Here Naverokê

Here naverokê

SERPÊHATÎ

Min Dev ji Her Tiştî Berda ku Ez Herim Pey Îsa

Min Dev ji Her Tiştî Berda ku Ez Herim Pey Îsa

Çaxa ez 16 salî bûm, bavê min ji min re got: “Eger tu herî xizmetê, êdî venegere malê. Eger tu vegerî, ezê lingên te bişkînim.” Loma min qerar da ku ji mal herim. Di jiyana min de cara pêşîn bû ku min dev ji her tiştî berda ku ez pey Îsa herim.

BAVÊ MIN çima wisa hêrs ket? Ezê niha ji we re şirove bikim. Ez di sala 1929an de 29 Tîrmehê hatim dinyayê, û li gundeke li eyaleta Bulacanê (Filîpîn) mezin bûm. Em feqîr bûn, ji ber ku krîza ekonomîk hebû. Çaxa ez ciwan bûm, ordiya Japonî Filîpîn dagirtin. Lê gundê me gelek dûr bû, loma jî ew şer dûrî me bû. Li wê derê ne radyo, televîzyon û rojname tune bûn. Der heqê şer de em ji mirovan dibihîst.

Ji 8 zarokan, ez yê diduwan bûm, û kalik û pîrika min ez birim mala xwe ku tevî wan bijîm. Hingê ez 8 salî bûm. Rast e em Katolîk bûn, lê kalikê min hez dikir der heqê cure-cure dînan de bielime, û loma wî weşanên dînan top dikir, ên ku dostên wî didane wî. Tê bîra min çaxa wî belavokên li ser zimanê Tagalog nîşanî min kir, di kîderê de hînkirinên dînên sexte eşkere dikirin, û wisa jî wî Kitêba Pîroz nîşanî min kir. Min ji xwendina Kitêba Pîroz hez dikir, bilhesa çar kitêbên pêşîn ên Mizgînê. Bi alîkariya wê yekê min dixwest ku ez pey Îsa herim (Yûh. 10:27).

DIELIMIM PEY ÎSA HERIM

Di sala 1945an de, îstilaya Japonyayê xelas bû. Hingê dê û bavê min ji min re got ku ez vegerim mal, û kalikê min jî şîret da min ku ez herim, loma ez çûm.

Hin wext bi şûn de, di sala 1945an de meha Kanûnê, komeke Şahidên Yehowa ji bajarê Angatê hatin gundê me ku mizgînê belav bikin. Şahidekî extiyar hat mala me û ji me re şirove kir ku Kitêba Pîroz çi dibêje der heqê “rojên dijwar” de (2. Tîm. 3:1-5). Wî em dawet kirin ku em herin gundê nêzikî me li ser kursa Kitêba Pîroz. Dê û bavê min nehatin, lê ez çûm. Li wê derê kêm zêde 20 mirov hatin, û hinek ji wan li ser Kitêba Pîroz pirs dipirsîn.

Rast bêjim min fehm nedikir ku ew der heqê çi de xeber didan, loma jî min dixwest ji civînê herim. Lê gava wana dest pê kir kilama Padîşahiyê bistirên, ez mam, çimkî wê kilamê gelek dilê min girt. Piştî kilam û duayê, em gişt hatin dawet kirin ku em roja yekşemê ji bo civînekê herin Angatê.

Ji me çend mirov, weke 8 km peya çûn ku herin civînê, kîjan ku di malbata Cruz de derbas dibû. Kêm zêde 50 mirov hatibûn vê civînê. Ez ecêbmayî mam ku hela hê zarokên biçûk jî li ser pirsên zor cewab didan. Piştî çend civînan, Damian Santos bira, yê ku pêşeng bû û extiyar bû, ez dawet kirim ku şev di mala wî de bimînim. Me temamiya şevê der heqê Kitêba Pîroz de xeber dida.

