MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 51
KILAM 3 Stara Me, Hêza Me Tu yî
Yehowa Hêstirên Çavên Te Dibîne
“Te êş û jana min hesiband, hêstirên çavên min di meşka xwe de civand! Ma te ew di kitêba xwe de nenivîsand?” (ZEBÛR 56:8).
EMÊ ÇI HÎN BIBIN?
Emê bibînin ku Yehowa êşa dilê me rind fehm dike û hazir e ku dilrehetiyê bide me.
1-2. Dibe ku em ji ber çi hêstiran bibarînin?
MA KÎ ji me hêstiran nabarîne? Carinan, dibe ku em ji ber şabûnê hêstiran dibarînin. Gava di jiyana me de tiştekî muhîm yan xisûsî çêdibe – mesela ji ber bûyîna zarokê me, ji ber bîranîneke xweş yan gava em piştî gelek salan dostekî xwe dîsa dibînin – belkî hêstirên me tên.
2 Lê belê, rastî ev e ku em bi gelemperî ji ber derdên xwe digirîn. Mesela, gava kesek dilê me diêşîne, dibe ku hêstirên me bên. Wekî din, eger em giran nexweş bin û êşê bikişînin yan eger dost yan merivekî me wefat kiribe, dibe ku em bigirîn. Berî mîladê, gava bajarê Orşelîmê ji aliyê Babîliyan ve hat wêrankirin, halê Yêremya pêxember jî wisa bû. Wî wisa got: “Hêsir ji çavê min dibarin. Bêyî bêhnvedan, bêyî rawestan” (Lawijên Yêremya 3:48, 49, Mizgînî).
3. Yehowa li derdên xizmetkarên xwe çawa dinêre? (Îşaya 63:9)
3 Yehowa Xwedê rind dizane ku me ji ber derdên xwe çi qas hêstir barandine. Kitêba Pîroz dibêje ku ew hemû derdên xizmetkarên xwe dibîne, û gava em ji wî re dikin hawar, ew dengê me dibihîze (Zebûr 34:15). Lê belê, Yehowa Xwedê me ne tenê dibîne û dibihîze. Wek bavekî dilovan, ew ji me pir hez dike, û gava em ji ber derdê xwe digirîn, ew xemgîn dibe û dixwaze alî me bike (Îşaya 63:9 bixwîne).
4. Di vê meqaleyê de, emê çi hîn bibin?
4 Kitêba Pîroz nîşanî me dide ku gava xizmetkarên Xwedê digiriyan, wî çawa alî wan dikir. Di vê meqaleyê de, emê bala xwe bidin mîsalên Hanna, Dawid Padîşah û Hîzkiya Padîşah. Gelo ew çima digiriyan? Yehowa çawa cewab dida hawara wan? Gava em ji ber derd, îxanet yan bêçaretiyê hêstirên xwe dibarînin, serpêhatiyên wan çawa dikarin alî me bikin?
HÊSTIRÊN XEMGÎNIYÊ
5. Halê Hannayê çawa bû?
5 Hanna ji ber halê xwe pir xemgîn bû û pir digiriya. Yek ji problemên wê ev bû ku hewiya wê Pennînayê ew bi gotinên xwe nizm dixist. Bi ser de, zarokên Hannayê çênedibûn, lê çend zarokên Pennînayê hebûn (1. Samûyêl 1:1, 2). Ji ber vê yekê, Pennînayê bi dewamî qerfên xwe bi Hannayê dikir. Di halekî wisa de, teyê çi bikira? Hanna ji ber “êşa dil” digiriya û xwarin jî nedixwar (1. Samûyêl 1:6, 7, 10).
6. Ji bo ku dilrehetiyê bibîne, Hannayê çi kir?
6 Dilê Hannayê çawa rehet bû? Ew ji bo îbadeta Yehowa çû konê îbadetê. Li wê derê, belkî nêzîkî dergehê hewşa konê îbadetê, Hannayê “bi dilê şewat giriya û lavayî Xudan kir”, û wê ji Yehowa rica kir ku bila ew wê ji bîr neke (1. Samûyêl 1:10b, 11, Mizgînî). Hannayê bi destê duayê dilê xwe ji Yehowa Xwedê re vekir. Yehowa jî ji ber hêstirên wê xemgîn bû, û ew hazir bû ku dilê wê rehet bike.
