Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 50

‘Tuyê bi Min re di Cenetê de Bî!’

‘Tuyê bi Min re di Cenetê de Bî!’

“Bi rastî ez ji te re dibêjim: Tuyê … bi min re di cenetê de bî!” (LÛQA 23:43, KP).

KILAM 145 Ceneta Sozdayî

PÊŞGOTIN a

1. Îsa Mesîh berî mirina xwe ji zilamekî sûcdar re çi got? (Lûqa 23:39-43)

 ÎSA MESÎH û du kesên sûcdar, ên ku li kêleka wî hatin îdamkirin, hêdî hêdî can dida (Lûqa 23:32, 33). Van her du zilaman qerfên xwe bi Îsa Mesîh kiribûn, loma eşkere ye ku ew ne şagirtên wî bûn (Metta 27:44; Marqos 15:32). Lê paşê, yekî ji wan fikra xwe guherand. Wî got: “Ya Îsa, çaxê tu gihîştî Padîşahiya xwe, min bîne bîra xwe.” Îsa Mesîh cewab da: “Bi rastî ez ji te re dibêjim ku tê … bi min re di bihiştê [cenetê] de bî!” (Lûqa 23:39-43 bixwîne). Kitêba Pîroz nabêje ku vî zilamî mizgîna “Padîşahiya Ezmanan” ji berê ve qebûl kiribû. Wekî din, Îsa Mesîh negot ku ev zilam wê bikeve Padîşahiyê (Metta 4:17). Na, Îsa Mesîh behsa Ceneta li rûyê erdê dikir. Em vêya ji ku dizanin?

Zilamê ku bi Îsa Mesîh re hatibû îdamkirin kî bû, û wî çi dizanibû? (Li paragrafên 2 û 3yan binêre)

2. Çi nîşan dide ku zilamê tobedar Cihû bû?

2 Bi îhtimaleke mezin, ev sûcdarê tobedar Cihû bû. Wî ji yê din re wisa got: “Ma tu ji Xwedê natirsî? Ma ne va ye, tu bi xwe jî di bin eynî cezayî de yî?” (Lûqa 23:40). Cihûyan bawer dikir ku Xwedê yek e, lê kesên ji miletên din bawer dikir ku gelek îlah hene (2. Mûsa 20:2, 3; 1. Korîntî 8:5, 6). Eger ev zilamê sûcdar ji miletekî din bûya, wiyê belkî wisa bipirsiya: “Ma tu ji îlahan natirsî?” Wekî din, Îsa Mesîh ne ji bo miletên din, lê “tenê ji bo miyên windabûyî yên mala Îsraêl” hatibû şandin (Metta 15:24). Xwedê ji Îsraêliyan re eyan kiribû ku ewê miriyan rake. Dibe ku zilamê tobedar ev yek dizanibû. Ji xeynî vê, gotinên wî nîşan didin ku wî bawer dikir ku Yehowa wê Îsa Mesîh ji mirinê rake, da ku ew li Padîşahiya Xwedê hukim bajo. Ew hêvîdar bû ku Yehowa wê wî jî ji mirinê rake.

3. Gava Îsa Mesîh behsa Cenetê dikir, zilamê tobedar bi îhtimaleke mezin çi fehm kir? (1. Mûsa 2:15)

3 Madem ku ev zilam Cihû bû, wî bê şik dizanibû ku Yehowa mirovên pêşîn Adem û Hewa li ceneteke li rûyê erdê cihwar kiribûn. Loma, wî bi îhtimaleke mezin fehm kir ku Ceneta ku Îsa Mesîh behsa wê dikir, baxçeyekî bedew ê li rûyê erdê ye (1. Mûsa 2:15 bixwîne).

