Here Naverokê

Here naverokê

Dê û Bavno, Alî Zarokên Xwe Bikin ku Ew Bihîkmet Bibin û Xelas Bin

Dê û Bavno, Alî Zarokên Xwe Bikin ku Ew Bihîkmet Bibin û Xelas Bin

“Tu ji zaroktiya xwe ve bi Nivîsarên Pîroz dizanî û ew dikarin te şehreza bikin, da ku tu . . . xilas bibî” (2. TÎM. 3:15).

KILAM: 141134

1, 2. Der heqê zarokên me de, dibe ku tirsa me çi be?

HER SAL, bi hezaran xwendekarên Kitêba Pîroz xwe didin Yehowa û tên bin av kirin. Li nav wan pir ciwan hene, yên ku di rastiyê de mezin bûne. Niha wan êdî riya herî baş hilbijartiye (Zeb. 1:1-3). Eger hûn şagirtên Îsa ne û zarokên we hene, hûn bêguman hesreta roja binavbûna wan in (li 3. Yûhenna 4 binêrin).

2 Dîsa jî, dibe ku hin tirsên we hebin. Hin ciwan bin av dibin, lê paşê şupe dikin ku ka riya Xwedê bi rastî riya herî baş e an na. Hinek ji wan jî dev ji rastiyê berdidin. Loma dibe ku hûn bitirsin ku piştî ku zarokê we bikeve riya rastiyê, ewê hezkirina pêşî bi zeman re winda bike û bibe mîna xwişk û birayên li civata Efesê. Îsa der heqê wan de wisa got: “Te dev ji hezkirina xwe ya pêşî berdaye” (Pey. 2:4). Hûn çawa dikarin tedbîr bigirin ku tiştekî wisa nebe û alî zarokên we bikin ku ew “ji bo xilasiyê mezin bibin”? (1. Ptr. 2:2). Ji bo cewaba vê pirsê, bila em li serpêhatiya Tîmotêyos binêrin.

“TU ... BI NIVÎSARÊN PÎROZ DIZANΔ

3. (a) Tîmotêyos rastî çawa bihîst û paşê çi kir? (b) Pawlos bala Tîmotêyos kişand li ser kîjan sê xusûsiyetên hînbûnê?

3 Bi îhtimaleke mezin, Tîmotêyos rastî li sala 47an a P.M. bihîst, gava Pawlos cara pêşîn hat Lîstrayê. Emrê Tîmotêyos li wê demê hê biçûk bû, lê xuya ye ku ew rind bi pêş ve diçû. Du sal piştî vê, ew tevî Pawlos bi rê ket. Kêm zêde 16 sal bi şûn de, Pawlos ji Tîmotêyos re wisa nivîsî: “Di nav wan tiştên ku tu hîn bûyî û te qenc bawerî bi wan aniye de bimîne. Çimkî tu dizanî tu ji kê û kê hîn bûyî. Tu ji zaroktiya xwe ve bi Nivîsarên Pîroz [ên Îbranî] dizanî û ew dikarin te şehreza bikin, da ku tu bi baweriya ku bi Mesîh Îsa ye xilas bibî” (2. Tîm. 3:14, 15). Li vir Pawlos got ku Tîmotêos (1) Nivîsarên Pîroz dizane, (2) ku wî bi tiştên ku ew elimiye bawerî aniye û (3) ku ew bi saya baweriya xwe ya bi Îsa Mesîh ji bo xelasbûnê şehreza, yanî bihîkmet bûye.

4. Hûn ji bo perwerdekirina zarokên xwe kîjan malzemeyan dixebitînin? (Li resmê ewilî binêrin.)

4 Dê û bavên ku şagirtên Îsa ne, bêguman dixwazin ku zarokên wan “Nivîsarên Pîroz” bizanin. Îro hem Nivîsarên Pîroz ên Îbranî hem jî Nivîsarên Pîroz ên Yewnanî hene. Zarokên pir biçûk jî dikarin li gor qabiliyeta xwe li ser şexs û hadîseyên ku li Kitêba Pîroz derbas dibin melûmatê bistînin. Teşkîlata Yehowa pir malzeme temîn dike ku dê û bav karibin alî zarokên xwe bikin. Bi zimanê we kîjan malzeme hene? Ji bîr neke: Ji bo ku dostiya me bi Yehowa re xurt be, lazim e ku em Nivîsarên Pîroz rind bizanin.

