Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 50

KILAM 135 Yehowa Dibêje: “Lawê Min, Bihîkmet Be!”

Dê û Bavno, Alî Zarokên Xwe Bikin ku Ew Nêzîktirî Yehowa Bibin

Dê û Bavno, Alî Zarokên Xwe Bikin ku Ew Nêzîktirî Yehowa Bibin

“Fêm bikin daxwaza Xwedê – tiştên qenc, meqbûl û bêkêmahî – çi ye” (ROMAYÎ 12:2).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Ev meqale nîşan dide ku dê û bav çawa dikarin bi zarokên xwe re li ser Xwedê û li ser Kitêba Pîroz sohbetê bikin û alî wan bikin ku ew nêzîktirî Xwedê bibin.

1-2. Gava zarok di heqê baweriya me de pirsan dipirsin, gerek dê û bav çi bikin?

 PERWERDEKIRINA zarokan îşekî mezin e. Eger zarokên we hene, hûn bê şik pir xîret dikin ku baweriya wan xurttir bikin, û Xwedê ji keda we razî ye (5. Mûsa 6:6, 7). Her ku zarokên we mezintir dibin, dibe ku ew li ser baweriya me û li ser qanûnên exlaqê yên Kitêba Pîroz hin pirsên cidî bipirsin.

2 Di serî de, dibe ku hûn ji ber pirsên zarokên xwe bifikirin ku baweriya wan sist bûye. Lê belê, her ku zarok mezintir dibin, bi eslê xwe lazim e ku ew pirsan bipirsin ji bo ku baweriya wan xurttir bibe (1. Korîntî 13:11). Loma, ne lazim e ku hûn bitirsin. Gava zarokên we pirsan dipirsin, hûn dikarin alî wan bikin ku ew kûr bifikirin, û bi vî awayî baweriya xwe ya bi Xwedê û Kitêba Pîroz xurttir bikin.

3. Di vê meqaleyê de, emê çi hîn bibin?

3 Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku dê û bav çawa dikarin alî zarokên xwe bikin ku ew (1) baweriya xwe xurttir bikin, (2) feydeyên qanûnên Kitêba Pîroz ên li ser exlaqê baştir fehm bikin û (3) baweriya xwe li hemberî muxalefetê biparêzin. Wekî din, emê bibînin ku çima baş e ku zarok pirsan bipirsin, û hûn çawa dikarin fersendên ji bo sohbetên li ser Kitêba Pîroz çêkin.

ALÎ ZAROKÊN XWE BIKIN KU EW BAWERIYA XWE XURTTIR BIKIN

4. Dibe ku zarokên we çi bipirsin, û çima?

4 Dê û bav gerek ji bîr nekin ku baweriya bi Yehowa bi otomatîk derbasî zarokan nabe. Gava hûn hatin dinyayê, we bi otomatîk bi Yehowa bawer nedikir, û halê zarokên we jî wisa ye. Loma, dibe ku bi zeman re hin pirsên zarokên we hebin, mesela: “Em ji ku dizanin ku Xwedê heye? Gelo gotinên Kitêba Pîroz bi rastî pêbawer in?” Kitêba Pîroz dibêje ku bila em “aqlê xwe” bi kar bînin û “her tiştî ji hev derxin” (Romayî 12:1, NWT; 1. Selanîkî 5:21). Lê hûn çawa dikarin alî zarokên xwe bikin ku ew baweriya xwe xurttir bikin?

