Here Naverokê

Here naverokê

Rêberiya Xwedê ya li Ser Alkolê

Rêberiya Xwedê ya li Ser Alkolê

BÊ GUMAN em qîmetê didin her diyariya ku Yehowa daye me, mesela wek îradeya azad. Li gor Kitêba Pîroz, şerab jî diyariyeke ji Xwedê ye. Peyva Xwedê wisa dibêje: “Ziyafet ji bo kenînê tê çêkirin, şerab şahiyê dide jiyanê” (Waiz 10:19, Mizgînî; Zebûr 104:15). Belkî te dîtiye ku problema hin mirovan bi vexwarina zêde ya alkolê re heye. Wekî din, li seranserê dinyayê der heqê alkolê de nêrînên cuda hene. Gelo em çawa dikarin li ser vexwarina alkolê qerarên bihîkmet bidin?

Em li ku derê dijîn yan kultura ku em tê de mezin bûne her çi be jî, şîretên Xwedê ji bo xêra me ne. Eger em guh bidin rêberiya Xwedê, emê qerarên bihîkmet bidin û bextewar bibin.

Îro em dibînin ku gelek mirov pir caran û zêde alkolê vedixwin. Hin kes ji bo kêfê û hin kes jî ji bo ku ji xem û derdên xwe birevin, alkolê vedixwin. Û li hin cihan vexwarina zêde nîşana mêraniyê ye.

Xwedayê me yê dilovan li ser vê mijarê rêberiyeke bihîkmet daye xizmetkarên xwe. Mesela, wî şîret daye me ku em çawa dikarin xwe ji netîceyên xerab ên vexwarina zêde biparêzin. Methelokên Silêman 23:29-35 behsa halê kesekî serxweş û netîceya vexwarina zêde dike. a Rîspiyekî bi navê Daniel, ê ku li Ewropayê dijî, tîne ziman ku jiyana wî berî ku ew bibe Şahidekî Yehowa çawa bû. Ew wisa dibêje: “Min pir zêde alkol vedixwar. Ji ber vê yekê, min qerarên nebaş didan û gelek bela anîn serê xwe. Gava ez wan rojên xerab tînim bîra xwe, ez hê jî xemgîn dibim.”

Gelo em çawa dikarin li ser vexwarina alkolê qerarên bihîkmet bidin û xwe ji derdên vexwarina zêde biparêzin? Gerek em bihêlin ku nêrîna Xwedê li ser fikir û kirinên me tesîr bike.

Ka em binêrin ku Kitêba Pîroz li ser vexwarina alkolê û hin sebebên wê çi dibêje.

KITÊBA PÎROZ LI SER VEXWARINA ALKOLÊ ÇI DIBÊJE?

Peyva Xwedê vexwarina maqûl a alkolê qedexe nake. Kitêba Pîroz dibêje ku vexwarina şerabê dikare dilê mirovan xweş bike. Peyva Xwedê wisa dibêje: “Tu here bi şahî nanê xwe bixwe û bi dilgeşî şeraba xwe vexwe” (Waiz 9:7, Mizgînî). Îsa Mesîh û hin xizmetkarên Yehowa yên din jî carinan şerab vedixwar (Meta 26:27-29; Lûqa 7:34; 1. Tîmotêyos 5:23).

Peyva Xwedê eşkere dike ku di navbera vexwarina maqûl û serxweşbûnê de ferqeke mezin heye. Ew wisa dibêje: “Bi şerabê serxweş nebin” (Efesî 5:18). Wekî din, ew dibêje ku kesên “serxweş … Padîşahiya Xwedê mîras nastînin” (1. Korîntî 6:10). Belê, Yehowa ji vexwarina zêde û serxweşbûnê nefret dike. Li şûna ku em li gor kultura xwe bimeşin, em dixwazin li gor şîreta ku Xwedê daye me hereket bikin.