“TE QENC BAWERÎ BI WAN ANIYE”

5. (a) Ji xeynî ku zarokên me Kitêba Pîroz bizanin, çi lazim e? (b) Em ji ku dizanin ku Tîmotêyos bi mizgîna li ser Îsa Mesîh bawerî anî?

5 Pir muhîm e ku zarokên me Nivîsarên Pîroz bizanin. Lê belê perwerdekirina ruhî ne tenê ev e ku em ji zarokên xwe re behsa şexs û hadîseyên Kitêba Pîroz bikin. Tîmotêyos “bawerî bi wan anî”. Di zimanê eslî de, ev gotin tê maneya “emîn bûn” an “îqna bûn ku tiştek rast e”. Tîmotêyos Nivîsarên Pîroz ên Îbranî ji zaroktiya xwe ve dizanibûn. Paşê, ew bi saya îsbatan îqna bû ku Îsa bi rastî Mesîh e. Baweriya Tîmotêyos ew qas xurt bû ku ew hat bin av kirin û paşê tevî Pawlos çû xizmetê.

6. Hûn çawa dikarin alî zarokên xwe bikin ku ew îqna bin?

6 Hûn çawa dikarin alî zarokên xwe bikin ku ew wek Tîmotêyos baweriyê bînin, yanî îqna bin? Ji her tiştî zêdetir sebir lazim e. Însan ji nişka ve îqna nabe. Wekî din, ev yek ku hûn baweriyê tînin bi otomatîk nayê maneya ku zarokên we jî wê baweriyê bînin. Ji bo ku zarok îqna bin, lazim e ku ew Kitêba Pîroz xwe bi xwe lêkolîn bikin û “qencî û xerabiyê ji hev derxin” (Îbranî 5:14 bixwînin). Di vî warî de, mesûliyeta dê û bavan bi rastî jî mezin e, bîlhesa gava zarok pirsan dipirsin. Niha emê li mîsalekê binêrin.

7, 8. (a) Thomas keçika xwe çawa bi sebir perwerde dike? (b) Gelo ji bo perwerdekirina zarokên we jî sebir lazim e?

7 Thomas – bavê keçikeke 12 salî – wisa dibêje: “Keçika min carinan wisa dipirse: ‘Gelo dibe ku Yehowa jiyan bi destê tekamûlê afirandiye? Em çima tiştekî nakin ji bo ku meseleyên civakî hel bin? Mesela, em çima di hilbijartinê de deng nadin?’ Carinan lazim dibe ku ez xwe bigirim da ku ez cewabên dogmatîk nedim wê. Piraniya însanan ne bi rastiyeke mezin, lê bi gelek îsbatên biçûk îqna dibin.”

8 Thomas rind dizane ku ji bo perwerdekirina zarokan sebir lazim e. Jixwe, sebir ji hemû şagirtên Îsa re lazim e (Kol. 3:12). Thomas dizane ku ji bo ku keçika wî îqna be, lazim e ku ew gelek caran pê re sohbet bike û li ser Nivîsarên Pîroz muhakeme bike. Thomas wisa dibêje: “Ez û pîreka min, em dixwazin bizanin ku ka keçika me bi tiştên ku ew dielime – bîlhesa bi tiştên mezin – bawer dike an na. Gava ew pirsan dipirse, em şa dibin. Eger keçika me her tişt bê pirs û sual qebûl bikira, meyê endîşe bikira.”

9. Hûn çawa dikarin Peyva Xwedê bixin dilê zarokên xwe?

9 Eger dê û bav zarokên xwe bi sebir perwerde bikin, zarok wê bi zeman re “firehî, dirêjahî, bilindahî û kûrahiya” rastiyê fehm bikin (Ef. 3:18). Gerek em wan li gor emir û qabiliyeta wan perwerde bikin. Her ku ew bi tiştên ku ew dielimin îqna dibin, ewê karibin baweriya xwe li ber dershevalên xwe û li ber kesên din mudefa bikin (1. Ptr. 3:15). Mesela, gelo zarokên we dikarin îzah bikin ku li gor Kitêba Pîroz halê miriyan çi ye? Gelo îzahata Kitêba Pîroz ji wan re bimantiq tê? * Belê, ji bo ku hûn Peyva Xwedê bixin dilê zarokên xwe, sebir lazim e (5. Mû. 6:6, 7).

