Here Naverokê

Here naverokê

Pirsên Xwendevanan

Pirsên Xwendevanan

Gelo şagirtên Îsa dikarin haceta IUD bidine xebatê, kîjan ku nahêle ku kulfet hemle derê?

Hemû jin-mêr ku şagirtên Îsa ne, gerek rind bielimin ku ew hacet (bi înglîzî “IUD”, intrauterine device) çi dike. Ji xeynî vê yekê, ew gerek prensîpên Kitêba Pîroz hildin hesab. Piştî vê yekê ew gerek qerarkirina wisa bikin, ku wijdana wan ber Xwedê paqij bimîne.

Yehowa temî da Âdem û Hewayê, (û piştî Tofanê jî da Nuh û malbata wî): “Bi berdar bibin, zêde bibin” (1. Mû. 1:28; 9:1). Kitêba Pîroz nabêje ku şagirtên Îsa gerek wê temiyê bînin cih. Loma jî, jin-mêr gerek qerar kin ku bidine xebatê wan hacetan û dermanan, kîjan ku nahêlin kulfet hemle derê an na, û wisa jî qerar kin ku kengê ew dixwazin zarok ji wan re bibin. Gelo jin-mêr çi gerek hildin hesab?

Şagirtê Îsa gerek qerarkirina xwe, der heqê her mêtodekî de ku nahêlin kulfet hemle derê, li gor prensîpên Kitêba Pîroz bike. Loma jî şagirtên Îsa tu car bona wê yekê ku zarok ji wana re nebin, zarokê berxwe nakin. Eger kesek zarokê naxwaze û zarokê berxwe dike, ew miqabilî Kitêba Pîroz diçe, çimkî qedirê jîyanê nagire. Eger kesek zarokê berxwe dike, ew giranbûnê dide sekinandinê, dêmek jîyana kesekî dide sekinandinê (2. Mû. 20:13; 21:22, 23; Zeb. 139:16; Yêr. 1:5). Lê em der heqê haceta IUD de çi dikarin bêjin?

Der heqê wê yekê de di The Watchtower de a 15 Gulanê ya sala 1979 (rûpêlên 30-31) meqaleyê de hatiye behs kirin. Hacetê IUD ku hingê belabûyî bû, ji plastîkê çêkirî bû, kîjan ku dikirine malzarokê de ji bo ku kulfet hemle derneyê. Di vê meqaleyê de hate şirovekirin ku ew haceta IUD çi fûnksiyayê dike. Gelek zanyaran gotin, ku ew hacet nedihişt ku toximê mêr bigihîje hêkên kulfetê û bergirtin biqewime. Eger bergirtin nediqewimî, jîyana nû destpênedibû.

Lê heye îspatkirin ku rast e haceta IUD dihate danîn, yeke caran bergirtin dikaribû biqewimiya. Hêka bergirtî ji malzarokê der mezin dibû, an jî berbi malzarokê diçû. Eger ew digihişte malzarokê, evê haceta IUD nedihişt ku ew wêderê şîn be. Ew mîna zarberkirinê bû. Di vê meqaleyê de hatiye gotin: “Şagirtê helal, kîjan ku difikire gelo îzin e haceta IUD bide xebatê an na, gerek kûr bielime hemû melûmeta û hilde hesab nihêrandina Kitêba Pîroz der heqê pîrozbûna jîyanê de” (Zeb. 36:9).

Lê piştî sala 1979an çaxa ev meqale hate nivîsandin, mêdîsîna û zanyarî gelek pêşda çû.

Îro dîsa du cure hacetên IUD hene. Ya pêşiyê, kîjan ku ji tûnc e ji sala 1988 Amerîkayê de destpêkirin bidine xebatê. Ya duda, kîjan ku bi hormon e di sala 2001ê de hate derxistin. Gelo ew du hacet çi fûnksiyayê dikin?

Yê Tûnc: Çawa me jorê got, haceta IUD riya toximê mêr digire, ku negihîje hêka kulfetê. Ji xeynî vê yekê, ev haceta IUD bi tûnc bona toximê mêr çawa jer e, dêmek ew helak dike. * Ew hacet wisa jî di malzarokê de hin guhastinan dike.

Bi Hormon: Heye haceta IUD di kîderê de ew hormon heye, kîjan ku di nava wan dermanan de ne, yên ku nahêlin kulfet hemle derê. Ew hacet hormon dike mala zarokê. Bal hin kulfetan ew hacet nahêle hêk ji hêkdankê derê. Loma eger hêk dernayê, ew nikare berbigire. Ew hacet wisa jî riya berbi malzarokê teng dike. * Wisa jî ew rê digire ku toximê mêr ji devê malzarokê negihîje malzarokê.

Çawa me êdî got, ew herdu hacetên IUD di nava malzarokê de guhastinan dikin. Lê çi diqewime eger toximê mêr û hêka kulfetê digihîjine hev û hêk şîn dibe? Ew hêk dikare bikeve malzarokê, lê tê de şîn nebe çimkî spîral nahêle. Di vê derecê de giranbûn dikare bê sekinandin. Lê zanyar dibêjin ku ew yek hezara carekê diqewime ku hêk bikeve malzarokê û ew wisa jî dikare biqewime çaxa dermana dixwin ji bo ku hemle derneyên.

Lê tu kes sed selefî nikare bêje ku ew herdu hacet tu car nahêlin ku hêk tevî toximê mêr berbigire. Lê lêkolînkirina zanyaran nîşan dike ku fûnksiyên wan hacetan ku me jorê şêwir kir, wisa dikin ku hêk şîn nebe, loma jî hezara carekê kulfet hemle dertê.

Jin-mêrê ku şagirtên Îsa ne dikarin tevî hekîmê ceribandî şêwir kin der heqê xebitandina hacetan IUD de. Hekîm dikare ji we re bêje ku kîjan hacet di welatê we de destdikeve, û wisa jî çi feyde ye û çi xerab e eger wê hacetê bidine xebatê (Rom. 14:12; Gal. 6:4, 5). Wê qerarkirinê gerek her kes şexsî bona xwe bike. Mexseda wan gerek ew be, ku Xwedê xweş bên û wijdana wan ber wî paqij bimîne (Beramber kin 1. Tîm. 1:18, 19; 2. Tîm. 1:3).

^ par. 4 Organîzasiyeke Îngilistanê ku mesûl e ji bo sihet-qewetiyê, gotiye: “Eger di haceta IUD de gelek tûnc hebe, ew wê 99% selef baş be. Ev tê hesabê ku di nava salekî de ji 100 kulfetan tenê yek dikare hemle derê. Lê eger tûncê hacetê kêm be, feyda wê jî wê kêm be.

^ par. 5 Ji bo wê yekê ku haceta IUD bi hormon riya berbi malzarokê teng dike, caran hekîm wê hacetê ji kulfetên mêrkirî re û nemêrkirî re jî datînin, bal kîjanan kirashatin zor derbas dibe.