Here Naverokê

Here naverokê

Wek Yehowa Xwedê Adil û Dilovan Be

Wek Yehowa Xwedê Adil û Dilovan Be

“Hikmê rast bidin û ji her kesî re dilsoz û dilovan bin” (ZEK. 7:9, WDN).

KILAM: 125, 88

1, 2. (a) Îsa li Qanûna Xwedê çawa dinêrî? (b) Ferîsî û Şerîetzanan Qanûna Xwedê çawa xwar dikir?

ÎSA MESÎH ji Qanûna Mûsa hez dikir, çimkî ew qanûn ji Bavê wî Yehowa hatibû. Li Zebûr 40:8, ji berê de hatibû gotin ku Îsa wê ji qanûna Xwedê pir hez bike: “Ez zewqê ji bicihanîna daxwaza te distînim, ey Xwedayê min, di kûrahiya dilê min de ye şerîeta te.” Îsa bi gotin û kirinên xwe nîşan dida ku Qanûna Xwedê bêqisûr û bifeyde ye û ku ewê mutleqe bê cih (Met. 5:17-19).

2 Gava Îsa dît ku Ferîsî û Şerîetzanan Qanûna Bavê wî çi qas xwar dikir, ew bêguman pir xemgîn dibû. Belê, wan hin teferûatên Qanûnê hûr û kûr dianîn cih. Îsa wisa got: “Hûn dehyeka pûng, rizyan û kîmyona xwe didin.” Hingê problem çi bû? Îsa wisa berdewam kir: “Lê hûn tiştên Şerîetê yên hê girîngtir, dadperwerî, rehm û baweriyê dihêlin” (Met. 23:23). Îsa ne mîna wan Ferîsiyên pozbilind bû. Wî ruhê Qanûnê, yanî sifatên Xwedê yên ku di her emrî de dihat dîtin, fehm dikir.

3. Lê vê meqaleyê, emê li ser çi şêwir bikin?

3 Şagirtên Îsa ne li bin Qanûna Mûsa ne (Rom. 7:6). Dîsa jî, Yehowa ev Qanûn di Kitêba Pîroz de muhafize kiriye. Ew dixwaze, ne ku em bi teferûatên Qanûnê mijûl bin, lê ku em ‘tiştên girîngtir’ ên Qanûnê, yanî rastiyên temelî yên emrên wê fehm bikin û bînin cih. Mesela, em ji sîstema bajarên îlticayê kîjan rastiyên temelî dibînin? Meqaleya berê nîşan da ku lazim bû ku multecî çi bike. Lê ji xeynî vê, bajarên îlticayê der heqê Yehowa de jî dersan didin me û nîşanî me dikin ku em çawa dikarin wek wî bin. Loma ev meqale wê cewabên sê pirsan bide: Bajarên îlticayê dilovaniya Yehowa çawa eyan dikin? Ev bajar rêyî me didin ku Xwedê li jiyanê çawa dinêre? Bajarên îlticayê çawa bala me dikişînin ser edaleta wî ya bêqisûr? Di van waran de, emê bielimin ku em çawa dikarin wek Bavê xweyî ezmanî bibin (Efesî 5:1 bixwîne).

BAJARÊN ÎLTICAYÊ DILOVANIYA XWEDÊ EYAN DIKIR

4, 5. (a) Gelo zor bû ku multecî bigihîjin bajarên îlticayê? (b) Ev yek der heqê Yehowa de çi nîşan dide?

4 Şeş bajarên îlticayê ne cihên dûr bûn. Yehowa emir dabû miletê Îsraêl ku ew li vê kêleka çemê Urdûnê sê bajaran û li kêleka din jî sê bajaran hilbijêrin. Çima? Armanc ev bû ku multecî karibin zû bigihîjin van bajaran (4. Mû. 35:11-14). Riyên ku diçûn bajarên îlticayê her tim rind dihatin xwedî kirin (5. Mû. 19:3). Li gor rîwayetên Cihûyan, îşaret dihatin danîn ku multecî karibin bajarên îlticayê bi rihetî bibînin. Ji ber ku bajarên îlticayê hebûn, ne lazim bû kesekî ku bi bêhemdî xwîn rijandibû bireve xeribiyê û bibe pûtperest.

5 Bîne ber çavê xwe: Yehowa dixwest ku qatil bên îdam kirin, lê wî fersend da ku kesên ku bi bêhemdî xwîn rijandibû dilovaniyê bibînin û bên parastin! Şîrovekarekî wisa nivîsand: “Her tişt pir besît û hêsan bû. Rehma Xwedê wisa dihat dîtin.” Yehowa ne hakimê dilkevir e, yê ku ji cezakirina xizmetkarên xwe kêfê distîne. Na, ew “bi rehmê dewlemend e” (Ef. 2:4).