4. Wê baş be ku em çi hîn bibin?

4 Gelo jiyana li Ceneta ku Îsa Mesîh behsa wê kiribû, wê çawa be? Li dema hukimdariya Silêman Padîşah, xelk bi hizûr dijiya. Madem ku Îsa Mesîh ji Silêman mezintir e, em dikarin bawer bin ku ewê tevî hempadîşahên xwe bereketên mezin bibarîne ser dinyayê (Metta 12:42). Loma, lazim e ku “miyên din” bizanibin ka gerek ew çi bikin, da ku ew karibin her û her li Cenetê bijîn (Yûhenna 10:16).

JIYANA LI CENETÊ WÊ ÇAWA BE?

5. Tu jiyana li Cenetê çawa xeyal dikî?

5 Tu jiyana li Cenetê çawa xeyal dikî? Belkî tu baxçeyekî bedew tînî ber çavê xwe, mîna baxçeyê Adenê (1. Mûsa 2:7-9). Mîka pêxember ji berê ve gotibû ku hemû xizmetkarên Xwedê wê di bin mêwa xwe de û di bin dara xwe ya hêjîrê de rûnin (Mîka 4:3, 4). Wekî din, Kitêba Pîroz dibêje ku têr û tije xwarin wê hebe (Zebûr 72:16; Îşaya 65:21, 22). Loma, tu belkî xeyal dikî ku tu çawa bi kêfxweşî tevî dost û hevalan – û heta tevî kesên ku ji mirinê rabûne – di baxçeyekî bedew de li ser sifreyeke zengîn rûniştî yî, û hewa bi bêhna gul û kulîlkan ve tije ye. Belê, jiyaneke pir xweş li pêşiya me ye. Lê ji xeynî van tiştan, wê helbet lazim be ku em kar bikin – û emê ji karê xwe pir kêfê bistînin.

Li dinyaya nû, emê kesên ku ji mirinê hatine rakirin, perwerde bikin (Li paragrafa 6an binêre)

6. Li Cenetê, emê çi bikin? (Li resim binêre.)

6 Yehowa em wisa xuliqandine ku em ji keda xwe kêfê bistînin (Waiz 2:24). Bi xisûsî li dema Hukimdariya Hezarsalî ya Îsa Mesîh, emê pir mijûl bin. Wê demê, kesên ku ji tengahiya mezin sax derbas bûne û bi milyonan kesên ku ji mirinê hatine rakirin wê hewceyî kinc, xwarin û malan bin. Tedarekkirina van hewcedariyan wê îşekî mezin be, û emê bê şik ji vî îşî pir kêfê bistînin. Çawa ku Yehowa dixwest ku Adem û Hewayê baxçeyê ku ew tê de dijiyan xwedî bikira, wê lazim be ku em Ceneta nû xwedî bikin. Wekî din, wê lazim be ku em bi milyonan kesên ku ji mirinê hatine rakirin di heqê Yehowa û armanca wî de hîn bikin û melûmatê bidin kesên dilsoz, ên ku gelek sal berî rojên Îsa Mesîh jiyabûn.

7. Em dikarin ji çi emîn bin, û çima?

7 Em dikarin emîn bin ku jiyana li Cenetê wê bihizûr, berdar û rêk û pêk be. Gelo çima? Çimkî Yehowa jixwe bi nimûneyeke biçûk nîşan dabû ku jiyana di bin hukimdariya Kurê wî de wê çawa be. Ev nimûne, hukimdariya Silêman Padîşah e.

