Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 47

Bila Tu Tişt Te ji Yehowa Veneqetîne

Bila Tu Tişt Te ji Yehowa Veneqetîne

“Ez bi te ewledar bûm ya Xudan” (ZEBÛR 31:14).

KILAM 122 Sebat Bike

PÊŞGOTIN a

1. Em ji ku dizanin ku Yehowa dixwaze nêzîkî me be?

 YEHOWA dixwaze ku em nêzîkî wî bin (Aqûb 4:8). Ew hazir e ku ji me re bibe Xwedê, Bav û Dost. Ew duayên me dibihîze, û gava em dikevin tengasiyê, ew alî me dike. Wekî din, ew me bi destê teşkîlata xwe hîn dike û diparêze. Gelo gerek em çi bikin, da ku em nêzîkî Yehowa bibin?

2. Em çawa dikarin nêzîkî Yehowa bibin?

2 Ji bo ku em nêzîkî Yehowa bibin, gerek em jê re dua bikin, Peyva wî bixwînin û li ser Peyva wî kûr bifikirin. Bi saya van tiştan, emê ji wî zêdetir hez bikin û zêdetir qîmetê bidin wî. Emê bixwazin guhdariya wî bikin û pesnê wî bidin (Peyxam 4:11). Her ku em Yehowa baştir nas bikin, emê zêdetir îtibara xwe bi wî û bi teşkîlata ku wî ji bo xêra me ava kiriye, bînin.

3. Îblîs çawa hewl dide ku me ji Yehowa veqetîne, lê çi wê alî me bike ku em tu caran terka Xwedê û teşkîlata wî nedin? (Zebûr 31:13, 14)

3 Lê belê, Îblîs dixwaze me ji Yehowa veqetîne – bi xisûsî gava em rastî çetinahiyan tên. Gelo stratejiya wî çi ye? Ew hewl dide ku îtibara ku em bi Yehowa û bi teşkîlata wî tînin, hêdî hêdî xera bike. Ji bo ku em nekevin vê dafikê û terka Xwedê û teşkîlata wî nedin, pir muhîm e ku baweriya me xurt be û em bi dil û can îtibara xwe bi Yehowa bînin (Zebûr 31:13, 14 bixwîne).

4. Di vê meqaleyê de, emê li ser çi xeber bidin?

4 Di vê meqaleyê de, emê bala xwe bidin sê çetinahiyên ku dikarin ji derveyî civatê bên. Her yek ji wan dikare îtibara ku em bi Yehowa û bi teşkîlata wî tînin, xera bike. Gelo ev çetinahî çawa dikarin me ji Yehowa veqetînin? Û em çawa dikarin xwe ji hicûmên Îblîs biparêzin?

GAVA EM RASTÎ ÇETINAHIYAN TÊN

5. Çetinahî çawa dikarin bibin sebeb ku îtibara ku em bi Yehowa û bi teşkîlata wî tînin, sist bibe?

5 Car caran, di jiyana me de tengasî çêdibin. Mesela, dibe ku malbata me muxalefetê li me bike ji ber ku em Şahidên Yehowa ne, yan dibe ku em îşê xwe winda bikin. Çetinahiyên wisa çawa dikarin îtibara ku em bi teşkîlata Yehowa tînin, sist bikin û me ji Yehowa veqetînin? Eger tengasî bi demeke dirêj dewam bikin, dibe ku em cesareta xwe winda bikin û xwe bêçare hîs bikin. Îblîs fersendên wisa dixebitîne ku me bixe nav şik û gumanan ka Yehowa bi rastî ji me hez dike yan na. Ew dixwaze ku em meraq bikin ka sebebê derdê me Yehowa yan teşkîlata wî ye. Di demên berê de, halê hin Îsraêliyên li Misrê wisa bû. Di serî de, wan bawer kiribû ku Mûsa û Harûn ji aliyê Yehowa ve hatine tayînkirin ku wan ji koletiyê azad bikin (2. Mûsa 4:29-31). Lê paşê, gava Fîrawûn barê wan hê jî girantir kir, ew fikirîn ku ev tengasî seba Mûsa û Harûn hatiye meydanê. Wan got: “We em di çavê Firewn û peywirdarên wî de rezîl kirin. Ji bo ku me bikujin, we şûrek da destê wan” (2. Mûsa 5:19-21, Mizgînî). Belê, van Îsraêliyan xizmetkarên Xwedê yên dilsoz sûcdar dikirin. Çi heyf e! Eger tu jî mîna wan bi demeke dirêj di nav tengasiyê de mabî, gelo tu dikarî çi bikî ku baweriya te ya bi Yehowa û bi teşkîlata wî sist nebe?

