MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 48
KILAM 97 Em bi Peyva Xwedê Dijîn
Ji Mucîzeya Tedarekkirina Nên Em Çi Hîn Dibin?
“Nanê jiyanê ez im. Her kesê ku tê ba min, ewê qet birçî nebe” (YÛHENA 6:35, NWT).
EMÊ ÇI HÎN BIBIN?
Emê gotinên beşa 6an a kitêba Yûhena lêkolîn bikin, ên ku behsa vê dike ku Îsa Mesîh nan û masî çawa li hev zêde kirin û di nav gelek mirovan de belav kirin, û emê ji vê mucîzeyê çend dersan bistînin.
1. Di demên berê de, nan ji bo mirovan çi qas muhîm bû?
DI DEMÊN berê de, nan wek xwarina herî muhîm dihat dîtin (1. Mûsa 14:18; Lûqa 4:4). Di Kitêba Pîroz de, peyva “nan” carinan ji bo hemû xwarinan tê bikaranîn (Meta 6:11). Du mucîzeyên Îsa Mesîh bi nên ve girêdayî bûn (Meta 16:9, 10). Beşa 6an a kitêba Yûhena behsa yek ji van mucîzeyan dike. Ka em bibînin ku em dikarin ji vê serpêhatiyê çi dersan bistînin.
2. Bi hezaran mirov çima hewceyî xwarinê bûn?
2 Piştî ku şandiyên Îsa Mesîh mizgînî li cihekî belav kiribû, Îsa Mesîh ew bi qeyîkê birin aliyê din ê Behra Celîleyê ku li wê derê îstirahetê bikin (Marqos 6:7, 30-32; Lûqa 9:10). Ew nêzîkî Beytsaydayê çûn cihekî tenha. Lê belê, pir wext derbas nebû ku bi hezaran mirov gihîştin wê derê. Gava Îsa Mesîh mirov dîtin, ew aciz nebû, lê bi dilovanî ji wan re behsa Hukimdariya Xwedê kir û kesên nexweş qenc kirin. Serê êvarê, şandiyan meraq kir ka xelk wê çi bixwe. Li cem hin mirovan belkî hebek xwarin hebû, lê piraniya wan gerek biçûna gundên li derdorê ku ji xwe re xwarinê bikirin (Meta 14:15; Yûhena 6:4, 5). Gelo Îsa Mesîh çi kir?
ÎSA MESÎH MUCÎZEYEKÊ ÇÊDIKE
3. Îsa Mesîh ji şandiyên xwe re çi got? (Li resim jî binêre.)
3 Îsa Mesîh ji şandiyên xwe re wisa got: “Ne lazim e ku ew herin. Hûn xwarinê bidin wan!” (Meta 14:16, NWT). Lê çawa? Li wê derê, kêm zêde 5.000 mêr hebûn. Tevî jin û zarokan, hejmara mirovan belkî 15.000 bû (Meta 14:21). Şandiyê Îsa Mesîh Andreas wisa got: “Li vir kurikek heye ku li ba wî pênc nanên ceh û du masiyên biçûk hene. Lê ev yek wê çawa têra ew qas mirovan bike?” (Yûhena 6:9, NWT). Wan çaxan, gelek kesan nanê ceh û masiyên ziwakirî dixwarin. Lê belê, ew qas mirovan wê zikê xwe çawa bi nan û masiyên ku di destê vî kurikî de hebûn, têr bikira?
4. Em dikarin ji Yûhena 6:11-13 çi dersan bistînin? (Li resiman jî binêre.)
4 Îsa Mesîh yekî mêvanperwer bû, loma wî ji mirovan re got ku bila ew kom bi kom rûnin (Marqos 6:39, 40; Yûhena 6:11-13 ji tercûmeya NWT bixwîne). Kitêba Pîroz dibêje ku Îsa Mesîh ji bo nan û masiyan ji Bavê xwe re spas kir. Ev yek bi rastî jî minasib bû, çimkî çavkaniya xwarinê bi eslê xwe Yehowa Xwedê ye. Em bi tena serê xwe bin yan li dora me kesên din hebin jî, bila em jî wek Îsa Mesîh berî xwarinê dua bikin. Paşê, Îsa xwarin da belavkirin, û her kesî têra zikê xwe xwar. Îsa Mesîh got ku bila xwarina bermayî bê topkirin, belkî ji bo ku ew paşê bê bikaranîn. Ev yek ji bo me mîsaleke baş e. Bila em jî îmkanên xwe îsraf nekin. Eger zarokên te hene, vê serpêhatiyê bi wan re bixwîne û nîşanî wan bide ku çima muhîm e ku em mîna Îsa Mesîh berî xwarinê ji Yehowa re dua bikin û li hemberî mirovên din comerd û mêvanperwer bin.
