Here Naverokê

Here naverokê

Esaw mafê nixurîtiya xwe firote Aqûb, gelo loma Aqûb kete xeza wan kal-bavan, ji kîjan Mesîh gerek bihata?

Pirsên Xwendevanan

Pirsên Xwendevanan

Hêna berê de, gelo eseyî bû ku mêr nixurî bûya, da ku biketa rêza wan kal-bavan ji kîjan Mesîh gerek bihata?

Di weşanên me de, me çend caran besa vê pirsê kiriye. Di Îbranî 12:16an de tê gotin ku Esaw “bê tirsa Xwedê” bû û “mafê nixurîtiya xwe bi xwarinekê [ji Aqûb re] firot”. Ji vê yekê eyan dibe ku çaxa Aqûb “mafê” nixurîtiyê stand, ew jî ket di nava rêza kal-bavan de, ji kîjan Mesîh gerek bihata (Met. 1:2, 16; Lûqa 3:23, 34).

Lê ji hin serpêhatiyên Kitêba Pîroz tê kifşê ku zilam, da ku bikeve di nav rêza wan kal-bavan de, ji kîjan Mesîh gerek bihata, eseyî nîbû ku nixurî bûya. Were çend îspatkirinên vê yekê şêwir kin:

Ji lawên Aqûb (Îsraêl) ku Lêayê ji wî re anî, Rûben nixurî bû. Lê lawê pêşin ji Rahêlê, ya ku Aqûb gelek lê hez dikir, Ûsiv bû. Çaxa Rûben gune kir, maf, dêmek îzina nixurîtiyê, gihişte Ûsiv (1. Mû. 29:31-35; 30:22-25; 35:22-26; 49:22-26; 1. Dîr. 5:1, 2). Lê yeke ew herdu jî neketin di nava rêza wan kal-bavan de, ji kîjan Mesîh gerek bihata. Lawê Aqûb yê çara Cihûda, kîjan ku Lêayê ji wî re anî, kete di nava vê rêzê de (1. Mû. 49:10).

Di Lûqa 3:32an de tê rêzkirinê pênc nav ê kal-bavên ji xeza Mesîh. Çawa tê kifşê her yek ji wan nixurî bû. Mesela, nixuriyê Boaz Obêd bû, lê nixuriyê Obêd Yêşa bû (Rût 4:17, 20-22; 1. Dîr. 2:10-12).

Lê em zanin ku Dawidê lawê Yêşa, nixurî nîbû. Ew ji heyşt lawan yê herî biçûk bû. Lê yeke Mesîh ji zuriyeta Dawid bû (1. Sam. 16:10, 11; 17:12; Met. 1:5, 6). Rast e Silêman nixuriyê Dawid nîbû, lê ew jî kete rêza wan kal-bavan (2. Sam. 3:2-5).

Lê ew nayê hesabê ku nixurtî muhîm nîbû. Çimkî di malbatê de yê nixurî xweyîqedir bû, û gelek car paşî malxê malê, ew dibû hikumdar. Wisa jî di malbatê de mal û milk dubare didane wî (1. Mû. 43:33; 5. Mû. 21:17; Yêşû 17:1).

Lê mafê nixurîtiyê dikaribû bigihişta lawekî din. Ew yek tê kifşê çaxa Birahîm nixurîtiya Îsmayîl da Îshaq (1. Mû. 21:14-21; 22:2). Û wisa jî çawa me dît, nixurîtiya Rûben gihişte Ûsiv.

Niha werên em dîsa bixwînin Îbranî 12:16: “Nebe ku yek, zînakar an bê tirsa Xwedê be, wek Esaw ê ku mafê nixurîtiya xwe bi xwarinekê firot”. Gelo Pawlos di vê ayetê de çi dixwest bigota?

Di vê ayetê de Pawlos ne ku bala şagirtên Îsa dida ser xeza kal-bavên Mesîh, lê wî dixwest wana şîret kira, ku “ji bo lingên xwe riyên rast” çêkin. Ew gerek miqatî xwe bûna ku neketana nav bênamûsiyê, û “ji kerema Xwedê” nemînin (Îbr. 12:12-16). Lê eger wana wisa nekira, wê bibûna mîna Esaw, yê ku “bê tirsa Xwedê” bû, û bû yekî dinêhez.

Esaw di hêna baveşîra de dijît, û diqewime cara îzina wî hebû hela hê jî fedakaran bîne (1. Mû. 8:20, 21; 12:7, 8; Eyûb 1:4, 5). Lê Esaw bi binyata mirovayî difikirî, loma wî ji bo şorba nîskê pişta xwe da hemû keremên xwe. Diqewime wî ew yek kir, çimkî nedixwest wî cefayî bikişîne, kîjan ku zuriyeta Birahîm gerek bidîta, çawa hatibû pêxembertîkirinê (1. Mû. 15:13). Esaw du pîrekên pûtparist anî, û bi vê yekê jî da kifşê ku ew dinêhez bû û tiştên pîroz nedişêkirand. Ew du pîrek bûne kula dilê dê-bavê Esaw (1. Mû. 26:34, 35). Lê Aqûb çav neda birê xwe û pîreka wisa anî ya ku ji Xwedêyê rast re îbadet dikir (1. Mû. 28:6, 7; 29:10-12, 18).

Di axiriyê de, em çi dikarin bêjin der heqê xeza Mesîh de? Çawa me dît di vê xezê de ne hemûşk nixurî bûn. Cihûya ew yek zanibûn û qebûl dikirin, wisa jî qebûl dikirin ku Mesîh bi zuriyeta Dawid hat, kîjan ku lawê Yêşa yê biçûk bû (Met. 22:42).