MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 51
Hêviya Me wê Rast Derkeve
“Hêvî me xeyalşikestî nake” (ROMAYÎ 5:5, NWT).
KILAM 142 Hêviya Me Wek Lenger e
PÊŞGOTIN a
1. Em çima dikarin bibêjin ku hêviya Birahîm xurt bû?
YEHOWA soz dabû dostê xwe Birahîm ku ewê hemû miletên dinyayê bi destê zuriyeta wî bibereket bike (1. Mûsa 15:5; 22:18). Îmana Birahîm xurt bû û ew piştrast bû ku soza Xwedê wê rast derkeve. Lê gava Birahîm 100 salî û xanima wî 90 salî bû, hê jî kurekî wan çênebûbû (1. Mûsa 21:1-7). Dîsa jî Kitêba Pîroz dibêje: “Birahîm … bi hêvî bawer kir û bû ‘bavê gelek miletan’” (Romayî 4:18). Dawiya dawî, hêviya Birahîm pêk hat. Ew bû bavê Îshaq, kurê ku ew bi hesret li hêviya wî mabû. Birahîm çima emîn bû ku Yehowa wê li ser soza xwe bisekine?
2. Birahîm çima emîn bû ku soza Yehowa wê rast derkeve?
2 Dostaniya Birahîm a bi Yehowa re pir xurt bû. Loma ew “tam piştrast bû” ku soza Xwedê wê rast derkeve (Romayî 4:21). Yehowa ji Birahîm razî bû. Ji ber îmana wî, Xwedê ew kesekî rastdar hesiband (Aqûb 2:23). Li gor Romayî 4:18, hêvî û baweriya Birahîm bi hev ve girêdayî bûn. Emê niha bibînin ku Pawlosê şandî di Romayî beşa 5an de li ser hêviyê çi gotibû.
3. Pawlos li ser hêviyê çi zelal kiriye?
3 Pawlos zelal kiriye ku em çima dikarin emîn bin ku “hêvî me xeyalşikestî nake” (Romayî 5:5). Wekî din, ew alî me dike ku em çawa dikarin hêviya xwe xurttir bikin. Emê niha Romayî 5:1-5 lêkolîn bikin. Di dema lêkolînê de, bifikire ku hêviya pêşerojê di dilê te de çawa gav bi gav geştir bûye. Ev lêkolîn wê eşkere bike ku tu çawa dikarî hêviya xwe hê xurttir bikî. Ka em bala xwe bidin hêviya ku wê me tu carî xeyalşikestî neke.
HÊVIYA ME YA RONÎ
4. Romayî 5:1, 2 behsa çi dike?
4 Romayî 5:1, 2 bixwîne. Pawlosê şandî ev gotin ji civata Romayê re nivîsandibûn. Xwişk û birayên li wê derê Yehowa û Îsa Mesîh nas kiribûn, wan baweriya xwe ava kiribû û bûbûn şagirtên Îsa Mesîh. Xwedê ew ji ber baweriya wan “rastdar” hesibandin û bi ruhê pîroz hilbijartin. Belê, ew bûbûn xwediyê hêviyeke pir xweş.
5. Hêviya kesên hilbijartî çi ye?
5 Piştre Pawlos ji Mesîhiyên hilbijartî yên li bajarê Efesê re li ser hêviya ku Xwedê daye wan nivîsand. Wî behsa “mîrasa … ji bo pîrozan” kir (Efesî 1:18). Pawlos ji Kolosiyan re jî nivîsand ku ewê xelata xwe li ku derê bistînin. Wî ev xelat wek “hêviya … li ezmanan” bi nav kir (Kolosî 1:4, 5). Hêviya kesên hilbijartî ew e ku ew ji bo jiyana herheyî ya li ezmanan bên rakirin û li wê derê bi Mesîh re hukimdariyê bikin (1. Selanîkî 4:13-17; Peyxam 20:6).