6. Ji aliyê merhametê ve, Ferîsî çawa ji Xwedê cuda bûn?

6 Ferîsî ne wisa bûn. Ew kesên bêmerhamet bûn. Mesela, li gor adetên wan, wan nedixwest eynî sûcê zêdetirî sê caran efû bikin. Di mîsalekê de, Îsa behsa Ferîsiyekî kir, ê ku wisa dua kiribû: “Ya Xwedê, ez şikir ji te re dikim ku ez ne wek mirovên din im: Ez ne rêbir, ne neheq, ne zînakar, an jî ne wek vî bacgirê ha me.” Ew bacgir jî bi dilnizmî dua kiribû ku Xwedê jê re merhamet bike. Ferîsiyan çima nedixwest dilovan bin? Li gor Kitêba Pîroz, problem ev bû ku wan kesên din kêm didîtin (Lûqa 18:9-14).

Gelo “riya” ku diçe efûkirina te vekirî ye? Xwîngerm be (Li paragrafên 4 heta 8an binêre)

7, 8. (a) Eger yekî li te neheqiyê bike, tu çawa dikarî Yehowa ji xwe re bikî nimûne? (b) Ji bo ku mirov efûker be, dilnizmî çima lazim e?

7 Wek Yehowa be, ne wek Ferîsiyan. Dilovan be (Kolosî 3:13 bixwîne). Ji bo vê, rê veke ku kesên din bi hêsanî karibin ji te efû bixwazin (Lûqa 17:3, 4). Ji xwe wisa bipirse: “Gelo ez kesên ku belkî jî çend caran li min neheqî kiriye efû dikim? Gelo ez hewesdar im ku ez bi kesekî ku ez aciz kirime an ku dilê min êşandiye li hev bêm?”

8 Ji bo ku mirov efûker be, dilnizmî lazim e. Ferîsî ne dilnizm bûn, çimkî wan kesên din kêm didîtin. Lê belê lazim e ku şagirtên Îsa “yên din di ser xwe re bigire” û wan layiqî efûkirinê bibînin (Flp. 2:3). Gelo tuyê dilnizm bî û Yehowa ji xwe re bikî nimûne? “Riya” ku diçe efûkirina te her tim vekirî bihêle. Dilovan be û zû nexeyide (Waiz 7:8, 9).

JI BO KU “LI SER TE XWÎN TUNE BE”, QÎMET BIDE JIYANÊ

9. Yehowa çawa alî Îsraêliyan dikir ku ew fehm bikin ku jiyan pîroz e?

9 Yek ji armancên bajarên îlticayê ev bû ku li ser xelkê xwîn tune be (5. Mû. 19:10). Yehowa ji jiyanê hez dike, û ew ji “destên ku xwîna bêsûcan dirijîne” nefret dike (Mtl. 6:16, 17). Ji ber ku Xwedê adil û pîroz e, ew nikare rijandina xwînê ji nedîtî ve bê – bi bêhemdî be jî. Rast e ku kesekî ku bi bêhemdî xwîn dirijand, merhamet didît. Dîsa jî, lazim bû ku ew doza xwe li ber kalan pêşkêş bike. Eger hadîse li gor qerarê wan bi rastî jî bi bêhemdî bûye, lazim bû ku ew heta mirina serokkahîn li bajarê îlticayê bimîne – yanî belkî jî heta dawiya emrê xwe. Bi saya van netîceyên cidî, hemû Îsraêliyan fehm dikir ku jiyan pîroz e. Ji ber ku ew hurmetê bidin Afirandêr, lazim bu ku ew dîqat û tedbîr bigirin ku jiyana tu kesî nekeve talûkeyê.

10. Wek Îsa got, Şerîetzan û Ferîsî kesên çawa bûn?

10 Şerîetzan û Ferîsiyan wek Yehowa qîmet nedida jiyanê. Îsa ji wan re wisa got: “We rahiştiye mifta zanînê; hûn bi xwe neketin hundir û yên dixwestin bikevin hundir jî, we nehişt bikevinê” (Lûqa 11:52). Wezîfeya wan ev bû ku ew alî kesên din bikin ku ew Peyva Xwedê fehm bikin û li ser riya jiyana bêdawî bimeşin. Li şûna vê, wan mirov ji “Serokê Jiyanê” Îsa dûr dixistin û ew dişandin li ser riya helaka ebedî (Kar. 3:15). Şerîetzan û Ferîsî pozbilind û xweperest bûn, û wan qîmet nedida jiyan û xêra kesên din. Çi zilm û bêmerhametî!

