Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 49

KILAM 147 Soza Jiyana Herheyî

Ji bo ku Tu Jiyana Herheyî Bistînî, Gerek Tu Çi Bikî?

Ji bo ku Tu Jiyana Herheyî Bistînî, Gerek Tu Çi Bikî?

“Her kesê ku Kur qebûl dike û bi wî bawer dike, [] jiyana herheyî bistîne” (YÛHENA 6:40, NWT).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Emê hîn bibin ku hem kesên hilbijartî hem jî miyên din ji fîdyeya Îsa Mesîh çawa feydeyê distînin.

1. Hin kes li jiyana herheyî çawa dinêrin?

 JI BO XATIRÊ sihetê, gelek kes xwarina xwe bi dîqat hildibijêrin û sporê dikin. Dîsa jî, ew dizanin ku ev yek wê alî wan neke ku ew tim ciwan bimînin û nemirin. Ew belkî difikirin ku jiyana herheyî xeyal e. Lê belê, di Yûhena 3:16 û 5:24 de, Îsa Mesîh got ku “jiyana herheyî” mumkin e.

2. Beşa 6an a kitêba Yûhena di heqê jiyana herheyî de çi dibêje? (Yûhena 6:39, 40)

2 Rojekê, Îsa Mesîh bi destê mucîzeyekê bi hezaran jin, mêr û zarok bi nan û masiyan têr kirin. a Mirov ji ber vê mucîzeyê ecêbmayî man, lê tiştên ku wî rojek bi şûn de gotin hê jî balkêş bûn. Mirov li pey wî hatibûn Kapernaûmê, nêzîkî Celîleyê. Li wê derê, wî ji wan re got ku mirov dikarin ji mirinê bên rakirin û jiyana herheyî bistînin (Yûhena 6:39, 40 ji tercûmeya NWT bixwîne). Ka bifikire ku maneya vê ji bo dost û merivên te, yên ku mirine, çi ye. Gotinên Îsa Mesîh nîşan didin ku gelek kes wê ji mirinê bên rakirin, û hem tu hem hezkiriyên te, hûn dikarin heta hetayê bijîn. Lê paşê, Îsa Mesîh tiştekî din jî got, û gelek kesan gotinên wî fehm nekirin. Heta îro jî, gelek kes van gotinan fehm nakin. Ka em binêrin ku wî çi gotibû.

3. Li gor Yûhena 6:51, Îsa Mesîh di heqê xwe de çi got?

3 Mirovên li Kapernaûmê girêdana di nav nanê ku Îsa Mesîh dabû wan û manaya ku Yehowa Xwedê dabû bav û kalên wan de didît. Di Kitêba Pîroz de, mana wek “nanê ezmanan” tê binavkirin (Zebûr 105:40; Yûhena 6:31). Li ser esasê manayê, Îsa Mesîh hin tiştên muhîm hînî wan kirin. Mana her çi qas bi mucîzeya Xwedê dihat tedarekkirin, kesên ku ew dixwar zû dereng dimirin (Yûhena 6:49). Lê belê, Îsa Mesîh xwe wek “nanê rastîn ji ezmên”, “nanê Xwedê” û “nanê jiyanê” bi nav kir (Yûhena 6:32, 33, 35). Îsa Mesîh bala guhdaran kişand ser ferqeke mezin a di nav xwe û manaya ku Xwedê dabû Îsraîliyan de. Wî got: “Nanê ku ji ezmên hatiye xwarê û jiyanê dide, ez im. Eger kesek vî nanî bixwe, ewê heta hetayê bijî” (Yûhena 6:51 ji tercûmeya NWT bixwîne). Cihûyan fehm nekir ku Îsa Mesîh xwe çima wek nanê ji ezmên bi nav kir û ew çima ji manaya ku Xwedê dabû bav û kalên wan baştir e. Hingê Îsa Mesîh wisa got: “Nanê ku ezê ji bo xatirê dinyayê bidim ku dinya bijî, bedena min e.” Gelo maneya van gotinan çi ye? Madem ku gotinên Îsa nîşan didin ku em çawa dikarin jiyana herheyî bistînin, gerek em rind fehm bikin ku maneya gotinên wî çi ye.