6. Birayekî hilbijartî li ser hêviya xwe çi gotibû?
6 Kesên hilbijartî gelek qîmetê didin vê hêviyê. Yek ji wan, birayê Frederick Franz bû. Di sala 1991ê de, piştî xizmeta dilsoz a bi dehsalan, wî wisa got: “Bê şik hêviya me wê rast derkeve, û her kesê ku aîdî 144.000 kesan e, wê xelata ku Xwedê soz daye, bistîne. Xelata me wê ji xeyala me hê jî xweştir be.” Birayê Franz wisa dewam kir: “Heta îro jî [em] qîmeta vê hêviyê dizanin. … Em çi qas wext li benda wê bin jî, em ew qas zêdetir spasdar in. Eger ew piştî milyonan salan were cih jî, dîsa hêja ye ku em li bendê bimînin. Li ber çavê min, qîmeta hêviya me ji berê zêdetir mezintir bûye.”
7-8. Hêviya piraniya xizmetkarên Yehowa çi ye? (Romayî 8:20, 21)
7 Piraniya kesên ku ji Yehowa re îbadetê dikin xwediyê hêviyeke cuda ne. Ew hêvî dikin ku ewê wek Birahîm heta hetayê li ser rûyê erdê li bin Hukimdariya Xwedê bijîn (Îbranî 11:8-10, 13). Pawlos li ser vê hêviya ronî tiştên xweş nivîsandin (Romayî 8:20, 21 bixwîne). Gava te cara pêşîn bihîst ku Kitêba Pîroz li ser pêşerojê çi soz dide, gelo herî zêde kêfa te ji kîjan sozê re hat? Gelo soza ku rojekê, tuyê bêqisûr û bêguneh bî? Yan jî, soza ku hezkiriyên te wê ji mirinê rabin û li ser rûyê erdê di cenetê de bijîn? Belê, rojên xweş û geş li hêviya te ne.
8 Em li benda jiyana herheyî ya li ezmanan yan ya li ser rûyê erdê bin jî, hêviya me dilê me xweş û geş dike. Lê hêviya me dikare hê xurttir bibe. Pawlos zelal kir ku ev yek wê çawa bibe. Emê niha bibînin ku wî li ser hêviya me çi nivîsandiye. Gotinên wî wê alî me bikin ku em hê zêdetir emîn bin ku hêviya me wê rast derkeve.
HÊVÎ ÇAWA XURTTIR DIBE?
9-10. Wek serpêhatiya Pawlos nîşan dide, çi dikare bê serê xizmetkarên Xwedê? (Romayî 5:3) (Li resiman jî binêre.)
9 Romayî 5:3 bixwîne. Pawlos got ku gava tengasî tê serê me, hêviya me dikare xurttir bibe. Belkî ev yek ji bo me ecêb xuya dike. Bi eslê xwe, hemû şagirtên Îsa Mesîh dikarin bikevin tengasiyê. Bala xwe bide serpêhatiya Pawlosê şandî. Wî ji kesên li bajarê Selanîkê re wisa gotibû: “Çaxê em li ba we bûn, me ji pêşî ve ji we re gotibû ku emê tengahiyan bikişînin û wek ku hûn dizanin wisa jî çêbû” (1. Selanîkî ). Û Pawalos ji Korîntiyan re wisa nivîsandibû: “Birano, em naxwazin ku hûn ji tengahiyên ku me li herêma Asyayê kişandin bêhay bin. … Me hêviya xwe ji jiyanê jî birrî” ( 3:42. Korîntî 1:8; 11:23-27).
10 Îro xizmetkarên Xwedê jî dikarin rastî tengasiyan werin (2. Tîmotêyos 3:12). Ji bo ku tu baweriya xwe bi Îsa Mesîh tînî û tu li ser rêya wî dimeşî, gelo zilm û zordarî li te hatiye kirin? Belkî heval û merivên te henekên xwe bi te dikin yan jî tehde li te kiriye. Ji ber ku tu dixwazî di her tiştî de rast û durist bî, gelo hevalkar yan serkarê te problem ji te re derxistine? (Îbranî 13:18). Ji ber ku te ji kesên din re behsa hêviya xwe kiriye, gelo hukûmetê tehde li te kiriye? Tengasiya me her çi be jî, Pawlos çima dibêje ku gerek em kêfxweş bin?