7. Piştî ku Hannayê dilê xwe ji Yehowa re vekiribû, halê wê çawa bû?
7 Piştî ku Hannayê dilê xwe ji Yehowa re vekiribû û Kahînê Mezin Elî jê re gotibû ku Yehowa wê cewaba duaya wê bide, halê Hannayê çawa bû? Kitêba Pîroz di heqê wê de wisa dibêje: “Paşê rabû nan xwar û beşera wê jî xweş bû” (1. Samûyêl 1:17, 18, Mizgînî). Derdên wê her çi qas hê safî nebûbûn jî, dilê Hannayê êdî rehet bû. Wê barê xwe ji Yehowa re hişt. Yehowa hawara wê bihîst û ew bereket kir. Bi zeman re, Hannayê çend zarok anîn dinyayê (1. Samûyêl 1:19, 20; 2:21).
8-9. Li gor Îbranî 10:24, 25, çima muhîm e ku em herin civînan? (Li resim jî binêre.)
8 Dersên ji bo me: Dibe ku tu jî ji ber hin probleman xemgîn î. Belkî dost yan merivekî te wefat kiriye. Gava tiştên wisa çêdibin, mirov carinan dixwaze bi tena serê xwe bimîne. Lê belê, serpêhatiya Hannayê bîne ber çavê xwe. Gava ew çû konê îbadetê, dilê wê rehet bû. Mîna Hannayê, eger tu westiyayî yan xemgîn bî jî, dev ji civînan bernede, çimkî li wê derê, tu dikarî dilrehetiyê bibînî (Îbranî 10:24, 25 bixwîne). Gotinên Kitêba Pîroz, ên ku em li civînan dibihîzin, dikarin cihê fikrên me yên negatîf bigirin. Bi vî awayî, Yehowa dikare alî me bike ku em bala xwe bidin tiştên pozîtîf. Eger problemên me di cih de safî nebin jî, civînên me dikarin dilê me rehet bikin.
9 Wekî din, em li civînan bi xwişk û birayên dilovan re wextê derbas dikin. Eleqe û hezkirina wan dikare qewetê bide me (1. Selanîkî 5:11, 14). Ka binêre ku pêşengekî xisûsî, ya ku jina wî wefat kiribû, çi dibêje: “Ez dîsa jî hêstiran dibarînim. Carinan, ez xwe bi xwe rûdinim û digirîm. Lê belê, civînên me min bi rastî jî teşwîq dikin. Gotinên xweş ên xwişk û birayan dilê min rehet dikin. Berî civînê ez her çi qas xemgîn bim jî, piştî civînê ez xwe tim baştir hîs dikim.” Belê, gava em diçin civînan, Yehowa dikare bi destê xwişk û birayan alî me bike.
10. Gava derdên me hene, em çawa dikarin Hannayê ji xwe re emsal bigirin?
10 Wekî din, Hannayê teselî stand ji ber ku wê dilê xwe bi destê duayê ji Yehowa re vekir. Bila em jî “hemû xemên xwe bavêjin ser [Yehowa]” û bawer bin ku ewê dengê me bibihîze (1. Petrûs 5:7). Xwişkeke ku mêrê wê ji aliyê rêbiran ve hat kuştin, wisa dibêje: “Dilê min perçe perçe bû, û ez difikirîm ku ezê nikaribim ji vî halî bifilitim. Lê belê, min bi saya duayên ji Bavê xweyî dilovan Yehowa re teselî û dilrehetî distand. Carinan, min nizanibû ku jê re çi bibêjim, lê wî ez dîsa jî fehm dikirim. Gava min xwe pir xerab hîs dikir, min ji Yehowa hizûr dixwest. Hingê dilê min rehet dibû, û min êdî dikaribû îşên xwe bikim.” Gava tu dilê xwe ji Yehowa re vedikî, ew hêstirên çavên te dibîne û êşa dilê te fehm dike. Eger problema te derbas nebe jî, Yehowa dikare dilê te rehet bike û hizûrê bide te (Zebûr 94:19; Filîpî 4:6, 7). Wekî din, ewê dilsozî û tehemula te bereket bike (Îbranî 11:6).
