Here Naverokê

Here naverokê

Bila Tu Tişt Te ji Xelatê Mehrûm Neke!

Bila Tu Tişt Te ji Xelatê Mehrûm Neke!

“Nebe yekî ku ... we ji xelata we bike” (KOL. 2:18).

KILAM: 122, 139

1, 2. (a) Xizmetkarên Xwedê li benda kîjan xelatê ne? (b) Çi alî me dike ku em bala xwe bidin xelatê? (Li resmê ewilî binêre.)

MÎNA Pawlosê şandî, şagirtên Îsa yên hilbijartî li benda “xelata ... ezmanî” ne (Flp. 3:14). Ewê li Padîşahiya ezmanî li cem Îsa bin û bi wî re alîkariya însanan bikin ku ew bigihîjin bêqisûriyê (Pey. 20:6). Xwedê ji wan re çi xelateke xweş pêşkêş dike! Hêviya miyên din cuda ye. Xelata wan jî ev e ku ewê heta bi hetayê li ser erdê bijîn. Çi hêviyeke bextewar! (2. Ptr. 3:13).

2 Pawlos dixwest ku xwişk û birayên xwe yên hilbijartî dilsoz bimînin û xelatê bistînin. Loma wî wisa got: “Tiştên li jor bifikirin” (Kol. 3:2). Lazim bû ku ew hêviya mîrasa ezmanî ji bîr nekin (Kol. 1:4, 5). Belê, hêviya wan li ezmanan be an li ser erdê be, lazim e ku hemû xizmetkarên Xwedê li ser bereketên ku Yehowa dixwaze bide wan, bifikirin û her tim bala xwe bidin xelatê (1. Kor. 9:24).

3. Pawlos xwişk û birayan der heqê kîjan talûkeyan de hişyar kirin?

3 Wekî din, Pawlos xwişk û birayên xwe yên li Koloseyê hişyar kirin û bala wan kişand li ser talûkeyên ku dikarin wan ji xelatê mehrûm bikin. Mesela, wî der heqê Xiristiyanên sexte de nivîsandin, ên ku dixwest – ne bi saya baweriya bi Mesîh – lê bi saya bicihanîna Qanûnê rizaya Xwedê bistînin (Kol. 2:16-18). Ji xeynî vê, Pawlos behsa talûkeyên din kir, ên ku heta niha jî hene û dikarin me ji xelatê mehrûm bikin. Mesela, wî got ku em çawa dikarin xwestekên bêexlaq red bikin, problemên di nav civatê de hel bikin û serî bi derdên malbatê re derxînin. Şîretên wî ji bo me pir biqîmet in. Loma emê li ser hin şîretên ku li nameya Pawlos a ji Kolosiyan re derbas dibin, şêwir bikin.

XWESTEKÊN BÊEXLAQ BIKUJIN

4. Xwestekên bêexlaq çawa dikarin me ji xelatê mehrûm bikin?

4 Piştî ku Pawlos ji xwişk û birayên xwe re got ku hêviya wan çi qas xweş e, wî wisa nivîsand: “Loma xwestekên xwe yên dinyayî, fuhûşî, pîsîtî, şehwet, xwesteka xerab û çavbirçîtiya ku pûtperestî ye, bikujin” (Kol. 3:5). Xwestekên bêexlaq dikarin pir xurt bin û me ji xezîneyên ruhî mehrûm bikin. Piştî ku birayek çûbû pey xwestekên bêexlaq û paşê vegeriya civatê, wî wisa got: “Xwesteka min a nerast ew qas xurt bû ku heta ku êdî dereng bû, aqlê min nehat serê min.”

