Here Naverokê

Here naverokê

Ji Zîhniyeta Dinyayê Dûr Bisekine

Ji Zîhniyeta Dinyayê Dûr Bisekine

“Hay ji xwe hebin, bila tu kes we bi felsefe û xapandina pûç li gor adetên mirovan dîl negire. Ew li gor ... vê dinyayê ne” (KOL. 2:8).

KILAM: 38, 31

1. Pawlosê şandî ji xwişk û birayan re çi şîret da? (Li resmê ewilî binêre.)

WEK tê fehm kirin, Pawlosê şandî nameya xwe ya ji civata Koloseyê re li dawiya hebsbûna xwe, yanî li sala 60 an 61ê ya P.M. nivîsand. Di vê nameyê de, wî got ku bidestxistina “têgihîştina ruhanî” pir muhîm e (Kol. 1:9). Paşê, Pawlos wisa got: “Ez vê yekê dibêjim, da ku tu kes we bi peyvên devnermiyê nexapîne. Hay ji xwe hebin, bila tu kes we bi felsefe û xapandina pûç li gor adetên mirovan dîl negire. Ew li gor hêzên ruhî yên vê dinyayê ne, ne li gor Mesîh in” (Kol. 2:4, 8). Pawlos xuya kir ku hin fikrên xelkê çima şaş in û zîhniyeta dinyayê carinan ji mirovên qisûrdar re çima cazîb tê. Mesela, seba vê zîhniyetê, dibe ku mirov bifikire ku ew ji kesên din biaqiltir û bilindtir e. Armanca nameya ji Kolosiyan re ev bû ku xwişk û bira ji zîhniyeta dinyayê û adetên nerast dûr bisekinin (Kol. 2:16, 17, 23).

2. Niha emê çima li ser mîsalên zîhniyeta dinyayê şêwir bikin?

2 Zîhniyeta dinyayê rêberiya Yehowa ji nedîtî ve tê an kêm dibîne, û tesîra wê dikare baweriya me gav bi gav sist bike. Îro em hemû ji zîhniyeta dinyayê re merûz dimînin. Ev zîhniyet li televîzyonê, li înternetê, li cihê şixul û li mektebê tê teşwîq kirin. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku em dikarin çi bikin ku ev zîhniyet hişê me xera neke. Emê li ser pênc mîsalên zîhniyeta dinyayê şêwir bikin û binêrin ku em çawa dikarin van fikran red bikin.

GELO LAZIM E KU EM BAWER BIKIN KU XWEDÊ HEYE?

3. Kîjan fikir ji gelek însanan re cazîb tê, û çima?

3 “Ji bo ku ez însanekî qenc bim, ne lazim e ku ez bawer bikim ku Xwedê heye.” Li hin welatan, gelek însan ne dîndar in û dibêjin ku ew bawer nakin ku Xwedê heye. Dibe ku wan hûr û kûr lêkolîn nekiriye ku Xwedê heye an na, lê fikra ku ew dikarin li gor dilê xwe hereket bikin ji wan re cazîb tê (Zebûr 10:4 bixwîne). Hinek jî difikirin ku ew çavvekirî ne û dibêjin: “Ji bo ku ez binamûs bim, ne lazim e ku ez bawer bikim ku Xwedê heye.”

4. Eger yekî bibêje ku Afirandêr tune, em dikarin çi bibêjin?

4 Kesên nebawermend dibêjin ku Afirandêr tune. Gelo mantiqa vê fikrê rast e? Wexta ku mirov li zanistê binêre ku ew fehm bike ku jiyan çawa hatiye meydanê, dibe ku ew seba piraniya melûmatê winda bibe. Bi eslê xwe, cewab hêsan e. Eger ji bo xaniyekî avakerek lazim be, ma ji bo tiştên bican Afirandêr ne lazim e? Bi ser de, hucreyên herî biçûk jî ji hemû xaniyan zêdetir girîft in, çimkî ew dikarin xwe bi xwe zêde bin. Loma ev hucre dikarin melûmata ku ji bo zêdebûnê lazim e, veşêrin û kopî bikin. Plana hucreyên bican ji ku derê hatiye? Kitêba Pîroz wisa cewab dide: “Her xanî ji aliyê yekî ve tê avakirin, lê avakarê her tiştî Xwedê ye” (Îbr. 3:4).