Hingê, gelek ji me rastiyên Kitêba Pîroz zû qebûl kir. Piştî çend civînan, birayan ji min û ji yên din pirsî: “Hûn dixwazin bên bin av kirin?” Min got: “Belê, ez dixwazim.” Min dixwest ku “ji Xudan Mesîh re xizmetê” bikim (Kol. 3:24). Em çûn ber çemê nêzikî me, û li wê derê em du mirov hatin bin av kirin li sala 1946an, 15 Sibatê.

Me fehm kir ku ji ber ku em şagirtên Îsa ne, gerek em wek wî xizmetê bikin. Ev yek ji bavê min re xweş nedihat, loma wî ji min re got: “Tu hê biçûk î ku bibî mizgînvan. Tu ku nuqî ava çêm bûyî, bi wê yekê tu nabî mizgînvan.” Min ji wî re şirovekir ku mexseda Xwedê ew e, ku em mizgîna Padîşahiyê belav bikin (Met. 24:14). Wisa jî min gote wî: “Ez gerek sonda xwe ku min ber Xwedê xwar, bînim cih.” Ew hema ew derece bû çaxa bavê min ez dame tirsandinê, çawa min jorê got. Belê, wî rê min digirt ku ez xizmet nekim. Ew hema ew wext bû, kengê min cara pêşin bona mexsedên ruhî, her tişt pişt xwe ve hişt.

Malbata Cruz ez dawet kirim, ku li Angatê tevî wan bijîm. Paşê wana qîza xweye biçûk Nora û min teşwîq kirin ku em bibin pêşeng. Me her diduyan jî 1ê Mijdarê di sala 1947an de dest bi pêşengiyê kir. Norayê di bajarekî din de xizmet dikir, lê min berdewam dikir di Angatê de xizmet kim.

DÎSA FERSEND ÇEDIBE KU EZ DEV JI HIN TIŞTAN BERDIM

Ez sê sal êdî çawa pêşeng xizmet dikirim, çaxa birak ji bûro Earl Stewart, di Angatʹê de li ber 500 mirovî zêdetir gotar xwend. Wî li ser zimanê Îngilîzî xeber dida, û paşî gotara wî min li ser zimanê Tagalogî fikirên sereke ji gotara wî wekiland. Li mektebê, min tenê heta sinifa 7an xwend, lê mamosteyên min her tim bi zimanê Îngilîzî xeber dida. Dîsa çi alî min kir ku zimanê Îngilîzî bielimim, ew bû ku bi zimanê Tagalog weşanên li ser hîmê Kitêba Pîroz hindik bûn. Loma jî min gelek ji weşanên me li ser zimanê Îngilîzî lêkolîn dikir. Wisa ez zimanê Îngilîzî rind elimîm û êdî min dikaribû gotar tercime bikira.

Vê rojê, Stewart bira di civata vê mihalê re got, ku bûro dixwaze du bira dawetî Beytelê ke. Ji bûro re alîkariya wan lazim bû, heta ku mizgînvanên wezîfedar ji welat biçûna li ser Civîna Mezin bi navê “Theocracy’s Increase”, kîjan ku di sala 1950î New Yorkʹê de derbas dibû. Ji wan bira yên ku dawetî Beytelê kiribûn, yek ez bûm. Û dîsa jî min her tişt pişt xwe hişt, da ku di şixulê Beytelê de alîkariyê bidim.

Di sala 1950î de, 19 Hezîranê, ez hatim Beytelê û min dest pê şixulê kir. Beytel di maleke mezin û kevin de bû, dor berê kîjan gelek darên mezin hebûn. Wêderê gelek birên azip xizmet dikirin. Şebeqê min di xwaringehê de alîkarî dida. Paşê nêzîkaya siheta neha, min di ciyê kincşûştinê de kinc ûtî dikir. Û paşî nanxwarinê jî min wisa dikir. Rast e, mizgînvanên wezîfedar piştî civîna mezin a hemdinyayê vegeriyan hatin, yeke min berdewam dikir di Beytelê de xizmet kim. Min kovar dipêçan bona şandinê, dokûmênt tije dikir ku kovaran li kîderê bişînin, û wisa jî ez çawa sêkrêtar bûm. Min hemû şixul dikirin, kîjan ku ji min dixwestin.