5. Em çawa dikarin xwe ji talûkeyan biparêzin?

5 Gerek em hay ji xwe hebin gava em li rewşên ku dikarin bibin sebeb ku em standardên exlaqê yên Yehowa xera bikin, rast bên. Mesela, wexta ku jin û mêr dest bi hevnaskirinê dikin, wê baş be ku ew ji bo tiştên wek dest girtin, maçî kirin an bi tenê mayînê ji xwe re sînoran deynin (Mtl. 22:3). Wekî din, wexta ku şagirtekî Îsa diçe seyahatê an li cihê şixul, dibe ku talûkeyên exlaqî rabin (Mtl. 2:10-12, 16). Ji bo ku tu xwe biparêzî, bibêje ku tu Şahidekî Yehowa yî, sergiran be û ji bîr neke ku cîlwedarî dikare serê te bixe belayê. Wexta ku yekî di depresyonê de ye, dibe ku talûke hê jî mezintir be. Seba depresyonê, dibe ku yekî ew qas hesreta dostiyê bibe ku dilê wî bikeve kesekî nemunasîb. Eger tiştekî wisa bê serê te, ji Yehowa û ji xizmetkarên wî alîkariyê bixwaze ku tu ji xelatê mehrûm nebî (Zebûr 34:18; Methelokên Silêman 13:20 bixwîne).

6. Li warê kêf û şahiyê, lazim e ku em çima dîqat bikin?

6 Ji bo ku em xwestekên bêexlaq bikujin, gerek em ji kêf û şahiya bêexlaq jî dûr bisekinin. Sektora kêf û şahiyê ya îroyîn pir dişibe Sodom û Gomorayê (Chd. 7). Lîderên vê sektorê bêexlaqiyê wek tiştekî normal nîşan didin – wek tiştêkî ku netîceyên xerab nayne meydanê. Gerek em dilê xwe biparêzin û her tim hay ji xwe hebin ku fîlm, muzîk, malperên înternetê û kitêbên ku em hildibijêrin me ji xelata jiyanê dûr nexin (Mtl. 4:23).

HEZKIRIN Û QENCIYÊ “LI XWE BIKIN”

7. Dibe ku em li hundirê civatê li kîjan probleman rast bên?

7 Em pir şa ne ku em ferdên civata şagirtên Îsa ne. Melûmatên li ser Kitêba Pîroz ên ku em di civînan de distînin û piştgiriya xwişk û birayên me alî me dikin ku em bala xwe bidin xelatê. Dîsa jî, carinan dibe ku li nav ferdên civatê problem rabin. Eger problemên wisa neyên hel kirin, dibe ku ferdên civatê ji hev re bixeyîdin (1. Petrûs 3:8, 9 bixwîne).

8, 9. (a) Kîjan sifat wê alî me bikin ku em xelatê bistînin? (b) Eger xwişk an birayek dilê me biêşîne, em çawa dikarin dîsa jî di selametê de bimînin?

8 Gerek em çi bikin ku em seba xeyîdînê ji xelatê mehrûm nebin? Pawlos wisa şîret da Kolosiyan: “Wek bijartiyên Xwedê yên pîroz û hezkirî, hûn dilovanî, qencî, nefsbiçûkî, nermî û bîhnfirehiyê li xwe bikin. Li hember hev bîhnfireh bin, eger gazina yekî ji yê din hebe, çawa ku Xudan li we bihûrtiye, hûn jî wusa li hevdû bibihûrin. Îcar li ser van hemûyan hezkirina ku girêdana bêkêmahîtiyê ye li xwe bikin” (Kol. 3:12-14).

9 Hezkirin û qencî dikarin alî me bikin ku em hevdû efû bikin. Mesela, eger gotin an kirinên xwişk an birayekî dilê me biêşîne, wê baş be ku em bînin bîra xwe ku em jî carinan dilê kesên din bi gotin an kirinên xwe diêşînin. Ma em ne dilşad in ku xwişk û bira qisûrên me bi hezkirin û qenciyê diborin? (Waiz 7:21, 22 bixwîne). Em şikurdar in ku Îsa Mesîh xizmetkarên Xwedê di yekîtiyê de top kirine (Kol. 3:15). Em hemû ji eynî Xwedê hez dikin, eynî mizgînê belav dikin û li eynî probleman rast tên. Eger em hevdû bi qencî û hezkirinê efû bikin, emê wisa yekîtiya xwe biparêzin û her tim bala xwe bidin xelata jiyanê.