Hin kes dibêjin, ew dikarin gelek alkolê vexwin û serxweş nebin. Lê ev fikra hanê gelek bitalûke ye. Nivîsarên Pîroz vê yekê dibêje: Kesên ku dibin “bindestê şerabê” dikarin şaşiyên mezin bikin û li hemberî Yehowa gunehên giran bikin (Tîtos 2:3; Methelokên Silêman 20:1). Îsa Mesîh gotibû ku eger em zêde vexwin, emê nikaribin derbasî dinyaya nû bibin (Lûqa 21:34-36). Gelo çi dikare alî me bike ku em nebin bindestê alkolê?

LI SER SEBEB Û ADETÊN VEXWARINÊ BIFIKIRE

Eger em tenê li gor kultura xwe li ser vexwarina alkolê bifikirin, belkî emê zerarê bidin xwe. Em dixwazin ku Yehowa di warê xwarin û vexwarinê de ji me razî be. Kitêba Pîroz vê şîretê dide me: “Loma hûn her çi bixwin, her çi vexwin, her çi bikin, her tiştî ji bo rûmeta Xwedê bikin” (1. Korîntî 10:31). Ka em li ser hin pirsan û prensîpên Kitêba Pîroz bifikirin.

Gelo ez dixwazim tenê dilê kesên din xweş bikim? Kitêba Pîroz dibêje ku gerek em “li pey qelebalixê” neçin (2. Mûsa 23:2, Mizgînî). Yehowa ji Îsraîliyan re got ku gerek ew li pey kesên ku şîretên wî binpê dikin, neçin. Gerek em jî guh bidin vê şîretê. Eger em di warê alkolê de bikevin bin bandora fikrên kesên din, belkî emê ji qanûn û prensîpên Yehowa dûr bikevin (Romayî 12:2).

Gelo ez dixwazim qeweta xwe nîşan bidim? Di hin kulturan de, vexwarina zêde tiştekî normal e (1. Petrûs 4:3). Lê bala xwe bidê ku 1. Korîntî 16:13 me teşwîqî çi dike: “Hişyar bin, di baweriyê de hîmgirtî bin, mêrxas bin, hêzdar bin.” Gelo alkol hiş û dilê me xurttir dike? Na! Alkol dikare hiş û aqlê me tev li hev bike û bibe sebebê qerarên nebaş. Bi eslê xwe, vexwarina zêde ne nîşana hêz û qewetê ye, lê nîşana zeîfbûnê ye. Mesela, Îşaya 28:7 behsa kesekî dike, yê ku ji ber vexwarina alkolê xwaromaro dimeşe û dû re diterpile.

Hêza rastîn ji Yehowa tê. Ji bo ew vê hêzê bide me, gerek em hişyar bimînin û di baweriyê de xurt bin (Zebûr 18:32). Gerek em ji talûkeyan û her tiştê ku dikare zerarê bide dostaniya me ya bi Yehowa re dûr bisekinin. Îsa Mesîh emsaleke pir baş ji me re hiştiye. Gava ew li ser rûyê erdê bû, wî bi cesaret ya rast dikir. Ji ber vê yekê, kesên din qedir û hurmeta wî digirt.

Gelo ez dixwazim xem û derdên xwe ji bîr bikim? Zebûrbêjekî ji Yehowa re got: “Gava ku tengahî dadigirin hundirê min, xemrevandina te rihet dike canê min” (Zebûr 94:19). Gava dilê te teng dibe, xwe bispêre Yehowa, ne alkolê. Ji bo ku dilê te rihet bibe, gelek caran ji Yehowa re dua bike û dilê xwe ji wî re veke. Wekî din, gelek kes ji xwişk û birayên gihîştî şîretê dixwazin. Ji bîr neke: Gava mirov ji ber derdên xwe vedixwe, ev yek dikare îradeya wî sist bike. Di netîceyê de, dibe ku ew bêexlaqiyê yan jî tiştekî nebaş bike (Hoşeya 4:11). Daniel, ê ku me berê behsa wî kiribû, vê yekê îtiraf dike: “Ez dilteng bûbûm û min xwe sûcdar dikir. Ji bo ez xemên xwe ji bîr bikim, min gelek caran dest diavêt alkolê. Lê dû re problemên min zêdetir dibûn. Min hevalên xwe winda kirin û xwe bêqîmet didît.” Çi alî Daniel kir? Ew dibêje: “Min fehm kir ku ez hewceyî Yehowa me, ne alkolê. Bi alîkariya Xwedê, min xem û derdên xwe bi serkeftî çareser kirin.” Rewşa me bêçare xuya bike jî, Yehowa her tim destê alîkariyê dirêjî me dike (Filîpî 4:6, 7; 1. Petrûs 5:7).