HUKIMDARIYA SILÊMAN PADÎŞAH – NIMÛNEYEKE CENETÊ

8. Gotinên Zebûr 37:10, 11, 29 cara pêşîn çawa hatin cih? (Di vê kovarê de li “Pirsên Xwendevanan” binêre.)

8 Bi îlhama Xwedê, Dawid nivîsîbû ku di pêşerojê de, jiyana di bin hukimdariya padîşahekî bihîkmet û dilsoz de wê çawa be (Zebûr 37:10, 11, 29 bixwîne). Gava em ji mirovan re behsa dinyaya nû dikin, em gelek caran Zebûr 37:11 dixwînin. Jixwe, Îsa Mesîh jî di Weaza li ser Çiyê behsa vê ayetê kiribû û bi vî awayî nîşan dabû ku gotinên vê ayetê wê di pêşerojê de bên cih (Metta 5:5). Lê wekî din, van gotinên Dawid eşkere dikir ku di rojên kurê wî Silêman de, jiyan wê çawa be. Gava Silêman Padîşah li ser Îsraêlê hukim dajot, xelk li welatekî ku “şîr û hingiv jê diherike” di nav xweşî û geşiyê de bûn. Xwedê ji wan re wisa gotibû: “Heger hûn li gorî qanûnên min rêve herin … ezê aştiyê bidim welatê we. Gava hûn razin, hûnê netirsin” (3. Mûsa 20:24; 26:3, 6, Mizgînî). Ev sozên Xwedê di bin hukimdariya Silêman Padîşah de hatin cih (1. Dîrokan 22:9; 29:26-28). Wekî din, gotinên Dawid nîşan dida ku “yê xerab … wê neyê dîtin” (Zebûr 37:10). Loma, em fehm dikin ku gotinên Zebûr 37:10, 11, 29 di wextên berê de hatin cih û di pêşerojê de wê dîsa bên cih.

9. Melîkeya Sebayê di heqê hukimdariya Silêman Padîşah de çi got?

9 Xebera xweşî û selametiya Îsraêliyên di bin hukimdariya Silêman Padîşah de gihîşt melîkeya Sebayê. Loma, melîke ji welatê xwe heta Orşelîmê hat ku rewşa wê derê bi çavê xwe bibîne (1. Qiralan 10:1). Piştî ku wê rewşa padîşahiya Silêman dît, wê got: “Bi rastî nîvî tenê jî [ji min re] nehatibû gotin. … Xwezî bi zilamên te û bi wan xulamên te! Çimkî herdem li ber te disekinin û şehrezayiya te dibihîzin” (1. Qiralan 10:6-8, Mizgînî). Lê belê, hukimdariya Silêman Padîşah tenê nimûneyeke biçûk a vê yekê bû ku di bin hukimdariya Îsa Mesîh de, Yehowa wê çi bereketan bibarîne ser însaniyetê.

10. Îsa Mesîh ji çi aliyan ve ji Silêman Padîşah mezintir e?

10 Îsa Mesîh ji her aliyî ve ji Silêman Padîşah mezintir e. Silêman zilamekî qisûrdar bû. Ji ber hin şaşiyên wî yên mezin, xelk bi zeman re ket tengasiyê. Lê Îsa Mesîh Hukimdarekî bêqisûr e, yê ku qet şaşiyan nake (Lûqa 1:32; Îbranî 4:14, 15). Li hemberî îmtihanên giran, ên ku Îblîs anîn serê wî, Îsa Mesîh ji Xwedê re dilsoz ma. Îsa Mesîh îsbat kiriye ku ewê tu caran guneh neke û tu caran zerarê nede kesên di bin hukimdariya wî de. Çi qedrekî mezin e ku ew Padîşahê me ye!

11. Kî wê bi Îsa Mesîh re hevkariyê bike?

11 Ji bo ku armanca Yehowa ya ji bo dinyayê bê cih, 144.000 kes wê bi Îsa Mesîh re hevkariyê bikin û însanan xwedî bikin (Peyxam 14:1-3). Gava 144.000 kes hê wek însan li dinyayê dijiyan, ew rastî gelek tengasiyan dihatin, loma ewê bibin hukimdarên dilrehm. Gelo ewê çi bikin?

KESÊN MESHKIRÎ WÊ ÇI BIKIN?

12. Yehowa wê çi îşî bide 144.000 kesên meshkirî?

12 Mesûliyeta ku ji Îsa Mesîh re û ji hempadîşahên wî re hat dayîn, ji mesûliyeta ku ji Silêman Padîşah re hatibû dayîn qat bi qat zêdetir e. Silêman tenê mesûlê çend milyon kesên li yek welatî bû. Lê hukimdarên Padîşahiya Xwedê wê mesûlên hemû însanên li temamiya dinyayê bin. Belê, Yehowa bi rastî jî îmtiyazeke pir mezin dide 144.000 kesên hilbijartî.

