MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 50
Bi Bawerî û Kirinên Qenc Emê Bigihîjin Rastdariyê
“Birahîm ji Xwedê bawer kir û ev yek jê re rastdarî hat hesabkirin” (ROMAYÎ 4:3).
KILAM 119 Em Hewceyî Îmanê ne
PÊŞGOTIN a
1. Gava em li ser baweriya Birahîm difikirin, belkî em ji xwe çi dipirsin?
GELEK kesan her çi qas navê Birahîm pêxember bihîstiye jî, piraniya wan li ser wî kêm tiştan dizanin. Lê belê, tu li ser Birahîm gelek tiştan dizanî. Mesela, tu dizanî ku Birahîm wek “bavê” kesên bawermend tê binavkirin (Romayî 4:11). Belkî tu ji xwe dipirsî: “Gelo ez dikarim li ser şopa baweriya Birahîm herim û baweriyeke ew qas xurt ava bikim?” Belê, tu dikarî!
2. Çima muhîm e ku em li ser serpêhatiya Birahîm lêkolîn bikin? (Aqûb 2:22, 23)
2 Ji bo em wek Birahîm bibin xwediyê baweriyeke xurt, rêyek ew e ku em serpêhatiya wî lêkolîn bikin. Li gor emrê Xwedê, Birahîm çû welatekî dûr, bi dehsalan di konan de dima û hazir bû ku kurê xwe yê delal Îshaq bike qurban. Ev kirin nîşan didin ku Birahîm xwediyê îmaneke xurt bû. Birahîm bi îman û kirinên xwe razîbûn û dostaniya Xwedê qezenc kiribû (Aqûb 2:22, 23 bixwîne). Yehowa dixwaze ku her yek ji me bibe xwediyê van bereketan. Ji ber vê yekê, wî îlham da Pawlos û Aqûb ku bala me bikişînin ser mîsala Birahîm. Emê niha bibînin ku Romayî beşa 4an û Aqûb beşa 2yan li ser Birahîm çi dibêjin. Hem Pawlos hem jî Aqûb tiştekî pir muhîm li ser Birahîm dibêjin.
3. Pawlos û Aqûb gotinên xwe ji kîjan ayetê standibûn?
3 Pawlos û Aqûb gotinên xwe ji 1. Mûsa 15:6 (Mizgînî) standibûn. Ev ayet wisa dibêje: “[Birahîm] bawerî bi Xudan anî û Xudan ev jê re wekî rastiyê [rastdarî, NWT] hesab kir.” Gava Xwedê kesekî rastdar dihesibîne, ev yek tê maneya ku Xwedê ji wî razî ye û ew kes li ber çavê wî bêsûc e. Çi rûmeteke mezin e ku mirovên qisûrdar û gunehkar dikarin ji aliyê Xwedê ve wek bêsûc bên dîtin! Emê niha bielimin ku Yehowa çima Birahîm wek yekî rastdar bi nav kir û ji bo ku em jî wisa bên dîtin, gerek em çi bikin.
BAWERÎ BINGEHA RASTDARIYÊ YE
4. Çima balkêş e ku Yehowa me wek kesên rastdar dibîne?
4 Gava Pawlosê şandî ji Romayiyan re nameyek nivîsand, wî got ku hemû mirov gunehkar in (Romayî 3:23). Lê eger wisa be, mirov çawa dikare di çavê Xwedê de wek yekî rastdar yan jî bêsûc bê hesibandin? Gelo mirov çawa dikare razîbûna Xwedê bistîne? Ji bo zelalkirina vê mijarê, Pawlos mîsala Birahîm bi kar anî.
5. Yehowa çima Birahîm wek yekî rastdar bi nav kir? (Romayî 4:2, 4)
5 Gava Birahîm li welatê Kenanê bû, Yehowa ew çima wek yekî rastdar bi nav kir? Gelo ji ber ku Birahîm her tim guh dida Qanûna Mûsa? Helbet na! (Romayî 4:13). Gava Xwedê got ku Birahîm yekî rastdar e, Qanûna Mûsa hê tune bû. Ev Qanûn piştî zêdetirî 400 salî derket meydanê. Yehowa kerema xwe nîşanî Birahîm da û ji ber baweriya wî, Xwedê ew ji mirovên rastdar hesiband (Romayî 4:2-4 bixwîne).