5. Piştî mucîzeyê, xelkê hewl da ku çi bike, lê Îsa Mesîh çi kir?
5 Mirov ji hînkirina Îsa Mesîh û mucîzeyên wî re heyran man. Wan dizanibû ku Mûsa ji berê ve gotibû ku Xwedê wê pêxemberekî mezin bişîne. Ji ber vê yekê, dibe ku wan meraq dikir ka Îsa ew e yan na (5. Mûsa 18:15-18). Ew bi îhtimaleke mezin difikirîn ku ewê hukimdarekî baş be, yê ku wê bikare nên bide temamiya milet. Ji ber vê yekê, wan hewl da ku “wî bi destê zorê bikin padîşah” (Yûhena 6:14, 15, NWT). Eger Îsa Mesîh îzin bidaya ku ew wî bikin padîşah, ewê tev li siyaseta Cihûyan bibûya, yên ku di bin hukimdariya Romayê de bûn. Lê belê, Îsa Mesîh hilkişiya çiyê. Yanî, li hemberî zora ku mirovan lê kir, ew tev li siyasetê nebû. Çi derseke baş!
6. Em çawa dikarin Îsa Mesîh ji xwe re emsal bigirin? (Li resim jî binêre.)
6 Helbet tu kes wê ji me nexwaze ku em bi mucîze nên çêkin yan nexweşan qenc bikin, û tu kes wê me neke padîşah yan serokê welatekî. Lê belê, dibe ku ew bixwazin ku em di hilbijartinan de dengê xwe bidin kesekî ku ew wek lîderekî baştir dibînin. Lê Îsa Mesîh tu caran tev li siyasetê nedibû. Carekê, wî wisa got: “Padîşahiya min ne ji vê dinyayê ye” (Yûhena 17:14; 18:36). Bila em fikir û kirinên Îsa Mesîh ji xwe re emsal bigirin û mîna wî destekê didin Padîşahiya Xwedê, mizgîniya vê Padîşahiyê belav bikin û dua bikin ku ev Padîşahî were (Meta 6:10). Ka em binêrin ku em dikarin ji mucîzeya tedarekkirina nên çi dersên din bistînin.
“MANEYA MUCÎZEYA NÊN”
7. Îsa Mesîh û şandiyan çi kir? (Yûhena 6:16-20)
7 Piştî ku Îsa Mesîh mirov têr kirin, wî şandiyên xwe bi qeyîkê şandin Kapernaûmê, û ew bi xwe hilkişiya çiyê, ji bo ku mirov wî nekin padîşah (Yûhena 6:16-20 bixwîne). Gava şandî di nav behrê de bûn, firtoneyeke bi ba û pêlên qewî rabû. Paşê, Îsa Mesîh ber bi qeyîka wan ve li ser avê meşiya, û wî ji Petrûs re got ku bila ew jî li ser avê bimeşe (Meta 14:22-31). Gava Îsa Mesîh li qeyîkê siwar bû, ba sekinî. Şagirtên wî wisa got: “Tu bi rastî jî Kurê Xwedê yî” (Meta 14:33, NWT). Dîsa jî, wan fehm nekir ku girêdana di nav vê mucîzeyê û mucîzeya nên de çi bû. Kitêba Marqos wisa dibêje: “[Şandî] ecêbmayî man, çimkî wan maneya mucîzeya nên hê jî fehm nekiribû. Dilê wan ji bo fehmkirinê hê ne hazir bû” (Marqos 6:50-52, NWT). Belê, wan fehm nekir ku Yehowa ji bo çêkirina mucîzeyan çi qas qudret dabû Îsa Mesîh. Ji ber vê yekê, wî çendek bi şûn de dîsa behsa mucîzeya nên kir û derseke din da me.
8-9. Mirov çima li pey Îsa Mesîh ketin? (Yûhena 6:26, 27)
8 Rojek bi şûn de, mirovan dît ku Îsa Mesîh û şandiyên wî ji wê derê çûbûn. Loma, ew li qeyîkan siwar bûn, û wan berê xwe da Kapernaûmê ku Îsa bibînin (Yûhena 6:22-24). Gelo wan herî zêde dixwest di heqê Hukimdariya Xwedê de hîn bibin? Na. Wan herî zêde bala xwe dida xwestek û hewcedariyên xwe yên madî. Em vêya ji ku dizanin?
