MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 46
Cotên Nûzewicî – Xizmeta Yehowa Bixin Cihê Pêşîn!
“XUDAN hêz û mertalê min e; ez ji dil bi wî bawer im û alîkariyê dibînim” (ZEBÛR 28:7, KP).
KILAM 131 Xwedê Ew Kirine Yek
PÊŞGOTIN a
1-2. (a) Çima muhîm e ku cotên nûzewicî xwe bispêrin Yehowa? (Zebûr 37:3, 4) (b) Li vê meqaleyê, emê li çi binêrin?
GELO hûnê di demeke nêzîk de bizewicin, yan jî gelo hûn nûzewicî ne? Eger wisa ye, bê guman hûn pir şa ne ku hûnê jiyana xwe bi hev re derbas bikin. Dîsa jî, jiyana kesên zewicî carinan hêsan nîne, û lazim e ku hûn hin qerarên muhîm bidin. Ev yek ku hûnê çawa çetinahiyan safî bikin û çi qeraran bidin wê bi gelek salan li ser bextewariya we tesîr bike. Eger hûn xwe bispêrin Yehowa, hûnê qerarên baş bidin, zewaca we wê xurttir bibe û hûnê bextewartir bibin. Lê eger hûn guh nedin şîretên Xwedê, hûnê bi îhtimaleke mezin rastî zêdetir probleman bên û bextewariya xwe winda bikin (Zebûr 37:3, 4 bixwîne).
2 Li vê meqaleyê, emê bala xwe bidin serpêhatiyên hin jin û mêrên bawermend, ên ku li demên berê dijiyan. Emê bibînin ku em dikarin ji serpêhatiyên wan çi dersan bistînin û van dersan di jiyan û zewaca xwe de çawa bi kar bînin. Wekî din, emê li çend serpêhatiyên cotên ku li rojên me dijîn, binêrin. Ev meqale her çi qas ji bo cotên nûzewicî hatiye hazirkirin jî, hemû cotên zewicî dikarin ji van şîretan feydeyê bistînin.
COTÊN NÛZEWICÎ RASTÎ ÇI CURE ÇETINAHIYAN TÊN?
3-4. Hin cotên nûzewicî rastî çi cure çetinahiyan tên?
3 Hin kes ji cotên nûzewicî re dibêjin ku bila ew “mîna giştan” bijîn. Mesela, hin dê û bav û merivên din zorê li cotên nûzewicî didin ku ew zarokan bînin dinyayê. Yan jî, hin dost û heval belkî ji wan re dibêjin ku bila ew ji xwe re malekê bikirin û mala xwe bi tiştên xweş û biha tije bikin.
4 Eger kesên nûzewicî dîqat nekin, qerarên wan dikarin bibin sebeba deynên mezin. Paşê, wê lazim be ku jin û mêr pir bixebitin ku ji deynên xwe bifilitin. Hingê îşê wan dikare ji lêkolîna şexsî, îbadeta malbatê û xizmetê re bibe asteng. Bi ser de, ewê belkî nikaribin herin hemû civînan, çimkî ewê mecbûr bin ku zêdetir bixebitin ji bo ku zêdetir pere qazanc bikin yan ji bo ku ew îşê xwe winda nekin. Di netîceyê de, dibe ku ewê nikaribin hin fersendên ji bo zêdekirina xizmetê bi kar bînin.
5. Serpêhatiya Marisa û Klaus çi rêyî me dide?
5 Serpêhatiyên gelek cotên zewicî nîşan didin ku ketina pey mal û milk bextewariyê nayne. Ka binêre ku jin û mêrekî bi navê Marisa û Klaus di vî warî de çi hîn bûne. b Gava ew nû zewicîbûn, her du jî di îşên tamrojî de dixebitîn, da ku ew karibin jiyaneke rihet bajon. Lê belê, dilê wan nerihet bû. Klaus dibêje: “Bi zêdeyî mal û milkê me hebû, lê ji aliyê ruhî ve, qet hedefên me tune bûn. Rast bêjim, jiyan tev li hev û zehmet bû.” Belkî we jî fehm kiriye ku ketina pey mal û milk bextewariya we zêde nake. Lê belê, cesareta xwe winda nekin! Emsalên baş ên kesên din dikarin alî we bikin ku hûn jiyana xwe biguherînin. Pêşî, ka em bibînin ku mêrên zewicî dikarin ji serpêhatiya Yehoşafat Padîşah çi hîn bibin.