6. Gava em rastî çetinahiyan tên, em çawa dikarin Habaqûq pêxember ji xwe re emsal bigirin? (Habaqûq 3:17-19)

6 Dilê xwe bi destê duayê ji Yehowa re veke, û xwe bispêre wî. Habaqûq pêxember rastî gelek zehmetiyan dihat. Carekê, wî meraq kir ka Yehowa bi rastî xema wî dixwe yan na. Loma, wî dilê xwe bi destê duayê ji Yehowa re vekir û got: “Ya Xudan, heta kengê ezê li te bikim hewar û tê min nebihîzî? … Tu çima li ber ewqas neheqiyê xemsar î?” (Habaqûq 1:2, 3, Mizgînî). Yehowa guh da vê duaya xizmetkarê xweyî dilsoz (Habaqûq 2:2, 3). Piştî ku Habaqûq anî bîra xwe ku Yehowa xizmetkarên xwe çawa xelas dike, dilê Habaqûq dîsa bi şabûnê ve tije bû. Gotinên wî baweriya wî nîşan didin ku Yehowa xema wî dixwe û wê alî wî bike ku ew li gel her tengasiyê sebat bike (Habaqûq 3:17-19 bixwîne). Dersa ji bo me çi ye? Gava tu rastî çetinahiyan têyî, ji Yehowa re dua bike. Dilê xwe ji wî re veke û xwe bispêre wî. Bawer be ku Yehowa wê qewetê bide te, da ku tu karibî sebat bikî. Wexta ku tu desteka wî hîs bikî, tuyê hê jî zêdetir baweriya xwe bi wî bînî.

7. Merivên Shirley’yê ji wê re çi digot, û çi alî wê kir ew baweriya xwe winda neke?

7 Bi dewamî bi fealiyetên ruhî mijûl be. Ka bibîne ku vê yekê çawa alî xwişkeke bi navê Shirley kiribû, ya ku li Papua Gîneya Nû dijî. b Malbata Shirley’yê feqîr bû, û carinan, li wan zor dihat ku abora xwe bikin. Merivekî wan dixwest baweriya wê ya bi Yehowa sist bikira. Wî got: “Tu dibêjî ku ruhê pîroz alî we dike, lê ka alîkarî? Malbata te wek berê feqîr e! Tu wexta xwe ji bo îşên pûç xerc dikî.” Shirley dibêje: “Min ji xwe pirsî: ‘Gelo Xwedê bi rastî xema me dixwe yan na?’ Loma min hemen ji Yehowa re dua kir û çi di dilê min de hebû, min her tişt ji wî re got. Min dev ji xwendina Kitêba Pîroz û weşanên teşkîlatê bernedida, û ez bi dewamî diçûm xizmet û civînan.” Pir wext derbas nebû ku wê fehm kir ku Yehowa çawa li malbata wê xwedî derdikeve. Malbata wê birçî nedima, û ew dilxweş bûn. Shirley dibêje: “Min hîs dikir ku Yehowa guh dide duayên min” (1. Tîmotêyos 6:6-8). Eger tu bi fealiyetên ruhî mijûl bî, şik yan çetinahî wê nikaribin te ji Yehowa veqetînin.

GAVA BIRAYÊN MESÛL ZILMÊ DIBÎNIN

8. Çi dikare bê serê birayên mesûl?

8 Dijminên me bi destê medya û torên civakî di heqê teşkîlata me û birayên mesûl de derewan belav dikin (Zebûr 31:13). Hin bira wek kesên ku sûcên giran kirine hatine girtin û dîwankirin. Di sedsala yekê de, gava Pawlosê şandî bi neheqî hat sûcdarkirin û girtin, xwişk û birayan çi kir?