FILÎPÎNÊ DIHÊLIM Û DIÇIM MEKTEBA GÎLED

Di sala 1952an de, ez û 6 bira ji Filîpînê dawetî Mekteba Gîled kirin. Şabûna min bêhesab bû. Di Amerîkayê de gelek tişt bona me nû bûn û nenas bûn. Ew ji gundê min e biçûk gelek cude dibû.

Tevî hevaldersên Gîleadê

Mesela, em gerek bielimana ku çawa hacet û firaqên ku ji bo me nenas bûn, bidine xebatê. Û ji xeynî vê yekê, hewa jî gelek sar bû! Şebeqê gava ez derketim derva, min dît hemû tişt sipî ye. Ew cara pêşin bû çaxa min berf dît. Ew gelek bedew bû, lê min texmîn kir ku ew gelek bûz e.

Ji bo vê yekê ku ez di Mekteba Gîled de dielimîm, ew hemû guhastin bona min zor nedihatine xanê. Dersdarên me cure-cure mêtodên kêrhatî bona hînkirinê didane xebatê. Em elimîn ku lêkolîna kûr bikin. Kursên di Mekteba Gîled de, gelek alî min kir ku di ruhî de hê qewî bim.

Çaxa min ev mekteb xelas kir, ez li ser demekî da hatim kifşkirin çawa pêşengê mexsûs di Bronx de (New York). Di sala 1953an de, meha Tîrmehê, ez çûme li ser civîna mezin, kîjan ku di Bronxʹê de derbas dibû. Piştî vê civînê ez hatim kifşkirin di Filîpînê de.

BAJARÊ KOMFORT DIHÊLIM

Birên ji bûro gotin: “Niha tuyê xizmet kî çawa nazirê herêmî.” Ev kifşkirin diha zehf mecal da min ku raste-rast pey Îsa herim, kîjan ku diçû bajêr û gundên dûr, ji bo ku alî cimeta Yehowa bike (1. Ptr. 2:21). Ew mihal, di kîjan ku min gerek çawa nazirê herêmî xizmet kira, têrîtoryake mezin bû. Ew Luzon a Navend bû, kîjan ku di Filîpînê de giraveke here mezin e. Provînsiya Bulacan, Nueva Ecija, Tarlac, û Zambales diketin di nava vê têrîtoriyaʹyê de. Da ku teseliya hin bajaran bikim, ez gerek Çiyayên Sierra Madreʹye çel-kort re derbas bûma. Ne otobûs diçûne li wan ciyan, ne jî trên, loma jî min ji xwediyên erebên barkêş hîvî dikir li ser kêrana rûnêm, kîjan wana bi ereba dibir. Gelek car ew qayîl dibûn min hildin, lê rast bêjim rêke hêsa nîbû.

Gelek civatên di mihala min de biçûk bûn û nû bûn. Birên di wan civatan de gelek razî bûn ku min alî wan kir hê rind civata û wisa jî civatên xizmetê organîze kim.

Wext şûnda ez hatim kifşkirin di rêgîona Bicolʹê de. Wêderê gelek kom hebûn ku ciyên gelek dûr bûn, û di wan ciyan de cara pêşin pêşengên mexsûs xizmet dikirin. Destava malekê ew bû ku erdê de çel kolayî bû, kîderê herdu aliya ve kêran hatibûn danînê. Carekê çaxa min lingên xwe danî li ser kêrana, kêran ketin û ez jî ketim çelê. Ji min re wext lazim bû ku xwe paqij kim, da ku dest pê şixulê bikim.

Çaxa min di wê mihalî de xizmet dikir, hingê min dest pê kir der heqê Noraʹyê bifikirim, ya ku tevî min di Bulacanʹê de dest pê pêşengtî kir. Hingê ew pêşenga mexsûs bû di bajarê Dumaguete de, û ez çûm teseliya wê bikim. Piştî vê yekê, hin wext me hevdu re name dinivîsî, û di sala 1956an de me hev stand. Heftêkî şûnda paşî daweta me, me teseliya civata Girava Rapu Rapu kir. Em çiya re derbas bûn, û gelek rê çûn, lê ew şabûneke mezin bû ku me tevayî alî xwişk-biran dikir ku ciyên dûrda dijîtin!

