Here Naverokê

Here naverokê

Ciwanno, “Xilasiya Xwe Pêk Bînin”

Ciwanno, “Xilasiya Xwe Pêk Bînin”

“Çawa ku we hergav bi ya min kiribe ... bi tirs û lerizînê xilasiya xwe pêk bînin” (FLP. 2:12).

KILAM: 133135

1. Bin av bûn çima muhîm e? (Li resmê ewilî binêre.)

HER SAL, bi hezaran xwendekarên Kitêba Pîroz tên bin av kirin. Gelek ji wan zarok û ciwan in. Dibe ku ew li rastiyê mezin bûn. Gelo tu jî hatiye bin av kirin? Ev bi rastî qerarekî pir baş e, çimkî bin av bûn ji bo şagirtên Îsa şert e û ji bo xelasbûnê muhîm e (Met. 28:19, 20; 1. Ptr. 3:21).

2. Çima ne lazim e ku tu bitirsî ku tu xwe bidî Yehowa?

2 Bin av bûn hem nîmet hem jî mesûliyetan tîne. Li roja ku tu hatî bin av kirin, gotarbêj wisa pirsîbû: “Li ser temela fîdyeya Îsa Mesîh, gelo te ji gunehên xwe tobe kiriye û xwe daye Yehowa da ku tu daxwaza wî bînî cih?” Te jî got “Belê”. Bin av bûn, sembola xwedayînê ye. Te soz daye ku tuyê ji Yehowa hez bikî û li gor daxwaza wî bijî. Ev bi rastî sozekî cidî ye. Lê belê kesên ku xwe didin Yehowa qet poşman nabin. Kesekî ku ji Yehowa dûr disekine dikeve bin kontrola Îblîs. Îblîs naxwaze ku tu xelas bibî. Eger te serê xwe tevî wî li ber Yehowa rakira û jiyana herheyî winda bikira, Îblîs wê pir kêfxweş bibûya.

3. Ji ber ku te xwe daye Yehowa, tu xwediyê kîjan nîmetan î?

3 Bîne ber çavê xwe ku ji ber ku te xwe daye Xwedê û tu hatiye bin av kirin, tu çi qas nîmetan distînî. Ji ber ku te xwe daye Yehowa, tu dikarî bi baweriyeke xurt wisa bibêjî: “Xudan bi min re ye, nîne tirsa min; mirov dikarin çi bikin bi min?” (Zeb. 118:6). Di jiyana me de, îmtiyaza herî mezin ev e ku me aliyê Xwedê girtiye û ew ji me razî ye.

MESÛLIYETEKE ŞEXSÎ

4, 5. (a) Xwedayîn çima mesûliyeteke şexsî ye? (b) Emrê me çi qas be jî, dibe ku em li kîjan zehmetan rast bên?

4 Ji bo şagirtên Îsa yên bin av kirî, dostiya bi Yehowa re tiştekî şexsî ye, ne meseleya malbatê ye. Eger tu hê li cem dê û bavê xwe bijî jî, xelasiya te mesûliyeteke şexsî ye. Çima muhîm e ku tu vê ji bîr nekî? Çimkî tu nizanî ku tuyê li kîjan tecrûbeyan rast bêyî. Mesela, eger emre te biçûk bû gava tu hatî bin av kirin, dibe ku tu paşê, yanî li dema balixbûnê, li hemberî hîs û zehmetên nû bimînî. Keçikeke ciwan wisa got: “Ev yek ku Şahidên Yehowa roja bûyînê pîroz nakin, ji bo piraniya zarokan ne problemeke mezin e. Lê belê wexta ku daxwazên cinsî xurttir dibin, lazim e ku ciwan bi temamî îqna bin ku guhdarîkirina qanûnên Yehowa riya herî baş e.”

5 Helbet her kes dikare li zehmetên nû rast bê, ne tenê ciwan. Dibe ku kesên mezin jî piştî bin av bûnê bên ceribandin. Mesela, dibe ku ew li warên zewac, sihet an xebatê bên ceribandin. Belê, emrê me çi qas be jî, lazim e ku em her dem ji Yehowa re dilsoz bimînin (Yak. 1:12-14).

