MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 53
Birayên Ciwan – Bibin Şagirtên Îsa Mesîh Yên Gihîştî
“Bibin mirovê gihîştî” (EFESÎ 4:13).
KILAM 135 Yehowa Dibêje: “Lawê Min, Bihîkmet Be!”
PÊŞGOTIN a
1. Ji bo ku birayek serkeftî bibe, gerek ew çi bike?
PAWLOSÊ şandî ji Efesiyan re got: “Bibin mirovê gihîştî” (Efesî 4:13). Ev şîret ji bo hemû birayên ku dixwazin Îsa Mesîh ji xwe re bikin emsal pir muhîm e. Ji bo ew serkeftî bin, gerek ew bielimin ku guh bidin qanûnên Xwedê. Wekî din, gerek ew prensîpên Kitêba Pîroz di hemû warên jiyana xwe de bînin cih (Lûqa 2:52). Çima ew qas muhîm e ku birayên ciwan bibin şagirtên Îsa Mesîh yên gihîştî?
2-3. Çima muhîm e ku birayên ciwan bibin şagirtên Îsa Mesîh yên gihîştî?
2 Birayên me hem di malbatê de hem jî di civatê de wezîfeyên muhîm dikin. Birayên ciwan, bê guman hûn jî dixwazin di pêşerojê de mesûliyetan bistînin. Belkî te ji xwe re kiriye hedef ku tu dest bi xizmeta tamrojî bikî, bibî alîkarê civatê, û piştre bibî rîspiyê civatê. Belkî jî tu dixwazî bizewicî û bibî bavê zarokan (Efesî 6:4; 1. Tîmotêyos 3:1). Ji bo tu bigihîjî van hedefan û serkeftî bî, gaveke muhîm ew e ku tu bibî xizmetkarekî Xwedê yê gihîştî. b
3 Çi dikare alî te bike ku tu bibî şagirtekî Îsa Mesîh yê gihîştî? Ji bo vê yekê, lazim e ku tu hin hunerên muhîm ava bikî û bi pêş bixî. Wekî din, tu dikarî xwe ji niha ve ji bo wezîfeyên nû hazir bikî.
GAVÊN JI BO GIHÎŞTÎBÛNÊ
4. Tu dikarî ji bo xwe li ku derê emsalên baş bibînî? (Li resim jî binêre.)
4 Ji bo xwe li emsalên baş bigere. Di Kitêba Pîroz de gelek serpêhatiyên kesên gihîştî hene. Wan ji Xwedê hez dikir û bi gelek awayan, ew li xelkê Xwedê xwedî derdiketin. Îro jî, kesên wisa gihîştî di malbat û civata te de hene (Îbranî 13:7). Îsa Mesîh jî mînakeke bêqisûr ji me re hiştiye (1. Petrûs 2:21). Serpêhatiyên van kesan baş lêkolîn bike û bala xwe bide sifetên wan ên herî baş (Îbranî 12:1, 2). Dû re bifikire ku tu dikarî ji wan çi dersê bistînî.
5. Tu çawa dikarî her tim kûr bifikirî, û ev yek çima muhîm e? (Zebûr 119:9)
5 Her tim kûr bifikire (Methelokên Silêman 3:21). Zilamê biaqil pêşî baş difikire û paşê hereket dike. Lê çima carinan zor e ku em kûr bifikirin? Çimkî piraniya xortên vê dinyayê qerarên xwe li ser bingeha fikrên xwe didin yan jî li gor hîsên xwe dimeşin (Methelokên Silêman 7:7; 29:11). Wekî din, televîzyon, fîlm û înternet dikarin li ser fikir û kirinên te tesîr bikin. Lê tu çawa dikarî bielimî ku gavên xwe biaqil bavêjî? Lêkolîn bike ku Yehowa li ser meseleyekê çawa difikire û fehm bike ku ev yek ji bo te çima bifeyde ye. Paşê bi alîkariya van prensîpan qerarên ku dilê Yehowa şa dikin, bide (Zebûr 119:9 bixwîne). Eger tu bielimî ku wisa bifikirî, ev yek wê di rêya mirovekî gihîştî de alî te bike (Methelokên Silêman 2:11, 12; Îbranî 5:14). Bala xwe bidê ku fikirîna kûr çawa dikare di van rewşan de alî te bike: (1) eleqeya bi xwişkan re û (2) qerarên li ser şekl û şemala te.