MÎNA YEHOŞAFAT PADÎŞAH, XWE BISPÊRE YEHOWA
6. Gava Yehoşafat Padîşah rastî problemeke mezin hat, wî çawa guh da şîreta li Methelokên Silêman 3:5, 6?
6 Mêrno, gelo hûn carinan di bin barê mesûliyetên xwe de difetisin? Eger wisa ye, bala xwe bidin emsala Yehoşafat Padîşah. Ji ber ku ew padîşah bû, ew ji xêra temamiya miletê xwe mesûl bû! Gelo wî çawa serî bi vê mesûliyeta giran re derdixist? Yehoşafat çi ji destê wî dihat dikir ku mirovan xwedî bike. Mesela, wî li derdora bajarên Cihûdayê sûr ava kirin, û wî zêdetirî 1.160.000 leşker top kirin (2. Dîrokan 17:12-19). Carekê, Yehoşafat rastî problemeke cidî hat. Ordiyeke mezin a dijminan hat ser wî, malbata wî û xelkê wî (2. Dîrokan 20:1, 2). Gelo Yehoşafat çi kir? Wî guh da şîreta ji Methelokên Silêman 3:5, 6 û xwe spart Yehowa (bixwîne). Duaya dilnizm a Yehoşafat, a ku li 2. Dîrokan 20:5-12 hatiye qeydkirin, nîşan dide ku ew bi Xwedê çi qas ewle bû. Gelo Yehowa çawa cewab da duaya Yehoşafat?
7. Yehowa çawa cewab da duaya Yehoşafat?
7 Yehowa bi navgîniya Lêwiyekî bi navê Yahazîêl ji Yehoşafat re wisa got: “Rêz girê bidin û bisekinin, ... xelasiya XUDAN bibînin” (2. Dîrokan 20:13-17). Bi normalî, tu kes bi vî awayî naçe cengê. Lê belê, ev rêberî ne ji însanekî, lê ji Yehowa hatibû. Loma, Yehoşafat xwe bi temamî spart Xwedê û guh da wî. Gava ew tevî xelkê ber bi dijmin ve çû, wî ne leşkerên herî bitecrûbe, lê stranbêjên bêçek xistin rêza pêşîn. Yehowa soza xwe anî cih û ordiya dijminan helak kir (2. Dîrokan 20:18-23).
8. Mêr dikarin ji serpêhatiya Yehoşafat çi hîn bibin?
8 Mêrno, hûn dikarin ji emsala Yehoşafat hin dersên muhîm bistînin. Hûn ji xêr û xweşiya malbata xwe mesûl in, loma hûn bi dil û can ji bo debara malbata xwe dixebitin. Wexta ku hûn rastî çetinahiyan tên, dibe ku hûn difikirin ku hûn dikarin wana xwe bi xwe safî bikin. Lê belê, xwe nespêrin qewet û hunerên xwe. Gava hûn bi tena serê xwe ne, dua bikin û alîkariya Yehowa bixwazin. Wekî din, bi jina xwe re ji dil dua bikin. Di Kitêba Pîroz de û di weşanên teşkîlata Xwedê de li rêberiya Yehowa bigerin û guh bidin şîretên ku hûn dibînin. Dibe ku hin kes wê bifikirin ku qerarên ku hûn li gor rêberiya Kitêba Pîroz bidin, ne baş in, û ewê belkî ji we re bibêjin ku aqlê we tune. Ewê belkî bibêjin ku ji bo parastina malbatê, pere tiştê herî muhîm e. Lê belê, serpêhatiya Yehoşafat bînin ber çavê xwe. Bi gotin û kirinên xwe, wî xwe dispart Yehowa. Yehowa ew terk nedikir, û ewê we jî terk neke (Zebûr 37:28; Îbranî 13:5). Gelo cotên zewicî çawa dikarin bi hev re jiyaneke bextewar bajon?