6. Yehowa çawa dikare kesekî gunehkar wek kesekî rastdar bibîne?
6 Pawlos şîrove kir ku gava kesek baweriya xwe bi Xwedê tîne, “baweriya wî rastdarî tê hesabkirin” (Romayî 4:5). Pawlos wisa dewam kir: “Çawa ku Dawid jî li ser bextewariya wî mirovê ku Xwedê wî bêyî kirinan rastdar hesab dike, dibêje: ‘Xwezî bi wan mirovên ku li neheqiyên wan hatiye bihûrtin û gunehên wan hatine nixumandin. Xwezî bi wî mirovê ku Xudan ji wî re guneh hesab nake!’” (Romayî 4:6-8; Zebûr 32:1, 2). Xwedê gunehên kesên ku baweriya xwe pê tînin, dinixumîne û bi temamî efû dike. Ew nema li gunehên wan dinêre. Ji ber baweriya wan, Xwedê wan rastdar dibîne.
7. Em çima dikarin bibêjin ku xizmetkarên Xwedê yên berê kesên rastdar bûn?
7 Birahîm, Dawid û xizmetkarên Xwedê yên din her çi qas mirovên gunehkar bûn jî, ew ji kesên rastdar hatin hesibandin. Lê li ber çavê Xwedê xizmetkarên wî û kesên ku jê re îbadet nakin ne wek hev in. Ji ber ku xizmetkarên Xwedê baweriya xwe bi wî tînin, Xwedê wan bêsûc dihesibîne (Efesî 2:12). Wek Pawlos di nameya xwe de zelal kir, mirov nikare bê îman bibe dostê Xwedê. Birahîm û Dawid dostên Xwedê bûn, çimkî wan baweriya xwe bi Xwedê dianî. Em jî dikarin ji ber îmana xwe bibin dostên Xwedê.
BAWERÎ Û KIRIN ÇAWA BI HEV VE GIRÊDAYÎ NE?
8-9. Hin kesan der heqê nivîsên Pawlos û Aqûb de çi şaş fehm kirine, û çima?
8 Bi sedsalan, alimên dêrê li ser mijara îman û emelan pir minaqeşe kiriye. Hin alimên dînî wisa dibêjin: “Baweriya xwe bi Îsa Mesîh bîne û tuyê xelas bibî.” Ew xwe dispêrin van gotinên Pawlos: “Xwedê wî bêyî kirinan rastdar hesab dike” (Romayî 4:6). Lê belê, hin kesên din jî dibêjin ku eger mirov here ziyaretan û tiştên qenc bike, ewê xelas bibe. Ew nêrîna xwe dispêrin Aqûb 2:24: “Hûn dibînin ku mirov bi kirinan rastdar derdikeve, ne tenê bi baweriyê.”
9 Ji ber van nêrînên cuda, hin alimên dînî difikirin ku Pawlos û Aqûb li ser mijara ku bawerî çawa bi kirinan ve girêdayî ye, wek hev nafikirin. Li gor hin alimên dînî, Pawlos bawer dikir ku ji bo standina razîbûna Xwedê bawerî tenê bes e, lê Aqûb bawer dikir ku divê mirov tiştên qenc bike. Profesorekî dînî ev yek got: Aqûb fehm nedikir ku Pawlos çima digot ku ji bo rastdarbûnê bawerî tenê bes e, û di vê nuqteyê de Aqûb wek Pawlos nedifikirî. Lê Yehowa îlham da hem Pawlos hem jî Aqûb ku gotinên wî binivîsin (2. Tîmotêyos 3:16). Loma ji bo ku em şîroveyên wan her duyan rast fehm bikin, lazim e ku em li hevgirêdana nivîsên wan binêrin.