DÎSA DAWETÎ BEYTELÊ DIKIN

Paşî weke çar salên şixulê naziriyê, me dawetkirin stand ku di bûro de xizmet kin. Û di sala 1960î de, meha Çileyê, xizmeta meye Beytelê destpêbû. Di nava wan gelek salan de heta roja îro ez gelek tişt elimîm ji wan biran, yên ku mesûliyetên mezin tînin cih, û Nora jî cure-cure şixul dike di Beytelê de.

Li civîneke mezin, ez gotarekê pêşkêş dikim û birayek gotara min bi zimanê Sebuano tercume dike

Bona min keremeke mezin bû ku min bi çavê xwe didît ku di Filîpînê de çiqas gelek mirov dibûne xizmetkarên Yehowa. Çaxa ez cara pêşin di ciwantiyê de hatim Beytelê, di temamiya welat de weke 10.000 mizgînvan hebûn. Lê îro wêderê 200.000 mizgînvanan zêdetir hene, ji wana bi sedan xizmetkarên Beytelê ne, yên ku alîkariyê didine şixulê belavkirina mizgînê.

Wext derbas dibû û lazim bû ku Beytelê mezin kin. Loma jî Koma Rêberiyê ji me re got ku erd bigerin, da ku avaya nû ava kin. Ez tevî serkarê îdara neşirkirinê, mal bi mal diçûme bal cînara ku nêzîkî bûroyê dijîtin, ku bipirsin hela kesek erd difiroşe an na. Wêderê gelek Çînayî dijîtin. Lê tu kesî nedifrot, û mirovek hela hê jî wisa got: “Çînayî nafiroşin, lê tenê dikirin.”

Gotara Albert Schroeder tercume dikim

Lê rojekê, cînarek ji me re got ku ew dixwaze erdê xwe bifiroşe me, çimkî derbasî Amerîkayê dibe. Em gelek ecêbmayî man. Paşî vê yekê dîsa tiştên wisa qewimîn ku me qe ne jî dikaribû bawer kira. Cînarekî din jî dixwest erdê xwe bifiroşe, û wî yên din jî teşwîq dikir ku erdê xwe bifiroşin. Me hela hê jî ji wî mirovî erd kirî, kîjan ku ji me re got ku “Çînayî nafiroşin”. Di demekî kin de, mezinaya ciyê bûroyê sê caran zêdetir bû. Ez sed selefî bawer im ku ew yek mexseda Yehowa Xwedê bû.

Di sala 1950î de, ez ji endamên Beytelê yê herî ciwan bûm, lê îro ez û pîreka min endamên herî extiyar in. Ez tu car poşman nabim ku pey Îsa diçûm, kîderî jî wî min dişand. Rast e, dê-bavê min ez ji mal derxistim, lê Yehowa malbateke gelek mezin da min, ku ji wî re îbadet dikin. Ez bawer im ku Yehowa her tiştî dide me çi ku ji me re lazim e, ferq nake em kîjan mesûliyetan distînin. Ez û Nora gelek ji Yehowa razî ne ji bo her qenciya wî, û em yên din jî teşwîq dikin ku qenciya wî bicêribînin (Malx. 3:10).

Îsa carekê ji bacgirekî re navê kîjan Mettayê Lêwî bû, got: “Li pey min were.” Lê Metta çi kir? “Wî jî dev ji her tiştî berda, rabû ser xwe û li pey wî [Îsa] çû” (Lûqa 5:27, 28). Mecalên min jî hebûn ku tiştan pişt xwe ve bihêlim ku pey Îsa herim, û ez yên din jî teşwîq dikim ku wisa bikin, û wê gelek kereman bistînin.

Bi şabûnê berdewam dikim di Filîpînê de xizmet kim