NANÊ KU JIYANÊ DIDE Û BEDENA ÎSA MESÎH

4. Hin kes çima ji ber gotinên Îsa Mesîh ecêbmayî man?

4 Gava Îsa Mesîh got ku ewê bedena xwe ‘ji bo xatirê dinyayê bide ku dinya bijî’, guhdarên wî ecêbmayî man. Ew belkî difikirîn ku Îsa Mesîh wê bedena xwe wek xwarina herfî bide wan (Yûhena 6:52). Bi ser de, Îsa wisa got: “Eger hûn ji bedena Kurê Mirov nexwin û ji xwîna wî venexwin, hûnê jiyanê nestînin” (Yûhena 6:53, NWT).

5. Em ji ku dizanin ku Îsa Mesîh nedixwest bigota ku gerek mirov xwîna wî bi herfî vexwin?

5 Di rojên Nûh de, Xwedê vexwarina xwînê qedexe kiribû (1. Mûsa 9:3, 4). Di qanûna ku Yehowa bi destê Mûsa dabû miletê Îsraîlê de, wî dîsa got ku vexwarina xwînê qedexe ye, û cezayê binpêkirina vê qanûnê, mirin bû (3. Mûsa 7:27). Îsa Mesîh jî ji mirovan re digot ku bila ew xwe li Qanûnê bigirin (Meta 5:17-19). Loma, Îsa Mesîh wê helbet ji mirovan re negota ku gerek ew bedena wî bi herfî bixwin yan xwîna wî bi herfî vexwin. Dîsa jî, bi vê gotina balkêş, Îsa Mesîh nîşanî mirovan dida ku ew çawa dikarin “jiyana herheyî” bi dest bixin (Yûhena 6:54).

6. Em ji ku dizanin ku gotinên Îsa Mesîh ên li ser xwarina bedena wî û vexwarina xwîna wî mecazî bûn?

6 Berê, Îsa Mesîh ji jinikeke Samerî re wisa gotibû: “Yê ku ji ava ku ezê bidimê vexwe, ewê tu car tî nebe. Ev av wê di nav wî de bibe kaniyeke ku jiyana herheyî dide” (Yûhena 4:7, 14, NWT). b Îsa Mesîh helbet nedixwest bigota ku ji bo jiyana herheyî, tenê lazim e ku jinika Samerî aveke herfî vexwe. Çawa ku ev gotinên Îsa Mesîh mecazî bûn, gotinên wî yên li Kapernûmê jî mecazî bûn. Wî ji mirovan re nedigot ku ji bo jiyana herheyî, gerek ew bedena wî bi herfî bixwin û xwîna wî bi herfî vexwin.

FERQÊN DI NAV DU BÛYERAN DE

7. Hin kes li ser gotinên Îsa Mesîh ên di Yûhena 6:53 de çi dibêjin?

7 Hin mirovên dîndar dibêjin ku di Yûhena 6:53 de, Îsa Mesîh nîşan de ku gerek mirov li Bîranîna Mirina Îsa Mesîh de çi bikin. Sebebê fikra wan ev e ku tiştên ku Îsa Mesîh li Bîranînê gotin dişibin gotinên wî yên berê (Meta 26:26-28). Loma, ew dibêjin ku gerek her kesê ku tê Bîranînê gerek ji nan û şeraba ku tên gerandin, bistînin. Ma ev rast e? Her sal, bi milyonan kes bi me re ji bo Bîranîna Mirina Îsa Mesîh top dibin, loma muhîm e ku em cewaba vê pirsê bizanin. Ka em bala xwe bidin çend ferqên di nav gotinên Yûhena 6:53 û gotinên Îsa Mesîh yên li Bîranînê de.

