Here Naverokê

Here naverokê

“Ez Dizanim ... Ewê Dîsa Rabe”

“Ez Dizanim ... Ewê Dîsa Rabe”

“Dostê me Lazar bi xew ve çûye, lê ez diçim wî hişyar bikim” (YÛH. 11:11).

KILAM: 142129

1. Mertayê der heqê birayê xwe de çi dizanibû? (Li resmê ewilî binêre.)

HEVAL û şagirta Îsa Mertayê şîn dikir. Birayê wî Lazar miribû. Gelo tiştekî wê bikaribûya ji dilê wê re bibûya derman? Belê! Îsa wisa got: “Birayê te wê dîsa rabe.” Xemgîniya wê bi van gotinan bi temamî tune nebû jî, Mertayê temînata Îsa qebûl kir. Wê got: “Ez dizanim Roja Dawî, Roja Vejînê ewê dîsa rabe” (Yûh. 11:20-24). Ew bawer bû ku rojekê, Lazar wê rabe. Paşê, Îsa mucîzeyek kir û Lazar li wê rojê ji miriyan rakir.

2. Gerek em çima wek Mertayê xwediyê baweriya xurt bin?

2 Kitêba Pîroz nabêje ku Îsa an Xwedê wê dost û merivên me îro ji miriyan rake. Lê belê, gelo tu jî wek Mertayê bawer î ku rojekê, mirî wê rabin? Dibe ku pîrek an zilamê te, dê an bavê te an jî pîr an kalê te miriye. An jî dibe ku zarokê te miriye. Tu helbet dixwazî wî dîsa hembêz bikî, pê sohbet bikî û pê re kêfxweş bibî. Şikur ku tu jî dikarî wek Mertayê wisa bibêjî: “Ez dizanim ku ewê ji miriyan rabe.” Dîsa jî, wê baş be ku em şêwir bikin ku em çima dikarin ji vê emîn bin.

3, 4. Dibe ku baweriya Mertayê bi saya kîjan kirinên Îsa xurttir bû?

3 Ji ber ku Merta nêzikî bajarê Orşelîmê dijiya, wê her hal nedîtibû ku Îsa çawa kurê jinebiyeke li nêzikî Nayîna Celîleyê rakiribû. Lê bi îhtimaleke mezin, wê behsa vê hadîseyê bihîstibû. Wekî din, Îsa keçika Yaîros ji miriyan rakiribû. Li mala keçikê, her kesî “dizanibû ku keçik miriye”. Lê Îsa, destê wê girt û wisa got: “Keçikê, rabe ser xwe!” Ew jî der hal rabû (Lûqa 7:11-17; 8:41, 42, 49-55). Hem Merta hem jî xwişka wê Meryemê dizanibû ku Îsa dikare nexweşiyan qenc bike. Loma ew difikirîn ku eger Îsa li wê derê bûya, Lazar wê nemira. Niha dostê Îsa êdî miribû. Dîsa jî, Merta bawer bû ku Lazar wê rojekê, yanî li “Roja Dawî” ji miriyan rabe. Ew çima ew qas emîn bû? Tu çawa dikarî emîn bî ku rojekê, dost û merivên te jî wê ji miriyan rabin?

4 Sebebên saxlem hene ku em bawer bin ku mirî wê rabin. Wexta ku em li hinek ji wan binêrin, emê bibînin ku hin gotinên Kitêba Pîroz – ên ku me belkî texmîn nekiriye – bi rabûna miriyan ve çawa girêdayî ne. Bi saya van nuqteyan, baweriya me wê bêguman xurttir bibe.

HADÎSEYÊN KU HÊVIYA ME XURTTIR DIKIN

5. Merta çima bawer bû ku Lazar wê ji miriyan bê rakirin?

5 Mertayê negot ku “Xwezî ku birayê min rabe”. Na, wê wisa got: “Ez dizanim ... ewê rabe.” Ew bawer bû, çimkî berî ku Îsa dest bi xizmeta xwe kir jî, wê der heqê çend mucîzeyên demên berê de bihîstibû. Dibe ku Mertayê li ciwantiya xwe an li kenîşteyê behsa van mucîzeyan bihîstibû. Niha emê li ser sê hadîseyên ku li Nivîsarên Pîroz derbas dibin, şêwir bikin.