5. Gelo yekî ku bawer nake ku Xwedê heye dikare zanibe ku çi qenc e?

5 Eger yekî bibêje ku ji bo ku em dikarin kesên qenc bin bêyî ku em bawer bikin ku Xwedê heye, em dikarin çi bibêjin? Li gor Kitêba Pîroz jî, hin kesên nebawermend carinan qenciyê dikin (Rom. 2:14, 15). Mesela, dibe ku ew ji dê û bavên xwe hez bikin û hurmetê bidin wan. Lê belê eger yekî qebûl nake ku heqê diyarkirina qencî û xerabiyê aîdî Afirandêrê me ye, gelo exlaqa wî çi qas saxlem e? (Îşa. 33:22). Îro gelek kesên ku kûr difikirin dizanin ku halê xerab ê dinyayê nîşan dide ku însan hewceyî alîkariya Xwedê ye (Yêremya 10:23 bixwîne). Loma gerek em nefikirin ku kesekî ku bawer nake ku Xwedê heye û ku li gor standardên wî hereket nake dikare rind zanibe ku çi qenc e (Zeb. 146:3).

GELO DÎN JI ME RE LAZIM E?

6. Gelek kes li dîn û baweriyan çawa dinêrin?

6 “Ji bo ku em dilşad bin, dîn ne lazim e.” Ev zîhniyeta dinyayê ji gelek kesan re cazîb tê, çimkî ew difikirin ku dîn tiştekî pûç û negirîng e. Wekî din, gelek dîn û bawerî însanan ji Xwedê dûr dixin, çimkî ew ji murîdên xwe pere top dikin, tev li siyasetê dibin û dibêjin ku Xwedê xeraban davêje cehenemê. Loma her ku diçe zêdetir însan difikirin ku dîn ji wan re ne lazim e. Ew carinan wisa dibêjin: “Eleqeya min bi mewzûyên ruhî re heye, lê ez naxwazim tev li dînan bibim.”

7. Dînê rast însanan çawa bextewar dike?

7 Gelo mirov bi rastî dikare bê dîn bextewar be? Helbet mirov dikare bê dînê sexte bextewar be, lê mirov nikare bê dostiya “Xwedayê bextewar” Yehowa bi rastî dilşad be (1. Tîm. 1:11, WDN). Hemû kirinên Xwedê, ji bo kesên din bifeyde ne. Xizmetkarên wî bextewar in, çimkî ew her tim dixwazin alî kesên din bikin (Kar. 20:35). Mesela, bîne ber çavê xwe ku îbadeta rast ji bo bextewariya malbatê çi qas bifeyde ye. Îbadeta rast hînî me dike ku em hurmet û rûmetê bidin pîrek an zilamê xwe, ku em sonda zewacê wek tiştekî pîroz bibînin, ku em zine nekin, ku zarokên me hurmetdar bin û ku em hezkirina rast eyan bikin. Bi saya îbadeta rast, mirovên li seranserê dinyayê dibin xwişk û birayên hev, û ew dibin ferdên civatên bextewar û yekbûyî (Îşaya 65:13, 14 bixwîne).