11. (a) Pawlosê şandî çawa nîşan dida ku wî wek Yehowa li jiyanê dinêrî? (b) Em çawa dikarin wek Pawlos li xizmetê binêrin?

11 Em çawa dikarin ji zîhniyeta Şerîetzan û Ferîsiyan dûr bisekinin û Yehowa ji xwe re bikin nimûne? Gerek em qîmet û hurmetê bidin jiyanê. Ji ber ku Pawlos pir qîmet û hurmet dida jiyanê, wî mizgîn bixîret dida însanan. Loma wî wisa got: “Ez ji xwîna her kesî bêrî me” (Karên Şandiyan 20:26, 27 bixwîne). Niyeta Pawlos ne tenê ev bû ku ew ji hîsa sûcdariyê bifilite an ku ew wezîfeya xwe bîne cih. Na, wî ji însanan hez dikir, û wî qîmet dida jiyana wan (1. Kor. 9:19-23). Gerek em jî wek Xwedê li jiyanê binêrin. Yehowa “dixwaze ku hemû tobe bikin” (2. Ptr. 3:9). Gelo tu jî vê yekê dixwazî? Eger tu merhametê li dilê xwe xwedî bikî, tuyê di xizmetê de bixîrettir bibî û jê zêdetir kêfê bistînî.

12. Emniyet ji bo xizmetkarên Xwedê çima muhîm e?

12 Eger em dixwazin wek Yehowa qîmet bidin jiyanê, gerek em ji bo emniyetê tedbîran bigirin. Gerek em bidîqat erebe bajon û bişixulin. Gava em salonên îbadetê ava dikin an tamîr dikin an jî diçin civînan, gerek em vê yekê bikin. Çi dibe bila bibe, emniyet û sihet ji wext, pere û berdariyê muhîmtir e. Xwedayê meyî adil her tim heq û rastiyê dike. Em jî dixwazin wek wî bin. Bîlhesa kalên civatê bala xwe didin emniyeta xwe û emniyeta kesên ku li derdora wan dişixulin (Mtl. 22:3). Loma eger kalekî civatê ji te re bibêje ku gerek tu zêdetir dîqat bikî, şîreta wî qebûl bike (Gal. 6:1). Wek Yehowa li jiyanê binêre da ku “li ser te xwîn tune be”.

‘LI GOR VAN HIKMAN HIKM BIDE’

13, 14. Lazim bû ku kalên miletê Îsraêl çi bikin ku ew wek Yehowa adil bin?

13 Yehowa dixwest ku kalên miletê Îsraêl li gor standardên wî yên bilind hikm bidin. A yekê, lazim bû ku ew tesbît bikin ku bi rastî çi qewimiye. Wekî din, lazim bû ku ew bala xwe bidin niyet, zîhniyet û kirinên berê yên kesê ku xwîn rijandibû û li gor vê, merhametê bikin an nekin. Ji bo ku ew li gor edaleta Xwedê qerarê bidin, lazim bû ku ew fehm bikin ku ka multecî “ji ber kîn” an “neyariyê” hereket kiribû (4. Mûsa 35:20-24). Wexta ku gotinên şahidan dihat guhdarî kirin, ji bo îsbatkirina cînayeta qesdî qet nebe du şahid lazim bûn (4. Mû. 35:30).

14 Piştî tesbîtkirina hemû teferûatên dozê, lazim bû ku kal ne tenê li hereketê, lê li şexs jî binêrin. Ji wan re besîret lazim bû da ku ew karibin fehm bikin ku bi rastî çi qewimîbû û ne tenê li rûyê meseleyê binêrin. Ji her tiştî zêdetir, ruhê Yehowa ji wan re lazim bû ku ew karibin besîret, merhamet û edaleta wî ji xwe re bikin nimûne (2. Mû. 34:6, 7).

15. Îsa û Ferîsiyan li gunehkaran çawa dinêrîn?