10. Pawlos behsa çi “kirinan” dikir? (Romayî 3:21, 28) (Li resim jî binêre.)
10 “Kirinên” ku Pawlosê şandî di Romayî beşên 3 û 4an de behsa wan dikir, çi bûn? Wî behsa pêkanîna “kirina Şerîetê”, yanî Qanûna Mûsa dikir. Xwedê ev Qanûn li Çiyayê Sînayê dabû Îsraîliyan (Romayî 3:21, 28 bixwîne). Wisa xuya dike ku di rojên Pawlos de hin xizmetkarên Xwedê yên Cihû bawer dikir ku gerek ew hê jî di rêya Qanûna Mûsa de herin. Pawlos bi destê mîsala Birahîm ev yek îsbat kir: Ji bo ku mirov rastdar derkeve, ne hewce ye ku ew di rêya Qanûna Mûsa de bimeşe. Li şûna vê, îman û bawerî lazim e. Gava em baweriya xwe ya bi Xwedê û Mesîh ava bikin, Xwedê wê ji me razî be. Ev yek dilê me rihet dike.
11. “Kirinên” ku Aqûb bala me dikişîne ser wan çi ne?
11 Ji aliyê din ve, “kirinên” ku di Aqûb beşa 2yan de derbas dibin û “kirina Şerîetê”, ya ku Pawlos behsa wê kiribû, ne eynî tişt in. Aqûb bala me dikişîne ser tiştên ku xizmetkarên Xwedê di jiyana xwe ya rojane de dikin. Tiştên wisa nîşan didin ka em bi rastî baweriya xwe bi Xwedê tînin yan na. Ka bala xwe bide du mîsalên ku Aqûb bi kar anîne.
12. Li gor şîroveya Aqûb, bawerî û kirinên qenc çawa bi hev ve girêdayî ne? (Li resim jî binêre.)
12 Di mîsala pêşîn de, Aqûb bi zimanekî zelal diyar kiriye ku gerek xizmetkarên Xwedê cihêtiyê nexin nava mirovan. Wî behsa vê mîsalê kir: Kesek qedir û qîmetê dide yekî dewlemend, lê yê feqîr kêm dibîne. Kesekî wisa belkî dibêje ku baweriya wî heye, lê kirinên wî vê yekê nîşan nadin (Aqûb 2:1-5, 9). Di mîsala diduyan de, Aqûb tîne ziman ku “birayek an xwişkek tazî û bêyî xwarina rojane” ye û kesek vê yekê dibîne, lê ew alîkariya wan nake. Eger ew kes bibêje ku baweriya wî heye, lê kirinên wî vê yekê nîşan nedin, wê baweriya wî bi kêrî tiştekî neyê. Aqûb wisa nivîsand: “Baweriya bi serê xwe, eger kirinên wê tune bin, mirî ye” (Aqûb 2:14-17).
13. Aqûb çawa nîşan da ku hem bawerî hem jî kirinên qenc pir muhîm in? (Aqûb 2:25, 26)
13 Aqûb behsa Rehabê jî kir. Wê baweriya xwe bi kirinên xwe nîşan dida (Aqûb 2:25, 26 bixwîne). Wê tiştên ku Yehowa ji bo Îsraîliyan kiribûn, bihîstibûn û wê dizanibû ku Yehowa piştgiriya Îsraîliyan dike (Yêşû 2:9-11). Rehabê îmana xwe bi kirinên xwe nîşan da. Gava jiyana du Îsraîliyan ketibû talûkeyê, wê ew veşartin. Wek Birahîm, ew jina ne Îsraîlî her çi qas qisûrdar bû û ne di rêya Qanûna Mûsa de bû jî, ew rastdar hat hesibandin. Em ji serpêhatiya Rehabê hîn dibin ku gerek em bi kirinên xwe baweriya xwe nîşan bidin.
14. Gotinên Pawlos û Aqûb çima ne li dijî hev in?
14 Pawlos û Aqûb mijara bawerî û kirinên qenc ji aliyên cuda ve şîrove kirine. Pawlos ji şagirtên Îsa yên Cihû re gotibû ku ew nikarin tenê bi pêkanîna Qanûna Mûsa razîbûna Yehowa bistînin. Îcar Aqûb zelal kiribû ku gerek hemû xizmetkarên Xwedê îmana xwe bi kirinên qenc nîşan bidin.
