MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 52
Xwişkên Ciwan – Bibin Şagirtên Îsa Mesîh yên Gihîştî
“Bila jin … di hedê xwe de bin û di her tiştî de dilsoz bin” (1. TÎMOTÊYOS 3:11).
KILAM 133 Di Ciwaniya Xwe de ji Yehowa re Xizmet Bike
PÊŞGOTIN a
1. Ji bo ku em bibin şagirtên Îsa Mesîh yên gihîştî, gerek em çi bikin?
GAVA em dibînin ku zarok çi qas zû mezin dibin, em ji vê yekê re heyran dimînin. Wisa xuya dike ku zarok xwe bi xwe bêxîret mezin dibin. Lê belê, ji bo ku em bibin şagirtên Îsa Mesîh yên gihîştî, ev yek bi xwe çênabe b (1. Korîntî 13:11; Îbranî 6:1). Ji bo vê yekê, gerek em dostaniya xwe ya bi Yehowa re xurttir bikin. Wekî din, ji bo ku em sifetên li gor dilê Xwedê ava bikin, hunerên bifeyde bi pêş bixin û ji bo mesûliyetan xwe hazir bikin, ruhê pîroz ji me re lazim e (Methelokên Silêman 1:5).
2. Em ji 1. Mûsa 1:27 çi hîn dibin, û di vê meqaleyê de, emê bala xwe bidin çi?
2 Yehowa mirov wek jin û mêr afirandine (1. Mûsa 1:27 bixwîne). Jin û mêr hem ji aliyê bedenî ve hem jî di warên din de ji hev cuda ne. Mesela, Yehowa jin û mêr wisa çêkirine ku ew rolên cuda bînin cih. Ji bo ku ew wezîfeyên xwe pêk bînin, sifet û hunerên taybet ji wan re lazim in (1. Mûsa 2:18). Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku xwişkên ciwan çawa dikarin bibin şagirtên Îsa Mesîh yên gihîştî. Di meqaleya din de, emê lêkolîn bikin ku birayên ciwan çawa dikarin bibin kesên gihîştî.
SIFETÊN LI GOR DILÊ YEHOWA AVA BIKIN
3-4. Xwişkên ciwan dikarin emsalên baş li ku derê bibînin? (Li resim jî binêre.)
3 Serpêhatiyên gelek jinên ku ji Yehowa hez dikir û jê re xizmet dikir, di Kitêba Pîroz de hatine nivîsandin. Wek ayeta sereke bi zimanekî xweş dibêje, ew “di hedê xwe de” bûn û “di her tiştî de dilsoz” bûn. Îro di civatên me de jî, xwişkên ku ji dil ji Yehowa hez dikin û bûne şagirtên Îsa Mesîh yên gihîştî, hene. Xwişkên ciwan dikarin ji wan gelek tiştan bielimin.
4 Xwişkên delal, bifikirin ku hûn dikarin ji xwişkên gihîştî çi hîn bibin. Dû re bala xwe bidin sifetên wan ên baş. Di paragrafên din de, emê bibînin ku gerek kîjan sê sifetên muhîm bi xwişkên gihîştî re hebin.
5. Çima muhîm e ku jinên gihîştî nefsbiçûk bin?
5 Nefsbiçûkî ji bo xizmetkarên Xwedê yên gihîştî pir muhîm e. Eger jinek nefsbiçûk be, dostaniya wê ya bi Yehowa û kesên din re wê xweş be (Aqûb 4:6). Mesela, jina ku ji Yehowa hez dike bi nefsbiçûkî prensîpa serîtiyê destek dike (1. Korîntî 11:3). Ev prensîpa ku Bavê me yê li ezmanan daniye, gerek hem di civatê de hem jî di malbatê de bê bikaranîn. c
6. Xwişkên ciwan dikarin ji Rebekayê çi bielimin?
6 Ka bala xwe bide mîsala Rebekayê. Ew jineke jîr û aqilmend bû. Wê di temamiya emrê xwe de qerarên bihîkmet didan û wê dizanibû ku gavên xwe kengê û çawa bavêje (1. Mûsa 24:58; 27:5-17). Wê qedrê kesên din digirt û hazir bû ku guh bide rêberiyê (1. Mûsa 24:17, 18, 65). Eger tu wek Rebekayê nefsbiçûk bî û guh bidî kesên ku Yehowa ji bo rêberiya me hilbijartine, tuyê tesîreke baş hem li ser malbata xwe hem jî li ser civata xwe bihêlî.
