Here Naverokê

Here naverokê

Pirsên Xwendevanan

Pirsên Xwendevanan

Di Zebûr 145:2 de, Dawid Padîşah nivîsîbû ku ewê “her û her” pesnê navê Xwedê bide. Gelo ev gotin maqûl bû?

Belê, gotina Dawid Padîşah maqûl bû.

Ka binêre ku wî di vê ayetê de û di ayetên din de çi nivîsîbû: “Ya Reb Xwedayê min, ez bi hemû dilê xwe spas dikim ji te re, ezê navê te her û her berz bikim.” “Ezê her û her pesnê navê te bidim” (Zebûr 86:12; 145:1, 2).

Dawid Padîşah helbet nedifikirî ku ewê tu caran nemire. Wî dizanibû ku netîceya guneh, mirin e, û wî qebûl dikir ku ew gunehkar e (1. Mûsa 3:3, 17-19; Zebûr 51:4, 5). Wî dizanibû ku Birahîm, Îshaq, Aqûb û xizmetkarên Xwedê yên din jî miribûn. Wekî din, Dawid dizanibû ku rojekê, ewê jî vegere axê (Zebûr 37:25; 39:4). Lê belê, gotinên wî yên di Zebûr 145:2 de daxwaz û qerara wî nîşan didin ku her û her – yanî heta ku ew sax be – pesnê Xwedê bide (2. Samûyêl 7:12).

Wek sernivîsên Zebûr 18, 51 û 52 nîşan didin, Dawid carinan di heqê jiyana xwe de dinivîsî. Mesela, di Zebûr 23 de, Dawid gotibû ku Yehowa wek şivanekî ye, yê ku rêberiya wî dike, rihetiyê dide wî û wî diparêze. Dawid jî dixwest di ‘hemû jîna xwe de’ ji Xwedê re xizmetê bike (Zebûr 23:6).

Wekî din, ji bîr neke ku Dawid bi îlhama Yehowa dinivîsî, û carinan, gotinên wî nîşan dida ku bi hezaran sal bi şûn de çi wê biqewime. Mesela, di Zebûr 110 de, Dawid behsa wexteke wisa kir ku “efendiyê” wî wê li ezmanan li milê Xwedê yê rastê rûne û qudreteke mezin bistîne. Ji bo çi? Ji bo ku dijminên Xwedê bin dest bike û hukmê xwe li ser miletên dinyayê pêk bîne. Gelo ev “efendî” kî ye? Ew neviyê Dawid e, Mesîhê sozdayî, yê ku wê ji ezmanan hukim bajo û “her û her kahîn” be (Zebûr 110:1-6). Îsa Mesîh zelal kir ku gotinên Zebûr 110 li ser wî hatibûn nivîsîn û wê di pêşerojê de bên cih (Metta 22:41-45).

Belê, bi îlhama Xwedê, Dawid hem di heqê rojên xwe de hem jî di heqê pêşerojê de nivîsî. Ew bawer bû ku ewê ji mirinê rabe û her û her pesnê Yehowa bide. Ji ber vê yekê, em fehm dikin ku Zebûr 37:10, 11, 29 hem behsa rewş û şertên li Îsraêla kevn dike hem jî rewş û şertên li dinyaya nû tarîf dike (di vê kovarê de, li paragrafa 8an a meqaleya “Tuyê bi Min re di Cenetê de Bî!” binêre).

Ayetên wek Zebûr 145:2 nîşan didin ku Dawid dixwest heta dawiya emrê xwe pesnê Yehowa bide. Wekî din, ew nîşan didin ku piştî rabûna ji mirinê, Dawid wê çi bike.