Gelo Tu Hazir î ku Erdê Mîras Bistînî?
EV SOZA Îsa Mesîh bi rastî jî dilê me germ dike: “Xwezî bi wan ên ku nefsbiçûk in, çimkî ewê erdê par [mîras] bistînin” (Metta 5:5). Ji bo kesên meshkirî, maneya van gotinan ev e ku ewê li ezmanan bi Îsa Mesîh re wek padîşah li ser erdê hukim bajon (Peyxam 5:10; 20:6). Ji bo piraniya şagirtên Îsa Mesîh, maneya van gotinan ev e ku ewê li rûyê erdê di bêqisûriyê de bi saxî û selametî her û her bijîn. Wê demê, wê lazim be ku ew çend wezîfeyan bînin cih. Mesela, wê lazim be ku ew erdê bikin cenet û kesên ku ji mirinê rabûne, cihwar bikin û hîn bikin. Bala xwe bidê ku tu çawa dikarî ji niha ve nişan bidî ku tu dixwazî van tiştan bikî.
HAZIR BE KU DINYAYÊ BIKÎ CENET
Wexta ku Yehowa emir dabû mirovên pêşîn ku ew rûyê erdê tije bikin û wê xwedî bikin, wî got ku rojekê, temamiya dinyayê wê bibe cenet (1. Mûsa 1:28). Kesên ku wê erdê mîras bistînin wê vî emrê Xwedê bînin cih. Ji ber ku baxçeyê Adenê êdî tune ye, wê lazim be ku ew cenetê ji nû ve ava bikin. Di serî de, wê lazim be ku ew dinyayê paqij bikin. Belê, wê lazim be ku îşekî mezin bê kirin!
Ev yek tîne bîra me ku gava Îsraêliyên sirgûnkirî ji Babîlê vegeriyan, çi qas îşê wan hebû. Welat 70 sal bêkes û vala mabû. Lê Îşaya pêxember ji berê ve gotibû ku bi saya bereketa Yehowa, ewê bikaribin welatê xwe ji nû ve ava bikin: “[Xwedê] wê beriya wê bike wekî Aden, wê berî û deştên wê bike wekî Bexçeyê Xudan” (Îşaya 51:3, Mizgînî). Yehowa alî Îsraêliyan kir ku ew welatê xwe bikin cihekî xweş. Mîna vê, bi saya alîkariya Yehowa, kesên ku erdê mîras distînin wê bikaribin temamiya dinyayê bikin cenet. Tu dikarî ji niha ve nîşan bidî ku tu ji bo vî îşî hazir î!
Mesela, eger taxa ku tu tê de dijî ne ew qas paqij be jî, tu dikarî xîret bikî ku mala te û derdora malê her tim paqij û rêk û pêk be. Wekî din, tu dikarî Salona Îbadetê û salonên ji bo komcivînan tevî xwişk û birayan paqij bikî û xwedî bikî. Eger ji destê te tê, belkî tu dikarî li dema felaketan alîkariyê bikî. Ev yek wê nîşan bide ku tu hazir î ku alî xwişk û birayan bikî. Ka ji xwe bipirse: “Eger ez erdê mîras bistînim, gelo kîjan huner wê ji min re lazim bin?”
HAZIR BE KU ALÎ KESÊN KU JI MIRINÊ RABÛNE BIKÎ
Piştî ku Îsa Mesîh keçika Yaîros ji mirinê rakiribû, wî got ku bila jê re xwarin bê dayîn (Marqos 5:42, 43). Helbet, ne îşekî giran e ku mirov zikê keçikeke 12 salî têr bike. Lê ka bifikire ku gava ev soza Îsa Mesîh bê cih, çi qas îş wê hebe: “Hemû kesên di goran de wê dengê wî bibihîzin û derkevin” (Yûhenna 5:28, 29). Rast e, Kitêba Pîroz her tiştî ji me re nabêje, lê em tê derdixin ku kesên ku ji mirinê rabûne wê hewceyî xwarin, cih û star û kincan bibin. Gelo tu çawa dikarî ji niha ve nîşan bidî ku tu hazir î ku alîkariyê bidî? Ka bala xwe bide van mîsalan.
