitêba Pîroz dibêje ku Xwedê “herheyîtî kir dilê mirovan” (Waiz 3:11, Mizgînî). Loma, mirin ji bo me dijmin e (1. Korîntî 15:26). Ji ber vê yekê, wexta ku em nexweş dikevin, em pir xîret dikin ku ji nexweşiya xwe bifilitin. Mesela, em diçin ba doktor, û em belkî dermanan dixwin, da ku em qenc bibin. Çi ji destê me tê, em vêya dikin ku sax bimînin. Û gava hezkiriyekî me dimire – ciwan be yan extiyar be – ma dilê me naêşe? (Yûhenna 11:32, 33). Belê, Yehowa hem daxwaza jiyana herheyî xistiye dilê me hem jî em wisa xuliqandine ku em karibin her û her bijîn. Ji xeynî vê, hin tiştên din jî îsbat dikin ku em dikarin jiyana herheyî bi dest bixin. Ka em bala xwe bidin hin kirinên Yehowa yên berê û yên niha, yên ku îsbat dikin ku armanca wî ya eslî neguheriye.

Jiyana herheyî li pêşiya me ye, û em bi kêfxweşî tînin ber çavê xwe ku di pêşerojê de, jiyana me wê çawa be (Li paragrafa 7an binêre) c

ARMANCA YEHOWA NEGUHERIYE

8. Di heqê armanca Yehowa ya ji bo me de, Îşaya 55:11 çi rêyî me dide?

8 Adem û Hewayê her çi qas guneh kir û bi vê yekê mirin anî ser zarokên xwe jî, Yehowa armanca xwe neguherandiye (Îşaya 55:11 bixwîne). Ew hê jî dixwaze ku însanên dilsoz her û her bijîn. Tiştên ku Yehowa gotine û kirine, da ku ew armanca xwe pêk bîne, vê yekê bi eşkereyî nîşan didin.

9. Xwedê çi soz daye? (Danîêl 12:2, 13)

9 Yehowa soz daye ku ewê miriyan rake û fersendê bide wan ku ew her û her bijîn, û xizmetkarên Xwedê yên berê bi vê yekê bawer bûn (Karên Şandiyan 24:15; Tîtos 1:1, 2). Mesela, Eyûb emîn bû ku Yehowa ji dil dixwaze miriyan rake (Eyûb 14:14, 15). Danîêl pêxember dizanibû ku fersenda miriyan heye ku ew bên rakirin û heta bi hetayê bijîn (Zebûr 37:29; Danîêl 12:2, 13 bixwîne). Cihûyên ku di rojên Îsa Mesîh de dijiyan dizanibû ku Yehowa dikare “jiyana herheyî” bide xizmetkarên xwe yên dilsoz (Lûqa 10:25; 18:18). Îsa Mesîh jî çend caran behsa vê wehdê kiribû, û ew bi xwe ji aliyê Bavê xwe ve ji mirinê hat rakirin (Metta 19:29; 22:31, 32; Lûqa 18:30; Yûhenna 11:25).

Ev yek ku Êlyas kurê jinebiyekê ji mirinê rakir çi rêyî me dide? (Li paragrafa 10an binêre)

10. Ev yek ku di demên berê de hin kes ji mirinê hatibûn rakirin çi îsbat dike? (Li resim binêre.)

10 Yehowa Çavkaniya Jiyanê ye, û qeweta wî digihîje ku mirovan vegerîne jiyanê. Mesela, wî qewet dabû Êlyas pêxember ku ew kurê jinebiyeke li bajarê Sarefatê ji mirinê rake (1. Qiralan 17:21-23). Paşê, Elîşa bi alîkariya Xwedê kurê jinikeke Şunemî ji mirinê rakir (2. Qiralan 4:18-20, 34-37). Serpêhatiyên wisa nîşan didin ku qeweta Yehowa digihîje ku mirovan ji mirinê rake. Gava Îsa Mesîh li dinyayê bû, wî îsbat kir ku Bavê wî qewet daye wî ku ew miriyan rake (Yûhenna 11:23-25, 43, 44). Îsa Mesîh niha li ezmanan e, û “li erdê û li ezmên hemû desthilatî ji [wî] re hatiye dayîn”. Loma, qeweta Îsa Mesîh digihîje ku “hemû kesên di goran de” ji mirinê rake û fersendê bide wan ku ew her û her bijîn (Metta 28:18; Yûhenna 5:25-29).

11. Fîdye çawa rê vedike ku em her û her bijîn?

11 Yehowa çima hişt ku Kurê wî yê ezîz ew qas êşê bikişîne û bimire? Îsa Mesîh zelal kir ku sebeb çi ye: “Xwedê wisa ji dinyayê hez kir ku Kurê xwe yê yekta da, da her kesê ku baweriyê bi wî bîne helak nebe, lê jiyana wî ya herheyî hebe” (Yûhenna 3:16). Xwedê Kurê xwe wek fîdyeya ji bo gunehên me daye, da ku em karibin jiyana herheyî bistînin (Metta 20:28). Pawlosê şandî di heqê armanca Xwedê de wisa gotibû: “Madem ku mirin bi destê mirov hat, rabûna miriyan jî bi destê mirov çêbû. Çawa ku hemû bi Adem dimirin, wisa jî hemû wê bi Mesîh bên vejandin [rakirin]” (1. Korîntî 15:21, 22).

