Tê Bîra Te?
Gelo te kovarên Birca Çavdêriyê yên îsal baş xwendine? Gelo tu bersiva van pirsan dizanî?
Em çawa dikarin “bi nûbûna hişê xwe werin guhertin”? (Romayî 12:2)
“Nûbûna hişê” me ne tenê ew e ku em jiyana xwe bi çend karên qenc bixemilînin. Gerek em xwe biguherînin, da ku em heta ku ji destê me tê li gor standardên Xwedê bijîn (w23.01, rûp. 8-9).
Em çawa dikarin bi çavekî maqûl li halê dinyayê binêrin?
Em meraq dikin ka tiştên ku niha li dinyayê diqewimin çawa nîşan didin ku gotinên Kitêba Pîroz tên cih. Lê gerek em li ser îhtimalan xeber nedin. Em qet naxwazin bi gotinên xwe yekîtiya civatê xera bikin. A baştir ew e ku em sohbetên xwe li ser bingeha weşanên teşkîlata Yehowa ava bikin (1. Korîntî 1:10) (w23.02, rûp. 16).
Vaftîzbûna Îsa Mesîh çawa ji ya şagirtên wî cuda ye?
Ne hewce bû ku ew jiyana xwe bide destê Yehowa, çimkî ew li nav miletekî ku jiyana xwe dabû destê Yehowa hatibû dinyayê. Ne hewce bû ku ew ji gunehekî tobe bike, çimkî ew yekî bêqisûr û bêguneh bû (w23.03, rûp. 5).
Em çawa dikarin alî kesên din bikin ku ew di civînan de bersivê bidin?
Eger bersivên me kin bin, emê rê bidin kesên din ku ew destê xwe bilind bikin. Gerek em hemû nuqteyan nebêjin. Bi vî awayî, wê çend bersiv ji kesên din re bimînin (w23.04, rûp. 23).
Rêya Pîroz, ya ku di Îşaya 35:8 de derbas dibe, tê çi maneyê?
Ev rêya mecazî pêşîn ji bo rêya Cihûyan hat gotin. Ev rê ji Babîlê diçû welatê wan Îsraîlê. Di dem û dewrana me de, di sedsalên berî sala 1919an de, xebatên ji bo hazirkirina vê rêyê, wek tercûmekirin û çapkirina Kitêba Pîroz, hatibûn kirin. Rêveçûna li ser vê rêyê alî me dike ku em tim ji Yehowa re îbadetê bikin û bigihîjin bereketên ku Xwedê wê bi destê hukimdariya xwe bide me (w23.05, rûp. 15-19).
Methelokên Silêman beşa 9an behsa kîjan du pîrekên mecazî dike?
Methelokên Silêman dibêje ku teklîfa “pîreka bêaqil” dibe “mirinê” û teklîfa jina ku bi “hîkmeta rastîn” hatiye temsîlkirin, dibe “rêya aqil” û jiyanê (Methelokên Silêman 9:1, 6, 13, 18) (w23.06, rûp. 22-24).
Xwedê çawa dilnizmî û maqûliya xwe nîşanî Lût da?
Yehowa ji Lût re got ku gerek ew ji Sodomê bireve herêmeke çiyayî. Lê Lût li şûna ku here çiyê, ji Xwedê îzin xwest ku here bajarê Zoarê. Xwedê daxwaza Lût qebûl kir (w23.07, rûp. 21).
Eger zilamê te li pornografiyê temaşe dike, tu dikarî çi bikî?
Xwe sûcdar neke. Bala xwe bide dostaniya xwe ya bi Xwedê re. Kitêba Pîroz behsa serpêhatiyên jinên derdgiran dike. Xwedê hizûr dida wan. Serpêhatiyên wan bixwîne û li ser wan kûr bifikire. Alî zilamê xwe bike ku ew ji rewşên bitalûke dûr bisekine (w23.08, rûp. 14-17).
Em çawa dikarin bersivê bidin kesekî ku dixwaze baweriya me rexne bike?
Pirsa kesekî din eşkere dike ku ew çawa difikire yan jî bi çi bawer dike. Bi vî şeklî, fersend dikeve destê me ku em jê re bi nermî behsa xebera xêrê bikin (w23.09, rûp. 17).
Ji bo standina hêz û qewetê, em dikarin ji Meryemê çi hîn bibin?
Gava Meryem pê hesiya ku ewê bibe diya Mesîh, wê hêz û qewet ji kesên din stand. Melek Cibrayîl û Êlîzabêtê bi Nivîsarên Pîroz dilê wê xurt kir. Em jî dikarin hêz û qewetê ji xwişk û birayan bistînin (w23.10, rûp. 15).
Yehowa çawa bersiva duayên me dide?
Ew soz dide ku ew duayên me dibihîze û ew daxwazên me û armanca xwe dide ber hev (Yêremya 29:12). Yehowa carinan eynî daxwazan bi awayên cuda dibersivîne, lê ewê her tim alî me bike (w23.11, rûp. 21-22).
Romayî 5:2 behsa hêviyê dike, îcar ayeta 4an çima vê gotinê dubare dike?
Kesê ku guh dide xebera xêrê, dibe xwediyê hêviya jiyana herheyî ya li ser rûyê erdê. Lê gava ew tehemûla tengasiyên xwe dike û dibîne ku Xwedê ji wî razî ye, hêviya wî xurttir dibe (w23.12, rûp. 12-13).