7. Xwişkên ciwan çawa dikarin wek Esterê maqûliya xwe nîşan bidin?
7 Maqûlî jî ji hemû xizmetkarên Xwedê yên gihîştî re lazim e. Kitêba Pîroz dibêje: “Kesên ku bi hedê xwe dizanin [yanî maqûl in], hîkmet bi wan re ye” (Methelokên Silêman 11:2, NWT). Ester jineke maqûl û li gor dilê Xwedê bû. Gava ew bû melîke, dîsa jî ew ji hedê xwe dernediket. Wê guh dida şîretên pismamê xwe Mordekay (Ester 2:10, 20, 22). Belê, gava tu ji xwe re şîretan dixwazî û wan pêk tînî, tu maqûliya xwe nîşan didî (Tîtos 2:3-5).
8. 1. Tîmotêyos 2:9, 10 çawa alî xwişkên ciwan dike ku ew di warê şekl û şemala xwe de maqûl bin?
8 Esterê maqûliya xwe bi rengekî din jî nîşan dida. “Bejnûbala wê xweşik” bû, lê wê bala kesên din nedikişand ser xwe (Ester 2:7, 15). Xwişkên me çawa dikarin ji mîsala Esterê feydeyê bistînin? Pawlosê şandî ji jinan re got ku bila ew bi awayekî sade û maqûl xwe bixemilînin (1. Tîmotêyos 2:9, 10 ji wergera KP bixwîne). Peyvên Yûnanî, yên ku di van ayetan de hatine bikaranîn, nîşan didin ku gerek cil û bergên jinan hurmetê bidin Xwedê. Wekî din, gerek ew di vî warî de hîs û fikrên kesên din jî bihesibînin. Xwişkên jîr û jêhatî, em bi we serbilind in ku hûn ji dil guh didin vê şîretê!
9. Ji mîsala Abîgaîlê, em dikarin çi bielimin?
9 Ji bo gihîştîbûnê, fehmdarî jî lazim e. Fehmdarî çi ye? Mirovekî fehmdar dikare tiştên baş û xerab ji nav hev derxe û gavên bihîkmet bavêje. Ka em li mîsala Abîgaîlê binêrin. Zilamê wê yê cirnexweş qerareke nebaş da û wisa jiyana hemû kesên di mala xwe de kir talûkeyê. Abîgaîlê hema di cih de hereket kir. Bi xêra fehmdariya wê, jiyana gelek kesan xelas bû (1. Samûyêl 25:14-23, 32-35). Kesên fehmdar dizanin ku wexta hişbûnê û wexta xeberdanê heye. Gava ew bi kesên din re eleqedar dibin, ew nakevin nav meseleyên wan ên şexsî û hedê xwe dizanin (1. Selanîkî 4:11).
HUNERÊN BIFEYDE BI PÊŞ BIXE
10-11. Xwendin û nivîsandin çima bifeyde ne? (Li resim jî binêre.)
10 Divê xwişkên me hunerên bifeyde bi pêş bixin. Hin tiştên ku ew di zaroktiya xwe de dielimin ji bo temamiya jiyana wan bifeyde ne. Emê niha li çend mîsalan binêrin.
11 Xwendin û nivîsandinê baş hîn bibe. Di hin kulturan de, qîmeta xwendina jinan tune ye. Lê ev huner ji bo hemû şagirtên Îsa Mesîh pir muhîm e (1. Tîmotêyos 4:13). Her çi qas zor be jî, nehêle ku tu tişt ji xwendin û nivîsandina te re bibe asteng. Xwendin û nivîsandin çima ew qas muhîm e? Hunerên wisa dikarin alî te bikin ku tu ji xwe re karekî baş bibînî. Wekî din, tuyê bikaribî Peyva Xwedê bi rihetî lêkolîn bikî û bibî mamosteyeke Peyva Xwedê. Ya herî muhîm ev e: Gava tu Peyva Xwedê bixwînî û lêkolîn bikî, tuyê nêzîktirî Yehowa bibî (Yêşû 1:8; 1. Tîmotêyos 4:15).
12. Em ji Methelokên Silêman 31:26 çi dielimin?
12 Hunera xeberdanê tim bi pêş bixe. Şagirtên Îsa Mesîh gerek bi awayekî baş bipeyivin. Aqûb ev şîret daye me: “Bila her mirov di bihîstinê de bi lez be, di peyivîn û hêrsbûnê de giran be” (Aqûb 1:19). Gava tu ji dil guhdariya kesên din dikî, tu nîşan didî ku tu yekî “dilbirehm” î (1. Petrûs 3:8). Eger te ji hîs yan jî gotinên kesekî din fehm nekiribe, bi nazikî jê bipirse ku ew çi hîs dike yan jî çi difikire. Ewilî bifikire û dû re xeber bide (Methelokên Silêman 15:28). Ji xwe bipirse: “Tiştên ku ezê bêjim, gelo rast in û wê kesên din teşwîq bikin? Gelo gotinên min nazik û dilovan in?” Xwişkên ku ji dil guhdarî dikin û bi nazikî dipeyivin ji xwe re bike emsal. Baş bala xwe bide xeberdana wan (Methelokên Silêman 31:26 ji wergera Mizgînî bixwîne). Belê, xeberdana xweş rêya gihîştina dilan e.