11. Em bi dil û can çima dixwazin tehemûla tengasiyên xwe bikin?
11 Em dikarin di tengasiyê de jî kêfxweş bimînin, çimkî Romayî 5:3 dibêje ku “tengahî ragirtinê”, yanî tehemûlê tîne. Hemû xizmetkarên Xwedê wê rastî tengasiyê werin. Loma, çi bê serê me jî, gerek em bi dil û can hazir bin ku tehemûl bikin. Eger em wisa bikin, emê bibînin ku hêviya me wê pêk were. Ka bala xwe bide mîsaleke Îsa Mesîh. Wî got ku toximê rastiyê li ser erdê bikevir dikeve. Di destpêkê de, ew kes rastiyê bi kêfxweşî qebûl dikin. Lê gava ew “tengasî û zilmê” dikişînin, ew ji rêya rastiyê derdikevin. Em naxwazin bişibin kesên wisa (Meta 13:5, 6, 20, 21, NWT). Belê, zilm û tengasî ne tiştekî xweş e, lê eger em tehemûl bikin, gelo ev yek çima ji bo xêra me ye?
12. Feydeya tehemûlkirinê çi ye?
12 Aqûb behsa netîceyên baş ên tehemûlkirinê dike. Wî nivîsand: “Bila ragirtin karê xwe temam bike, da ku hûn bibin mirovên temam û gihîştî û di tiştekî de kêmahiya we tune be” (Aqûb 1:2-4). Wek Aqûb dibêje, gelo armanca tehemûlkirinê çi ye? Tehemûlkirin dikare alî me bike ku em zêdetir sebir bikin, baweriya xwe xurttir bikin û xwe zêdetir bispêrin Xwedê. Lê belê, tehemûlkirin feydeyeke din jî dide me.
13-14. Tehemûlkirin çi netîceyê tîne û ev yek çawa bi hêviyê ve girêdayî ye? (Romayî 5:4)
13 Romayî 5:4 bixwîne. Pawlos anî ziman ku tehemûlkirin “tecrûbê tîne”. Yanî gava baweriya me tê ceribandin û em dilsoz dimînin, em razîbûna Yehowa qezenc dikin. Ev yek nayê maneya ku Yehowa bi tengasiyên me kêfxweş dibe. Li şûna vê, gava Yehowa dibîne ku em li ber xwe didin, ew bi me serbilind dibe. Çi şerefeke mezin! (Zebûr 5:12).
14 Birahîm jî bi dilsozî tehemûla tengasiyên xwe dikir û wisa dilê Yehowa xweş dikir. Yehowa ew wek dostê xwe bi nav kir û ew rastdar hesiband (1. Mûsa 15:6; Romayî 4:13, 22). Yehowa me jî wisa dibîne. Dilxweşkirina dilê Xwedê ne bi serkeftina xizmeta me ne jî bi îmtiyazên me ve girêdayî ye. Ev yek bi dilsoziya me ve girêdayî ye. Em çend salî bin, em di çi rewşê de bin yan jî huner û qabiliyetên me çi bin jî, em gişt dikarin sadiq bimînin. Gelo niha tu bi dilsozî tehemûla tengasiyekê dikî? Eger wisa be, ji bîr neke, Xwedê ji te razî ye. Gava em dibînin ku Xwedê ji me razî ye, hêviya me zindîtir dibe.