5. Dê û bav çawa dikarin alî zarokên xwe bikin ku ew baweriya xwe bi Kitêba Pîroz bînin? (Romayî 12:2)

5 Alî zarokên xwe bikin ku ew li îsbatan bigerin ku gotinên Kitêba Pîroz rast in (Romayî 12:2 ji tercûmeya NWT bixwîne). Gava zarokên we pirsan dipirsin, nîşanî wan bidin ku ew çawa dikarin bi destê weşan û vîdeoyên me li îsbatan bigerin ku Kitêba Pîroz ne tenê kitêbeke xweş e, yê ku ji aliyê însanan ve hatiye nivîsîn, lê bi rastî jî “peyva Xwedê” ye (1. Selanîkî 2:13). Mesela, zarok dikarin di heqê bajarê Nînewayê de lêgerînê bikin. Berê, hin rexnekarên Kitêba Pîroz digot ku di împaratoriya Asûrê de, bajarekî wisa tune bû. Lê li dora sala 1850yî, arkeologan wêraneyên Nînewayê dîtin, û wan fehm kir ku gotinên Kitêba Pîroz ên li ser vî bajarî rast in (Tsêfanya 2:13-15). Ji bo melûmata li ser vê ku Kitêba Pîroz wêrankirina Nînewayê çawa ji berê ve gotibû, zarok dikarin di kovara Birca Çavdêriyê ya Mijdar 2021 de li meqaleya “Te Zanibû?” binêrin. Bila zarokên we melûmata li weşanên me bi melûmata li çavkaniyên din re muqayese bikin û xwe bi xwe bibînin ku gotinên Kitêba Pîroz çi qas pêbawer in.

6. Dê û bav çawa dikarin alî zarokên xwe bikin ku ew pê derxin ku gotinên Kitêba Pîroz rast in? (Li resim jî binêre.)

6 Alî zarokên xwe bikin ku ew pê derxin ku gotinên Kitêba Pîroz çima rast in. Li fersendan bigerin ku bi zarokên xwe re li ser Kitêba Pîroz yan li ser baweriya bi Xwedê sohbetê bikin. Gava hûn bi hev re diçin cihên wek muze, park yan galeriyeke li buroyeke Şahidên Yehowa, dibe ku fersendên wisa çêbin. Gava hûn di muzeyekê de digerin, hûn dikarin bala zarokên xwe bikişînin ser bûyer yan nesneyên tarîxî, yên ku dikarin baweriya wan xurttir bikin ku gotinên Kitêba Pîroz rast in. Mesela, hûn dikarin behsa Kevirê Moabê bikin, ê ku 3.000 sal berê hat çêkirin. Gelo zarokên we dizanin ku li ser vî kevirê kevn navê Xwedê heye? Ev kevir li Parîsê di Muzeya Louvreyê de tê xwedîkirin. Wekî din, kopyayeke Kevirê Moabê li Merkeza Cîhanî ya Şahidên Yehowa ya li Warwickê (New York, DYA) li galeriya “Kitêba Pîroz û Navê Xwedê” tê nîşandayîn. Nivîsa li ser Kevirê Moabê dibêje ku padîşahê Moabê Meşa li hemberî Îsraîlê serî hilda. Kitêba Pîroz jî behsa vê bûyerê dike (2. Qiralan 3:4, 5). Eger zarokên we bi çavê xwe bibînin ku gotinên Kitêba Pîroz rast in, baweriya wan wê xurttir bibe (li 2. Dîrokan 9:6 jî binêre).

Fikirîna li ser tiştên ku li muzeyan tên nîşandayîn çawa dikare baweriya zarokên we xurttir bike? (Li paragrafa 6an binêre)


7-8. (a) Em dikarin ji xweşikiya tebîetê çi hîn bibin? (Li resim jî binêrin.) (b) Ji bo ku baweriya zarokên we xurttir bibe, hûn dikarin çi pirsan bipirsin?

7 Alî zarokên xwe bikin ku ew li ser tebîetê bifikirin. Gava hûn li derve digerin, bala zarokan bikişînin ser şeklên balkêş ên tebîetê. Gelo çima? Ev şekil nîşan didin ku kesekî xwedîaqil ew çêkirine. Mesela, zanyaran bi gelek salan şeklên spîral lêkolîn kirine. Biyofîzîkvan Nicola Famelî dibêje ku spîralên tebîetê li gor hejmarên Fibonacci hatine birêzkirin. Di gelek tiştan de şeklên spîral hene, mesela li galaksiyan, li hin heywanan û li hin gul û nebatan. a

8 Li mektebê, zarokên we wê belkî hîn bibin ku li tebîetê, şeklê gelek tiştan li gor qanûnan çêdibe. Mesela, dibe ku ew hîn bibin ku hemû hebên berfê li gor şeklên fraktal çêdibin. Li tebîetê, şeklên fraktal di tiştên din de jî hene. Gelo kê ev qanûn danîne, yên ku van şeklên xweşik tînin meydanê? Nîzama tebîetê ji aliyê kê ve hatiye çêkirin? Her ku zarokên we li ser pirsên wisa bifikirin, ewê bi îhtimaleke mezin bawer bikin ku her tişt karê destê Xwedê ye (Îbranî 3:4). Gava zarokên we mezintir dibin, hûn dikarin ji wan bipirsin: “Madem ku Xwedê em çêkirine, ma ne maqûl e ku wî ji bo xêra me rêberiya exlaqî jî daye?” Paşê, tu dikarî bibêjî ku ev rêberiya exlaqî di Kitêba Pîroz de heye.