Gelo tu çawa dikarî nîşan bidî ku tu hazir î ku erdê mîras bistînî?
Mesela, gava ku tu dibihîzî ku çavdêrê herêmê wê civata te ziyaret bike, tu dikarî wî ji bo xwarinê teklîfî mala xwe bikî. Yan jî, gava xizmeta Beytelvanekî yan çavdêrekî herêmê êdî xelas dibe û teşkîlat wî ji bo xizmetê dişîne cihekî din, belkî tu dikarî alî vî kesî bikî ku ew ji xwe re malekê bibîne. Wekî din, gava li herêma te komcivîneke sêrojî yan komcivîneke xisûsî derbas bibe, belkî tu dikarî berî yan piştî komcivînê bixebitî yan herî pêşiya mêvanan.
HAZIR BE KU KESÊN KU JI MIRINÊ RABÛNE HÎN BIKÎ
Li gor Karên Şandiyan 24:15, em li benda vê yekê ne ku bi milyaran mirov ji mirinê rabin. Piraniya wan ew in ên ku Yehowa berê nas nedikirin. Piştî ku ew ji mirinê rabûne, fersenda wan wê hebe ku Yehowa rind nas bikin. a Xizmetkarên Xwedê wê wan hîn bikin (Îşaya 11:9). Xwişkeke me ya bi navê Charlotte, ya ku li Ewropa, Amerîkaya Başûr û Afrîkayê xizmet kiribû, bi çar çavan li benda wê rojê ye. Ew dibêje: “Ez gelek dixwazim kesên ku ji mirinê rabûne, hîn bikim. Gava ez li ser kesekî ku li wextên berê dijiya dixwînim, ez ji xwe re dibêjim: ‘Xwezî wî kesî Yehowa nas bikira. Jiyana wî wê bi temamî cuda bibûya.’ Ez li hêviya wê rojê me ku ji kesên ku ji mirinê rabûne re bibêjim ku wanê bikaribûya çi bereket bistandana.”
Wekî din, wê lazim be ku xizmetkarên Yehowa, yên ku berî hatina Îsa Mesîh dijiyan, gelek tiştên nû hîn bibin. Mesela, wê şerefeke çi qas mezin be ku em ji Danîêl pêxember re behsa pêkhatina gotinên ku wî nivîsîbûn, lê fehm nekiribûn, bikin (Danîêl 12:8). Yan jî, ka bîne ber çavan ku gava Rût û Naomî bibihîzin ku Îsa Mesîh ji zuriyeta wan bû, ewê çi qas dilxweş bin. Emê bikaribin temamiya wexta xwe ji bo bernameya perwerdekirinê derbas bikin, bê kul û derdên îro!
Gelo tu çawa dikarî ji îro ve nîşan bidî ku tu hazir î ku destekê bidî vê bernameya perwerdekirinê? Mesela, wê baş be ku tu hunerên xwe yên perwerdekirinê bi pêş bixî û bibî mamosteyekî baş. Wekî din, xîret bike ku tu her tim bi belavkirina mizgînê ve mijûl bibî (Metta 24:14). Eger tu êdî extiyar bûyî yan ji ber sebebên din nikarî bi zêdeyî xizmet bikî jî, tu dikarî bi xîreta xwe nîşan bidî ku tu ji bo karê perwerdekirina kesên ku ji mirinê rabûne hazir î.
Gelo tu bi rastî li benda wê rojê yî ku erdê mîras bistînî? Gelo tu li benda wê demê yî ku tu dinyayê bikî cenet, alî kesên ku ji mirinê rabûne bikî û wan hîn bikî? Îcar ji îro ve bi dil û can karê Padîşahiyê bîne cih, ê ku dişibe karê ku tuyê li dinyaya nû bikî.
a Li meqaleya “Yên ku Gelekan Digihînin Rastdariyê” binêre (Birca Çavdêriyê, Îlon 2022)