10, 11. (a) Dexesî çima bitalûke ye? (b) Gerek em çi bikin ku dexesî me ji xelatê mehrûm neke?

10 Kitêba Pîroz me hişyar dike ku dexesî an çavnebarî dikare me ji xelatê mehrûm bike. Mesela, Qayîn ji birayê xwe Habîl dexesî dikir û ew kuşt. Qorax, Datan û Avîram ji Mûsa dexesî dikir û serê xwe li ber wî rakir. Sawil Padîşah ji serkeftiyên Dawid dexesî dikir û dixwest wî bikuje. Loma Peyva Xwedê wisa dibêje: “Li ku derê çavnebarî û hevrikî hebe, li wê derê tevlihevî û her kirina xerab hene” (Aqûb 3:16).

11 Eger em hezkirin û qenciyê di dilê xwe de xwedî bikin, emê dexesiyê nekin. Peyva Xwedê wisa dibêje: “Hezkirin sebir dike, hezkirin dilovaniyê dike. Hezkirin çavnebariyê nake” (1. Kor. 13:4). Ji bo ku dexesî nekeve dilê me, gerek em hewl bidin ku em wek Xwedê li meseleyan binêrin. Civat wek bedenek e, û gerek em xwişk û birayên xwe wek ferdên eynî bedenê bibînin. Bi saya vê, emê ji bereket û serkeftiyên xwişk û birayên xwe derxesiyê nekin, lê bi wan re şa bin. Wek Kitêba Piroz dibêje: “Ger endamek bê bilind kirin, hemû endam pev re kêfxweş dibin” (1. Kor. 12:16-18, 26, KP). Kurê Sawil Yonatan jî wisa dikir. Li şûna ku ew dexesiyê bike gava Dawid wek padîşahê nû hat hilbijartin, wî cesaret da Dawid (1. Sam. 23:16-18). Gelo em jî dikarin wek Yonatan tije qencî û hezkirinê bibin?

XELATÊ TEVÎ MALBATA XWE BISTÎNİN

12. Ji bo ku em xelatê tevî malbata xwe bistînin, gerek em li gor kîjan şîretê hereket bikin?

12 Qaîdeyên Kitêba Pîroz dikarin malbatan aram û bextewar bikin û alî wan bikin ku ew xelatê bistînin. Pawlos wisa şîret da malbatên li Koloseyê: “Jinno, bi awayê ku hêjayî Xudan e, bi ya mêrê xwe bikin. Mêrno, bila her kes ji jina xwe hez bike û bi wê re ne hişk be. Zarokno, di her tiştî de serî li ber dê û bavê xwe deynin, çimkî ev li Xudan xweş tê. Bavno, zarokên xwe neêşînin, da ku cesareta wan neşkê” (Kol. 3:18-21). Bê guman tu jî qebûl dikî ku ev şîreta îlhamkirî ji bo zilam, pîrek û zarokan bifeyde ye.

13. Xwişkek çawa dikare alî zilamê xwe yê nebawermend bike ku ew jî ji Yehowa re xizmetê bike?

13 Eger tu pîrek î û difikirî ku zilamê te yê nabawermend ji te re ne baş e, gerek tu çi bikî? Eger tu pê re muneqeşe bikî, gelo problema te wê hel bibe? Belkî ewê êdî xwestinên te bike, lê bi îhtimaleke mezin, ewê riya rastiyê qebûl neke. Lê eger tu hurmetê bide serîtiya wî, tuyê alîkariyê bikî ku li malbata te selamet çêbe, tuyê pesnê Yehowa bidî û dibe ku zilamê te bi zeman re rastiyê qebûl bike. Bi vî awayî, dibe ku hûn her du jî xelatê bistînin (1. Petrûs 3:1, 2 bixwîne).

