Here Naverokê

Here naverokê

Tê Bîra Te?

Tê Bîra Te?

We rind bala xwe da meqaleyên Birca Çavdêriyê yên wan paşwextiya? Xwe bicêribînin, hela hûnê bikaribin cewabên wan pirsan bidin:

Dê-bav ku penaber in, çima gerek qerarkirinê bikin der heqê ziman de, da ku di aliyê ruhî da alî zarokên xwe bikin?

Zarok dibe ku di mektebê de û di nav hevalan xwe de zimanê ecnebî dielimin. Bi rastî zarok wê feydê bistînin, eger 2 zimanan zêdetir bizanibin. Dê û bav gerek bala xwe bidin ku zarokên wan, bi rastî kîjan zimanî hê rind fehm dikin, ku di ruhî da pêşda herin. Mesela, ew gerek qerar kin, hela civata kîjan zimanî bijbêrin, ya zimanê ecnebî an ya zimanê dê. Dê û bav ku şagirtên Îsa ne, gerek ruhaniya zarokên xwe ji xwestinên xwe bilind bigirin (w17.05, rûp. 9-11).

Gava Îsa ji Petrûs pirsî: “Ma tu ji van bêtir ji min hez dikî?”, wî der heqê kê de got çaxa got “wan”? (Yûh. 21:15).

Çawa tê kifşê, Îsa der heqê masiyan û xebata masîgirtinê de got. Piştî mirina Îsa, Petrûs dîsa vegeriya şixulê xweyî berê, dêmek xebata masîgirtinê. Ji vê yekê tê kifşê ku şagirtên Îsa gerek xwe bicêribînin, hela di dilê wan de xebat çi cîyî digire (w17.05, rûp. 22-23).

Çima Birahîm gote pîreka xwe, ku ew bêje, ku ew xwişka wî ye? (1. Mû. 12:10-13).

Bi rastî, Sara û Birahîm ji aliyê bav de xwişk û bira bûn. Eger Sara bigota ku ew pîreka wî ye, Birahîm wê bihata kuştin, û wisa zureta ku Xwedê soz da wî, wê ji wan re nebûya (wp17.3-RDU, rûp. 14-15).

Elias Hutter çi mêtod da xebatê, da ku alî wan mirovan bike, yên ku dixwestin zimanê Îbranî bielimin?

Elias dixwest ku ew mirov di Kitêba Pîroz de bibînin ferq di orta kokên peyvên Îbranî û her pêşgir û paşgiran de. Wî koka her xeberên zelal eyan kir, lê pêşgir û paşgir wî dane xebatê di melûmeta zêde de û êdî bi herfên cudekirî nivîsî. Mêtoda wî cureyî, di spartinan de hatiye xebitandinê, di wergera “New World Translation of the Holy Scriptures—With References” (wp17.4-RDU, rûp. 11-12).

Gelo şagirtê Îsa dikare bal xwe tiving an qirmê biçûk xwey ke, da ku xwe biparêze?

Li wir hene hin prensîp: Ber çavê Xwedê jîyan pîroz e. Îsa şagirtên xwe teşwîq nekir, ku şûr hildin ku xwe biparêzin (Lûqa 22:36, 38). Em gerek şûrên xwe bikin hesinên gîsinê. Jîyan diha qîmet e, ne ku tiştên matêrîalî. Em qedirê wijdana mirovên din digirin û dixwazin nimûneya baş bin (2. Kor. 4:2). (w17.07, rûp. 31-32).

Nivîsên Metta û Lûqa, yên der heqê bûyîna Îsa û biçûktiya wî de, çima ji hevdû cuda ne?

Metta di nivîsa xwe de bala xwe hê zehf dide li ser Ûsiv, mesela ewî çi kir çaxa elimî ku Meryem hemle ye, û wisa jî çaxa di dîtinokê de melek ji wî re got ku bireve Misrê û paşê vegere. Lê Lûqa hê zehf bala xwe dide li ser Meryemê, mesela çaxa ew çû teseliya Êlîzabêtê bike, û wî çi kir çaxa Îsa di perestgehê de ma (w17.08, rûp. 32).

Peyva Xwedê li hemberî kîjan muşkîleyan hatiye parastin?

Fehmkirina peyv û gotinên ku di Kitêba pîroz de hatin xebitandin, di nava qirnan de dihatin guhastin. Wisa jî guhastinên ji aliyê siyasî de li ser zimanê cimetê bandor dibû. Hin jî hebûn mirov ku miqabil bûn ku Kitêba Pîroz bê wergerandin li ser wan zimanan ku cimetê fehm dikir (w17.09, rûp. 19-21).

Gelo melekên me hene ku me diparêzin?

Na. Îsa der heqê şagirtên xwe de got, ku melekên wan li ezmanan timê rûyê Xwedê dibînin (Met. 18:10). Wî bi wan gotinan nîşan kir ku melek bala xwe didine şagirtên wî, ne ku bi keremet her yekî ji wan diparêzin (wp17.5-RDU, rûp. 5).

Hezkirina herî bilind kîjan e?

Hezkirina herî bilind agapê ye, kîjan ku li ser hîmê prensîpan e. Di nava vê hezkirinê de, wisa jî nazikayî û dilgermî ye. Ew hezkirin prensîpên bilind eyan dike, mesela ne ku feyde xwe digere, lê feyde yên mayîn (w17.10, rûp. 7).