9 Ka binêre ku gava mirov nêzîkî Kapernaûmê rastî Îsa Mesîh hatin, çi çêbû. Îsa Mesîh rasterast got ku ew herî zêde bi hewcedariyên xwe yên madî eleqedar in. Wî got ku ew tenê bi “xwarina ku îro heye û sibê tune ye” têr bûn. Loma wî ji wan re got ku bila ew “ji bo xwarina ku dimîne û jiyana herheyî tîne îş bikin” (Yûhena 6:26, 27 ji tercûmeya NWT bixwîne). Îsa Mesîh got ku Bavê wî wê xwarineke wisa tedarek bike. Fikra ku xwarin dikare mirov ber bi jiyana herheyî ve bibe bê şik li wan ecêb hat. Gelo kîjan xwarin dikare tiştekî wisa bike, û guhdarên Îsa Mesîh çawa dikaribû vê xwarinê bistînin?
10. Ji bo ku mirov jiyana herheyî bistînin, lazim bû ku ew çi bikin?
10 Cihûyan dixwest bizanin ku ji bo ku xwarineke wisa bistînin, gerek ew çi bikin. Ew belkî difikirîn ku gerek ew li gor Qanûna Mûsa hin tiştan bikin. Lê belê, Îsa Mesîh ji wan re got: “Xwedê dixwaze ku hûn bi yê ku wî şandiye bawer bikin” (Yûhena 6:28, 29, NWT). Belê, çawa ku Îsa Mesîh berê jî gotibû, ji bo ku kesek “jiyana herheyî bi dest bixe”, lazim e ku ew baweriya xwe bi kesê ku Xwedê şandiye, bîne (Yûhena 3:16-18, 36, NWT). Paşê, Îsa Mesîh hê jî zelaltir kir ku ji bo ku em jiyana herheyî bistînin, gerek em çi bikin (Yûhena 17:3).
11. Em ji ku dizanin ku bala Cihûyan herî zêde ser nanê herfî bû? (Zebûr 78:24, 25)
11 Van Cihûyan qebûl nedikir ku gerek ew baweriya xwe bi Îsa Mesîh bînin. Wan ji wî pirsî: “Îcar tuyê kîjan nîşanê çêkî, da ku em bibînin û bi te bawer bikin?” (Yûhena 6:30, NWT). Wan got ku bav û kalên wan di rojên Mûsa de mana standibû, ya ku ji bo wan wek nên bû (Nehemya 9:15; Zebûr 78:24, 25 bixwîne). Xuya ye ku hişê wan hê li ser xwarinê bû. Bi ser de, wexta ku Îsa Mesîh behsa “nanê rastîn ji ezmên” kir, ê ku “jiyanê dide”, wan ji wî nepirsî ku maneya vê gotinê çi ye (Yûhena 6:32, NWT). Wan ew qas bala xwe dida hewcedariyên xwe yên madî ku wan guh nedida gotinên Îsa Mesîh ên li ser bidestxistina jiyana herheyî. Em dikarin ji vê serpêhatiyê çi hîn bibin?
GEREK BALA ME HERÎ ZÊDE LI SER ÇI BE?
12. Wek Îsa Mesîh gotibû, tiştê herî muhîm çi ye?
12 Di beşa 6an a kitêba Yûhena de, derseke muhîm heye. Gerek bala me herî zêde li ser dostaniya me ya bi Xwedê re be. Gava Îsa Mesîh ji aliyê Îblîs ve hatibû ceribandin jî, wî behsa vê yekê kiribû (Meta 4:3, 4). Di Gotara li ser Çiyê de jî, wî gotibû ku gerek em bizanin ku em “hewceyî Xwedê ne” (Meta 5:3, NWT). Loma, bila em ji xwe bipirsin: “Gelo jiyana min nîşan dide ku ez ji xwestekên xwe yên madî zêdetir qîmetê didim dostaniya xwe ya bi Yehowa re?”