HÊSTIRÊN JI BER ÎXANETÊ
11. Problemên Dawid Padîşah çawa li ser wî tesîr dikir?
11 Dawid Padîşah di jiyana xwe de çend caran rastî problemên mezin hat, ên ku bûn sebebê hêstirên wî. Gelek kesan ji wî nefret dikir, û hin dost û maliyên wî îxanet li wî dikir (1. Samûyêl 19:10, 11; 2. Samûyêl 15:10-14, 30). Ji ber dijminahiya kesên xerab, Dawid Padîşah wisa nivîsî: “Ji nalîna xwe ez westiyam, ji girî her şev şil e doşeka min, ji hêsrên çavan şil dibe nivîna min.” (Zebûr 6:6, 7). Belê, Dawid Padîşah ji ber xerabiya ku kesên din lê dikir pir digiriya.
12. Wek Zebûr 56:8 nîşan dide, Dawid Padîşah bi çi bawer bû?
12 Li gel van probleman, Dawid Padîşah bawer bû ku Yehowa Xwedê ji wî hez dike. Wî wisa nivîsî: “Xudan bihîst giriyê min” (Zebûr 6:8). Careke din, Dawid gotinên ku di Zebûr 56:8 de nivîsî ne, anîn zimên (bixwîne). Ev gotin nîşanî me didin ku Yehowa ji me çi qas hez dike. Dawid wisa hîs dikir qey Yehowa hêstirên wî di şîşeyekê de top dike yan di kitêbekê de dinivîse. Ew bawer bû ku Yehowa êşa wî dibîne û ji bîr nake. Dawid Padîşah bawer bû ku Bavê wî yê dilovan hem dizanibû ku çi dihat serê wî hem jî pê derdixist ku derdên wî çawa ser wî tesîr dikir.
13. Gava kesên din dilê me diêşînin, em çawa dikarin teseliyê bibînin? (Li resim jî binêre.)
13 Dersên ji bo me: Gelo tu xemgîn î ji ber ku kesekî dilê te êşand yan îxanet li te kir? Belkî dilê te diêşe ji ber ku dergistî yan hevserê te tu berdayî. Yan jî, dibe ku dost yan merivekî te dev ji rêya rastiyê berda. Birayekî ku jina wî zina kir û çû, wisa dibêje: “Min bawer nedikir ku tiştekî wisa hat serê min. Min xwe bêkêr hîs dikir, û ez xemgîn û bihêrs bûm.” Eger tu ji ber îxanetê yan ji ber ku kesekî dilê te êşandiye, xemgîn î, bawer be ku Yehowa wê te tu caran tenê nehêle. Eynî bira got: “Min fehm kiriye ku însan carinan ne dilsoz in, lê Yehowa her tim dilsoz e. Çi dibe bila bibe, ew her tim li ba me ye. Ew terka xizmetkarên xwe nade” (Zebûr 37:28). Wekî din, ji bîr neke ku hezkirina Yehowa Xwedê ji hezkirina însanan mezintir e. Eger kesek îxanetê li me bike jî, Yehowa me tenê nahêle (Romayî 8:38, 39). Însan li me çi bikin jî, Bavê meyî dilovan Yehowa ji me hez dike.
14. Zebûr 34:18 di heqê Yehowa de çi dibêje?
14 Wekî din, gava em rastî îxanetê tên, gotinên Dawid Padîşah, ên ku di Zebûr 34:18 de derbas dibin, dikarin dilê me rehet bikin (bixwîne). Gelo Yehowa li kesên ku ji ber kirinên kesên din “dilşikestî” ne, çawa dinêre? Wek dê yan bavekî ku zarokê xwe dilorîne, Yehowa “nêzîkî” me ye. Gava em xwe ji ber îxaneta kesekî bêçare hîs dikin, dilê wî bi me dişewite, û ew hazir e ku alî me bike. Wexta ku em “dilşikestî” ne, ew dixwaze dilê me rehet bike. Bi saya sozên ku wî dane me, em dikarin li hemberî tengasiyan sebir bikin (Îşaya 65:17).