6. Fikirîna kûr wê çawa alî birayekî ciwan bike ku ew hurmetê nîşanî xwişkekê bide?
6 Birayê ku nêrîna Yehowa hîn dibe hurmetê dide xwişkan. Gava birayek dixwaze xwişkekê baştir nas bike, ev tiştekî normal e. Lê belê, eger niyeta wî tune be ku bizewice, gerek ew bi şiklekî romantîk bi gotin, kirin û mesajên xwe nêzîkî xwişkek nebe (1. Tîmotêyos 5:1, 2). Eger ew xwişkekê ji nêz ve nas bike, gerek ew nav û dengê wê yê baş biparêze. Ji ber vê yekê, ewê tu caran bi tena serê xwe pê re li cihekî nemîne (1. Korîntî 6:18).
7. Birayekî ciwan çawa dikare li ser şekl û şemala xwe qerarên baş bide?
7 Wekî din, birayek bi şekl û şemala xwe dikare nîşan bide ku ew yekî gihîştî ye. Gelek caran, moda ji aliyê kesên ku qedrê Yehowa nagirin û jiyaneke bêexlaq derbas dikin, tê çêkirin yan jî tê destekkirin. Mesela, cil û bergên wan gelek kin û teng in yan jî zilaman wek jinan dixemilînin. Kesekî gihîştî wê di warê cil û bergan de li gor prensîpên Kitêba Pîroz hereket bike û xwişk û birayên di civatê de ji xwe re bike emsal. Ji xwe bipirse: “Gelo qerarên min nîşan didin ku ez li ser şekl û şemala xwe kûr fikirîme û hurmetê didim kesên din? Gelo cilên min nîşan didin ku ez Şahidekî Yehowa me?” (1. Korîntî 10:31-33; Tîtos 2:6). Xortekî bihîkmet wê hem li ber çavê xwişk û birayan hem jî li ber çavê Yehowa Xwedê biqedir û biqîmet be.
8. Birayekî ciwan çawa dikare bibe yekî pêbawer?
8 Kesekî pêbawer be. Xortekî pêbawer hemû mesûliyetên xwe tîne cih (Lûqa 16:10). Îsa Mesîh emsaleke bêqisûr ji me re hiştiye. Gava zehmet bû jî, wî wezîfe û mesûliyetên xwe dianîn cih. Wî ji mirovan û bi xisûsî ji şagirtên xwe hez dikir. Ew hazir bû ku jiyana xwe ji bo wan bide (Yûhena 13:1). Wek Îsa Mesîh, xîret bike ku tu her wezîfeya ku te standiye, pêk bînî. Eger tu ne emîn bî ku wezîfeya xwe çawa bînî cih, dilnizm be û ji birayên gihîştî alîkariyê bixwaze. Wezîfeyên xwe îhmal neke (Romayî 12:11). Wezîfeyên xwe bi dil û can wek ku tu ji Xwedê re dikî, pêk bîne (Kolosî 3:23). Helbet, tu ne bêqisûr î, loma dilnizm be û şaşiyên xwe qebûl bike (Methelokên Silêman 11:2).
HUNERÊN BIFEYDE HÎN BIBE
9. Çima gerek birayekî ciwan hunerên bifeyde bielime?
9 Ji bo ku tu bibî yekî gihîştî, gerek tu hunerên bifeyde bielimî. Ev yek wê alî te bike ku tu di civatê de mesûliyetan qebûl bikî, debara malbata xwe bikî û bi kesên din re baş li hev bikî. Emê niha li çend tiştên muhîm binêrin.
10-11. Birayê ku xwendin û nivîsandina wî baş be wê çawa feydeyê bide xwe û civatê? (Zebûr 1:1-3) (Li resim jî binêre.)
10 Xwendin û nivîsandinê baş hîn bibe. Kitêba Pîroz dibêje ku zilamekî bextewar û serkeftî her roj Peyva Xwedê dixwîne û li ser gotinên wê kûr difikire (Zebûr 1:1-3 bixwîne). Birayê ku wisa bike, ewê nêrîna Yehowa baştir fehm bike û bielime ku bi zelalî bifikire û qerarên baş bide (Methelokên Silêman 1:3, 4). Hewcedariya civatê bi zilamên wisa gihîştî heye. Gelo çima?
