SERPÊHATÎ
Dema Hînbûnê Tu Car Derbas Nabe
EZ JI YEHOWA re spasdar im ji ber ku ew ji min re bûye “Mamosteyê Mezin” (Îşaya 30:20, NWT). Ew xizmetkarên xwe bi destê Kitêba Pîroz, bi destê tebîetê û bi destê teşkîlata xwe hîn dike. Wekî din, ew bi destê xwişk û birayên me alî me dike. Ez her çi qas nêzîkî 100 salî me jî, ez hê jî bi van rêyan ji perwerdeya Yehowa feydeyê dibînim. Ka ez ji we re bibêjim ku ez çima wisa dibêjim.
Ez di sala 1927an de li bajarekî biçûk, nêzîkî Chicagoyê (Illinois, DYA) hatim dinyayê. Em pênc zarok bûn, Jetha, Don, ez, Karl û Joy. Daxwaza me giştan ev bû ku em bi dil û can ji Yehowa re xizmet bikin. Di sala 1943yan de, Jetha çû sinifa diduyan a Mekteba Gîleadê. Don di sala 1944an de dest bi xizmeta li Beytela Brooklynê (New York, DYA) kir, Karl di sala 1947an de dest pê kir, û Joyê jî di sala 1951ê de dest bi xizmeta Beytelê kir. Hem xwişk û birayên min hem dê û bavê min ji min re bûn mîsalên baş.
MALBATA MIN RASTIYÊ HÎN DIBE
Dê û bavê min Kitêba Pîroz dixwend û ji Xwedê hez dikir. Wan alî me zarokan dikir ku em jî ji Xwedê hez bikin. Lê belê, piştî ku bavê min di Şerê Cîhanê yê Yekem de li Ewropayê wek esker şer kiribû, wî êdî qedrê dêran nedigirt. Diya min şikirdar bû ku bavê min sax vegeriya, û wê jê re got: “Karl, bila em wek berê herin dêrê.” Bavê min got: “Ezê bi te re heta dêrê bimeşim, lê ezê nekevimê.” Wê pirsî: “Ma çima?” Wî got: “Di şer de, alimên ku aîdî eynî dêrê bûn, lê ji welatên ku bi hev re şer dikir bûn, ji bo eskeran û ji bo çekên wan dua dikir. Gelo Xwedê destek dida her du aliyan?”
Paşê, gava diya min li dêrê bû, du Şahidên Yehowa hatin mala me. Wan du cîldên kitêbeke bi navê Light (Ronahî), ên ku kitêba Peyxamê zelal dikir, pêşkêşî bavê min kir. Kitêban bala bavê min kişand, û wî teklîfa wan qebûl kir. Gava diya min ev kitêb dîtin, wê dest bi xwendina wan kir. Piştî demekê, wê rojekê di rojnameya herêmî de îlaneke ji bo kursa Kitêba Pîroz a bi alîkariya kitêbên Light dît. Wê qerar da ku here wê derê. Jinikeke emirmezin derî vekir. Diya min yek ji kitêban hilda û pirsî: “Li vir hûn vê kitêbê lêkolîn dikin?” Wê got: “Belê, delala min, ka were hundir.” Heftiya din, diya min ez û xwişk û birayên min bi xwe re birin, û piştî vê, em bi dewamî diçûn wê derê.
Li civînekê, îdarevan ji min xwest ku ez Zebûr 144:15 bixwînim. Ev ayet dibêje ku xizmetkarên Yehowa dilxweş in. Hem ev ayet hem du ayetên din – 1. Tîmotêyos 1:11, ya ku dibêje ku Yehowa Xwedayê dilxweş e, û Efesî 5:1 – a ku dibêje ku gerek em Xwedê ji xwe re emsal bigirin, li min xweş hatin. Min fehm kir ku gerek ez ji xizmeta ji Xwedê re kêfê bistînim û ji bo vê îmtiyazê ji wî re spasdar bim. Di temamiya emrê xwe de, min her tim xîret kiriye ku van du tiştan bikim.
Civata herî nêzîk li Chicagoyê bû û ji me 32 kîlometre dûr bû. Dîsa jî, em diçûn wê derê, û zanîna min a li ser Kitêba Pîroz her ku diçû zêde dibû. Tê bîra min ku carekê, îdarevan îzin da ku Jetha cewabê bide. Gava min guh dida gotinên wê, min ji xwe re got: “Min ev cewab dizanibû. Minê jî bikaribûya cewab bidaya.” Ji wê rojê û pê ve, min êdî ji bo civînan hazirî dikir û cewab didan. Ji vê jî muhîmtir, ez û xwişk û birayên min, em di rêya rastiyê de bi pêş diketin, û di sala 1941ê de, ez vaftîz bûm.