8. Metta 5:3 çawa alî me dike ku em fehm bikin ku mirov bi rastî çawa bextewar dibe?

8 Em çawa dikarin fikra dinyewî ya ku însan dikare bê Xwedê bextewar be, analîz bikin? Li vê pirsê binêre: Însan çawa bextewar dibe? Hinek ji şan û şohretê, ji sporê an jî ji hobiyekê kêfê distînin. Hinek jî dilşad dibin gava ew li malbat an hevalên xwe dinêrin. Tiştên wisa helbet xweş in, lê ji bo bextewariya herdem, tiştekî bilindtir lazim e. Tersî heywanan, em dikarin Afirandêrê xwe nas bikin û jê re bi dilsozî xizmetê bikin. Seba tebîeta me, em bextewar dibin gava em vê yekê dikin (Metta 5:3 bixwîne). Mesela, xizmetkarên Xwedê pir kêfxweş dibin gava ew ji bo îbadeta Yehowa li hev top dibin (Zeb. 133:1). Wekî din, ew ji biratiya yekbûyî, ji jiyaneke baş û ji hêviyeke xweş kêfê distînin.

GELO STANDARDÊN EXLAQÊ JI ME RE LAZIM IN?

9. (a) Dinya li munasebetên cinsî çawa dinêre? (b) Kitêba Pîroz çima bêexlaqiyê qedexe dike?

9 “Munasebeta cinsî ya li derveyî zewacê çima xerab e?” Mirov carinan wisa dibêjin: “Li gor kêfa xwe bijî. Hûn çima munasebeta cinsî ya li derveyî zewacê wek tiştekî xerab dibînin?” Şagirtên Îsa li bêexlaqiyê musamaha nakin. Çima? Çimkî Kitêba Pîroz bêexlaqiyê qedexe dike * (1. Selanîkî 4:3-8 bixwîne). Heqê Yehowa heye ku ew ji bo me qanûnan deyne, çimkî yê ku em afirandine, ew e. Li gor qanûna Xwedê, tenê jin û mêrekî zewicî dikarin bi hev re bin. Xwedê qanûnan dide me, çimkî ew hejî me dike. Ev qanûn, ji bo xêra me ne. Malbatên ku guh didin van qanûnan dibin xwediyê hezkirin, hurmet û emniyetê. Xwedê li bêîtaetiya qesdî musamaha nake (Îbr. 13:4).

10. Şagirtên Îsa çawa dikarin ji bêexlaqiyê dûr bisekinin?

10 Kitêba Pîroz dibêje ku gerek em ji bêexlaqiyê dûr bisekinin. Ji bo vê, gerek em dîqat bikin ku em li çi dinêrin. Îsa wisa got: “Her kesê ku bi dilxwazî li jinekê binêre, ji xwe wî di dilê xwe de bi wê re zîna kiriye. Eger çavê te yê rastê te bixe guneh, wî derxe û ji xwe bavêje!” (Met. 5:28, 29). Loma lazim e ku şagirtên Îsa li pornografiyê temaşe nekin û li muzîka bêexlaq guhdarî nekin. Pawlosê şandî wisa nivîsand: “Xwestekên xwe yên dinyayî, fuhûşî, pîsîtî, şehwet, xwesteka xerab ... bikujin” (Kol. 3:5). Ji xeynî vê, gerek em fikir û xeberdana xwe kontrol bikin (Ef. 5:3-5).

GELO ŞAN Û ŞOHRET JI BO BEXTEWARIYÊ LAZIM E?

11. Armanca gelek kesan çi ye?

11 “Ji bo ku em bextewar bin, gerek em bikevin pey şan û şohretê.” Gelek kes zorê li me didin ku em bikevin pey tehsîl, şohret û dewlemendiyê. Ji ber ku gelek însan ji her tiştî zêdetir dikevin pey tiştên wisa, dibe ku ev zîhniyet li ser şagirtekî Îsa jî tesîr bike.