15. Bi kîjan kirinên qenc em dikarin baweriya xwe nîşan bidin? (Li resiman jî binêre.)
15 Ji bo ku em wek kesên rastdar bên dîtin, Yehowa nabêje ku gerek em tam wek Birahîm bikin. Gelek rê û fersend hene ku em baweriya xwe bi kirinên xwe nîşan bidin. Di civatê de, em dikarin bixêrhatina kesên nû bikin, alîkariya xwişk û birayên hewcedar bikin û ji maliyên xwe re qenciyê bikin. Eger em wisa bikin, Xwedê wê ji me razî be û me bibereket bike (Romayî 15:7; 1. Tîmotêyos 5:4, 8; 1. Yûhena 3:18). Ji bo ku em baweriya xwe bi kirinên xwe nîşan bidin, rêyeke din ew e ku em bi awayekî jêhatî xebera xêrê belav bikin (1. Tîmotêyos 4:16). Em gişt dikarin bi kirinên xwe vê yekê nîşan bidin: Em bawer dikin ku hemû sozên Yehowa wê rast derkevin û rêya wî rêya herî baş e. Bi vî awayî, em dikarin tam emîn bin ku wê Xwedê me rastdar bihesibîne û wek dostê xwe bi nav bike.
HÊVÎ HÊZA BAWERIYÊ YE
16. Hêvî û baweriya Birahîm çawa bi hev ve girêdayî bûn?
16 Ji Romayî beşa 4an, em dielimin ku hêvî pir muhîm e. Yehowa soz dabû ku ewê bi destê Birahîm “gelek miletan” bibereket bike. Ev hêviya ku Xwedê dabû Birahîm pir xweş bû! (1. Mûsa 12:3; 15:5; 17:4; Romayî 4:17). Lê gava Birahîm 100 salî û Sara 90 salî bû, ew hê jî nebûbûn dê û bavê kurê ku Xwedê soz dabû wan. Li gor nêrîna mirovan, ev yek wek tiştekî bêîmkan xuya dikir. Ev ji bo Birahîm ceribandineke giran bû. Lê belê, “Birahîm … bi hêvî bawer kir û bû ‘bavê gelek miletan’” (Romayî 4:18, 19). Dawiya dawî, hêviya wî rast derket. Birahîm bû bavê Îshaq, kurê ku ew bi hesret li hêviya wî bû (Romayî 4:20-22).
17. Em ji ku dizanin ku em dikarin bibin dostên Xwedê?
17 Em dikarin razîbûna Xwedê bistînin û wek Birahîm bibin dostên Xwedê. Pawlos li ser Birahîm wisa gotibû: “Îcar gotina ‘jê re rastdarî hat hesabkirin’ ne tenê ji bo Birahîm hat nivîsîn, lê belê ji bo me jî hatiye nivîsîn. Ji me re jî bawerî wê rastdarî bê hesabkirin, em ên ku baweriyê bi wî yê ku Xudanê me Îsa ji nav miriyan rakir, tînin” (Romayî 4:23, 24). Gerek em wek Birahîm baweriya xwe bi Yehowa bînin, tiştên qenc bikin û emîn bin ku hemû sozên Yehowa wê rast derkevin. Pawlos di Romayî beşa 5an de behsa vê hêviya ku Xwedê daye me, dike. Di meqaleya din de, emê li ser vê mijarê lêkolîn bikin.
KILAM 28 Dostaniya Yehowa
a Em dixwazin ku Xwedê ji me razî be û me ji mirovên rastdar bihesibîne. Bi destê nivîsên Pawlos û Aqûb, emê bibînin ku bawerî û kirinên qenc çawa bi hev ve girêdayî ne û em çawa dikarin bibin dostên Xwedê.
b RESIM: Pawlos ji Mesîhiyên Cihû re ev yek got: Ne hewce ye ku ew Qanûna Mûsa pêk bînin, mesela wek lixwekirina kirasekî ku tayê şîn bi rîşiyên wî ve girêdayî ye, pîrozkirina Cejna Derbasbûnê û adetên destşûştinê. Li şûna van tiştan, gerek ew bala xwe bidin baweriya xwe.
c RESIM: Aqûb şagirtên Îsa Mesîh teşwîq dike ku tiştên qenc bikin, mesela wek alîkariya kesên feqîr.