8. Hin ferqên di nav du bûyeran de çi ne? (Li resiman jî binêre.)

8 Ka bala xwe bide du ferqên di nav van bûyeran de: A yekê, Îsa Mesîh di Yûhena 6:53-56 de kengê û li ku derê xeber dida? Wî P.M. di sala 32yan de li Celîleyê bi Cihûyan re xeber dida, yanî teqrîben salek berî ku wî Bîranîn cara pêşîn li Orşelîmê derbas kir. A diduyan, wî bi kê re xeber dida? Armanca sereke ya piraniya guhdarên wî yên li Celîleyê ne ev bû ku di heqê Yehowa û Hukimdariya wî de zêdetir hîn bibin, lê ev bû ku ji Îsa Mesîh nên bistînin (Yûhena 6:26). Bi ser de, gava wan gotinên Îsa Mesîh fehm nekir, ew çûn û êdî guh nedan wî. Heta, hin şagirtên wî jî ew hişt û çûn (Yûhena 6:14, 36, 42, 60, 64, 66). Teqrîben salek bi şûn de, P.M. di sala 33yan de, gava Îsa Mesîh Bîranîn cara pêşîn derbas kir, hal ne wisa bû. Wê demê, 11 şandiyên wî yên dilsoz bi wî re bûn. Wan jî hin tiştên ku Îsa Mesîh digotin, fehm nedikirin, lê dîsa jî, wan mîna piraniya mirovên li Celîleyê nekir. Ew bawer bûn ku Îsa Mesîh Kurê Xwedê ye, yê ku ji ezmanan hatibû (Meta 16:16). Ji ber vê yekê, Îsa Mesîh pesnê wan da: “Yên ku di tengasiyên min de bi min re mane, hûn in” (Lûqa 22:28, NWT). Ji van du ferqan bi zelalî tê fehmkirin ku Îsa Mesîh di Yûhena 6:53 de nedigot ku gerek li Bîranînê çi bê kirin. Ji xeynî vê, îsbatên din jî hene.

Beşa 6an a kitêba Yûhena nîşan dide ku Îsa Mesîh li Celîleyê ji xelkê re çi got (aliyê çepê). Salek bi şûn de, wî li Orşelîmê bi tenê bi şandiyên xwe yên dilsoz re xeber dida (aliyê rastê) (Li paragrafa 8an binêre)


MANEYA GOTINÊN ÎSA MESÎH JI BO TE ÇI YE?

9. Li Bîranînê, Îsa Mesîh behsa kê kir?

9 Di êvara Bîranînê de, Îsa Mesîh nanê bêhevîrtirş da şandiyên xwe û ji wan re got ku ev nan bedena wî temsîl dike. Paşê, wî şerab da wan û got ku ev şerab ‘xwîna peymanê’ temsîl dike (Marqos 14:22-25, NWT; Lûqa 22:20; 1. Korîntî 11:24). Gotinên Îsa Mesîh ên li ser peymanê muhîm in. Peymana nû ne tevî hemû însanan, lê bi tenê tevî mala Îsraîla ruhî, ya ku wê bikeve Hukimdariya Xwedê, hat danîn (Îbranî 8:6, 10; 9:15). Wê demê, şandiyan ev yek fehm nedikir, lê pir wext derbas nebû ku ew bi ruhê pîroz hatin hilbijartin û ketin peymana nû, ya ku rê vekir ku ew li ezmanan bi Îsa Mesîh re bin (Yûhena 14:2, 3).

10. Ferqeke din a di nav gotinên Îsa Mesîh ên li Celîleyê û gotinên wî yên li Bîranînê de çi ye? (Li resim jî binêre.)

10 Li Bîranînê, Îsa Mesîh behsa “keriyê biçûk” kir. Kesên pêşîn ên vê koma biçûk, şandiyên wî bûn, ên ku di wê odeyê de li cem wî bûn (Lûqa 12:32). Lazim bû ku şandî û ferdên din ên vê komê ji nên bixwin û ji şerabê vexwin. Ên ku wê li ezmanan li cem Îsa Mesîh bin, ew in. Xuya ye ku tiştên ku wî ji şandiyên xwe re gotin ji tiştên ku wî ji mirovên li Celîleyê re gotibûn, cuda bûn. Gotinên wî yên li Bîranînê tenê li komeke biçûk dikevin, lê gotinên wî yên li Celîleyê li her kesî dikevin.

Ên ku îzna wan heye ku ji nên bixwin û ji şerabê vexwin hindik in, lê her kes dikare baweriya xwe bi Îsa Mesîh bîne û jiyana herheyî bistîne (Li paragrafa 10an binêre)


11. Ji gotinên Îsa Mesîh ên li Celîleyê, em çawa fehm dikin ku li wê derê, wî bi tenê behsa komeke biçûk nedikir?

11 Gava Îsa Mesîh P.M. di sala 32yan de li Celîleyê bû, piraniya mirovên ku guh dida wî ji wî nan dixwest. Lê belê, Îsa Mesîh bala wan kişand ser tiştekî ku ji nanê herfî muhîmtir e. Wî ji wan re got ku ew çawa dikarin jiyana herheyî bistînin. Wekî din, wî got ku kesên ku dimirin dikarin di roja dawîn de ji mirinê bên rakirin û heta hetayê bijîn. Li Bîranînê, wî bi tenê behsa hin kesên hilbijartî kir, lê li Celîleyê, wî behsa bereketeke wisa kir, a ku her kes dikare bistîne. Wî got: “Eger kesek vî nanî bixwe, ewê heta hetayê bijî. Belê, nanê ku ezê ji bo xatirê dinyayê bidim ku dinya bijî, bedena min e” (Yûhena 6:51, NWT).

