Here Naverokê

Here naverokê

Tu Çawa Dikarî Hînî Civateke Nû Bibî?

Tu Çawa Dikarî Hînî Civateke Nû Bibî?

BIRAYEKÎ me bi navê Allen * wisa got: “Ez berxwe diketim çaxa derbasî wira dibûm. Min nizanibû ezê bikaribim hevalan bibînim an na û wê çawa min di civatê de qebûl bikin.” Allen hînî civata xwe ya nû dibe, ya ku 1.400 km zêdetir dûrî mala wî ye.

Eger hûn derbasî civateke nû bûne, dibe ku hûn jî berxwe dikevin. Lê çi dikare alî we bike ku hûn hînî civata nû bibin? Hûn çi dikarin bikin eger we texmîn nekiribû ku ev yek ji bo we ew qas zor be? Lê eger hûn derbasî civata nû nebûne, hûn çawa dikarin alî wan bikin, yên ku derbasî civata we bûne, da ku ew zû hînî civatê bibin?

TU ÇAWA DIKARÎ HÎNÎ CIVATÊ BIBÎ Û PÊŞVE HERÎ?

Bifikirin der heqê vê mîsalekê de: Çaxa dar kokê ve radikin û cîguhastî dikin, ew dikeve strêsê. Gava dar ji erdê derdixin, kokên wî heçî zehf têne birînê, ji bo ku hêsa be cîkî din daçikînin. Çaxa dar êdî dadiçikînin, ew zû dest pê dike kokên nû bide. Mîna vê yekê, çaxa hûn derbasî civata nû dibin, dibe ku dikevine strêsê. Di civata xwe a berê de we çawa bêjî êdî “kokên” xwe dabû, çimkî we hevalên baş ji xwe re dîtibû û we timê ji Yehowa re xizmet dikir. Lê niha hûn gerek êdî çawa bêjî kokên nû bidin, da ku elimî ciyê nû bin. Lê çi dikare alî we bike di vê yekê de? Prensîpên Kitêba Pîroz dikarin alî we bikin. Were em çend prensîpan şêwir kin.

Kesê ku timê Peyva Xwedê dixwîne “wek wê darê ne, ku li lêva avê hatiye danîn, meywa xwe di demê de dide, pelê wê naçilmise. Her karê ku dike qenc dike” (Zeb. 1:1-3).

Çawa dar avê ji kaniyê dikişîne ku qewî be û şîn be, Mesîhî jî gerek timê bi Peyva Xwedê têr be ku di ruhî de qewî bimîne. Loma jî berdewam kin her roj Kitêba Pîroz bixwînin, û timê herine civatê. Bira ji we re bibe sifat ku qulixkirina tevî malbatê û lêkolîna şexsî derbas kin. Çawa di civata berê de we her tişt dikir ku eleqeya xwe tevî Yehowa qewî xwedî kin, di civata nû de jî hûn gerek berdewam kin wisa bikin.

“Dê av ji kesê ku avê daye yekî din re bê dayîn” (Mtl. 11:25).

Hûnê zû hînî civatê bibin û pêşve herin, eger timê xizmet bikin û di civatê de kar bikin. Kevin ku kal e dibêje: “Çaxa em derbasî civata nû bûn, xizmeta çawa pêşengên komekdar gelek alî min û jina min kir. Me zû xwişk-bira, pêşeng û mihal nas kirin.” Birakî bi navê Roger jî derbazî civateke nû bû, kîjan ku 1.600 km dûrî mala wî ye. Ew wisa dibêje: “Ya lape baş ku çawa elimî civatê bin ew e, ku çiqas dikarin timê xizmet kin. Wisa jî, hûn dikarin ji kalên civata nû re bêjin, ku hûn hazir in, eger lazim e komekê bidin, besa xeberê, paqijkirina Salona Îbadetê, eger lazim bê dewsa kesekî pareke civatê derbas kin, an jî pê temaşê derên, an jî kesekî pê erebê bivine civatê. Çaxa xwişk-bira bibînin ku di civata wan de yê nû çiqas xîret û heyf e, ew zû wê wî qebûl kin û bixwazin tevî wî hevaltiyê bikin.”