11 Xwişk û birayên me hewceyî birayên gihîştî ne, yên ku dikarin li gor Kitêba Pîroz rêberî û şîretan bidin (Tîtos 1:9). Eger xwendin û nivîsandina te baş be, tuyê bikaribî cewabên baş bidî û gotarên bifeyde hazir bikî. Ev yek wê baweriya xwişk û birayan xurttir bike. Wekî din, tu dikarî di wexta civîn, komcivîn û lêkolîna şexsî de ji xwe re notan binivîsî. Ev not wê alî te bikin ku tu baweriya xwe xurttir bikî û cesaretê bidî kesên din.
12. Çi wê alî te bike ku tu hunera xeberdanê bi pêş bixî?
12 Hunera xeberdanê tim bi pêş bixe. Xeberdana baş ji bo şagirtên Îsa Mesîh hunereke pir muhîm e. Ji bo ku birayek hîs û fikrên kesên din baş fehm bike, gerek ew baş guhdarî bike (Methelokên Silêman 20:5). Ew dikare ji dengê kesekî, rûyê wî û dest û hereketên wî bielime ku niyeta dilê wî çi ye. Ji bo vê yekê, divê tu wexta xwe bi kesên din re derbas bikî. Eger tu ji bo xeberdanê her tim hacetên elektronîk, mesela wek mesaj û mailan bi kar tînî, ev yek dikare hunera te ya xeberdanê sist bike. Loma çareyekê bibîne ku tu rû bi rû bi kesên din re bipeyivî (2. Yûhena 12).
13. Wekî din, gerek xortek çi bielime? (1. Tîmotêyos 5:8)
13 Debara xwe bike. Gerek birayên gihîştî debara xwe û maliyên xwe bikin (1. Tîmotêyos 5:8 bixwîne). Li hin welatan, birayên ciwan ji bavê xwe yan jî ji merivên xwe meslekekî dielimin. Li welatên din, hin xort li mektebê yan jî di şîrketê de meslekê xwe dielimin. Hunerên ku wê ji bo karê te bifeyde bin, bielime (Karên Şandiyan 18:2, 3; 20:34; Efesî 4:28). Di karê xwe de jîr û jêhatî be û karê xwe nîvî nehêle. Eger tu wisa bikî, tuyê bi hêsanî karekî bibînî û di wî karî de bimînî. Wekî din, sifet û hunerên ku me behsa wan kiribû ji bo wezîfeyên nû muhîm in. Bala xwe bide çend tiştên ku tu dikarî ji xwe re bikî hedef.
JI BO PÊŞEROJÊ XWE HAZIR BIKE
14. Birayekî ciwan, ji bo ku bibe xizmetkarekî tamrojî, çawa dikare xwe hazir bike?
14 Xizmeta tamrojî. Gelek birayên gihîştî di ciwaniya xwe de dest bi xizmeta tamrojî dikin. Xizmeta pêşengiyê alî xortan dike ku ew bi gelek kesan re hevkariyeke baş bikin. Wekî din, ev yek alî xortan dike ku ew pereyên xwe bihîkmet xerc bikin (Filîpî 4:11-13). Berî ku birayek dest bi xizmeta tamrojî bike, ew dikare ji bo wextekê wek pêşengê alîkar xizmetê bike. Xizmeta pêşengiyê dikare derî li ber gelek îmtiyazên din, wek xizmeta li Beytelê yan jî xizmeta di projeyên avakirinê de, veke.
15-16. Çi wê alî birayekî ciwan bike ku bibe alîkarê civatê yan jî rîspiyek?
15 Alîkarê civatê yan jî rîspî. Gerek her birayek ji xwe re hedefê deyne ku bibe rîspiyek û ji xwişk û birayan re xizmetê bike. Wek Kitêba Pîroz dibêje, her birayê ku dixwaze bigihîje vê hedefê, “ew karekî qenc dixwaze” (1. Tîmotêyos 3:1). Berî ku birayek bibe rîspiyek, gerek ew şertên ji bo alîkarên civatê bîne cih. Alîkarên civatê bi gelek rêyan destekê didin rîspiyên civatê. Hem rîspî hem jî alîkarên civatê bi dilnizmî ji xwişk û birayan re xizmetê dikin û bi xîreteke mezin xebera xêrê belav dikin. Birayên ciwan, hê di 17 heta 19 saliya xwe de, dikarin bibin alîkarên civatê. Û alîkarên civatê yên jîr û jêhatî dikarin di 20 saliya xwe de bibin rîspî.