9. Gava Pawlos ket hebsê, hin xwişk û birayan çi kir?

9 Wexta ku Pawlosê şandî li Romayê ket hebsê, hin xwişk û birayan xwe ji wî dûr girt û êdî piştgiriya wî nekir (2. Tîmotêyos 1:8, 15). Gelo çima? Gelo wan seba Pawlos şerm dikir ji ber ku xelk difikirî ku wî sûcekî giran kiriye? (2. Tîmotêyos 2:8, 9). Yan jî, gelo ew ditirsiyan ku ewê jî rastî zilmê bên? Em nizanin ku wan çima wisa kir, lê sebeb her çi bû jî, Pawlos bê guman pir xemgîn bû. Ew gelek caran di oxira wan de ketibû tengasiyê, û wî canê xwe ji bo wan avêtibû xeterê (Karên Şandiyan 20:18-21; 2. Korîntî 1:8). Lê çi heyf e ku gava hewcedariya Pawlos çêbû, wan terka wî da. Bila em mîna wan nekin! Wexta ku birayên mesûl rastî zilmê tên, gerek em çi bikin?

10. Gava birayên mesûl zilmê dibînin, gerek em çi ji bîr nekin?

10 Ji bîr neke ku em çima zilmê dibînin û çavkaniya zilmê kî ye. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Hemû yên ku dixwazin bi Mesîh Îsa re jiyana xwedayî bijîn, wê tengahiyê bikişînin” (2. Tîmotêyos 3:12). Loma, em şaş namînin ku Îblîs bi xisûsî hicûmî birayên mesûl dike. Bi destê hicûmên wisa, ew dixwaze dilsoziya wan bişikîne û me bitirsîne (1. Petrûs 5:8).

Wexta ku Pawlosê şandî girtî bû, Onîsîforos bi mêrxasî destek da wî. Wek li vê sehneyê tê dîtin, şagirtên Îsa Mesîh îro jî destekê didin xwişk û birayên xwe yên girtî (Li paragrafên 11 û 12an binêre)

11. Em ji mîsala Onîsîforos çi hîn dibin? (2. Tîmotêyos 1:16-18)

11 Bi dilsozî piştgiriya wan bike û terka wan nede (2. Tîmotêyos 1:16-18 bixwîne). Di sedsala yekê de, birayekî wisa dilsoz hebû. Navê wî Onîsîforos bû. Kitêba Pîroz dibêje ku wî “ji girtîbûna [Pawlos] şerm nekir”. Onîsîforos li Pawlos geriya, û gava wî ew dît, wî destek da wî û di oxira wî de canê xwe avêt xeterê. Ders çi ye? Gava xwişk û birayên me rastî zilmê tên, seba tirsa derdorê ji wan dûr nekeve, lê bi dewamî destekê bide wan û wan biparêze (Methelokên Silêman 17:17). Ji bîr neke ku ew hewceyî hezkirin û desteka me ne.

12. Em ji xwişk û birayên li Rûsyayê çi hîn dibin?

12 Bîne ber çavê xwe ku xwişk û birayên me yên li Rûsyayê çawa alî xwişk û birayên hebskirî dikin. Carinan, gava kesek tê dîwankirin, gelek xwişk û bira diçin mehkemeyê ku pişta wî bigirin. Dersa ji bo me çi ye? Gava birayên mesûl tên sûcdarkirin û girtin yan gava zilm li wan tê kirin, netirse. Ji bo wan dua bike, li malbatên wan xwedî derkeve û bi awayên din destekê bide wan (Karên Şandiyan 12:5; 2. Korîntî 1:10, 11).

GAVA MIROV QERFÊN XWE BI ME DIKIN

13. Qerfên mirovan çawa dikarin îtibara ku em bi Yehowa û teşkîlata wî tînin, sist bikin?

13 Merivên me yên nebawermend, hevalkarên me yan hevaldersên me belkî qerfên xwe bi me bikin ji ber ku em mizgînê belav dikin yan ji ber ku em li gor qanûnên Yehowa dijîn (1. Petrûs 4:4). Dibe ku ew wisa bibêjin: “Hûn însanên baş in, lê dînê we bi zêdeyî sert e û her tiştî qedexe dike.” Hinek belkî me rexne dikin ji ber ku em xwe ji kesên ku ji civatê hatine derxistin, dûr digirin. Dibe ku ew bibêjin: “Hûn çi qas zalim in!” Gotinên wisa dikarin şik têxin dilê me. Dibe ku em meraq bikin: “Gelo Yehowa ji min gelek tişt dixwaze? Gelo teşkîlata wî bi zêdeyî sert e?” Wexta ku tu rastî rewşeke wisa têyî, tu çawa dikarî nêzîkî Yehowa û teşkîlata wî bimînî?