MÎNA ÎŞAYA PÊXEMBER Û JINA WÎ, XIZMETA YEHOWA BIXIN CIHÊ PÊŞÎN
9. Îşaya pêxember û jina wî çi dikir?
9 Îşaya û jina wî di jiyana xwe de herî zêde bala xwe dida xizmeta Yehowa. Îşaya bi xwe pêxember bû, û jina wî jî wek “pêxember” dihat binavkirin (Îşaya 8:1-4, Mizgînî). Xuya ye ku Îşaya û jina wî xizmeta Yehowa dixist cihê pêşîn. Ji bo cotên zewicî çi emsaleke baş!
10. Lêkolîna Kitêba Pîroz çawa dikare alî cotên zewicî bike ku ew bi dil û can ji Yehowa re xizmet bikin?
10 Wê baş be ku cotên zewicî çi ji destê wan tê bikin ku di jiyana xwe de xizmeta Yehowa bixin cihê pêşîn. Ji bo ku baweriya wan xurttir bibe, wê baş be ku ew Kitêba Pîroz bi hev re lêkolîn bikin û bala xwe bidinê ku sozên Yehowa çawa tên cih (Tîtos 1:2). Wekî din, ew dikarin bifikirin ka ew çawa dikarin piştgiriya pêkhatina hin gotinên Kitêba Pîroz bikin. Mesela, Îsa Mesîh ji berê ve gotibû ku berî dawiyê, mizgîna Padîşahiyê wê li seranserê dinyayê bê îlankirin, û ew jî dikarin piştgiriya pêkhatina vê gotinê bikin (Metta 24:14). Her ku jin û mêr emîntir dibin ku gotinên Kitêba Pîroz her tim tên cih, daxwaza wan wê zêde bibe ku bi dil û can ji Yehowa re xizmet bikin.
MÎNA PRISKÎLA Û AKÎLAS, PADÎŞAHIYA XWEDÊ BIXIN CIHÊ PÊŞÎN
11. Priskîla û Akîlas çi kir, û çima?
11 Jin û mêrên ciwan dikarin ji jin û mêrekî bi navê Priskîla û Akîlas, ên ku li sedsala yekê li Romayê dijiyan, hin dersan bigirin. Vê cotê Cihû mizgîna di heqê Îsa Mesîh de bihîstibû, û ew bûbûn şagirtên Îsa Mesîh. Hal û rewşa wan bê şik baş bû. Lê ji nişka ve, Qeyser Klawdyos ferman da ku hemû Cihû ji Romayê derkevin. Loma, Priskîla û Akîlas mala xwe bar kir û çûn bajarê Korîntê. Li wê derê, lazim bû ku ew ji nû ve dest bi her tiştî bikin. Gelo rewşa wan a nû bû sebeb ku ew Padîşahiya Xwedê êdî nexin cihê pêşîn? Na! Li Korîntê, wan piştgiriya civatê dikir û tevî Pawlos cesaret dida xwişk û birayan. Paşê, ew derbasî bajarên din jî dibûn ku mizgînê belav bikin (Karên Şandiyan 18:18-21; Romayî 16:3-5). Ji ber ku ew bi îşê Yehowa mijûl bûn, jiyana wan bê şik pir xweş bû.