12. Ji bo ku kesek bereketa ku Îsa Mesîh behsa wê kir, bistîne, gerek ew çi bike?

12 Îsa Mesîh ji Cihûyên li Celîleyê re negot ku her însanê ku tê dinyayê wê vê bereketê bistîne. Tenê yên ku ‘vî nanî bixwin’, yanî yên ku baweriya xwe bi Îsa Mesîh tînin, wê vê bereketê bistînin. Îro gelek kes dibêjin ku ew bi Îsa Mesîh bawer dikin, û ew wî wek xelaskarê xwe dibînin (Yûhena 6:29). Lê ev yek ne bes e. Di rojên Îsa Mesîh de jî, gelek kesan pê bawer dikir, lê paşê, wan ew hişt û çûn. Gelo çima?

13. Ji bo ku kesek bi rastî bibe şagirtê Îsa Mesîh, gerek ew çi bike?

13 Gelek mirov li pey Îsa Mesîh diçûn ji ber ku wî xwestekên wan dianîn cih. Wan dixwest ku Îsa Mesîh wan bi awayekî mucîzewî qenc bike, bê pere xwarinê bide wan û wan li gor dilê wan hîn bike. Lê belê, ji bo ku kesek bi rastî bibe şagirtekî wî, ev yek ne bes e. Armanca hatina Îsa Mesîh ne tenê ev bû ku xwestekên wan bîne cih. Lazim bû ku ew ‘werin ba wî’, yanî hemû gotinên wî qebûl bikin û guhdariya wî bikin (Yûhena 5:40; 6:44).

14. Ji bo ku em ji beden û xwîna Îsa Mesîh feydeyê bistînin, gerek em çi bikin?

14 Îsa Mesîh hîn dikir ku ewê beden û xwîna xwe qurban bike û bi vî awayî rêya jiyana herheyî veke. Lazim bû ku mirov bi vê rastiyê bawer bikin (Yûhena 6:40). Ji bo ku em li gor Yûhena 6:53 ji beden û xwîna Îsa Mesîh feydeyê bistînin, gerek em baweriya xwe bi fîdyeyê bînin. Her kes dikare ji fîdyeyê feydeyê bistîne (Efesî 1:7).

15-16. Em ji beşa 6an a kitêba Yûhena çi hîn dibin?

15 Gotinên beşa 6an a kitêba Yûhena ji bo me û ji bo hezkiriyên me pir biqîmet in. Ji vê beşê, em dibînin ku Îsa Mesîh ji însanan hez dike. Gava ew li Celîleyê bû, wî kesên nexweş qenc dikirin, mizgîniya Hukimdariya Xwedê belav dikir û ji mirovan re xwarin tedarek dikir (Lûqa 9:11; Yûhena 6:2, 11, 12). A herî muhîm, wî hîn dikir ku ew “nanê jiyanê” ye (Yûhena 6:35, 48).

16 Kesên ku Îsa Mesîh wek ‘miyên din’ bi nav dikirin gerek ji nan û şeraba li Bîranîna Mirina Îsa Mesîh, a ku her sal tê derbaskirin, nestînin (Yûhena 10:16). Dîsa jî, ji ber ku ew baweriya xwe bi qîmeta fîdyeya Îsa Mesîh tînin, ew ji beden û xwîna wî feydeyê distînin (Yûhena 6:53). Ji aliyê din ve, kesên ku gerek ji nan û şerabê bistînin, nîşan didin ku ew ketine peymana nû, ya ku rê vekir ku ew Hukimdariya ezmanan mîras bistînin. Loma, ferq nake ku em kesên hilbijartî yan miyên din in, gerek em maneya gotinên beşa 6an a kitêba Yûhena rind fehm bikin. Ev beş nîşanî me dide ku ji bo ku em jiyana herheyî bistînin, gerek em baweriya xwe bi fîdyeyê bînin.

KILAM 150 Xwedê wê Me Xelas Bike

a Meqaleya berê Yûhena 6:5-35 şîrove dike.

b Ava ku Îsa Mesîh behsa wê kir hemû tiştên ku Yehowa kirine ku însan bikarin jiyana herheyî bistînin, temsîl dike.