13. Tu çawa dikarî şixulê malê bielimî? (Li resim jî binêre.)
13 Şixulê malê hîn bibe. Li gelek deran, şixulê malê di destê jinan de ye. Tu dikarî ji diya xwe yan jî ji xwişkên civatê şixulê malê bielimî. Xwişkek me wisa dibêje: “Yek ji wan tiştên ku diya min hînî min kiriye ev e ku ked û xîret dilxweşiyê tîne. Ez hîn bûme ku xwarinê çêkim, paqijiyê bikim, dirûtinê bikim û tiştên lazim ji bo malê bikirim. Bi xêra vê yekê, jiyana min rihettir bûye û ez dikarim ji Yehowa re zêdetir xizmetê bikim. Wekî din, ez ji diya xwe hîn bûme ku mêvanhez bim. Bi vî awayî, min gelek xwişk û birayên ku min ji serpêhatiyên wan feyde standiye, nas kirine” (Methelokên Silêman 31:15, 21, 22). Xwişkeke jêhatî û mêvanperwer, ya ku mala xwe îdare dike, hem ji bo malbata xwe hem jî ji bo civata xwe bereketeke mezin e (Methelokên Silêman 31:13, 17, 27; Karên Şandiyan 16:15).
14. Tu ji serpêhatiya Crystalê çi dielimî, û gerek em çi ji bîr nekin?
14 Li ser lingên xwe bisekine. Ji bo hemû xizmetkarên Xwedê yên gihîştî hedefeke pir xweş ew e ku ew li ser lingên xwe bisekinin (Filîpî 4:11). Xwişka me Crystal dibêje: “Dê û bavê min ez teşwîq dikirim ku ez di mekteba xwe de kursên bifeyde hilbijêrim. Bi teşwîqa bavê xwe, ez ketim sinifa hesabdariyê û îro jî ez feydeya vê yekê dibînim.” Ne bes e ku mirov tenê meslekekî bielime. Gerek mirov bizanibe ku îdareya pereyê xwe jî bihîkmet bike (Methelokên Silêman 31:16, 18). Ji bo ku tu bikaribî bala xwe bidî xizmeta Yehowa, jiyaneke sade hilbijêre û nekeve bin barê deynên nelazim (1. Tîmotêyos 6:8).
JI BO PÊŞEROJÊ XWE HAZIR BIKE
15-16. Xwişkên nezewicî çima pir biqedir û qîmet in? (Marqos 10:29, 30)
15 Bi pêşxistina sifetên ruhî û hunerên biqîmet tuyê hîn bibî ku di pêşerojê de qerarên baştir bidî. Ka bala xwe bide çend hedefan.
16 Tu dikarî ji bo wextekê azib bimînî. Wek Îsa Mesîh gotibû, hin kes qerarê didin ku nezewicin. Her çi qas ev yek di kultura wan de tiştekî ecêb be jî, hin xwişk vê qerarê didin (Meta 19:10-12). Kesên din ji ber sebebên cuda azib dimînin. Em dikarin emîn bin ku Yehowa û Îsa Mesîh gelek qîmetê didin kesên ku nezewicî ne. Li seranserê dinyayê, xwişkên nezewicî ji bo civatên xwe bereketeke mezin in. Ew ji kesên din hez dikin û li wan xwedî derdikevin. Ew ji bo gelek kesan dibin xwişk û dayikên ruhî (Marqos 10:29, 30 bixwîne; 1. Tîmotêyos 5:2).
17. Xwişkeke ciwan çawa dikare xwe ji bo xizmeta tamrojî hazir bike?
17 Xizmeta tamrojî. Kesên ku herî zêde karê belavkirina mizgînê dikin, xwişkên me yên jîr û jêhatî ne (Zebûr 68:11). Gelo tu dikarî xizmeta tamrojî ji xwe re bikî hedef? Mesela, tu dikarî bibî pêşeng, destekê bidî projeyên avakirinê yan jî li Beytelê xizmetê bikî. Li ser hedefa xwe bi Yehowa re xeber bide. Ji kesên din bipirse ku ew çawa gihîştine vê hedefê, û pê derxe ku gerek tu ji bo vê hedefê çi bikî. Dû re planên maqûl çêke. Eger tu bibî xizmetkareke tamrojî, di xizmeta Yehowa de gelek deriyên nû û xweş wê li ber te vebin.
