Here Naverokê

Here naverokê

Bi Dil û Can Bistêre!

Bi Dil û Can Bistêre!

“Çiqas qenc û xweş e ku em bi lavijan pesnê Xwedayê xwe bidin” (ZEB. 147:1).

KILAM: 10, 2

1. Bi saya kilaman, em dikarin çi bikin?

NIVÎSKAREKÎ stranan wisa gotîbû: “Peyv dibin sebeb ku em bifikirin. Muzîk dibe sebeb ku em hîs bikin. Lê stran dibin sebeb ku em fikrekê hîs bikin.” Ma ne lazim e ku em fikrên ku pesnê Yehowa didin û nîşan didin ku em jê hez dikin, hîs bikin? Belê, di îbadeta rast de, kilam muhîm in. Loma em hem bi tena serê xwe hem jî tevî civatê ji Bavê xweyî ezmanî re distêrin.

2, 3. (a) Çima ji hinekan re zor tê ku ew bi dengê bilind tevî civatê kilaman bibêjin? (b) Niha emê li ser kîjan pirsan şêwir bikin?

2 Gelo tu şerm dikî ku bi dengê bilind tevî civatê bistêrî? Li gor adetên hin kulturan, zilam li ber xelkê stranan nabêjin. Eger birayên ku rêberiyê dikin li bahaneyan bigerin ku ew tevî civatê kilaman nebêjin, dibe ku adetên wisa li ser temamiya civatê tesîr bikin (Zeb. 30:12).

3 Kilam di îbadetên me de muhîm in. Loma gerek em ji vî qismê bernameya civînan nerevin û dûr nesekinin. Gerek em ji xwe wisa bipirsin: “Ez çi qas qîmet didim kilamên civînan? Ez çawa dikarim ji şerma xwe bifilitim û bi kêfxweşî kilaman bibêjim? Ez dikarim çi bikim ku ez ruhê kilaman rind îfade bikim?”

KILAM QISMEKÎ ÎBADETA RAST IN

4, 5. Gelo xizmetkarên Xwedê yên berê kilam digotin?

4 Di tarîxê de, xizmetkarên Yehowa yên dilsoz her tim bi navgîniya kilaman pesnê Yehowa dida. Wexta ku Îsraêliyan bi dilsozî ji Yehowa re xizmet dikir, wan her tim di îbadeta xwe de kilam digotin. Mesela, Dawid Padîşah 4.000 lawên Lêwî hazir kirin ku ew paşê li perestgehê xizmet bikin. Ji wan, 288 kesên hunermend ji bo sitirîna ji Yehowa re hatin perwerde kirin (1. Dîr. 23:5; 25:7).

5 Di dema vekirina perestgehê de, muzîk û kilam jî hebûn. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Wusa bû ku, borîjenan û qesîdevanan, bona ku di şikirî û hemdkirina XUDAN de bête bihîstin, wekî ku yek be, tenê dengekî derxînin bi boriyan û zîlan û bi sazan ve dengê xwe bilind kirin, ji XUDAN re hemd kirin û ... mezinahiya XUDAN, mala Xwedê dagirtibû.” Van tiştan bêguman baweriya temaşevanan xurt kiribû! (2. Dîr. 5:13, 14; 7:6).

6. Li dema ku Nehemya waliyê Orşelîmê bû, bernameyeke çawa derbas bû?

6 Gava Nehemya rêberiya Îsraêliyên dilsoz kir ku ew sûrên Orşelîmê ji nû ve ava bikin, wî orkestrayek û kilambêjên ji eşîra Lêwî hazir kirin. Bi saya muzîka ku li wexta xelasbûna sûran hat lêdan, herkes pir kêfxweş bû. Îcar du koroyên mezin ên şikurkirinê hebûn. Du koro ji aliyên din meşiyan û nêzikî perestgehê li ser sûrê gihîştin hev. Dengê wan ji dûr ve jî hat bihîstin (Nhy. 12:27, 28, 31, 38, 40, 43). Gava xizmetkarên Yehowa bi kilaman bi dil û can pesnê wî da, Yehowa bêguman ji wan razî bû.

7. Çima lazim e ku em di îbadetê de kilaman bibêjin?

7 Gava civata şagirtên Îsa hat saz kirin, wan jî di îbadeta xwe de qîmet dida muzîkê. Li şeva herî girîng a tarîxa mirovatiyê, Îsa û hevalên wî piştî destpêkirina Bîranîna Mirina Îsa Mesîh kilam digotin (Metta 26:30 bixwîne).