6. (a) Maneya xwedayîna te çi ye? (b) Filîpî 4:11-13 çi rêyî me dide?

6 Ji bo ku tu her dem dilsoz bimînî, ji bîr neke ku te bêgotin û bazar soz daye Yehowa. Loma eger heval an dê û bavê te dev ji xizmetkirina Yehowa berdin jî, gerek tu her daîm ji Xwedê re xizmet bikî (Zeb. 27:10). Çi dibe bila bibe, bi alîkariya Yehowa tu dikarî li gor sonda xwedayîna xwe bijî (Filîpî 4:11-13 bixwîne).

7. Tu çawa dikarî ‘bi tirs û lerizînê xelasiya xwe pêk bînî’?

7 Yehowa dixwaze ku tu dostê wî bî. Lê belê ji bo parastina vê dostiyê û pêkanîna xelasiyê xîret lazim e. Filîpî 2:12 wisa dibêje: “Bi tirs û lerizînê xilasiya xwe pêk bînin.” Li gor van gotinan, divê tu bifikirî ku tu çawa dikarî dostiya xwe bi Yehowa re biparêzî û li hemberî zehmetan jê re dilsoz bimînî. Nebêje “Ji min re tu tişt nabe”. Hin kesên ku bi salan ji Xwedê re xizmet kiribû jî carinan ji rê derdikevin. Loma tu dikarî ji bo pêkanîna xelasiya xwe çi bikî?

LÊKOLÎNA KITÊBA PÎROZ PIR MUHÎM E

8. Gerek tu çawa lêkolîna şexsî bikî? Çima muhîm e ku tu vê yekê bikî?

8 Ji bo ku tu bibî dostê Yehowa, lazim e ku tu hem guh bidî wî hem jî pê re bipeyivî. Gava em Kitêba Pîroz lêkolîn dikin, em guh didin Yehowa. Ji bo vê, gerek em Peyva Xwedê û weşanên ku alî me dikin ku em Kitêba Pîroz fehm bikin, bixwînin û li ser wan kûr bifikirin. Lê belê ji bîr neke ku armanca lêkolîna Kitêba Pîroz ne tenê ev e ku em zêdetir melûmatê bistînin. Li mektebê, dibe ku tu pir tiştan ezber bikî sirf ji bo ku tu li îmtihanê serkeftî bibî. Xwendina Kitêba Pîroz ne wisa ye. Armanca lêkolîna Kitêba Pîroz ev e ku tu şexsiyeta Yehowa keşf û nas bikî. Bi vî awayî, tuyê nêziktirî Xwedê bibî, û ewê jî nêziktirî te bibe (Aqûb 4:8).

Îrtibata te bi Yehowa re çi qas nêzik e? (Li paragrafên 8 heta 11an binêre)

9. Ji bo lêkolîna şexsî, tu kîjan malzemeyan dixebitînî?

9 Teşkîlata Yehowa pir malzeme temîn kiriye ku tu karibî ji bo lêkolînê programeke rind çêkî. Mesela, qismê “Bible Study Activities”, ê ku li ser jw.org li bin kategoriya “Teenagers” tê dîtin, dikare alî te bike ku tu ji hadîseyên Kitêba Pîroz dersan bistînî. Dîsa li ser jw.org, rûpelên lêkolînê yên bi navê “What Does the Bible Really Teach” hene. Bi saya van rûpelên lêkolînê, tu dikarî baweriya xwe xurttir bikî û bielimî ku tu çawa dikarî hîndariyên Kitêba Pîroz ji kesên din re îzah bikî. Meqaleya “Young People Ask . . . How Can I Make Bible Reading Enjoyable?” (kovara Awake!, hejmara Nîsan 2009) nîşan dide ku tu çawa dikarî Kitêba Pîroz lêkolîn bikî. Lêkolîna Kitêba Pîroz û fikirîna kûr ji bo pêkanîna xelasiyê pir muhîm in (Zebûr 119:105 bixwîne).