12. Wê çima baş be ku jin û mêr ji xwe re hedefên ruhî deynin?
12 Îro jî, cotên zewicî dikarin mîna Priskîla û Akîlas îşê Padîşahiyê bixin cihê pêşîn. Wê baş be ku ew berî zewacê, wexta ku ew hevdû nas dikin, di heqê hedefên xwe de sohbetê bikin. Eger jin û mêr bi hev re qeraran bidin û xîret bikin ku bigihîjin hedefên ruhî, Yehowa wê alî wan bike (Waiz 4:9, 12). Serpêhatiya Russell û Elizabethê vêya nîşan dide. Russell dibêje: “Gava me hevdû nas dikir, me di heqê hedefên xwe yên ruhî de sohbet dikir.” Elizabeth dibêje: “Me di heqê van tiştan de sohbet dikir, da ku em qerarên baş bidin û ji hedefên xwe dûr nekevin.” Piştî ku ew zewicîn, ew derbasî Mîkronezyayê bûn ku mizgînê li wê derê belav bikin.
13. Li gor Zebûr 28:7, eger em xwe bispêrin Yehowa, netîce wê bibe çi?
13 Mîna Russell û Elizabethê, gelek cotên zewicî dixwazin wext û qeweta xwe herî zêde ji bo belavkirina mizgînê bi kar bînin. Ji bo vê, ew jiyaneke sade dajon. Eger cotên zewicî ji xwe re hedefên ruhî deynin û hevkariyê bikin ku bigihîjin van hedefan, ewê gelek netîceyên baş bi dest bixin. Gava ew bibînin ku Yehowa wan çawa xwedî dike, ewê xwe zêdetir bispêrin wî, û ewê pir bextewar bibin (Zebûr 28:7 bixwîne).
MÎNA PETRÛSÊ ŞANDÎ Û JINA WÎ, BI SOZÊN YEHOWA BAWER BIN
14. Petrûsê şandî û jina wî xwe çawa dispart soza ku li Metta 6:25, 31-34 derbas dibe?
14 Wekî din, cotên zewicî dikarin ji serpêhatiya Petrûsê şandî û jina wî hin dersan bigirin. Weke şeş meh yan salek piştî ku Petrûs cara pêşîn rastî Îsa Mesîh hat, lazim bû ku ew qerareke muhîm bide. Petrûs bi îşê masîgirtinê debara xwe û mala xwe dikir. Loma, gava Îsa Mesîh gazî wî kir ku pey wî here, lazim bû ku Petrûs hewcedariyên malbata xwe jî hesab bike (Lûqa 5:1-11). Petrûs qerar da ku pey Îsa Mesîh here û mizgînê bi wî re belav bike. Qerara wî, qerareke baş bû! Xuya ye ku jina Petrûs piştgiriya qerara wî dikir. Kitêba Pîroz nîşan dide ku piştî ku Îsa Mesîh ji mirinê rabû, jina Petrûs herî kêm çend caran tevî wî rêwîtî dikir (1. Korîntî 9:5). Ji ber ku ew jineke baş û bawermend bû, Petrûs bi serbestî dikaribû şîretan bide jin û mêrên din (1. Petrûs 3:1-7). Eşkere ye ku hem Petrûs hem jina wî xwe dispart soza Yehowa ku ewê hewcedariyên kesên ku berî her tiştî li Padîşahiya Xwedê digerin, tedarek bike (Metta 6:25, 31-34 bixwîne).
15. Em ji serpêhatiya Ester û Tiago çi hîn dibin?
15 Eger êdî çend sal e ku hûn zewicî ne, gelo hûn çawa dikarin daxwaza xwe zêde bikin ku hûn xizmeta xwe berfirehtir bikin? Mesela, hûn dikarin serpêhatiyên cotên din, ên ku li rêza meqaleyan a bi navê “Ew bi Dilxwazî Xizmet Dikin” derbas dibin, bixwînin. Meqaleyên wisa daxwaza jin û mêrekî bi navê Ester û Tiago zêde kir ku ew ji Brezîlê derbasî cihekî din bibin ku mizgînê belav bikin. Tiago dibêje: “Her ku me serpêhatiyên ku nîşan didin ku Yehowa çawa alî xizmetkarên xwe dike, dixwendin, me jî dixwest ku Yehowa rêberiya me bike û me xwedî bike.” Bi zeman re, ew derbasî Paraguayê bûn. Ji sala 2014an û pê ve, ew li wê derê li deşta Portekîzî xizmet dikin. Ester dibêje: “Yek ji ayetên ku em ji wan pir hez dikin, Efesî 3:20 e. Di xizmeta me de, gotinên vê ayetê gelek caran hatin cih.” Ev ayet dibêje ku Yehowa wê “ji tiştê ku em dixwazin an jî em difikirin hê gelek zêdetir” bide me. Bi rastî jî wisa ye!