6. Mertayê bêguman der heqê kîjan mucîzeyê de bihîstibû?

6 Kesê pêşîn ê ku ji miriyan hat rakirin, li dema Êlyas pêxember dijiya. Li Sarêfatê, gundekî Fenîkeyê yê li kêleka behrê, jinebiyekê Êlyas mêvan kir. Bi saya arvan û rûnê ku bi mucîzeya Xwedê neqediya, jinebî û kurê wê sax man (1. Qra. 17:8-16). Lê paşê, kurê wê nexweş ket û mir. Êlyas çû hawara wê. Wî dest li zarokê mirî kir û wisa dua kir: “Ya XUDAN Xwedayê min, ez lava ji te re dikim, bila canê vî lawikî vegere hundirê wî!” Xwedê guh da duaya Êlyas û zarok sax kir. Li gor Kitêba Pîroz, kesê pêşîn ê ku ji miriyan rabû ev zarok bû (1. Qiralan 17:17-24 bixwîne). Mertayê bêguman ev mucîze dizanibû.

7, 8. (a) Elîşa dilê dayikeke bişîn çawa rihet kir? (b) Mucîzeya Elîşa der heqê Yehowa de çi îsbat dike?

7 Hadîseya diduyan, a ku li Nivîsarên Pîroz derbas dibe, bi destê Elîşa, ku xelefê Êlyas bû, pêk hat. Li Şûnemê, pîrekeke dewletî ji Elîşa re pir mêvanperwer bû. Seba vê, Xwedê zarokek da vê pîrekê û zilamê wêyî kal. Lê belê çend sal paşê, zarok mir. Bîne ber çavê xwe ku şîna dayikê çi qas mezin bû! Bi îzna zilamê xwe, pîrek 30 kîlometre rê çû heta çiyayê Karmelê, cem Elîşa. Pêxember xizmetkarê xwe Gehazî ji pêş ve şand Şûnemê. Lê belê Gehazî nikaribû zarok sax bike. Paşê dayika bişîn û Elîşa jî gihîştin malê.

8 Li Şûnemê, Elîşa li cem zarokê mirî dua kir. Mucîzeyek çêbû û zarok vegeriya heyatê. Diya wî ji kêfê firiya! (2. Qiralan 4:32-37 bixwîne). Dibe ku pîrekê gotinên duaya Hannayê anî bîra xwe. Wexta ku Hannayê – ya ku berê bêzarok bûbû – kurê xwe Samûyêl anîbû konê îbadetê, wê wisa dua kiribû: “XUDAN ... dadixe warê miriyan û hildikişîne” (1. Sam. 2:6). Xwedê zarokê Şûnemî bi rastî jî ji warê miriyan rakir û wisa nîşan da ku ew dikare miriyan sax bike.

9. Piştî mirina Elîşa, zilamek çawa ji miriyan rabû?

9 Piştî ku Elîşa 50 sal pêxemberî kiribû, ew nexweş ket û mir. Bi zeman re, cesedê wî riziya, û tenê hestiyên wî man. Rojekê, wexta ku zilamek dihat defn kirin, dijmin ji nişka ve hat. Mirovan cesed bi lez avêt mezela Elîşa. Paşê, tiştekî ecêb çêbû. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Dema zilam ket û bi hestiyên Elîşa ket, vejiya [sax bû] û li ser pêlê xwe rabû” (2. Qra. 13:14, 20, 21). Ev qeydên rabûna miriyan bê guman dilê Mertayê rihet dikir. Belê, Xwedê dikare mirinê mexlûb bike. Lazim e ku em jî li ser van qeydan bifikirin û fehm bikin ku qudreta Xwedê bêsînor e.

HADÎSEYÊN SEDSALA YEKÊ

10. Çi hat serê Tabîta, û Petrûs çi kir?