12. Gelo şan û şohret bi rastî bextewariyê pêk tîne?

12 Gelo şan û şohret an mal û milk bi rastî bextewariyê daîm dike? Na. Bîne bîra xwe ku Şeytan jî dixwest li ser kesên din hikumdariyê bike û şohretê bi dest bixe. Niha Şeytan ne bextewar e, lê pir bihêrs e (Met. 4:8, 9; Pey. 12:12). Helbet mirov heta dereceyekê kêfxweş dibe gava ew dibe xwediyê şan û şohretê, lê gava em alî kesên din dikin ku ew ji gotinên Xwedê feyde bistînin û jiyana herheyî bistînin, em dibin xwediyê bextewariya daîmî. Wekî din, ruhê vê dinyayê reqabetê teşwîq dike. Seba vê, mirov her dem dixwazin ji yên din bilindtir bin, dexesiyê dikin û ‘dikevin pey ba’ (Waiz 4:4).

13. (a) Gerek em li îşê xwe çawa binêrin? (b) Li gor nameya Pawlos a ji Selanîkiyan re, şahiya wî ji ku derê dihat?

13 Rast e ku gerek em debar bikin, û eger îmkan hebe, em dixwazin li îşekî kêfdar bixebitin. Lê belê gerek em dîqat bikin ku di jiyana me de, îşê me tiştê herî muhîm nebe. Îsa wisa got: “Tu kes nikare xulamtiyê ji du axayan re bike; çimkî an ewê ji yekî nefret bike û ji yê din hez bike, an jî ewê qedrê yekî bigire û yê din biçûk bibîne. Hûn nikarin xulamtiyê hem ji Xwedê re û hem jî ji dewlemendiyê re bikin” (Met. 6:24). Eger armanca me ya herî mezin ev be ku em ji Yehowa re xizmetê bikin û mizgînê belav bikin, emê pir bextewar bibin. Pawlosê şandî jî ev şahî bi dest xist. Berê, wî xwestibû li dînê Cihûyan bibe alimekî bi nav û deng, lê wexta ku ew bû şagirtekî Îsa û dît ku gotinên Xwedê ji bo însanan çi qas bifeyde ne, wî şahiya rast dît (1. Selanîkî 2:13, 19, 20 bixwîne). Şan û şohret nikare dilê me ew qas şa bike.

Wexta ku em alî mirovan dikin ku ew ji gotinên Xwedê feyde bistînin, em bi rastî bextewar dibin (Li paragrafên 12 û 13an binêre)

GELO EM DIKARIN DERDÊN DINYAYÊ HEL BIKIN?

14. Fikra ku însan dikare problemên xwe hel bikin çima ji hinekan re cazîb tê?

14 “Însan dikarin problemên xwe çareser bikin.” Ev fikra dinyewî ji gelek kesan re cazîb tê. Çima? Eger ev fikir rast bibûya, mirov wê hewceyî rêberiya Xwedê nebûya, û mirov wê bikaribûya li gor dilê xwe hereket bikira. Wekî din, fikra ku mirov dikare problemên xwe hel bike ji hinekan re rast tê ji ber ku li gor hin lêkolînan, şer, sûc, nexweşî û feqirî her ku diçe winda dibin. Lêkolînek wisa dibêje: “Dinya her ku diçe xweştir dibe ji ber ku însan dixwazin halê dinyayê rast bikin.” Gelo ev tê maneya ku însan êdî ji problemên muzmîn difilitin? Bila em hebekî li ser van probleman şêwir bikin.