16. Ji bo ku cotên nûzewicî ji xwe re hedefên baş deynin, ew dikarin bi kê bişêwirin?
16 Cotên zewicî dikarin ji tecrûbeya xwişk û birayên ku xwe dispêrin Yehowa, feydeyê bistînin. Hin cotên zewicî belkî bi dehan salan di xizmeta tamrojî de ne. Ji bo ku hûn ji xwe re hedefên baş deynin, hûn belkî dikarin bi kesên wisa bişêwirin. Bi vî awayî, hûn dikarin nîşan bidin ku hûn xwe dispêrin Yehowa (Methelokên Silêman 22:17, 19). Wekî din, rîspî jî dikarin alî jin û mêrên ciwan bikin ku ew ji xwe re hedefên ruhî deynin û bigihîjin van hedefan.
17. Serpêhatiya Marisa û Klaus çi rêyî me dide?
17 Carinan, gava em qerarê didin ku xizmeta xwe berfirehtir bikin, dibe ku hin tercîhên me neyên cih. Mesela, serpêhatiya Marisa û Klaus bînin ber çavê xwe. Gava ew sê sal zewicî bûn, wan mala xwe hişt ku li buroya Fînlendayê di projeyeke avakirinê de bixebitin. Lê belê, teşkîlatê ji wan re got ku ew tenê dikarin şeş mehan li wê derê bimînin. Di serî de, ew xemgîn bûn. Lê belê, pir wext derbas nebû ku ew ji bo kurseke ji bo hînbûna zimanê Erebî hatin dawetkirin, û niha ew li welatekî din li deşta Erebî xizmet dikin. Marisa dibêje: “Hêsan nîne ku mirov dev ji her tiştî berde û xwe bi temamî bispêre Yehowa. Lê belê, Yehowa her tim bi awayên nehêvîkirî alî me kiriye. Ji ber vê yekê, baweriya me ya bi Yehowa xurttir bûye.” Wek ev serpêhatî nîşan dide, eger hûn xwe bi temamî bispêrin Yehowa, bawer bin ku ewê we xelat bike.
18. Cotên zewicî çawa dikarin nîşan bidin ku ew xwe dispêrin Yehowa?
18 Zewac hediyeyeke ji Yehowa ye (Metta 19:5, 6). Ew dixwaze ku cotên zewicî ji vê hediyeyê kêfê bistînin (Methelokên Silêman 5:18). Cotên nûzewicî, wê baş be ku hûn jiyana xwe di ber çavan re derbas bikin. Gelo hûn çi ji destê we tê dikin ku şikurdariya xwe ji Yehowa re nîşan bidin? Ji Yehowa re dua bikin. Bala xwe bidinê ku kîjan prensîpên Kitêba Pîroz dikarin alî we bikin ku hûn qerarên baş bidin. Paşê, guh bidin şîretên Yehowa. Bawer bin ku eger hûn di zewaca xwe de xizmeta Yehowa bixin cihê pêşîn, hûnê pir dilşad û bextewar bibin!
KILAM 132 Yehowa Em Kirine Yek
a Hin qerarên me dikarin li ser wext û qeweta ku em ji bo xizmeta Yehowa xerc dikin, tesîr bikin. Qerarên ku cotên nûzewicî didin dikarin bi wexteke dirêj li ser jiyana wan bandor bikin. Ev meqale wê alî wan bike ku ew qerarên baş bidin û jiyaneke dilşad bajon.
b Hin navên li vê meqaleyê hatine guherandin.