13. Hempadîşahên Îsa Mesîh wê çi mesûliyeta muhîm bînin cih?

13 Wek Îsa Mesîh, 144.000 kesên meshkirî wê wek padîşah û kahîn xizmet bikin (Peyxam 5:10). Di bin Qanûna Mûsa de, karê sereke yê kahînan ew bû ku siheta bedenî û siheta ruhî ya mirovan biparêzin. Madem ku Qanûn siya “tiştên qenc ên ku wê bên” e, bimantiq e ku hempadîşahên Îsa Mesîh wê hewcedariyên xizmetkarên Xwedê yên bedenî û ruhî tedarek bikin (Îbranî 10:1). Li dinyaya nû, gelo emê çawa ji wan rêberiyê bistînin? Em vêya nizanin, lê em dikarin emîn bin ku ev yek wê bi awayekî rêk û pêk biqewime (Peyxam 21:3, 4).

JI BO KU “MIYÊN DIN” LI CENETÊ BIJÎN, GEREK EW ÇI BIKIN?

14. “Miyên din” û birayên Mesîh çi qas nêzîkî hev in?

14 Îsa Mesîh kesên ku wê bi wî re hukim bajon wek “keriyê biçûk” bi nav kirin (Lûqa 12:32). Wekî din, wî behsa kesên din kir, ên ku wî wek “miyên din” bi nav kirin. Ev du kom dibin yek kerî (Yûhenna 10:16). Îro, ew jixwe bi hev re dixebitin, û li dema avakirina Ceneta li rûyê erdê, hevkariya wan wê dewam bike. Wê demê, “keriyê biçûk” wê helbet li ezmanan be, û “miyên din” wê bikaribin her û her li rûyê erdê bijîn. Lê ji bo ku “miyên din” li Cenetê bijîn, lazim e ku ew ji niha ve hin tiştan bikin.

Em dikarin xwe ji niha ve ji bo jiyana li Cenetê hazir bikin (Li paragrafa 15an binêre) c

15. (a) “Miyên din” çawa bi birayên Mesîh re hevkariyê dikin? (b) Tu çawa dikarî birayê li dermanxaneyê ji xwe re emsal bigirî? (Li resim binêre.)

15 Fersenda sûcdarê tobedar tune bû ku berî mirina xwe şikurdariya xwe ya ji bo Îsa Mesîh rind nîşan bide. Halê “miyên din” ji halê zilamê sûcdar cuda ye. Gelek fersendên wan hene ku ew şikurdariya xwe nîşan bidin. Mesela, gava ew piştgiriya birayên Îsa Mesîh ên meshkirî dikin, ew nîşan didin ku ew ji wî hez dikin. Îsa Mesîh gotibû ku ewê miyan li ser vî esasî dîwan bike (Metta 25:31-40). Loma, gerek em di karê belavkirina mizgînê de bi dil û can destekê bidin birayên Mesîh (Metta 28:18-20). Ji bo vê, wê baş be ku em hacetên ji bo kursa Kitêba Pîroz, mesela kitêba Heta bi Hetayê Dilşad Be! û malzemeyên din, rind bixebitînin. Eger tu niha bi tu kesî re kursa Kitêba Pîroz îdare nakî, gelo tu dikarî ji xwe re bikî hedef ku heta ku ji destê te tê kursa Kitêba Pîroz teklîfî mirovan bikî?