12. Daxwaza Yehowa wê çawa bi destê Padîşahiyê bê cih?

12 Li gor duaya emsal, gerek şagirtên Îsa Mesîh dua bikin ku bila Padîşahiya Xwedê bê û daxwaza Xwedê li rûyê erdê bê cih (Metta 6:9, 10). Gelo daxwaza Xwedê çi ye? Pareke daxwaza wî ev e ku însan heta bi hetayê li rûyê erdê bijîn. Ji bo pêkanîna vê daxwazê, Yehowa Kurê xwe wek Padîşahê Padîşahiya xwe tayîn kiriye. Wekî din, Xwedê 144.000 kesên ji dinyayê hildibijêre, da ku ew bi Îsa Mesîh re daxwaza Xwedê bînin cih (Peyxam 5:9, 10).

13. Yehowa niha çi dike, û gerek tu çi bikî?

13 Yehowa niha “elaleteke mezin” top dike û ji bo jiyana di bin hukimdariya Padîşahiya wî de perwerde dike (Peyxam 7:9, 10; Aqûb 2:8). Îro, dinya bi tirs û şer ve tije ye, lê kesên ku aîdî vê komê ne xîret dikin ku nefretê bi temamî ji dilê xwe derxin. Niha, ew jixwe şûrên xwe dikin gîsin (Mîka 4:3). Li şûna ku mirovan di şeran de bikujin, ew wan di heqê Xwedê û armancên wî de hîn dikin û bi vî awayî alî wan dikin ku ew “jiyana rastîn” bi dest bixin (1. Tîmotêyos 6:19). Dibe ku merivên wan muxalefetê li wan bikin yan ku ew ji aliyê madî ve bikevin tengasiyê ji ber ku ew piştgiriya Padîşahiya Xwedê dikin, lê dîsa jî, Yehowa hewcedariyên wan tedarek dike (Metta 6:25, 30-33; Lûqa 18:29, 30). Loma, em emîn in ku Padîşahiya Xwedê bi rastî jî hukim dajo û wê armanca Yehowa bîne cih.

JIYANEKE XWEŞ LI PÊŞIYA ME YE

14-15. Dawiya dawî, soza Yehowa ku ewê mirinê heta bi hetayê hilde wê çawa bê cih?

14 Îsa Mesîh niha li ezmanan hukim dajo, û ewê hemû sozên Yehowa bîne cih (2. Korîntî 1:20). Ji sala 1914an û pê ve, Îsa Mesîh dijminên xwe dike bin lingê xwe (Zebûr 110:1, 2). Di demeke nêzîk de, Îsa Mesîh û hempadîşahên wî wê hemû kesên xerab helak bikin (Peyxam 6:2).

15 Li dema Hukimdariya Hezarsalî ya Îsa Mesîh, kesên mirî wê bên rakirin, û însanên guhdar wê bigihîjin bêqisûriyê. Piştî îmtihana dawîn, însanên ku Yehowa wek kesên rast dihesibîne wê erdê mîras bigirin û “her û her” li wê derê bijîn (Zebûr 37:10, 11, 29). Û mirin – yanî “dijminê dawî” – wê “bê rakirin” (1. Korîntî 15:26).

16. Gerek em herî zêde ji bo çi ji Yehowa re xizmet bikin?

16 Çawa ku me dîtiye, hêviya jiyana herheyî hêviyeke saxlem e, çimkî esasê vê hêviyê, Peyva Xwedê ye. Bi saya vê hêviyê, em dikarin li hemberî tengasiyên van rojên dawîn ji Yehowa re dilsoz bimînin. Helbet, ji bo ku Yehowa ji me razî be, ne bes e ku em tenê ji bo xatirê jiyana herheyî xîret bikin. Ya herî muhîm ev e ku em ji Yehowa û ji Îsa Mesîh re dilsoz bimînin ji ber ku em ji wan pir hez dikin (2. Korîntî 5:14, 15). Loma, em dixwazin wan ji xwe re emsal bigirin û ji kesên din re behsa hêviya xwe bikin (Romayî 10:13-15). Eger em fedakar û destvekirî bin, Yehowa wê me heta bi hetayê wek dostên xwe qebûl bike (Îbranî 13:16).

17. Gerek em çi bikin? (Metta 7:13, 14)

17 Gelo emê jiyana herheyî bistînin? Yehowa vê fersendê dide me. Gerek em rêya jiyanê hilbijêrin û li ser vê rêyê bimînin (Metta 7:13, 14 bixwîne). Gelo jiyana herheyî wê çawa be? Di meqaleya din de, emê cewaba vê pirsê bistînin.

KILAM 141 Jiyan Hediyeyeke Mezin e

a Ma tu ne bi hesreta jiyana herheyî yî? Yehowa soz daye ku rojekê, emê bikaribin bê tirsa mirinê bijîn. Di vê meqaleyê de, emê bala xwe bidin çend sebebên ku em çima dikarin bi temamî bawer bin ku Yehowa wê soza xwe bîne cih.

b Li çarçoveya “ Di Kitêba Pîroz de Gotina ‘Her û Her’” binêre.

c RESIM: Birayekî extiyar tîne ber çavê xwe ku jiyana herheyî wê çawa be.