HÊSTIRÊN BÊÇARETIYÊ
15. Çi hat serê Hîzkiya Padîşah?
15 Gava Hîzkiya Padîşah 39 salî bû, ew giran nexweş ket. Bi destê Îşaya pêxember, Yehowa jê re got ku ewê ji vê nexweşiyê bimire (2. Qiralan 20:1). Halê Hîzkiya bêçare xuya dikir. Ji ber vê xeberê, Hîzkiya pir giriya, û wî ji dil ji Yehowa re dua kir (2. Qiralan 20:2, 3).
16. Yehowa çawa cewab da duaya Hîzkiya Padîşah?
16 Dilê Yehowa Xwedê bi Hîzkiya şewitî, û wî jê re got: “Min duaya te bihîst, min hêsirên çavên te dîtin.” Bi navgîniya Îşaya pêxember, Yehowa soz da ku ewê emrê wî dirêjtir bike û wî ji destê ordiya Asûrê xelas bike (2. Qiralan 20:4-6, Mizgînî).
17. Gava em giran nexweş dikevin, Yehowa çawa destekê dide me? (Zebûr 41:3) (Li resim jî binêre.)
17 Dersên ji bo me: Eger em giran nexweş bikevin bila em dilê xwe ji Yehowa re vekin. Eger em bi girî ji wî re dua bikin jî, ewê guh bide duayên me. Kitêba Pîroz dibêje ku “Bavê dilovaniyê û Xwedayê hemû handanê” wê di hemû tengasiyên me de teseliyê bide me (2. Korîntî 1:3, 4). Em dizanin ku îro, Yehowa wê hemû derdên me ji holê raneke, lê dîsa jî, ewê destekê bide me (Zebûr 41:3 bixwîne). Ji bo ku em bikarin li hemberî tengasiyan sebir bikin, Yehowa Xwedê bi destê ruhê pîroz qewet, hîkmet û hizûrê dide me (Methelokên Silêman 18:14; Filîpî 4:13). Wekî din, ew soz dide ku di pêşerojê de, ewê hemû nexweşiyan tune bike (Îşaya 33:24).
18. Gava tu rastî tengasiyên giran têyî, bi xisûsî kîjan ayet dilê te rehet dike? (Li çarçoveya “ Hin Gotinên ku Dikarin Dilê Me Rehet Bikin” binêre.)
18 Gotinên Yehowa dilê Hîzkiya rehet kir. Wexta ku em dikevin tengasiyê, gotinên Yehowa Xwedê, yên ku di Kitêba Pîroz de nivîsî ne, dikarin dilê me jî rehet bikin (Romayî 15:4). Gava xwişkeke li Afrîkaya Rojava kanser bû, ew gelek caran digiriya. Xwişka me wisa dibêje: “Ez bi xisûsî ji Îşaya 26:3 teseliyê distînim. Gelek caran, tengasiyên ku em rastî wan tên ne di destê me de ne, lê ev ayet nîşanî min dide ku Yehowa dikare hizûrê bide me ku em li hemberî tengasiyan sebir bikin.” Gava tu rastî tengasiyên giran têyî, tu bi xisûsî ji kîjan ayetê teseliyê distînî?
19. Yehowa çi soz daye me?
19 Her ku em nêzîktirî dawiya vê dinyaya xerab dibin, derd û tengasî hê jî zêde dibin. Lê wek me ji mîsalên Hanna, Dawid Padîşah û Hîzkiya Padîşah dîtiye, Yehowa Xwedê hêstirên me dibîne, û dilê wî bi me dişewite. Loma, gava em rastî tengasiyan tên, bila em dilê xwe ji wî re vekin. Bila em xwe ji xwişk û birayan dûr negirin. Û bila em ji gotinên Kitêba Pîroz teseliyê bistînin. Eger em bi dilsozî sebir bikin, Yehowa wê me xelat bike. Wî soz daye ku ewê hemû hêstirên ku em ji ber derdên xwe, îxanet yan bêçaretiyê dibarînin, ji çavên me paqij bike (Peyxam 21:4). Wê demê, emê tenê hêstirên şabûnê bibarînin!
KILAM 4 “Yehowa Şivanê Min e”