10. Ji bo ku em zarokên xwe perwerde bikin, gerek em çi bikin?

10 Wekî din, lazim e ku hûn jî ji zarokên xwe re bibin emsal da ku baweriya wan xurttir bibe. Stephanie, dayikeke sê keçikan, wisa dibêje: “Ji wexta ku zarokên min pir biçûk bûn û vir de, ez her tim ji xwe wisa dipirsim: ‘Gelo ez ji zarokên xwe re dibêjim ku ez çima bawer im ku Yehowa heye, ku ew ji me hez dike û ku kirinên wî rast in? Gelo ji zarokên min re xuya ye ku ez bi rastî ji Yehowa hez dikim?’ Heta ku ez îqna nebim, ez nikarim li hêviyê bim ku zarokên min îqna bin.”

BIHÎKMETBÛNA JI BO XELASBÛNÊ

11, 12. Şehrezayî an hîkmet çi ye?

11 Wek me dîtiye, Tîmotêyos (1) Nivîsarên Pîroz dizanibû û (2) bi baweriyên xwe îqna bûbû. Wekî din, Pawlos ji Tîmotêyos re wisa got: “Nivîsarên Pîroz ... dikarin te şehreza bikin, da ku tu ... xilas bibî.” Maneya van gotinan çi ye?

12 Cîlda 2yan a Insight on the Scriptures dibêje ku li gor Kitêba Pîroz, kesekî şehreza an bihîkmet dikare “bi saya zanîn û fehmdariyê probleman hel bike, ji talûkeyan dûr bisekine, bigihîje armancên xwe û alî kesên din bike ku ew jî serkeftî bin. Hîkmet, tersî bêaqilî ye”. Kitêba Pîroz dibêje ku “bêaqilî di kesitiya zarok de ye” (Mtl. 22:15). Loma hîkmet, îşareteke gihîştîbûnê ye. Lê wek tê gotin, gihîştîbûna ruhî jî ne di salan de ye, di serî de ye. Kesekî gihîştî xwediyê tirsa Xwedê ye û hazir e ku guhdariya qanûnên Yehowa bike (Zebûr 111:10 bixwînin).

13. Ciwan çawa dikarin ji bo xelasbûnê bihîkmet bin?

13 Ciwanên ku ji aliyê ruhî ve gihîştî ne, seba daxwazên xwe an zora hevalên xwe ‘bi pêlan vir ve û wê ve nayên kişkişandin’ (Ef. 4:14). Li şûna vê, ew bi pêş ve diçin ji bo ku “têgihîştina wan bi karanînê hatiye perwerdekirin, da ku qencî û xerabiyê ji hev derxin” (Îbr. 5:14). Gava dê û bavên wan an kesên din wan nabînin, ew dîsa jî qerarên bihîkmet didin û bi vî awayî zêdetir gihîştî dibin (Flp. 2:12). Ji bo xelasbûnê, hîkmet an zaniyariyeke wisa şert e (Methelokên Silêman 24:14 bixwînin). Hûn çawa dikarin alî zarokên xwe bikin ku ew xwediyê hîkmetê bin? Tiştê herî muhîm ev e ku ew fehm bikin ku hûn qîmetê didin gotinên Kitêba Pîroz. Lazim e ku ew ji gotin û kirinên we bibînin ku hûn dixwazin li gor Kitêba Pîroz bijîn (Rom. 2:21-23).

Çima muhîm e ku dê û bav her tim xîret bikin? (Li paragrafên 14 heta 18an binêrin)

14, 15. (a) Lazim e ku ciwanekî ku dixwaze bê bin av kirin li ser kîjan meseleyên giran bifikire? (b) Hûn çawa dikarin alîkariya zarokên xwe bikin ku ew nîmetên îtaetê bînin ber çavê xwe?

14 Ne bes e ku hûn ji zarokên xwe re bibêjin ku çi rast e û çi nerast e. Ji xeynî vê, alî wan bikin ku ew li ser pirsên wisa bifikirin: “Kitêba Pîroz çima hin tiştên ku belkî ji me re cazîb tên, qedexe dike? Ez çima bawer im ku standardên Kitêba Pîroz her tim ji bo xêra min in?” (Îşa. 48:17, 18).