14. Wê baş be ku birayek çi bike eger pîreka wî ya nebawermend hurmetê nede wî?

14 Eger tu zilam î û difikirî ku pîreka te ya nebawermend hurmetê nade te, gerek tu çi bikî? Eger tu jê re barebar bikî ji bo ku ew fehm bike ku serê malê kî ye, gelo ewê zêdetir hurmetê bide te? Helbet na! Xwedê dixwaze ku tu serîtiya xwe wek Îsa bi hezkirinê pêk bînî (Ef. 5:23). Îsa serîtiya xwe ya li ser civatê bi sebir û hezkirinê pêk dianî (Lûqa 9:46-48). Eger tu wek Îsa hereket bikî, dibe ku pîreka te jî bi zeman re rastiyê qebûl bike.

15. Şagirtekî Îsa çawa dikare eyan bike ku ew ji pîreka xwe hez dike?

15 Kitêba Pîroz ji zilaman re wisa dibêje: “Mêrno, bila her kes ji jina xwe hez bike û bi wê re ne hişk be” (Kol. 3:19). Zilamekî ku ji pîreka xwe hez dike wê guh bide fikir û ramanên wê û qîmetê bide gotinên wê (1. Ptr. 3:7). Eger ew her tim nikare li gor daxwazên pîreka xwe hereket bike jî, wê baş be ku ew pê bişêwire ku ew karibe qerarên baştir bide (Mtl. 15:22). Li şûna ku ew hurmetê teleb bike, zilamekî ku ji pîreka xwe hez dike wê hurmetê bi hal û hereketên xwe heq bike. Eger zilam ji pîrek û zarokên xwe hez bike, malbat wê bi îhtimaleke mezintir bi dilşadî ji Yehowa re xizmetê bike û xelata jiyanê bistîne.

Gerek em çi bikin ku em seba problemên malbatê ji xelatê mehrûm nebin? (Li paragrafên 13 heta 15an binêre)

CIWANNO – BILA TU TIŞT WE JI XELATÊ MEHRÛM NEKE!

16, 17. Eger tu ciwan î, gerek tu çi bikî ku tu seba tewrên dê û bavê xwe bi zêdeyî aciz nebî?

16 Eger tu ciwan î û difikirî ku dê û bavê te te rind fehm nakin û bi zêdeyî sert in, gerek tu çi bikî? Dibe ku tu aciz bibî û bifikirî ku xizmeta Yehowa ne riya herî baş e. Lê belê eger te wisa bikira, teyê zû fehm bikira ku tu kes bi qasî dê û bavê te û bi qasî civatê ji te hez nake.

17 Eger dê û bavê te tu hîç îqaz nekirayî, ma teyê meraq nekira ku ew bi rastî bi te re eleqedar in an na? (Îbr. 12:8). Belkî tu aciz dibî ji ber ku ew te çawa terbiye dikin. Lê li şûna ku tu ji wan re bixeyîdî, xîret bike ku tu fehm bikî ku ew çima wisa dikin. Loma sakîn bimîne û li ber rexneyê bi hêrs nebe. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Kesê bi zanîn kêm diaxife û kesê baqil jî bi ruhekî aram e” (Mtl. 17:27). Sergiran be û guh bide şîretê. Li ser vê yekê ku şîret çawa hatiye dayîn zêde xem neke (Mtl. 1:8). Eger dê û bavê te ji Yehowa re xizmetê dikin û ji wî hez dikin, gerek tu pir dilşad bî. Ew bêguman dixwazin alî te bikin ku tu jî xelata jiyanê bistînî.

18. Tu çima dixwazî bala xwe bidî xelatê?

18 Xelata me çi be jî – jiyana nemir ya li ezmanan an jî jiyana herheyî ya di Ceneta li ser erdê de – ev tiştekî pir xweş e. Ev hêviyeke saxlem e, çimkî Afirandêr li ser vê soz daye. Xwedê der heqê Ceneta li ser erdê de wisa dibêje: “Dinya [wê] bi zanîna XUDAN ve tijî bibe” (Îşa. 11:9). Her kesê ku li wê demê li ser erdê bijî wê ji aliyê Xwedê ve bê perwerde kirin. Em bê guman dixwazin bigihîjin vê xelatê. Loma bala xwe bide sozên Yehowa, û bila tu tişt te ji xelatê mehrûm neke!