Here Naverokê

Here naverokê

Pirsên Xwendevanan

Pirsên Xwendevanan

“Milyaketên bijartî”, yên ku 1. Tîmotêyos 5:21 behsa wan dike, kî ne?

Pawlosê şandî ji hevalê xwe Tîmoteyos re wisa nivîsî: “Ez li ber Xwedê, li ber Mesîh Îsa û li ber milyaketên bijartî tembîh li te dikim ku tu van tiştan bê alîgirtin biparêzî û tu tiştî ji bo xatir nekî” (1. Tîmotêyos 5:21).

Ewilî, bila em pê derxin ku ev ayet behsa kê nake. Eşkere ye ku ayet behsa 144.000 kesên hilbijartî nake. Gava Pawlos nameya xwe ya ji Tîmotêyos re nivîsî, rakirina kesên hilbijartî ji bo jiyana li ezmanan hê dest pê nekiribû. Şandî û xwişk û birayên din, ên ku bi destê ruhê pîroz hatibûn hilbijartin, hê nebûbûn ruh, loma gotina “milyaketên bijartî” behsa wan nake (1. Korîntî 15:50-54; 1. Selanîkî 4:13-17; 1. Yûhena 3:2).

Wekî din, gotina “milyaketên bijartî” behsa melekên ku di dema Tofanê de bêîtaetî kiribû, nake. Ew melek derbasî aliyê Îblîs bûbûn û bi vî awayî bûn cin, ên ku dijminên Îsa Mesîh in (1. Mûsa 6:2; Lûqa 8:30, 31; 2. Petrûs 2:4). Di pêşerojê de, ewê 1.000 sal di kortala bêbinî de girtî bimînin û paşê bi Îblîs re bên helakkirin (Cihûda 6; Peyxam 20:1-3, 10).

Ji ber vê yekê, xuya ye ku di vê ayetê de, Pawlos behsa melekên li ezmanan kir, ên ku destekê didin “Xwedê” û “Mesîh Îsa”.

Bi hezaran melekên dilsoz hene (Îbranî 12:22, 23). Bila em nefikirin ku ew gişt eynî îşî dikin (Peyxam 14:17, 18). Mesela, melekekî wezîfe standibû ku 185.000 eskerên Asûrê bikuje (2. Qiralan 19:35). Bi îhtimaleke mezin, çend melekan wezîfe standiye ku “di Hukimdariya [Îsa] de yên ku kesên din dixin guneh û yên ku xerabiyê dikin, bidin ber hev” (Meta 13:39-41, NWT). Dîsa melekên din belkî wezîfe standiye ku “hilbijartiyên wî top bikin” (Meta 24:31, NWT). Hin melek jî wezîfe standiye ku me ‘di hemû riyên me de biparêzin’ (Zebûr 91:11; Meta 18:10; li Meta 4:11; Lûqa 22:43 jî binêre).

Bi îhtimaleke mezin, “milyaketên bijartî”, yên ku 1. Tîmotêyos 5:21 behsa wan dike, hin wezîfeyên xisûsî standibûn, ên ku bi xizmetkarên Xwedê ve girêdayî bûn. Di ayetên din de, Pawlos di heqê rîspiyan de şîretên bihîkmet dan û got ku gerek civat qedrê wan bigire. Ji aliyê din ve, lazim e ku rîspî mesûliyetên xwe “bê alîgirtin” û ne “ji bo xatir” bînin cih. Ev yek muhîm e, çimkî rîspî li ber “Xwedê”, “Mesîh Îsa” û “milyaketên bijartî” hereket dikin. Xuya ye ku wezîfeyên ku ji hin melekan re hatin dayîn, bi civatê ve girêdayî ne. Mesela, ew civatê diparêzin, çavdêriya belavkirina mizgîniyê dikin û tiştên ku ew dibînin ji Yehowa re dibêjin (Meta 18:10; Peyxam 14:6).