EZ LI KOMCIVÎNAN JI YEHOWA HÎN DIBIM
Komcivîna sala 1942yan, a ku li Clevelandê (Ohio, DYA) derbas bû, ji bîra min naçe. Zêdetirî 50 cihên din ên li Amerîkayê bi telefonê bi vê komcivînê ve hatin girêdayîn. Ez û malbata min, em nêzîkî cihê komcivînê di konan de man. Wê demê, Şerê Cîhanê yê Duyem dewam dikir, û muxalefeta li hemberî Şahidên Yehowa zêde dibû. Êvarê, çend birayan erebeyên xwe wisa park kirin ku pozê erebeyan li derve bû. Li her erebeyê, kesekî temamiya şevê nobedarî dikir. Wan got ku eger teşqele derkeve, gerek bira ronavêjên erebeyên xwe vêxin û li kornayan bixin. Îcar kesên din wê bikaribûya werin hawarê. Min ji xwe re got: “Xizmetkarên Yehowa ji bo her tiştî hazir in!” Ez bi dilekî rehet raketim, û tu problem derneket.
Gelek sal bi şûn de, gava ez li ser vê komcivînê difikirîm, min fehm kir ku tirs di dilê diya min de tunebû. Wê xwe bi temamî dispart Yehowa û teşkîlata wî. Ez mîsala wê ya baş tu car ji bîr nakim.
Demeke kin berî wê komcivînê, diya min bû pêşenga daîmî. Loma, wê rind guh da gotarên li ser xizmeta tamrojî. Gava em vedigeriyan malê, wê got: “Ez dixwazim pêşeng bimînim, lê ez nikarim hem pêşengiyê bikim hem jî hemû îşên malê bi tena serê xwe bikim.” Wê pirsî ka em hazir in ku alî wê bikin, û me jî qebûl kir. Loma, wê ji me re got ku berî taştêyê, bila her yek ji me yek du odeyan paqij bike. Piştî ku em ji malê derdiketin û diçûn mektebê, wê halê malê kontrol dikir û paşê diçû xizmetê. Îşê wê pir bû, lê dîsa jî, wê zarokên xwe tu car îhmal nedikirin. Gava em nîvro ji bo xwarinê dihatin malê û piştî mektebê, ew her tim bi me eleqedar dibû. Carinan em piştî mektebê bi wê re diçûn xizmetê. Vê yekê alî me dikir ku em karê pêşengan fehm bikin.
DESTPÊKA XIZMETA TAMROJÎ
Gava ez 16 salî bûm, ez bûm pêşeng. Wê demê, bavê min hê ne Şahidê Yehowa bû. Dîsa jî, wî meraq dikir ka xizmeta min çawa diçe. Rojekê, min ji wî re got ku min çi qas xîret dikir jî, min hê kesek nedîtiye, yê ku
kursa Kitêba Pîroz bixwaze. Paşê, min got: “Ma tu naxwazî ku ez bi te re kursa Kitêba Pîroz derbas bikim?” Ew hinek fikirî û paşê got: “Çima jî na!” Belê, xwendekarê minî pêşîn, bavê min bû. Çi îmtiyazeke mezin!Me bi hev re kitêba “The Truth Shall Make You Free” (“Rastî wê We Azad Bike”) lêkolîn kir. Bavê min alî min kir ku ez Kitêba Pîroz baştir lêkolîn bikim û hîn bikim. Mesela, êvarekê, piştî ku me paragrafek xwendibû, wî got: “Ez fehm dikim ku kitêb çi dibêje. Lê tu ji ku dizanî ku gotinên vê kitêbê rast in?” Min nikaribû cewaba wî bidaya, loma min got: “Niha ez nikarim vêya ji te re îsbat bikim, lê cara din, ezê cewaba pirsa te bidim.” Min wisa jî kir. Ez li ayetên ku destekê didin gotinên kitêbê geriyam, û min lêgerîn kir û xwe ji bo kursê baştir hazir kir. Bi saya vê, hem ez hem bavê min, em di rêya rastiyê de bi pêş ketin. Bavê min li gor tiştên ku ew hîn dibû, hereket dikir, û di sala 1952yan de, ew vaftîz bû.
PERWERDEYA LI BEYTELÊ
Gava ez 17 salî bûm, ez ji malê çûm. Jetha bû mizgînvaneke wezîfedar, û Don çû Beytelê. Her diduyan ji xizmeta xwe hez dikir, û ev yek dilê min jî xurt dikir. Loma, min hem ji bo xizmeta Beytelê hem jî ji bo Mekteba Gîleadê mureceat kir, û min ev mesele ji Yehowa re hişt. Netîce bû çi? Di sala 1946an de, ez ji bo xizmeta Beytelê hatim dawetkirin.
Bi salan, min li Beytelê gelek îşên cuda dikirin, loma ez gelek tiştên nû hîn dibûm. Di nav 75 salên ku min li Beytelê derbas kirine de, ez tiştên wek çêkirina kitêban, muhasebe, îdxalat û îxracat hîn bûm. Lê ji her tiştî muhîmtir, ez li Beytelê bi saya îbadeta sibehê û gotaran perwerdeya li ser esasê Kitêba Pîroz distînim.