16 Tu çawa dikarî ji bo van îmtiyazan xwe hazir bikî? Sifetên ku ji bo van mesûliyetan lazim in, di Kitêba Pîroz de hatine nivîsandin. Ev sifet bi hezkirina Yehowa, malbat û civatê ve girêdayî ne (1. Tîmotêyos 3:1-13; Tîtos 1:6-9; 1. Petrûs 5:2, 3). Ji bo tu van sifet û şertan baş fehm bikî û bînî cih, ji Yehowa alîkariyê bixwaze. c
17. Birayên ciwan, ji bo ku rêberiya malbata xwe bikin, çawa dikarin xwe hazir bikin? (Li resim jî binêre.)
17 Serê malê. Wek Îsa Mesîh gotibû, hin birayên gihîştî azib dimînin (Meta 19:12). Lê belê, eger tu bixwazî bizewicî, divê tu wek serê malê rêberiya malbata xwe bikî (1. Korîntî 11:3). Yehowa dixwaze ku zilamek ji jina xwe hez bike, hemû hewcedariyên wê pêk bîne, jê re hevalekî baş be û alî wê bike ku ew nêzîktirî Yehowa bibe (Efesî 5:28, 29). Sifet û hunerên ku di vê meqaleyê de derbas dibin, mesela wek fikirîna kûr, hurmetdayîna jinan û pêbawerî, pir bifeyde ne. Ev tişt wê alî te bikin ku tu di zewacê de bibî hevalekî baş û wezîfeya xwe wek serê malê bînî cih.
18. Birayekî ciwan, ji bo ku bibe bavekî baş, çawa dikare xwe hazir bike?
18 Bav. Piştî zewacê, dibe ku tu bibî bavê zarokan. Tu dikarî ji Yehowa hîn bibî ku bibî bavekî baş (Efesî 6:4). Yehowa bi eşkereyî ji Kurê xwe Îsa Mesîh re got ku ew jê hez dike û jê razî ye (Meta 3:17). Eger tu rojekê bibî bav, her roj ji zarokên xwe re bibêje ku tu ji wan hez dikî. Ji bo kirinên wan ên baş pesnê wan bide. Bavên ku Yehowa ji xwe re dikin emsal alî zarokên xwe dikin ku ew bibin şagirtên Îsa Mesîh yên gihîştî. Tu çawa dikarî ji niha ve ji bo vê wezîfeyê xwe hazir bikî? Ji dil li maliyên xwe û li xwişk û birayên civatê xwedî derkeve û teqdîr û hezkirina xwe ji wan re nîşan bide (Yûhena 15:9). Ev yek wê alî te bike ku tu bibî bav û zilamekî baş. Tu di çavê Yehowa de pir biqîmet î û dikarî alîkariyeke mezin bidî malbat û civata xwe.
TUYÊ NIHA ÇI BIKÎ?
19-20. Çi wê alî birayên ciwan bike ku ew bibin mirovên gihîştî? (Li resmê li rûyê kovarê binêre.)
19 Birayên ciwan, hûn dikarin bi ked û xîret bibin şagirtên Îsa Mesîh yên gihîştî. Ji bo vê lazim e ku hûn ji xwe re emsalên baş hilbijêrin, her tim kûr bifikirin, yekî pêbawer bin, ji bo jiyanê hunerên bifeyde bielimin û ji bo wezîfeyên nû xwe hazir bikin.
20 Belkî hûn difikirin ku hûn nikarin bi kêrî van tiştan werin. Lê em bawer in ku hûnê bi ser bikevin. Ji bîr nekin, Yehowa her tim hazir e ku alî we bike (Îşaya 41:10, 13). Bê şik xwişk û birayên civatê jî wê alî we bikin. Gava hûn bibin mirovên li gor dilê Yehowa Xwedê, hûnê jiyaneke xweş û bextewar derbas bikin. Xortên hêja, ji bo hûn bibin şagirtên Îsa Mesîh yên gihîştî, em bereketa Yehowa ji bo we hemûyan dixwazin. Em ji we pir hez dikin! (Methelokên Silêman 22:4).
KILAM 65 Tu Caran Nesekine!