NASA, ESA û Hubble Heritage (STScl/AURA)-ESA/Hubble Collaboration

Xweşikî û nîzama tebîetê karê destê kê ye? (Li paragrafên 7 û 8an binêre)


ALÎ ZAROKÊN XWE BIKIN KU EW FEYDEYÊN QANÛNÊN EXLAQÊ YÊN KITÊBA PÎROZ BIBÎNIN

9. Dibe ku zarokên we çima bipirsin ka qanûnên Kitêba Pîroz bi rastî bifeyde ne yan na?

9 Eger zarokên we bipirsin ka qanûnên Kitêba Pîroz ên li ser exlaqê bi rastî bifeyde ne yan na, pê derxin ku sebebê pirsê çi ye. Gelo ew difikirin ku qanûnên Kitêba Pîroz ên li ser exlaqê ne baş in? Yan gelo mesele tenê ev e ku di sohbetên bi kesên din re, ew nizanin ku baweriya xwe çawa biparêzin? Mesele her çi be jî, ji bo ku zarokên we feydeyên qanûnên Kitêba Pîroz baştir fehm bikin, kitêba Heta Bi Hetayê Dilşad Be! bi wan re lêkolîn bikin. b

10. Hûn çawa dikarin alî zarokên xwe bikin ku ew li ser dostaniya xwe ya bi Yehowa re bifikirin?

10 Alî zarokên xwe bikin ku ew qîmetê bidin dostaniya xwe ya bi Yehowa re. Gava hûn Kitêba Pîroz bi zarokên xwe re lêkolîn dikin, bi destê pirs û mîsalên kitêba Heta Bi Hetayê Dilşad Be! pê derxin ku nêrîn û fikrên wan çi ne (Methelokên Silêman 20:5). Mesela, dersa 8an dibêje ku Yehowa wek dostekî ezîz e, yê ku ji bo xêra me rêberiya me dike. Piştî şîrovekirina 1. Yûhena 5:3, hûn dikarin wisa bipirsin: “Madem ku Yehowa dostê me ye, gerek em li rêberiya wî çawa binêrin?” Pirsên wisa dikarin alî zarokên we bikin ku ew qanûnên Xwedê wek îsbata hezkirina wî bibînin (Îşaya 48:17, 18).

11. Hûn çawa dikarin alî zarokên xwe bikin ku ew feydeyên prensîpên Kitêba Pîroz fehm bikin? (Methelokên Silêman 2:10, 11)

11 Nîşan bidin ku prensîpên Kitêba Pîroz çima bifeyde ne. Gava hûn Kitêba Pîroz yan ayeta rojê bi hev re dixwînin, bala wan bikişînin ser vê ku malbata we ji prensîpên Kitêba Pîroz çawa feyde dîtiye. Mesela, gelo zarokên we feydeyên karkirinê û feydeyên duristiyê dibîne? (Îbranî 13:18). Wekî din, hûn dikarin nîşan bidin ku pêkanîna prensîpên Kitêba Pîroz ji bo sihet û dilxweşiya me bifeyde ye (Methelokên Silêman 14:29, 30). Sohbetên wisa dikarin alî zarokên we bikin ku ew hê jî zêdetir qîmetê bidin şîretên Kitêba Pîroz (Methelokên Silêman 2:10, 11 bixwînin).