Wekî din, ez ji birayê xweyî biçûk Karl, ê ku di sala 1947an de hat Beytelê, hîn dibûm. Wî Kitêba Pîroz pir baş lêkolîn dikir û hîn dikir. Carekê, min ji bo hazirkirina gotarekê ji Karl alîkarî xwest. Min ji wî re got ku min gelek malzeme top kiriye, lê nizanim ku vê malzemeyê çawa bi kar bînim. Wî got: “Joel, mijara te çi ye?” Min fehm kir ku wî dixwest çi bigota: Gerek ez malzemeya ku bi mijarê ve girêdayî ye, bi kar bînim û ya din bavêjim. Ez vê dersê tu car ji bîr nakim.
Ji bo ku em li Beytelê dilxweş bin, gerek em mizgîniyê jî bi xîret belav bikin. Carinan, di xizmetê de tiştên pir xweş çêdibin. Tê bîra min ku rojekê, me serê
êvarê li Bronxê (New York, DYA) xizmet dikir. Ez û birayekî din, em çûn ba jinikeke ku berê kovarên me qebûl kiribûn. Piştî ku me xwe da naskirin, me got: “Îro em ji mirovan re behsa gotinên xweş ên Kitêba Pîroz dikin.” Wê got: “Madem ku hûn dixwazin li ser Kitêba Pîroz xeber bidin, kerem kin, werin.” Me di heqê Hukimdariya Xwedê û dinyaya nû de çend ayet xwendin û şîrove kirin. Ev yek li wê xweş hat, û heftiyek bi şûn de, wê gazî çend hevalên xwe kir ku bi me re rûnin. Bi zeman re, ew û mêrê wê bûn Şahidên Yehowa.JI HEVALA XWE HÎN DIBIM
Berî ku min jina xwe nas kir, ez kêm zêde 10 sal li hevaleke jiyanê digeriyam. Gelo çi alî min kir ku ez ji xwe re jineke minasib bibînim? Min ji Yehowa re dua dikir, û ez li ser vê difikirîm ku ez piştî zewacê dixwazim çi bikim.
Piştî komcivîna sala 1953yan, a ku li Yankee Stadiumê hat derbaskirin, ez rastî xwişkeke bi navê Mary Aniol hatim. Ew û xwişka min Jetha, wan sinifa diduyan a Mekteba Gîleadê bi hev re derbas kiribûn, û wan êdî di eynî cihî de wek mizgînvanên wezîfedar xizmet dikir. Mary’yê bi heyecan ji min re behsa xizmeta xwe ya li giravên Karîbê û kursên Kitêba Pîroz kir, a ku wê derbas kiribûn. Her ku me hevdû nas dikir, me fehm dikir ku hedefên me wek hev in. Me ji hevdû hez kir, û di meha çaran a sala 1955an de, em zewicîn. Mary ji bo min wek hediyeyeke ji Yehowa bû, û ew ji min re bû mîsaleke baş. Ew bi her wezîfeya ku jê re hat dayîn, razî dibû. Ew jîr û jêhatî bû, bi kesên din ji dil eleqedar dibû û her tim ji her tiştî zêdetir bala xwe dida Hukimdariya Yehowa (Meta 6:33). Piştî ku me sê sal çavdêrîtiya herêmê kiribû, teşkîlatê em di sala 1958an de gazî Beytelê kir.
Ez ji Mary’yê gelek tiştan hîn bûm. Mesela, gava em nû zewicî bûn, me qerar da ku Kitêba Pîroz bi hev re bixwînin û her car teqrîben 15 ayetan bixwînin. Her yekî ji me çend ayet dixwendin û ayetên xwendî şîrove dikirin. Wekî din, me li ser vê yekê sohbet dikir ka em çawa dikarin di jiyana xwe de ji van ayetan feydeyê bibînin. Mary’yê gelek caran behsa tiştên ku ew li Mekteba Gîleadê yan li xizmeta xwe wek mizgînvaneke wezîfedar hîn bûbû, dikir. Bi saya van sohbetan, ez hîn bûm ku ez çawa dikarim xwişkan teşwîq bikim û gotarên xweştir pêşkêş bikim (Methelokên Silêman 25:11).
Hevala min a delal Mary’yê di sala 2013an de wefat kir. Ez pir bêriya wê dikim, û ez bi hesreta wê rojê me ku ez wê li dinyaya nû dîsa bibînim. Heta wê demê, ez dixwazim bi dewamî hîn bibim û xwe bi temamiya dilê xwe bispêrim Yehowa (Methelokên Silêman 3:5, 6). Gava ez tînim ber çavê xwe ku li dinyaya nû, xizmetkarên Yehowa wê çi bikin, ez şa dibim, û dilê min rehet dibe. Wê demê, emê ji Mamosteyê Mezin Yehowa gelek tiştên nû hîn bibin. Ez ji bo hemû tiştên ku wî heta niha hînî min kirine û ji bo qenciya wî ya mezin şikirdar im!