10 Nivîsarên Pîroz ên Yewnanî jî behsa çend kesan dikin, ên ku li hizûra temsîlkarên Xwedê ji miriyan hatin rakirin. Mesela, Îsa li nêzikî Nayînê û li mala Yaîros kesên mirî sax kirin. Paşê, Petrûsê şandî şagirteke Îsa ya bi navê Tabîta sax kir. Petrûs çû cem cesedê wê û dua kir. Paşê, Petrûs wisa got: “Tabîta, rabe!” Tabîta vegeriya heyatê, û Petrûs Tabîtaya saxkirî nîşanî xwişk û birayan da. Bi saya vê hadîseyê, “gelekan bawerî bi Xudan anî”. Wan şagirtên nû êdî dikaribû der heqê Îsa Mesîh û rabûna miriyan de şahidiyê bikin (Kar. 9:36-42).

11. Çi hat serê Eytûxos? Tesîra vê hadîseyê ya li ser kesên din bû çi?

11 Gelek kes bûn şahid ku kesekî din çawa ji miriyan hat rakirin. Carekê, Pawlosê şandî çûbû bajarê Troayê (li bakurê rojavaya Tirkiyeya îroyîn). Li odeyeke jorîn, Pawlos heta nîvê şevê ji xwişk û birayan re xeber da. Ciwanekî bi navê Eytûxos li kêleka paceyê rûdinişt û guhdariya wî dikir. Lê paşê, xew ket çavê wî, û ew ji qata sisêyan ket xwarê. Dibe ku kesê pêşîn ê ku gihîşt cem wî Lûqayê hekîm bû. Çi heyf e ku Eytûxos ne tenê birîndar û jixweveçûyî bû. Na, ew mirî bû. Pawlos jî daket cem wî û ew hembêz kir. Paşê, Pawlos wisa got: “Canê wî di wî de ye.” Çi mucîzeyeke mezin! Ên ku ev hadîse dît û fehm kir ku yekî ji miriyan rabûye pir dilşad bûn (Kar. 20:7-12, KP).

HÊVIYEKE SAXLEM

12, 13. Niha emê li ser kîjan pirsan şêwir bikin?

12 Bi saya van qeydên Kitêba Pîroz, em jî dikarin wek Mertayê bawer bin ku Xwedê dikare miriyan rake. Lê belê, kesên ku hatin rakirin di dema mucîzeyan de hatin rakirin, û xizmetkarên Xwedê yên dilsoz – mesela Êlyas, Îsa an Petrûs – li wê derê bûn. Halê kesên ku li wextên din mirin wê bibe çi? Gelo Xwedê wê wan rojekê ji miriyan rake? Gelo em dikarin wek Mertayê bawer bin ku mirî wê li roja dawîn rabin? Ew çima ji vê emîn bû, û em çawa dikarin ji vê emîn bin?

13 Çend ayetên Kitêba Pîroz rêyî me didin ku xizmetkarên Xwedê yên dilsoz dizanibû ku rojekê, mirî wê rabin. Niha emê li hinek ji van ayetan binêrin.

14. Hadîseya Birahîm û Îshaq der heqê rabûna miriyan de çi rêyî me dide?

14 Bîne bîra xwe ku Xwedê ji Îbrahîm re çi gotibû: “Bi Îshaq, lawê xwe yî tekane yê ku tu jê hez dikî bigire û ... mîna qewlekî şewitandinê pêşkêş bike” (1. Mû. 22:2). Ev tiştekî pir zor e, ne wisa ye? Yehowa soz dabû ku hemû milet wê bi navgîniya zuriyeta Birahîm bên bimbarek kirin (1. Mû. 13:14-16; 18:18; Rom. 4:17, 18). Wekî din, Yehowa gotibû ku bereket wê bi navgîniya Îshaq bê (1. Mû. 21:12). Lê eger Birahîm kurê xwe Îshaq qurban bikira, ev soz wê çawa bihata cih? Bi îlhama Xwedê, Pawlos got ku Birahîm bawer bû ku Xwedê dikare Îshaq ji miriyan rake (Îbranî 11:17-19 bixwîne). Kitêba Pîroz nabêje ku Birahîm bawer bû ku Îshaq wê di nava çend saetan, rojekê an heftiyekê de bê sax kirin. Birahîm nizanibû ku kurê xwe wê kengê bê rakirin. Dîsa jî, ew bawer bû ku rojekê, Yehowa wê Îshaq ji miriyan rake.