DUAYÊ ÎHMAL NEKE

10. Dua ji bo şagirtên Îsa çima muhîm e?

10 Bi destê lêkolîna şexsî, em guh didin Yehowa. Bi navgîniya duayê jî, em dikarin pê re bipeyivin. Şagirtên Îsa duayê wek ayîneke dînî an jî wek tilsimekê nabînin. Bi saya duayê, em bi Afirandêr re dikevin îrtibatê. Yehowa dixwaze ku tu pê re bipeyivî (Filîpî 4:6 bixwîne). Eger endîşeyên te hebin, “barê xwe ji Xudan re bihêle” (Zeb. 55:22). Gelo tu bawer î ku feydeya vê heye? Bi milyonan xwişk û birayên me feydeya vê dîtiye. Tu jî dikarî wisa bikî!

11. Gerek em çima her tim ji Yehowa re şikur bikin?

11 Armanca duayê ne tenê ev e ku em ji Yehowa tiştekî bixwazin. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Şikirdar bin” (Kol. 3:15). Seba muşkîleyan, dibe ku em carinan ji bîr bikin ku Yehowa em çi qas bibereket kirine. Belkî tu dikarî wisa bikî: Her roj, sê tiştên xweş bîne bîra xwe û ji bo wan şikur bike. Keçikeke bi navê Abigail, a ku hat bin av kirin gava ew 12 salî bû, wisa dibêje: “Li hemû kaînatê, kesê herî layiqî spaskirinê Yehowa ye. Gerek em her tim ji bo tiştên ku me jê stendine şikur bikin. Carekê, yekî wisa gotibû: ‘Eger sibê tenê tiştên ji bo ku me îro şikur kiriye di destê me de bimana, çi wê bimana?’”

QENCIYA YEHOWA XWE BI XWE BIBÎNE

12, 13. Te qenciya Yehowa çawa tehm kiriye?

12 Yehowa gelek caran alîkariya Dawid Padîşah dikir û ew difilitand. Loma Dawid wisa got: “Tam bikin û bibînin, çi qenc e Xudan. Xwezî bi wî zilamî ku xwe spartiye Xudan!” (Zeb. 34:8). Ev ayet nîşan dide ku tecrûbeya şexsî çi qas muhîm e. Gava tu Kitêba Pîroz dixwînî û diçî civînên şagirtên Îsa, tu dielimî ku Xwedê çawa alîkariya kesên din kiriye ku ew dilsoz bimînin. Lê ji bo ku tu ji aliyê ruhî ve xurttir bibî, lazim e ku tu destê Yehowa di jiyana xwe de bibînî. Gelo te dîtiye ku Yehowa çi qas qenc e?

13 Hemû şagirtên Îsa jixwe qenciya Yehowa tehm kiriye. Çawa? Yehowa ew dawet kirine ku ew nêzikî wî û Kurê wî bibin. Îsa wisa got: “Tu kes nikare bê ba min, heta Bavê ku ez şandime wî ber bi min ve nekişîne” (Yûh. 6:44). Gelo Yehowa tu jî kişandiye? Dibe ku tu wisa bifikirî: “Yehowa dê û bavê min kişandine, û ez jî çûme pey wan.” Lê belê wexta ku te xwe da Yehowa û tu hatî bin av kirin, tu bi Yehowa re ketî dostiyeke şexsî. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Eger yek ji Xwedê hez dike, ew ji aliyê Xwedê ve tê nas kirin” (1. Kor. 8:3). Loma her daîm qîmetê bide cihê xwe yê li teşkîlata Yehowa!

14, 15. Xizmet çawa dikare baweriya te xurttir bike?

14 Wexta ku tu ji kesên din re behsa baweriya xwe dikî, tu dikarî alîkariya Yehowa bistînî û wisa jî qenciya wî tehm bikî. Tu dikarî vê yekê hem li xizmetê hem jî li mektebê bikî. Lê belê ji hin ciwanan re zor tê ku ew bi hevaldersên xwe re bipeyivin. Dibe ku tu endîşe bikî ku reaksiyona wan çi be. Eger lazim be ku tu li ber hemû sinifê bipeyivî, dibe ku ev hê jî zortir be. Tu çawa dikarî cesaretê bistînî?