“Dilê xwe ... fireh bikin” (2. Kor. 6:13).

Dilê xwe fireh bikin bona hezkirina biratî. Xwişkeke me Melissa malbata xwe ve derbasî civata nû bû. Wana mexsed dane pêşiya xwe, ku hevalên nû ji xwe re bibînin. Ew wisa dibêje: “Di Salona Îbadetê de hin pêşiya civatê û hin paşî civatê me tevî xwişk-bira xeber dida. Ew yek mecal dida me, ne ku tenê silavê bidine hev, lê hê nêzîk hevdu nas kin.” Bi destê vê yekê wê malbatê zû navê xwişk û bira di bîra xwe de xwedî kirin. Ji xeynî vê yekê, wana mêvanhezî didane kifşê, û wê yekê alî wan kir hevalên nêzîk bibînin. Melissa zêde dike: “Me hejmara telefonên hevdu nivîsîn, ku di şixulên civatê de û şixulên din de tevî wan kar bikin.”

Eger bona we zor e tevî mirovên nû xeber din, xeberdanê tiştên biçûk de destpêkin. Mesela, ji xwişk û biran re bikenin eger jî bona we zor e. Mirovê bi beşera xweş, mirovan berbi xwe dikişîne. Kitêba Pîroz dibêje: “Çavên ku dikenin dil kêfxweş dikin” (Mtl. 15:30). Xwişkeke me bi navê Rachel derbasî civateke gelek dûr bû. Ew dibêje: “Ez yeke şermoke me. Caran ez zorê xwe dikim, ku di civata nû de tevî xwişk û biran xeber dim. Ez di Salona Îbadetê de wan mirovan digerim, yên ku ker-lal rûniştine, çimkî ew jî mîna min şermoke ne.” Lê wê kêrhatî be ku hûn mexsed daynin pêşiya xwe, ku pêşiya û paşî civatê tevî kesekî bikevine xeberdanê.

Alîkî din ve jî, dibe ku hûn di destpêkê de şerm dikin tevî mirovên nû xeber din. Lê wext derbas be mirovên “nû” jî êdî wê “kevn” bin. Loma hingê lazim e berdewam kin hevalên nû bibînin.

Çaxa dar cîguhastî dikin, ew dikevine stresê, lê çaxa êdî wana dadiçikînin, ew kokên nû didin

WEXT LAZIM E KU TU HÎNÎ CIVATA NÛ BIBÎ

Ji hin daran re lazim e gelek wext ku di ciyê nû de kokên xwe bidin. Mîna vê yekê, ne hemûşk zû hînî civata nû dibin. Eger hûn derbasî civata nû bûne, û wext derbas bûye, lê hûn hê hînî civatê nebûne, evan prensîpên ji Kitêba Pîroz dikarin alî we bikin:

“Ji qencîkirinê newestin, çimkî eger em sist nebin, emê di demsala wê de bidirûn” (Gal. 6:9).

Diqewime ji te re hê zêde wext lazim bê ku elimî civatê bî. Mesela, gelek mizgînvanên wezîfedar ku paşî Mekteba Gîlead di welatên xerîb de hatin kifşkirinê, çend salan naçine welatên xwe, ji bo ku elimî wî cîyî, edetên wêderê û xwişk-birên wêderê bin. Ew yek alî wan dike ku eleqeya xwe tevî wan xwişk-bira qewî kin.

Alejandro, yê ku çend caran derbasî civatên nû bû, dibêje ku mirov derbêra nikare elimî civata nû be. Ew wisa dibêje: “Cara paşin ku em derbasî civata nû bûn, pîreka min got: ‘Hemû hevalên min di civata berê de ne!’” Alejandro anî bîra wê ku wê ew gotin 2 sal berê jî gotibû, çaxa ew derbasî civateke din bûbûn. Lê di nava wan du salan de, ew tevî xwişk û birayên nenas nêzik dibû û ew ji wî re dibûn hevalên nêzik.