8. Di warê kilaman de, şagirtên Îsa yên ku li sedsala yekê dijiyan çawa ji me re bûn emsal?

8 Li sedsala yekê, şagirtên Îsa bi kilaman pesnê Xwedê dida û wisa ji me re bûn emsal. Wexta ku ew li malên mutewazî ji bo îbadetê li hev top dibûn, wan dîsa jî bi xîret kilam digotin. Bi îlhama Xwedê, Pawlos wisa telîmat da xwişk û birayên xwe: “Hevdû hîn bikin, şîretan li hev bikin; bi gotina Zebûran, lavije û stranên ruhanî, di dilê xwe de bi şikirdarî ji Xwedê re bistrînin” (Kol. 3:16). Bi rastî jî lazim e ku em kilamên xwe yên ruhî bi şikurdarî bistêrin. Kilam jî qismekî xwarina ruhî ne, ya ku em ji “xulamê dilsoz û şehreza” distînin (Met. 24:45).

BÊ TIRS BISTÊRE

9. (a) Hinek çima difikirin ku ew nikarin li civînan bi kêfxweşî bistêrin? (b) Gerek em çawa bi kilaman pesnê Yehowa bidin? Lazim e ku kî di vî warî de bibe emsal? (Li resmê ewilî binêre.)

9 Gelo kilam û stran li malbat an kultura te nayên gotin? Bi saya teknolojiya modern, niha her kes dikare guhdariya muzîka profesyonel bike. Lê dibe ku tu şerm dikî ji ber ku dengê te bi qasî van muzîkan xweş nayê. Dîsa jî, gerek em bi kilaman pesnê Yehowa bidin. Loma kitêba xwe û serê xwe hilde û bi dil û can bistêre! (Esra 3:11; Zebûr 147:1 bixwîne). Li gelek Salonên Îbadetê gotinên kilaman li ser ekranê tên nîşan dayîn. Bi vî awayî, sitirîna kilaman hêsantir dibe. Li bernameya Kursa Xizmeta Padîşahiyê, ya ku ji bo kalên civatê tê tertîb kirin, kilam jî hene. Ji vê tê fehm kirin ku lazim e ku kalên civatê ji aliyê sitirîna kilaman ve ji civatê re bibin emsal.

10. Eger em seba tirsa xwe bi dengê bilind nastêrin, gerek em çi bînin bîra xwe?

10 Hinek seba tirsa xwe bi dengê bilind nastêrin. Dibe ku ew naxwazin bala kesên din bikişînin an jî ditirsin ku dengê wan ji kesên din re xweş neyê. Lê belê ji bîr neke ku gava em dipeyivin jî, em “gellek xeta dikin” (Aqûb 3:2, KP). Dîsa jî, em dev ji peyivînê bernadin. Mîna vê, eger dengê me ne wekî dengê bilbilan be jî, gerek em bi kilamên ruhî pesnê Yehowa bidin.

11, 12. Em çawa dikarin xweştir bistêrin?

11 Belkî em ditirsin ji ber ku em nizanin ku gerek em çawa bistêrin. Lê belê eger em hin tewsiyeyan bînin cih, em dikarin xweştir bistêrin. *

12 Ji bo ku tu karibî bi dengê bilind bistêrî, gerek tu bêhna xwe rast bidî û bistînî. Wekî ku lemba bi elektrîkê pê dikeve, wexta ku tu distêrî an dipeyivî, dengê te ji bêhna te tê meydanê. Wexta ku tu distêrî, wê baş be ku tu dengê xwe bilind bikî (li tewsiyeyên li kitêba Benefit From Theocratic Ministry School Education, rûpelên 181 heta 184an, sernivîsa “Properly Control Your Air Supply” binêre.) Kitêba Pîroz carinan emir dide xizmetkarên Yehowa ku ew “bi dengekî bilind û xweş bêjin” (Zeb. 33:1-3).

13. Em çawa dikarin xweştir bistêrin?

13 Li dema îbadeta malbatê an jî bi tena serê xwe wisa bike: Ji kitêba kilaman kilamekê hilbijêre. Gotinan bi dengê bilind bixwîne. Paşê, hemû gotinên cimleyekê di nefesekê de bibêje. Niha cimleyê bi eynî dengê bilind bistêre (Îşa. 24:14). Dengê te wê biqewettir bibe, û ev tiştekî baş e. Netirse û şerm neke!

14. (a) Gava em distêrin, wê çima baş be ku em devê xwe rind vekin? (Li çarçoveya “ Tu Çawa Dikarî Xweştir Bistêrî?” binêre.) (b) Eger tu difikirî ku dengê te ne xweş e, tu dikarî çi bikî?