15 Serê pêşîn, bîne ber çavê xwe ku tu bi saya kîjan îsbatan îqna bûye. Wekî din, tu dikarî rûpelên lêkolînê yên li ser jw.org bixebitînî. Bi saya van rûpelan, tu dikarî lêkolîn bikî ku tu bi çi bawer dikî, tu çima bi wan bawer dikî û tu çawa dikarî bi kesên din re li ser baweriyên xwe bipeyivî. Eger baweriya te xurt be û tu rind haziriyê bikî, tuyê jixwe bixwazî behsa Yehowa bikî (Yêr. 20:8, 9).

16. Tu çawa dikarî bi rihetî der heqê baweriyên xwe de bipeyivî?

16 Te her çi qas hazirî kiribe jî, dibe ku ji te re dîsa jî zor bê ku tu behsa baweriyên xwe bikî. Xwişkeke me, ya ku hat bin av kirin gava ew 13 salî bû û niha 18 salî ye, wisa dibêje: “Ez dizanim ku ez bi çi bawer dikim, lê ji min re carinan zor tê ku ez fikrên xwe bînim ziman.” Ew çi dike ji bo ku ew serî bi vê problemê re derxîne? “Hevaldersên min bi rihetî der heqê her tiştî de dipeyivin. Loma gerek ez jî rihet bim. Di nav sohbetê de, ez carinan wisa dibêjim: ‘Wê rojê min kursa Kitêba Pîroz dida hevaleke min, . . . ’ Paşê ez behsa tiştekî din dikim. Mewzû rasterast Kitêba Pîroz nebe jî, hinek carinan dipirsin ku kursa Kitêba Pîroz çi ye û çawa derbas dibe. Her ku ez vê metodê dixebitînim, ez dikarim bi rihetî bipeyivim. Piştî sohbetê ez pir dilşad dibim!”

17. Ev yek ku tu baweriya xwe çawa dibînî çawa dikare alî te bike ku tu bi kesên din re bipeyivî?

17 Eger tu hurmet û rûmetê bidî însanan û bi wan re eleqedar bibî, îhtimala ku ewê guh bidin rastiyê wê mezintir bibe. Olivia, xwişkeke me ya 17 salî, çend sal berê hat bin av kirin. Ew wisa dibêje: “Ez her tim ditirsiyam ku eger ez di sohbetê de behsa Kitêba Pîroz bikim, milet wê bifikire ku ez fanatîk im.” Bi zeman re, wê dev ji vê tirsê berda û wisa muhakeme kir: “Gelek ciwan Şahidên Yehowa nas nakin. Li derdora wan qet Şahidên Yehowa yên din tune, tenê em hene. Loma hal û hereketên me pir muhîm in. Eger em bitirsin an şerm bikin ku em der heqê baweriya xwe de bipeyivin, ewê belkî bifikirin ku em ne serbilind in ku em Şahidên Yehowa ne. Bi ser de, seba bêcesaretiya me, dibe ku ew me red bikin. Lê eger em bi rihetî û bi cesaret sohbet bikin, dibe ku ew hurmetê bidin me.”

XELASIYA XWE PÊK BÎNE

18. Ji bo ku tu xelasiya xwe pêk bînî, divê tu çi bikî?

18 Wek me dîtiye, pir muhîm e ku tu ji bo xelasbûna xwe bixebitî. Ji bo vê, divê tu Peyva Xwedê bixwînî û li ser wê kûr bifikirî, ji Yehowa re dua bikî û bînî bîra xwe ku Yehowa tu çawa bibereket kiriye. Eger tu wisa bikî, tuyê serbilind bibî ku tu dostê Yehowa yî. Bi saya vê jî, tuyê bixwazî der heqê baweriyên xwe de bipeyivî (Zebûr 73:28 bixwîne).

19. Gerek tu çima xîret bikî ku tu ‘xelasiya xwe pêk bînî’?

19 Îsa wisa got: “Eger yek bixwaze li pey min bê, bila xwe înkar bike, rahêje xaça [dîreka] xwe û li pey min bê” (Met. 16:24). Belê, mesûliyeta her şagirtê Îsa ev e ku ew xwe bide Yehowa û bê bin av kirin. Eger tu vê mesûliyetê bînî cih, tuyê gelek nîmetan bistînî û karibî li dinyaya nû heta bi hetayê bijî. Loma xîret bike ku tu xelasiya xwe pêk bînî!