15. Hêviya Eyûb çi bû?

15 Eyûb pêxember jî bawer bû ku rojekê, mirî wê rabin. Wî dizanibû ku eger darek bê birîn jî, ewê dîsa şîn bibe (Eyûb 14:7-12; 19:25-27). Wexta ku mirov dimire, ew nikare xwe bi xwe ji miriyan rabe (2. Sam. 12:23; Zeb. 89:48). Helbet ev nayê maneya ku Xwedê nikare miriyan rake. Eyûb bawer bû ku li wexta munasîb, Yehowa wê wî bîne bîra xwe (Eyûb 14:13-15 bixwîne). Wî nizanibû ku ewê kengê ji miriyan rabe. Dîsa jî, ew bawer bû ku Afirandêr dikare wî bîne bîra xwe û ji miriyan rake.

16. Melekekî çawa cesaret da Danîêl?

16 Danîêl, ê ku em ji Nivîsarên Pîroz ên Îbranî rind nas dikin, bi gelek salan bi dilsozî ji Xwedê re xizmet dikir, û Yehowa piştgiriya wî dikir. Carekê, melekekî ji Danîêl re wisa got: “Metirse ya tu, zilamê ku zehf jê hatiye hez kirin! Ji te re xweşî be! Xwurt bibe!” (Dan. 9:22, 23; 10:11, 18, 19).

17, 18. Yehowa çi soz da Danîêl?

17 Danîêl êdî nêzikî 100 salî bû û li ber mirinê bû. Gelo ewê ji miriyan bê rakirin? Helbet! Li dawiya kitêba Danîêl, Xwedê wisa temînat da wî: “Lê belê tu, heta ku bibe dawîn here; ji ber ku tuyê bigîhêjî rehetiyê” (Dan. 12:13). Danîêlê kal dizanibû ku mirî di rihetiyê de ne, “ji ber ku li warê miriyan ... kar û raman, zanîn û zanyarî nîne” (Waiz 9:10). Lê belê ev nayê maneya ku ji bo Danîêl, êdî her tişt xelas bûye. Yehowa jê re soz da ku ewê xelateke xweş bide wî.

18 Melekê Xwedê ji Danîêl re wisa got: “Di dawiya rojan de tuyê ji bo stendina mêrasa xwe hişyar [bî]!” Melek negot ku ewê kengê bê rakirin. Danîêl wê bimira û bigihîşta rihetê. Lê belê jê re soz hat dayîn ku ewê “ji bo stendina mêrasa xwe hişyar be”. Ev yek wê li “dawiya rojan” bê cih, yanî wexteke dirêj piştî mirina Danîêl.

Wek Mertayê, tu jî dikarî bawer bî ku mirî wê bên rakirin (Li paragrafên 19 û 20an binêre)

19, 20. (a) Melûmatên vê meqaleyê bi gotinên Mertayê ve çawa girêdayî ne? (b) Li meqaleya din, emê li ser çi şêwir bikin?

19 Wek tê dîtin, bingeha baweriya Mertayê pir saxlem bû. Lazar wê li roja dawîn ji miriyan rabûya. Sozê ku ji Danîêl re hat dayîn û gotinên Mertayê alî me dikin ku em jî bawer bin ku mirî wê rabin!

20 Belê, hadîseyên berê îsbat dikin ku mirî dikarin bên rakirin. Xizmetkarên Xwedê yên berê bawer bûn ku rojekê, mirî wê bên rakirin. Xwedê soz daye ku mirî wê rabin. Lê belê pirseke din ev e: Gelo dibe ku sozê Xwedê çend sedsal bi şûn de bê cih? Eger wisa be, ev jî sebebeke muhîm e ku em wek Mertayê li benda rabûna miriyan bin. Lê belê mirî wê kengê bên rakirin? Li meqaleya din, emê li ser vê mijarê şêwir bikin.