Here Naverokê

Here naverokê

Tê Bîra Te?

Tê Bîra Te?

Gelo te kovarên Birca Çavdêriyê yên îsal rind xwendiye? Ka li van pirsan binêre:

Yehowa li jinan çawa dinêre?

Ew cihêtiyê naxe nav jin û mêran. Xwedê guh dide jinan û bi xem û derdên wan eleqedar dibe. Wekî din, ew karê xwe emanetî wan dike (w24.01, rûp. 15-16).

Efesî 5:7 wisa dibêje: “Nebin hevparên wan.” Em çawa dikarin li gor vê şîretê hereket bikin?

Pawlosê şandî got ku gerek em tevî kesên ku dikarin bibin sebeb ku em qanûnên Yehowa binpê bikin, hevaltiyê nekin. Ji xeynî kesên ku em rû bi rû dibînin, gerek em li hemberî kesên ku em bi destê medyaya sosyal bi wan re sohbetê dikin jî bidîqat bin (w24.03, rûp. 22-23).

Gerek em xwe ji çi cure çîrokan biparêzin?

Dibe ku hin dost û hevalên me bi niyeteke baş hin serpêhatiyên neîsbatkirî ji me re bişînin. Yan jî, dibe ku mirovên ku em nas nakin ji me re e-peyaman bişînin. Carinan, kesên ku berê Şahidên Yehowa bûn, lê êdî li hemberî rastiyê serî hildaye xwe wisa nîşan bidin qey ew bi rastiyê eleqedar in (w24.04, rûp. 12).

Li ser vê ka Yehowa wê çi hukim bide Silêman Padîşah û kesên ku di Tofanê de û li Sodom û Gomorayê miribûn, em çi dizanin û çi nizanin?

Em nizanin ka Yehowa fermana helaka herheyî daye wan yan na. Lê belê, em dizanin ku ew her tiştî dizane û rehma wî pir mezin e (w24.05, rûp. 3-4).

Ji ber ku Xwedê “zinar” e, em bi çi bawer in? (5. Mûsa 32:4)

Yehowa stara me ye, ew pêbawer e, û ew sozên xwe tim tîne cih. Wekî din, ew her tim saxlem disekine, yanî şexsiyet û armancên wî naguherin (w24.06, rûp. 26-28).

Tu çawa dikarî hînî civateke nû bibî?

Xwe bispêre Yehowa. Çawa ku wî di demên berê de alî xizmetkarên xwe dikir, ewê alî te jî bike. Civata xwe ya nû bi ya berê re muqayese neke. Di civata nû de aktîf be û ji xwe re hevalên nû bibîne (w24.07, rûp. 26-28).

Ji sê mîsalên ku di beşa 25an a kitêba Meta de derbas dibin, em dikarin çi dersan bistînin?

Mîsala mî û bizinan nîşan dide ku gerek em ji Yehowa re dilsoz bimînin. Mîsala keçikên bihîkmet û keçikên bêaqil nîşan dide ku gerek em hazir û nazir bin. Û mîsala talentan nîşan dide ku gerek em jîr û jêhatî bin (w24.09, rûp. 20-24).

Bilindahiya dergehê îbadetgeha Silêman çi qas bû?

Di 2. Dîrokan 3:4 de, hin destnivîsên kevn dibêjin ku bilindahiya dergeh “120 gaz” bû, yanî teqrîben 53 metre. Lê belê, hin destnivîsên din dibêjin ku bilindahiya wî “20 gaz bû”, yanî teqrîben 9 metre. Li gor qalindiya dîwarên îbadetgehê, melûmata diduyan rasttir xuya dike (w24.10, rûp. 31).

Maneya vê ku gerek alîkarekî civatê “mêrê jinek tenê be”, çi ye? (1. Tîmotêyos 3:12)

Maneya vê gotinê ev e ku gerek ew tenê bi yek jinê re zewicî be û gerek ew bêexlaqiya cinsî neke. Wekî din, gerek ew bi awayekî neminasib bi jinên din eleqedar nebe (w24.11, rûp. 19).

Em ji ku dizanin ku Yûhena 6:53 nabêje ku gerek di Bîranîna Mirina Îsa Mesîh de çi bê kirin?

Li gor Yûhena 6:53, lazim e ku mirov bedena Îsa Mesîh bixwe û xwîna wî vexwe. Îsa Mesîh ev gotin P.M. di sala 32yan de li Celîleyê gotibûn. Guhdarên wî Cihû bûn, û wan hê baweriya xwe bi wî neanîbû. Lê belê, Bîranîna Mirina Îsa Mesîh salek bi şûn de li Orşelîmê cara pêşîn hat derbaskirin. Li wê derê, Îsa Mesîh bi tenê bi kesên ku wê tevî wî li ezmanan hukim bajon re xeber da (w24.12, rûp. 10-11).