12. Birayekî me çawa alî kurê xwe dike ku ew feydeyên prensîpên Kitêba Pîroz bibîne?

12 Birayekî me yê bi navê Steve, ê ku li Fransayê dijî, dibêje ku ew û jina wî, wan çawa alî kurê xwe Ethan kiriye ku ew qanûnên Yehowa wek îfadeya hezkirina wî bibîne. “Mesela, em di heqê prensîpekê ji wî wisa dipirsin: ‘Yehowa çima dixwaze ku em xwe li vê prensîpê bigirin? Ev prensîp çawa nîşan dide ku ew ji me hez dike? Eger tu vê prensîpê binpê bikî, çi wê çêbe?’” Bi saya sohbetên wisa, Ethan bawer dike ku qanûnên Yehowa yên li ser exlaqê bifeyde ne. Steve dibêje: “Em dixwazin alî Ethan bikin ku ew bibîne ku hîkmeta Kitêba Pîroz ji hîkmeta însanan qat bi qat bilindtir e.”

13. Dê û bav çawa dikarin alî zarokên xwe bikin ku ew xwe li prensîpên Kitêba Pîroz bigirin? Mîsalekê bidin.

13 Alî zarokên xwe bikin ku ew xwe li prensîpên Kitêba Pîroz bigirin. Mesela, wexta ku zarokên we ji mamosteyê xwe wezîfeyekê distînin ku kitêbekê bixwînin, hûn dikarin vêya bikin. Dibe ku di kitêbê de, kesên bihêrs yan kesên bêexlaq wek kesên baş tên nîşandayîn. Hûn dikarin ji zarokên xwe re bibêjin ku bila ew kirinên van kesan bi prensîpên Kitêba Pîroz re muqayese bikin (Methelokên Silêman 22:24, 25; 1. Korîntî 15:33; Filîpî 4:8). Ev yek dikare alî zarokên we bike ku ew hîkmeta îtaeta ji Yehowa re fehm bikin. Wekî din, gava mamoste fikra xwendekaran a li ser kitêbê dipirse, dibe ku fersend derkeve ku zarokên we behsa baweriya xwe bikin.

ALÎ ZAROKÊN XWE BIKIN KU EW BAWERIYA XWE BIPARÊZIN

14. Dibe ku kîjan mijar ji bo ciwanan zor be, û çima?

14 Li ciwanan carinan hêsan nayê ku ew baweriya xwe li hemberî muxalefetê biparêzin. Gava teoriya peresanê – yanî fikra ku her tişt xwe bi xwe hatiye meydanê – li mektebê tê hînkirin, dibe ku ew bitirsin ku behsa baweriya xwe bikin. Gelo çima? Dibe ku mamoste teoriya peresanê wek rastiyeke îsbatkirî nîşan bide. Gelo hûn çawa dikarin dilê zarokên xwe xurt bikin ku ew baweriya xwe biparêzin?

15. Çi dikare alî ciwanan bike ku ew ji baweriya xwe piştrast bin?

15 Alî zarokên xwe bikin ku ew ji baweriya xwe piştrast bin. Bila zarokên we şerm nekin ji ber ku ew baweriya xwe bi Xwedê tînin (2. Tîmotêyos 1:8). Gelo çima? Bi eslê xwe, gelek zanyar fehm dikin ku jiyan ji nişka ve yan bi tesaduf derneketiye meydanê. Ew dibînin ku jiyan ji aliyê kesekî xwedîaqil ve hatiye çêkirin. Ji ber vê yekê, ew teoriya peresanê, ya ku li gelek mekteban tê hînkirin, qebûl nakin. Ji bo ku baweriya zarokên we xurttir bibe, bila ew di weşanên me de lêkolîn bikin ku hin xwişk û bira çima qanî bûn ku jiyan ji aliyê Xwedê ve hatiye xuliqandin.

16. Dê û bav çawa dikarin alî zarokên xwe bikin ku ew baweriya xwe ya bi Xwedê biparêzin? (1. Petrûs 3:15) (Li resim jî binêrin.)