16. Em çawa dikarin xwe ji bo jiyana di bin Padîşahiya Xwedê de hazir bikin?

16 Gelo em çawa dikarin xwe ji bo jiyana li Cenetê hazir bikin? Mesela, em dikarin sifet û hunerên baş bi pêş bixin, da ku Yehowa ji me razî be. Em dikarin ji niha ve xîret bikin ku em bi gotin û kirinên xwe durist bin û bi awayekî terazdar bijîn. Wekî din, em dikarin ji Yehowa re, ji jin yan mêrê xwe re û ji xwişk û birayan re dilsoz bin. Eger em di vê dinyaya xerab de guh bidin Yehowa, wê li me hêsantir bê ku em li Cenetê jî guh bidin wî. b

17. Gelo lazim e ku em di bin barê sûcên xwe yên berê de bimînin?

17 Wekî din, gerek em di bin barê sûcên xwe yên berê de nemînin. Gerek em helbet nefikirin ku madem ku fîdye heye, em dikarin bi qesdî guneh bikin (Îbranî 10:26-31). Lê belê, em dikarin emîn bin ku eger me ji gunehekî giran ji dil tobe kiribe, ji Yehowa alîkarî xwestibe û hal û hereketên xwe serrast kiribin, ewê me bi comerdî efû bike (Îşaya 55:7; Karên Şandiyan 3:19). Bîne bîra xwe ku Îsa Mesîh ji Fêrisiyan re çi gotibû: “Ez nehatime gazî yên rast bikim, lê ez hatime ku gazî yên gunehkar bikim” (Metta 9:13). Belê, fîdye dikare hemû gunehên me biniximîne.

TU DIKARÎ HER Û HER LI CENETÊ BIJÎ!

18. Tu dixwazî tevî zilamê ku bi Îsa Mesîh re hatibû îdamkirin li ser çi sohbetê bikî?

18 Gelo tu dikarî xeyal bikî ku tu êdî li Cenetê yî û tevî zilamê ku bi Îsa Mesîh re hatibû îdamkirin, sohbetê dikî? Bê şik, hûnê bînin zimên ku hûn ji bo fîdyeya Îsa Mesîh çi qas şikurdar in. Wekî din, tuyê belkî jê bipirsî ka berî mirina Îsa Mesîh çi qewimîbû û gotinên Îsa Mesîh li ser wî çawa tesîr kiribû. Ji aliyê din ve, ewê belkî ji te bipirse ka jiyana di rojên dawîn ên dinyaya Îblîs de çawa derbas bûn. Em şa ne ku li Cenetê, emê bikaribin kesên mîna vî zilamî di rêya Xwedê de hîn bikin (Efesî 4:22-24).

Li dema Hukimdariya Hezarsalî, birayek hunereke xwe bi pêş dixe (Li paragrafa 19an binêre)

19. Emê çima tu caran ji jiyana li Cenetê newestin? (Li resmê li rûyê kovarê binêre.)

19 Emê tu caran ji jiyana li Cenetê newestin. Wê demê, emê bi dewamî kesên nû nas bikin û ji karên xweş kêfê bistînin. Ya herî xweş jî ev e ku emê bikaribin Bavê xweyî ezmanî roj bi roj baştir nas bikin û di bin siya wî de bi kêfxweşî bijîn. Emê heta bi hetayê di heqê wî de û di heqê tebîetê de tiştên nû hîn bibin. Roj bi roj, emê ji Xwedê hê jî zêdetir hez bikin. Em ji Yehowa û ji Îsa Mesîh re çi qas şikurdar in ku emê bikaribin her û her li Cenetê bijîn!

KILAM 22 Bila Daxwaza Xwedê bi Destê Padîşahiyê Bê Cih!

a Gelo tu jiyana di Cenetê de carinan tînî ber çavê xwe? Ev yek bi rastî jî cesareta me zêde dike. Wekî din, her ku em li ser sozên Yehowa bifikirin, emê bi coşî ji kesên din re behsa dinyaya nû bikin. Ev meqale wê baweriya me bi ceneta ku Îsa Mesîh behsa wê kiribû, xurttir bike.

b Di vê kovarê de li meqaleya “Gelo Tu Hazir î ku Erdê Mîras Bistînî?” binêre.

c RESIM: Birayekî ku li bendê ye ku kesên ku ji mirinê rabûne hîn bike, îro jî kesên din hîn dike.