15 Ferîsiyan tenê li kirinên gunehkar dinêrîn, ne li halê dilê wî. Wexta ku Ferîsiyan dît ku Îsa çû ziyafeteke li mala Metta, wan ji şandiyên wî wisa pirsî: “Çima Mamosteyê we bi bacgir û gunehkaran re xwarinê dixwe?” Îsa wisa cewab da: “Ne yên saxlem, lê yên nexweş hewcedarê hekîm in. Îcar hûn herin û mana peyva: ‘Ez rehmê dixwazim, ne goriyê’ hîn bibin. Ji ber ku ez nehatime gazî yên rast bikim, lê ez hatime ku gazî yên gunehkar bikim” (Met. 9:9-13). Gelo Îsa gunehên giran mezûr didîtin? Helbet na. Îsa her tim ji mirovan re digot ku gerek ew tobe bikin (Met. 4:17). Dîsa jî, Îsa zanibû ku qet nebe hinek ji wan “bacgir û gunehkaran” hazir bûn ku xwe rast bikin. Li mala Metta, armanca wan ne tenê ev bû ku ew xwarinê bixwin; li wê derê, “yên li pey wî diçûn gelek bûn” (Marq. 2:15). Çi heyf e ku piraniya Ferîsiyan ne wek wî bûn. Ew ne wek Xwedê adil û dilovan bûn, lê wan kesên din wek gunehkarên bêçare didîtin.

16. Xebata heyeta edlî çima ne hêsan e?

16 Îro jî muhîm e ku kalên civatê wek Yehowa bin, ê ku “ji rastiyê hez dike” (Zeb. 37:28). Serê pêşîn lazim e ku ew rind lêkolîn bikin û bibînin ku ka sûcek bi rastî jî çêbûye an na. Eger sûcek hatibe kirin, gerek ew li gor rêberiya Kitêba Pîroz li dozê binêrin (5. Mû. 13:12-14). Gava ew li heyetên edlî xizmet dikin, gerek ew bi dîqat tesbît bikin ku ka şagirtekî Îsa, yê ku guneheke giran kiribû, bi rastî tobe kiriye. Tobe – an jî kemasiya tobeyê – carinan zor tê tesbît kirin. Tobe, bi nêrîn, zîhniyet û rewşa dil ve girêdayî ye (Pey. 3:3). Lazim e ku gunehkarekî ku dixwaze merhametê bibîne, tobe bike. *

17, 18. Kalên civatê çawa dikarin fehm bikin ku ka yekî ji dil tobe kiriye an na? (Li resmê ewilî binêre.)

17 Yehowa û Îsa dikarin hundirê dilan bixwînin, lê kalên civatê nikarin vêya bikin. Eger tu kalekî civatê yî, tu çawa dikarî tesbît bikî ku ka yekî ji dil tobe kiriye an na? A yekê, ji Yehowa re dua bike û hîkmet û besîretê bixwaze (1.  Qra. 3:9). A diduyan, li Kitêba Pîroz û li weşanên xulamê dilsoz binêre ku tu karibî “xemgîniya dinyayê” ji “xemgîniya li gor Xwedê”, yanî ji tobeya rast cihê bikî (2. Kor. 7:10, 11). Li Kitêba Pîroz mîsalên kesên ku tobe kiriye û mîsalên kesên ku tobe nekiriye hene. Kitêba Pîroz li ser hîs, zîhniyet û hal û hereketên wan çi dibêje?

18 Wekî din, xîret bike ku tu kesê gunehkar bi berfirehî bibînî. Jiyana wî, niyetên wî û sînorên wî bide hesabê. Kitêba Pîroz li ser serokê civatê Îsa wisa pêxembertî kiribû: “Ew li gor çavên xwe hikm nade û li gor guhên xwe îqaz nake. Ewê bi edalet hikm bide belengazan, û dilnizmên dinyayê bi duristî îqaz bike” (Îşa. 11:3, 4, WDN). Kalno, hûn li bin rêberiya Îsa şivanên alîkar in, û ewê alî we bike ku hûn wek wî hikm bidin (Met. 18:18-20). Ma em ne şikurdar in ku kalên me ji bo vê xîret dikin? Em pir qîmetê didin wan ji bo ku ew her tim dixebitin ku di civatên me de dilovanî û edalet hebin!

19. Tu dixwazî kîjan dersên ku me ji bajarên îlticayê stendine bixebitînî?

19 Qanûna Mûsa alî me dike ku em rastiya li ser Yehowa û edaleta wî fehm bikin (Rom. 2:20). Mesela, bajarên îlticayê rêyî kalên civatê didin ku ew “hikmê rast bidin”. Ji xeynî vê, ew nîşan didin ku gerek em “ji her kesî re dilsoz û dilovan bin” (Zek. 7:9, WDN). Niha em êdî ne li bin Qanûna Mûsa ne. Dîsa jî, Yehowa neguheriye, û ew hê jî qîmetê dide edalet û dilovaniyê. Xwedê em di sûretê xwe de afirandine, û em bextewar in ku em dikarin ji wî re îbadetê bikin, sifatên wî ji xwe re bikin nimûne û xwe bispêrin wî!

^ par. 16 Li meqaleya “Questions From Readers” a kovara The Watchtower, 15 Îlon 2006, rûpela 30yî binêre.