“Çima di rojên berê de ji vana hîn jî qenctir bûn? nebêje; ji ber ku pirsiyara te ya di derheqê vêya de ne bi zanyarî ye” (Waiz 7:10).

Tu car civata xweye berê tevî yê nû beramber nekin. Mesela, xwişk-birên ji civata nû dibe ku xeberxweş û vekirî nînin. Bala xwe bidine sifatên wanî baş, çawa ku hûn dixwazin ew di nav we de bibînin. Hin xwişk-bira ku derbasî civata nû bûn, xwe ceribandin di vê pirsê de: “Gelo ez hemû biratiyê hez dikim?” (1. Ptr. 2:17).

“Bixwazin, wê ji we re bê dayîn” (Lûqa 11:9).

Berdewam kin bona alîkariyê ji Yehowa re dua bikin. Birakî me bi navê David, ku di civatê de kal e dibêje: “Nefikire ku tuyê bi qeweta xwe bikaribî sebir kî. Gelek tişt em dikarin bikin tenê bi alîkariya Yehowa. Dua bikin bona vê yekê!” Rachel besa kîjan me jorê kir, got: “Eger ez û mêrê min cara difikirin ku em ne para vê civatê ne, em raste-rast ji Yehowa re dua dikin û dibêjin: ‘Yehowa ji me re eyan ke eger em tiştekî nerast dikin, ji bo çi jî ji xwişk-bira re zor dibe nêzîkî me bin’. Û paşê em gelek wext tevî xwişk-bira derbas dikin.”

Dê-bavno, eger ji zarokên we re zor e elimî civata nû bin, der heqê vê yekê de tevî wan dua bikin. Alî wan bikin ku hevalên nû bibînin, mesela wana dawet kin ku wext derbas kin.

BONA YÊN NÛ BIBE HEVAL

Eger kesek nû derbasî civata we bûye, di çi de hûn dikarin alî wî bikin? Wisa bikin ku ji destpêkê de êdî tevî wan hevaltiyê bikin. Bona wê yekê kêrhatî ye bidine ber çavê xwe, ku eger hûn derbasî civatê bûna, hûnê çiqas razîbûna bona xemkirina yên dinêna (Met. 7:12). Mesela, wê baş be ku yên nû dawet kin ser qulixkirina tevî malbatê, an jî JW Broadcasting tevayî binihêrin. Wisa jî tevî wan derkevine xizmetê. Eger hûn wana li ser nanxwarineke biçûk jî dawet kin, ew mêvanheziya we gelek wext wê di bîra wan de bimîne. Lê gelo dîsa çi de dikarin alî wan bikin?

Birakî me bi navê Carlos dibêje: “Çaxa em hatine civata nû di bajarekî din de, xwişkekê kaxiz da me kîderê nivîsar bû kîjan in maxaziyên erzan. Wê yekê gelek alî me kir.” Yên nû ku ji welatên wisa hatine kîderê ku hewa curekî mayîn e, wê gelek razî bin ku hûn ji wan re bêjin kincê çawa xwe kin germê de, sermê de û çaxa şilî ye. Wisa jî hûn dikarin alî wan bikin ku di xizmetê de pêşve herin. Mesela, der heqê mihala xwe de ji wan re bêjin û edet û dînên wî cîyî.

HÊJA YE KU TU GUHERÎNAN BIKÎ

Allen êdî ji salekê zêdetir di civata nû de ye. Ew wisa dibêje: “Serê pêşîn, ji bo min zor bû nasiya xwe bida xwişk-bira. Lê niha ew bona min wek malbat in û ez gelek dilşad im.” Allen fehm kir ku çaxa ew derbas bû, wî hevalên xwe winda nekir, lê wî hevalên nû dît.

^ par. 2 Hin navên li vê meqaleyê hatine guherandin.