HÊVIYEKE BIRÛMET
15. Pawlos behsa kîjan fikra din dike, û hin kes çima ji vê fikrê re ecêb dimînin?
15 Wek Pawlos şîrove kir, gava em li hemberî tengasiyên xwe tehemûl dikin, Yehowa ji me razî dibe. Pawlos wisa dewam dike: “Ragirtin tecrûbê û tecrûbe jî hêviyê tîne” (Romayî 5:4). Dû re wî wisa got:“Hêvî me xeyalşikestî nake” (Romayî 5:5, NWT). Gelo hin kes çima ji vê fikrê re ecêb dimînin? Berî van gotinan, Pawlos di Romayî 5:2 de gotibû ku xizmetkarên Xwedê yên li Romayê jixwe xwediyê hêviyeke birûmet bûn. Îcar belkî hin kes ji xwe dipirsin: “Madem ku xizmetkarên Xwedê xwediyê hêviyeke birûmet bûn, Pawlos çima dîsa ev mijar vekir?”
16. Hêviya yekî çawa dikare gav bi gav mezintir bibe? (Li resiman jî binêre.)
16 Ji bo em fikra Pawlos bi zelalî fehm bikin, gerek em bizanibin ku hêviya yekî dikare gav bi gav mezintir bibe. Mesela, gava te cara pêşîn bihîst ku Kitêba Pîroz li ser hêviya jiyana herheyî çi dibêje, ev yek ji bo te çawa bû? Belkî te ji xwe re digot ku ev gotin pir xweş in, lê tenê xewn û xeyal in. Lê belê, piştî ku te Yehowa û sozên di Kitêba Pîroz de baştir nas kirin, tu emîn bûyî ku ev hêvî wê rast derkeve.
17. Piştî sonda xwedayînê û vaftîzbûnê hêviya me çawa gav bi gav mezintir bûye?
17 Piştî sonda xwedayînê û vaftîzbûnê, me Yehowa baştir nas kiriye û ji wî zêdetir hez kiriye. Paşê em piştrast bûne ku hêviya me wê pêk were (Îbranî 5:13–6:1). Me di jyana xwe de dîtiye ku gotinên ji Romayî 5:2-4 çi qas bitesîr in. Gelek tengasî hatin serê me, lê me ew tehemûl kirin û me dît ku Xwedê ji me razî ye. Ji ber ku Xwedê ji me hez dike, em hê zêdetir bawer dikin ku sozên wî wê rast derkevin. Hêviya me gav bi gav xurttir û zindîtir bûye. Îro hêviya me hê zêdetir li ser qerarên me, li ser eleqeya me ya bi malbatê re û li ser derbaskirina wexta me tesîr dike.
18. Yehowa çi soz daye me?
18 Pawlosê şandî ji dostên Xwedê re nivîsandiye ku hêviya wan wê were cih. Em vê yekê ji ku dizanin? Bi îlhama Xwedê, Pawlos ev soz daye me: “Hêvî me xeyalşikestî nake, çimkî hezkirina Xwedê bi destê ruhê pîroz ku ji me re hatiye dayîn, ketiye dilê me” (Romayî 5:5, NWT). Bê şik em dikarin baweriya xwe bi hêviya ku Xwedê daye me bînin.
19. Em ji çi piştrast in?
19 Yehowa ji Birahîm razî bû, wî ew wek dostê xwe didît û sozeke xweş dabû wî. Hêviya Birahîm vala derneket. Kitêba Pîroz dibêje: “Birahîm sebir kir û gihîşt sozê” (Îbranî 6:15; 11:9, 18; Romayî 4:20-22). Ew ji hêviya xwe xeyalşikestî nebû. Em ji vê yekê piştrast in: Hêviya me wê pêk were! Gelek sebebên me hene ku em kêfxweş bin. Eger em dilsoz bimînin, hêviya me wê bê xelatkirin (Romayî 12:12). Pawlos wisa nivîsand: “Bila Xwedayê hêviyê, di baweriyê de dilê we bi hemû şahî û aştiyê tije bike, da ku bi … Ruhê Pîroz hêviya we zêde bibe” (Romayî 15:13).
KILAM 139 Dinyaya Nû Xeyal Bike
a Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku hêviya pêşeroja ronî tê çi maneyê û em çima dikarin bawer bin ku ewê rast derkeve. Emê ji beşa 5an a kitêba Romayî hîn bibin ku hêviya me ji roja ku me rastî nas kiriye heta îro çawa gav bi gav xurttir bûye.