Eger tu carinan alkolê vedixwî, ka li ser van pirsan bifikire: “Gelo ferdekî malbata min yan hevalekî min li ser vexwarina min xemê dixwe?” Eger wisa be, belkî haya te jê nîne ku tebîetekî wisa li ba te çêbûye. “Gelo ez ji berê zêdetir vedixwim?” Eger wisa be, gelo dibe ku tu hêdî hêdî dibî êsîrê alkolê. “Gelo ji bo min zehmet e ku ez hin rojan yan wexteke dirêj bêyî alkolê derbas bikim?” Eger wisa be, dibe ku te vexwarina alkolê ji xwe re kiriye adeteke xerab. Di vê rewşê de, belkî alîkariya doktor ji te re lazim e.

Ji ber ku vexwarina alkolê dikare bibe sebebê gelek kul û derdan, hin xizmetkarên Xwedê venaxwin. Hin kes jî ji tehma alkolê hez nakin. Eger xwişk yan jî birayek nexwaze alkolê vexwe, hurmetê bide qerara wî.

Tu dikarî ji xwe re sînoran deynî. Ji berê ve qerarê bide ku tu dixwazî çi qas û çend caran vexwî. Yan jî, bifikire ku tu dixwazî kengê – mesela heftiyê carekê yan jî di dema xwarinê de – bi maqûlî vexwî. Kesên din qerar daye ku kîjan alkolê vexwin û kîjanê na. Mesela, ew şerab yan bîrayê vedixwin, lê dest nadin vexwarinên ku asta alkolê tê de bilind e. Ji bo kesê ku ji xwe re sînor daniye hêsantir e ku ji hedê xwe derbas nebe. Gerek şagirtekî Îsa Mesîh yê gihîştî li ser fikra ku kesên din li ser sînorên ku wî li ser vexwarina alkolê danîne çi difikirin, xemê nexwe.

Gava em qerarekê didin, gerek em bifikirin ku kesên din vê yekê çawa dibînin. Romayî 14:21 dibêje: “Ya qenc ew e ku tu goşt nexwî, şerabê venexwî û tu tiştê ku birayê te pê diterpile nekî.” Tu çawa dikarî vê şîretê bînî cih? Hezkirinê nîşan bide. Mesela, eger tu bibînî ku kesek ji vexwarina alkolê aciz dibe, wê baş be ku tu li ber wî venexwî. Bi vî awayî, tuyê nîşan bidî ku tu qedir û qîmetê didî hîsên wî û qenciya wî dixwazî (1. Korîntî 10:24).

Wekî din, gerek em guh bidin qanûnên dewletê yên li ser alkolê. Li gor van qanûnan, belkî ji bo vexwarina alkolê sînorê sal û emir hatiye danîn yan jî belkî qedexe ye ku mirov di bin tesîra alkolê de erebeyê bajo yan makîneyan bi kar bîne (Romayî 13:1-5).

Yehowa gelek diyariyên baş ji me re pêşkêş kirine. Yek ji wan îradeya azad e. Em bi xwe dikarin qerarê bidin ku em çi bixwin û çi vexwin. Lê em ji dil dixwazin bi qerarên xwe nîşan bidin ku em qîmetê didin vê azadiya ku Yehowa daye me. Belê, em dixwazin dilê Xwedê şa bikin.

a Li gor rapora rêxistineke tenduristiyê ya li Amerîkayê vexwarina zêde ya alkolê dibe sebebê van tiştan: mirin, xwekuştin, zordariya li hemberî hevalê zewacê, destavêtina cinsî û jiberçûyîna zarokan.