14 Heta ku tu devê xwe venekî, dengê te wê baş dernekeve. Ji ber vê yekê, devê xwe ji normalê zêdetir veke. Eger tu difikirî ku dengê te sist e an zîl e, tu dikarî çi bikî? Kitêba Benefit From Theocratic Ministry School Education, rûpela 184an, çarçoveya “Overcoming Specific Problems”, der heqê problemên wisa de hin tewsiyeyan dide.

BI DIL Û CAN BISTÊRE

15. (a) Li civîna salane ya 2016an çi hatibû îlan kirin? (b) Hinek ji mexsedên kitêba nû çi ne?

15 Li civîna salane ya Watch Tower Bible and Tract Society ya sala 2016an, birayê Stephen Lett (endamekî Koma Rêberiyê) îlan kiribû ku kitêbeke nû ya bi navê Bi Dil û Can ji Yehowa re Bistrîne wê zû derkeve û li civînan bê xebitandin. Birayê Stephen gotibû ku yek ji mexsedên versiyona nû ev e ku kilam bi Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz a serrastkirî ahengdar bin. Ji bo vê, gotinên ku êdî di Wergera Dinyaya Nû ya 2013an de derbas nabin, hatin derxistin an serrast kirin. Wekî din, çend kilamên der heqê xebata belavkirina mizgînê û fîdyeyê de hatine îlawe kirin. Ji xeynî vê, ji ber ku kilam qismekî îbadeta me ne, Koma Rêberiyê dixwest kitêbeke xweşik çêke, ya ku dişibe Wergera Dinyaya Nû ya serrastkirî.

16, 17. Kitêba kilaman a nû çawa hatiye guhartin?

16 Li kitêba kilaman a nû, kilam li gor temayan hatine rêz kirin. Mesela, 12 kilamên pêşîn behsa Yehowa dikin, û 8 kilamên piştî van behsa Îsa û fîdyeyê dikin. Bi alîkariya naverokê, mirov dikare kilaman bi hêsanî hilbijêre, mesela ji bo gotarên umûmî.

17 Ji bo ku her kes karibe bi dil û can bistêre, hin gotin hatine guhartin ku ew rindtir bên fehm kirin, û hin peyvên ku êdî nayên xebitandin hatine derxistin. Mesela, kilama bi navê “Dilê Xwe Biparêze” bûye “Em Dilê Xwe Diparêzin”. Çima? Li civînên me, gelek kesên nû, ciwan û xwişk hene. Bi gotinên kevn, wan kesan di eslê xwe de şîret dida kesên din. Loma tema û gotinên kilamê hatine guhartin.

Li îbadeta malbatê hînî kilaman bibin (Li paragrafa 18an binêre)

18. Wê çima baş be ku em kilamên kitêba nû bielimin? (Li jêrenotê binêre.)

18 Gelek kilamên kitêba Bi Dil û Can ji Yehowa re Bistêre wek duayan in. Bi van kilaman, tu dikarî dilê xwe ji Yehowa re vekî. Kilamên din jî alî me dikin ku em hevdû “ji bo hezkirin û kirinên qenc” teşwîq bikin (Îbr. 10:24). Wê baş be ku em muzîk û gotinên van kilaman rind bielimin. Ji bo vê, tu dikarî guhdariya qeydên li ser jw.org bikî. Li malê, tu dikarî hînî kilaman bibî ji bo ku tu karibî wan bi dil û can bibêjî. *

19. Hemû ferdên civatê çawa dikarin rasterast ji Yehowa re îbadetê bikin?

19 Ji bîr neke ku kilam di îbadeta me de muhîm in. Bi kilaman, em dikarin nîşan bidin ku em ji Yehowa çi qas hez dikin û qîmet didin wî (Îşaya 12:5 bixwîne). Eger em bi kêfxweşî bistêrin, kesên din jî wê ji bo sitirîna kilaman cesaretê bistînin. Belê, hemû ferdên civatê – ciwan, extiyar û kesên nû – dikarin bi kilaman rasterast ji Yehowa re îbadetê bikin. Loma ji sitirîna kilaman şerm neke, lê bi dil û can ji Yehowa re kilaman bistêre! (Zeb. 96:1).

^ par. 11 Eger tu dixwazî bielimî ku tu çawa dikarî xweştir bistêrî, li bernameya JW Broadcasting a Kanûn 2014 (bi zimanê Îngilîzî) binêre (kategorîya FROM OUR STUDIO).

^ par. 18 Ji bo ku hiş û dilê me ji bo kilaman û ji bo bernameyê hazir be, hemû civînên mezin bi muzîkê dest pê dikin. Muzîk 10 deqe berdewam dike. Loma wê baş be ku em li cihên xwe rûnin gava muzîk dest pê dike û rind guh bidin muzîkê.