18. Xwişkek çawa dikare ji bo zewacê hevalekî baş hilbijêre? (Li resim jî binêre.)
18 Zewac. Sifet û hunerên ku me behsa wan kir wê alî te bikin ku tu di zewacê de bibî hevaleke baş. Eger tu bixwazî bizewicî, hevalê xwe yê zewacê baş hilbijêre. Di jiyana te de, ev qerar yek ji qerarên herî muhîm e. Li ser vê yekê bifikire: Gava tu bizewicî, zilamê te wê bibe serê malê (Romayî 7:2; Efesî 5:23, 33). Loma ji xwe bipirse: “Gelo ew şagirtekî Îsa yê gihîştî ye? Gelo Yehowa di jiyana wî de cihê pêşîn digire? Gelo ew qerarên bihîkmet dide? Gelo ew şaşiyên xwe qebûl dike? Gelo ew qedrê jinan digire? Gelo ew dikare ji aliyê ruhî û madî ve destekê bide min û ji min re bibe hevalekî baş? Gelo ew mesûliyetên xwe baş tîne cih? Mesela, di civatê de çi wezîfeyên wî hene û ew wan çawa pêk tîne?” (Lûqa 16:10; 1. Tîmotêyos 5:8). Belê, eger tu bixwazî ji bo zewacê ji xwe re hevalekî baş bibînî, gerek tu bi xwe jî ji bo zewacê bibî hevaleke baş.
19. Çima ji bo xwişkekê şerefeke mezin e ku Kitêba Pîroz wê wek “alîkar” bi nav dike?
19 Kitêba Pîroz jineke baş wek “alîkareke li gor” zilam bi nav dike e (1. Mûsa 2:18, Mizgînî). Ma ev gotin qedir û qîmeta jinê kêm dike? Na! Bi eslê xwe, ev yek ji bo wê şerefeke mezin e. Kitêba Pîroz gelek caran dibêje ku Yehowa jî “alîkar” e (Zebûr 54:4; Îbranî 13:6). Gava xanimek piştgiriya zilamê xwe dike û alî wî dike ku ew ji bo malbatê qerarên baş bide, ew pê re dibe alîkar. Ew ji Yehowa hez dike. Loma ew li ber kesên din bi xerabî behsa zilamê xwe nake û pesnê wî dide (Methelokên Silêman 31:11, 12; 1. Tîmotêyos 3:11). Ji bo ku tu ji bo zewacê bibî hevaleke baş, hezkirina Yehowa di dilê xwe de mezintir bike û di mal û civatê de alîkariya kesên din bike.
20. Dayikek çawa dikare di malbatê de hizûrê pêk bîne?
20 Dê. Piştî zewacê, gelek kes dixwazin bibin dê û bavê zarokan (Zebûr 127:3). Ji berê ve bifikire ku ev yek tê çi maneyê. Sifet û hunerên ku di vê meqaleyê de derbas dibin, wê alî te bikin ku tu bibî jin û dayikeke baş. Hezkirin, dilovanî û sebra te wê di malbata te de hizûrê pêk bîne (Methelokên Silêman 24:3).
21. Em li ser xwişkên me çi difikirin, û çima? (Li resmê li rûyê kovarê binêre.)
21 Xwişkên delal, hûn ji dil ji bo Yehowa û xizmetkarên wî gelek tiştên baş dikin (Îbranî 6:10). Hûn pir xîret dikin ku sifet û hunerên biqîmet bi pêş bixin. Ev yek wê jiyana we û jiyana kesên din hê xweştir bike. Hûn ji bo Yehowa û teşkîlata wî pir biqîmet in! Em ji we pir hez dikin!
KILAM 137 Xwişkên Dilsoz
a Xwişkên delal, hûn di civatê de ji bo me pir biqîmet in. Eger hûn sifetên li gor dilê Xwedê ava bikin, hunerên bifeyde bi pêş bixin û ji bo pêşerojê xwe hazir bikin, hûnê bibin şagirtên Îsa Mesîh yên gihîştî. Bi vî awayî, hûnê di xizmeta Yehowa de gelek bereketan bistînin.
b NOT: Şagirtekî Îsa Mesîh yê gihîştî dihêle ku Xwedê bi destê ruhê pîroz rêberiya wî bike. Lê ew nahêle ku hîkmeta dinyayê li ser wî tesîr bike. Ew li ser şopa Îsa Mesîh dimeşe, xîret dike ku dostaniya xwe ya bi Yehowa re xurttir bike û hezkirineke fedakar nîşanî kesên din dide.
c Li Birca Çavdêriyê, Sibat 2021, rûp. 14-19, binêre.