15. Halê dinyayê çi qas xerab e?

15 Şer: Li du şerên cîhanî, zêdetirî 60 milyon kes mirin. Ji dawiya Şerê Cîhanî yê 2yemîn û vir de, gelek şerên din derketine. Li sala 2015an, hejmara kesên ku seba şer an zilmê ji warên xwe revîbûn gihîştibû kêm zêde 65 milyonan. Bes li sala 2015an, teqrîben 12,4 milyon kes bûn penaber. Sûc: Hin çeşîd sûc li hin deran her çi qas kêm bûne jî, çeşîdên din bi lez zêde dibin, mesela sûcên înternetê, şideta navmalê û teror. Ji xeynî vê, gelek kes difikirin ku sextekarî û rişwet li seranserê dinyayê zêde bûne. Însan nikarin sûcê ji holê rakin. Nexweşî: Hin nexweşî êdi di bin kontrolê de ne. Lê belê lêkolîneke ku li sala 2013an hat weşandin dibêje ku her sal, 9 milyon kesên ku emrê wan ji 60 salî kêmtir e seba nexweşiya dil, felc, kanser, nexweşiya bêhnstendinê û diyabetê dimirin. Feqîrî: Li gor Bankaya Cîhanî, hejmara kesên zehf feqîr ên li Afrîkayê li sala 1990î 280 milyon bû. Li sala 2012an, ev hejmar bû 330 milyon.

16. (a) Çima tenê Padîşahiya Xwedê dikare problemên dinyayê hel bike? (b) Li kitêbên Îşaya û Zebûrê, kîjan bereket ji berê de hatine pêxembertî kirin?

16 Sîstemên tîcarî û siyasî yên îroyîn di bin destê hêzên xweperest de ne. Ev hêz nikarin şer, sûc, nexweşî û feqîriyê ji holê rakin. Tenê Padîşahiya Xwedê dikare vê yekê bike. Yehowa wê ji bo însanan çi bike? Şer: Padîşahiya Xwedê wê sebebên eslî yên şeran tune bike, yanî xweperestî, rişwetxurî, welatparêzî, dînên sexte û bîlhese Şeytan (Zeb. 46:8, 9). Sûc: Padîşahiya Xwedê jixwe alî çend milyon însanan dike ku ew hejî hev bikin û bi hev re ewle bin. Tu hikumdariya din nikare vê yekê bike (Îşa. 11:9). Nexweşî: Yehowa wê siheta bêqisûr bide xizmetkarên xwe (Îşa. 35:5, 6). Feqîrî: Yehowa wê feqîriyê tune bike û hemû hewcedariyên ruhî û madî têr bike. Jiyana xizmetkarên Xwedê wê pir xweş bibe. Ev yek ji mal û milk pir biqîmettir e (Zeb. 72:12, 13).

“BIZANIN KA DIVÊ ÇAWA HÛN BERSÎVA HER KESÎ BIDIN”

17. Tu çawa dikarî ji zîhniyeta dinyayê dûr bisekinî?

17 Eger fikreke dinyayê êrîşî baweriya te bike, lêkolînê bike ku Peyva Xwedê li ser wê mijarê çi dibêje. Wekî din, bi xwişk an birayekî ceribandî re li ser wê fikrê şêwir bike. Tesbît bike ku ew fikir çima ji hinekan re cazîb tê, çima şaş e, û tu çawa dikarî wê fikrê pûç bikî. Ji bo ku em xwe ji zîhniyeta dinyayê biparêzin, gerek em li gor vê şîreta Pawlos hereket bikin: “Li hember yên ku ji baweriyê der in, bi şehrezayî rêve herin ... Bizanin ka divê çawa hûn bersîva her kesî bidin”(Kol. 4:5, 6).

^ par. 9 Gelek kes nizanin ku gotinên Yûhenna 7:53 hetta 8:11, ên ku di hin tercûmeyên Kitêba Pîroz derbas dibin, piştî temamkirina Kitêba Pîroz hatine îlawe kirin, yanî li nivîsarên îlhamkirî yên eslî tune bûn. Li gor van ayetan, hinek difikirin ku tenê kesekî bêguneh dikare zînakarekî sûcdar derxîne. Lê belê qanûna ku Xwedê dabû miletê Îsraêl wisa digot: “Ger zilamek, bi pîreka zilamekî din raketî bête dîtin, wê gavê zilamê ku bi pîrekê re radikeve û pîrek, dê ew her du jî bên kuştin” (5. Mû. 22:22).