13. (a) Gelo minasib e ku em ji xwarinê kêfê bistînin? (b) Gerek em guh bidin kîjan şîreta Pawlosê şandî? (1. Korîntî 10:6, 7, 11)
13 Helbet minasib e ku em ji bo hewcedariyên xwe yên madî dua bikin û ji tiştên madî kêfê bistînin (Lûqa 11:3). Li gor Kitêba Pîroz, ev yek ku kesek bixwe û vexwe û ji keda xwe kêfê bistîne tiştekî xweş e û “ji aliyê Xwedê ye” (Waiz 2:24; 8:15; Aqûb 1:17). Lê belê, gerek em îznê nedin ku di jiyana me de, mal û milk bibin tiştên herî muhîm. Li ser vê mijarê, Pawlosê şandî bala şagirtên Îsa Mesîh kişand ser mînaka xerab a Îsraîliyên berê. Wî ji wan re got ku gerek dilê wan “neçe tiştên xerab” çawa ku dilê Îsraîliyan çûbû ser tiştên xerab (1. Korîntî 10:6, 7, 11 bixwîne). Ji ber çavbirçîtiya Îsraîliyan, çi heyf e ku wan xêra tiştên ku Yehowa bi awayekî mucîzewî dan wan, nedît (4. Mûsa 11:4-6, 31-34). Wekî din, gava Îsraîliyan li ber golikê zêrîn pûtperestî kir, wan nîşan da ku hişê wan herî zêde ne li ser îtaeta ji Yehowa re, lê li ser xwarin, vexwarin û kêfkirinê bû (2. Mûsa 32:4-6). Lazim bû ku şagirtên Îsa Mesîh, ên ku wê demê dijiyan, ji tiştên ku hatibûn serê Îsraîliyan dersê bistînin, çimkî çend sal bi şûn de, P.M. di sala 70yî de, Orşelîm û îbadetgeh hatin wêrankirin. Îro, dawiya vê dinyaya xerab nêzîk e, loma şîreta Pawlos ji bo me jî muhîm e.
14. Kitêba Pîroz di heqê dinyaya nû de çi dibêje?
14 Gava Îsa Mesîh behsa “nanê me ji bo îro” kir, wî got ku rojekê, daxwaza Xwedê wê “wek li ezmên li ser rûyê erdê jî bê cih” (Meta 6:9-11, NWT). Wê demê, dinya wê çawa be? Kitêba Pîroz nîşan dide ku daxwaza Xwedê ev e ku li dinyayê têr û tije xwarin hebe. Li gor Îşaya 25:6-8, di bin Hukimdariya Yehowa de emê ji xwarinên baş lezetê bistînin. Zebûr 72:16 wisa dibêje: “Li erdê, li serê çiyan, bi zêdebarî genîm [wê] hebe!” Ka xeyal bike ku tuyê ji vî genimî nanê çi qas tehmxweş bipêjî! Wekî din, tuyê belkî tiriyên rezê xwe bixwî (Îşaya 65:21, 22). Hemû însanên li seranserê dinyayê wê ji tiştên wisa kêfê bistînin.
15. Kesên ku wê ji mirinê bên rakirin wê çi hîn bibin? (Yûhena 6:35)
15 Yûhena 6:35 ji tercûmeya NWT bixwîne. Gelo halê mirovên ku bi nan û masiyên ku Îsa Mesîh tedarek kiribûn, têr bûn, wê çi be? Gelek kesan belkî baweriya xwe bi Îsa Mesîh nedianî, lê dîsa jî, dibe ku hin ji wan wê ji mirinê bên rakirin û tuyê wan nas bikî (Yûhena 5:28, 29). Wê lazim be ku kesên wisa maneya van gotinên Îsa Mesîh hîn bibin: “Nanê jiyanê ez im. Her kesê ku tê ba min, ewê qet birçî nebe.” Gerek ew baweriya xwe bi fîdyeya Îsa Mesîh bînin û qebûl bikin ku wî canê xwe ji bo xatirê wan feda kir. Wê demê, kesên ku ji mirinê tên rakirin û zarokên ku tên dinyayê wê di heqê Yehowa û armanca wî de hîn bibin. Fersenda te jî wê hebe ku wan mirovan hîn bikî, û ev yek wê ji xwarinên xweş hê jî zêdetir kêfê bide te.
16. Di meqaleya din de, emê çi hîn bibin?
16 Di vê meqaleyê de, me ji beşa 6an a kitêba Yûhena çend ders standine. Lê belê, Îsa Mesîh di heqê “jiyana herheyî” de tiştên din jî gotin. Lazim bû ku mirovên ku wê demê dijiyan bala xwe bidin van gotinan, û lazim e ku em jî wisa bikin. Di meqaleya din de, emê ji beşa 6an a kitêba Yûhena hin dersên din bistînin.
KILAM 20 Te Kurê Xwe Daye