16 Alî zarokên xwe bikin ku ew baweriya xwe ya bi Xwedê biparêzin (1. Petrûs 3:15 bixwînin). Bi zarokên xwe re di weşanên me de li meqaleyên li ser teoriya peresanê bigerin. Paşê pê derxin ka kîjan fikir bi dîtina zarokên we herî bifeyde ne ku ew rastiya li ser Xwedê ji mirovan re îsbat bikin. Bîne bîra zarokên xwe ku ne lazim e ku ew bi hevaldersên xwe re şer bikin. Ji zarokên xwe re bibêjin ku eger kesek hazir be ku li ser vê mijarê sohbetê bike, bila ew fikrên xwe bi gotinên hêsan bînin zimên. Mesela, dibe ku hevaldersekî wan wisa bibêje: “Ez tenê bi tiştên ku ez bi çavê xwe dibînim, bawer dikim, û heta niha, min Xwedê nedîtiye.” Zarokên we dikarin wisa cewabê bidin: “Ferz bike ku tu di nav daristanê de dimeşî û ji nişka ve bîreke kevirîn dibînî. Tuyê çi fehm bikî? Ev yek ku li wê derê bîrek heye nîşan dide ku kesekî xwedîaqil ew çêkiriye, ne wisa ye? Lê belê, ma ev yek ku erd û ezman hene nîşan nade ku kesekî xwedîaqil ew çêkirine?”

Bi aqil û mantiq bi hevaldersên xwe re xeber bide (Li paragrafên 16 û 17an binêre) c


17. Dê û bav çawa dikarin alî zarokên xwe bikin ku ew ji kesên din re behsa Kitêba Pîroz bikin? Mîsalekê bidin.

17 Alî zarokên xwe bikin ku ew ji kesên din re behsa Kitêba Pîroz bikin (Romayî 10:10). Xeberdana li ser Kitêba Pîroz wek lêxistina enstrumanekê ye. Kesekî nû bi stranên hêsan dest pê dike. Bi zeman re, ew dibe hoste. Mîna vê, gava ciwan ji kesên din re behsa baweriya xwe dikin, ew dikarin di serî de tiştên hêsan bibêjin. Mesela, ew dikarin ji hevaldersên xwe wisa bipirsin: “Gelo te zanibû ku muhendîs gelek caran sîstemên tebîetê ji xwe re emsal digirin? Ez dixwazim vîdeoyeke balkêş nîşanî te bidim.” Piştî nîşandayîna vîdeoyeke ji malpera me, ew dikarin wisa bibêjin: “Madem ku zanyarên ku tiştên ku jixwe di tebîetê de hene, kopî dikin, hêjayî pesnan in, ma yê ku tiştên eslî çêkiribûn, ne hêjayî pesnan in?” Bi saya sohbeteke wisa, dibe ku hin ciwan bixwazin zêdetir melûmatê bixwazin.

BI DEWAMÎ ALÎ ZAROKÊN XWE BIKIN KU EW NÊZÎKTIRÎ YEHOWA BIBIN

18. Dê û bav çawa dikarin bi dewamî alî zarokên xwe bikin ku baweriya wan xurttir bibe?

18 Li dinyayê, gelek kes bi Yehowa bawer nakin (2. Petrûs 3:3). Loma, dê û bavno, gava hûn Kitêba Pîroz bi zarokên xwe re lêkolîn dikin, bala wan bikişînin ser mijarên ku wê alî wan bikin ku ew qedrê Kitêba Pîroz û qanûnên wê yên li ser exlaqê bigirin. Alî wan bikin ku ew li ser mucîzeyên tebîetê bifikirin. Bala wan bikişînin ser tiştên ku Kitêba Pîroz ji berê ve gotibûn, ên ku êdî hatine cih. Ya herî muhîm jî, hem ji bo zarokên xwe hem jî tevî wan dua bikin. Bawer bin ku eger hûn çi ji destê we tê bikin ku baweriya zarokên xwe xurttir bikin, Yehowa wê keda we bereket bike! (2. Dîrokan 15:7).

KILAM 133 Di Ciwaniya Xwe de ji Yehowa re Xizmet Bike

a Ji bo zêdetir melûmatê, li ser jw.org li vîdeoya bi navê The Wonders of Creation Reveal God’s Glory—Patterns (bi zimanê Îngilîzî) temaşe bikin.

b Eger zarokên we kitêba Heta Bi Hetayê Dilşad Be! jixwe xelas kiribe, hûn dikarin hin dersên ji qismên 3 û 4an, ên ku qanûnên Kitêba Pîroz ên li ser exlaqê şîrove dikin, di ber çavan re derbas bikin.

c RESIM: Ciwanek vîdeoyeke ji malpera jw.org nîşanî hevaldersekî xwe dide.