15 Wexta ku zarokên we dixwazin bên bin av kirin, alî wan bikin ku ew mesûliyetên vê yekê fehm bikin. Ew li ser vê çi difikirin? Feyde û zehmetên vê yekê çi ne? Feyde çima ji zehmetan qat bi qat zêdetir in? (Mar. 10:29, 30). Piştî bin av bûnê, dibe ku pirsên wisa derkevin holê. Ji ber vê yekê, lazim e ku ew li ser van meseleyan bifikirin berî ku ew bên bin av kirin. Alîkariya zarokên xwe bikin ku ew nîmetên îtaetê û netîceyên xerab ên bêîtaetiyê rind fehm bikin. Bi vî awayî, ewê bi îhtimaleke mezin zêdetir bawer bin ku standardên Kitêba Pîroz her tim ji bo xêra wan in (5. Mû. 30:19, 20).

EGER CIWANEKÎ BIN AV KIRÎ ŞUPE BIKE

16. Eger zarokekî bin av kirî li ser hin mijaran şupe bike, gerek hûn çi bikin?

16 Lê eger keçik an kurê we piştî bin av bûnê li ser hin mijaran şupe bike, gerek hûn çi bikin? Mesela, dibe ku tiştên dinyayê jê re cazîb bên an ku ew şupe bike ku standardên Kitêba Pîroz ji bo jiyaneke bextewar bi rastî lazim in (Zeb. 73:1-3, 12, 13). Cewaba we dikare baweriya zarokên we xurttir bike an jî wan ji rastiyê dûr bixe. Emrê wan çi qas be jî, bi wan re muneqaşe nekin, lê bi hezkirinê alîkariya wan bikin.

17, 18. Eger şupeyên ciwanekî hebe, dê û bavê wî çawa dikarin alî wî bikin?

17 Helbet ciwanekî bin av kirî êdî xwe daye Yehowa. Wî (an wê) soz daye ku ewê ji Xwedê hez bike û ku çi dibe bila bibe, ewê li gor daxwaza Xwedê hereket bike (Marqos 12:30 bixwînin). Yehowa vî sozî wek tiştekî sivik nabîne, û lazim e ku ciwan jî vî sozî wek tiştekî sivik nebînin (Waiz 5:4, 5). Vê yekê li wexteke munasîb û bi kubarî bînin bîra ciwanan. Lê belê berî ku hûn vêya bikin, li malzemeyên ku teşkîlata Yehowa ji bo dê û bavan tedarek kirine, binêrin. Bi vî awayî, hûn dikarin bala ciwanan bikişînin li ser cidiyet û nîmetên xwedayîn û bin av bûnê.

18 Mesela, qismê “Questions Parents Ask” ê kitêba Questions Young People Ask—Answers That Work, cîld 1, wisa dibêje: “Zû nebêjin ku zarokê we dev ji baweriya xwe berdaye. Dibe ku problemeke din hebe.” Belkî hevalên wî (an wê) lê zorê didin. An jî belkî hevalên wî (an wê) tune. Hin ciwan difikirin ku ew ji aliyê ruhî ve bi têra xwe bi pêş ve naçin. Kitêb wisa dibêje: “Problemên wisa ne bi temela baweriyê, lê bi şertên ku jiyana li gor vê baweriyê dijwar dikin ve girêdayî ne.” Wekî din, kitêb rêyî dê û bavan dide ku ew çawa dikarin alî zarokan bikin eger baweriya wan sist bibe.

19. Dê û bav çawa dikarin alî zarokên xwe bikin ku ew bihîkmet bibin û xelas bibin?

19 Mesûliyet û îmtiyaza dê û bavan ev e ku ew zarokên xwe “bi terbiye û şîreta Xudan perwerde bikin” (Ef. 6:4). Wek me dîtiye, ne bes e ku dê û bav gotinên Kitêba Pîroz ji wan re bielimînin. Wekî din, lazim e ku dê û bav alî zarokên xwe bikin ku ew bi gotinên Kitêba Pîroz îqna bibin. Eger baweriya wan xurt be, ewê bixwazin xwe bidin Yehowa û jê re bi dil û can xizmetê bikin. Em hêvîdar in ku bi saya Peyva Yehowa, ruhê wî û xîreta we, zarokên we wê bihîkmet bibin û xelas bibin.

^ par. 9 Bi navgîniya rûpelên lêkolînê yên bi navê “What Does the Bible Really Teach?”, hûn dikarin alî ciwan û mezinan bikin ku ew rastiyên Kitêba Pîroz fehm bikin û karibin îzah bikin. Ev rûpel, li ser jw.org bi gelek zimanan hene. Here BIBLE TEACHINGS > BIBLE STUDY TOOLS.