Eyûb ji derewên hevalên xwe yên sexte û qerfok bawer nedikir. Ew biqerar bû ku dilrastiya xwe li ber Yehowa xwedî bike (Li paragrafa 14an binêre)

14. Eger mirov qerfên xwe bi me bikin ji ber ku em li gor qanûnên Yehowa dijîn, gerek em çi bikin? (Zebûr 119:50-52)

14 Biqerar be ku li gor qanûnên Yehowa bimeşî. Li gel qerfên mirovan, Eyûb ji Yehowa re dilsoz ma. Yekî ji dostên sexte yên Eyûb dixwest ew bidaya bawerkirin ku Xwedê qîmetê nade dilsoziya wî (Eyûb 4:17, 18; 22:3). Lê Eyûb guh neda van derewan. Wî dizanibû ku qanûnên Yehowa rast in, û ew biqerar bû ku li gor wan bimeşe. Wî îzin neda ku kesên din dilrastiya wî sist bikin (Eyûb 27:5, 6). Ders çi ye? Seba qerfên mirovan şik neke ku qanûnên Yehowa rast in. Ma te di jiyana xwe de nedîtiye ku qanûnên Yehowa çi qas bifeyde ne? Loma, piştgiriya teşkîlata Yehowa bike, ya ku li gor van qanûnan dimeşe. Eger tu wisa bikî, qerfên mirovan wê nikaribin te ji Yehowa veqetînin (Zebûr 119:50-52 bixwîne).

15. Merivên Brizitê çima qerfên xwe pê dikirin?

15 Li Hindistanê, hin merivên xwişkeke me ya bi navê Brizit qerfên xwe bi wê dikirin ji ber ku ew Şahida Yehowa ye. Demeke kin piştî ku ew di sala 1997an de hatibû binavkirin, zilamê wê yê nebawermend îşê xwe winda kir. Loma, wî qerar da ku tevî Brizit û qîzên xwe derbasî mala dê û bavê xwe bibe, yên ku li bajarekî din dijiyan. Li wê derê, halê Brizitê pir zor bû. Ji ber ku zilamê wê bêîş bû, lazim bû Brizit tam roj bixebite ku debara malbata xwe bike. Wekî din, civat weke 350 kîlometre dûr bû. Çi heyf e ku malbata zilamê wê ew qas muxalefet li wê dikir ku ew mecbûr man ku dîsa mala xwe bar bikin. Paşê, zilamê Brizitê ji nişka ve mir. Dû re, qîzeke wê ya 12 salî ji kanserê mir. Bi ser de, merivên Brizitê digot ku her tişt sûcê wê ye. Wan digot ku eger ew nebûya Şahida Yehowa, ev felaket wê nehatana serê wê. Dîsa jî, wê îtibara xwe bi Yehowa dianî û xwe dispart teşkîlata wî.

16. Brizitê çi bereket standin ji ber ku ew nêzîkî Yehowa û teşkîlata wî maye?

16 Ji ber ku civat dûr bû, çavdêrê herêmê ji Brizitê re got ku bila ew mizgînê li herêma xwe belav bike û civînan di mala xwe de derbas bike. Di serî de, ew difikirî ku ew nikare van tiştan bike. Dîsa jî, wê li gor rêberiyê hereket kir. Wê ji kesên din re behsa xebera xêrê dikir, di mala xwe de civîn derbas dikirin û tevî qîzên xwe îbadeta malbatê derbas dikir. Netîce bû çi? Brizitê bi gelek kesan re dest bi kursa Kitêba Pîroz kir, û çend xwendekarên wê bûn Şahidên Yehowa. Di sala 2005an de, Brizit bû pêşenga daîmî. Belê, ji ber ku wê îtibara xwe bi Yehowa dianî û ji teşkîlata wî re dilsoz ma, wê bereketên mezin standin. Qîzên wê xizmetkarên Yehowa ne, û li wê herêmê êdî du civat hene. Brizit emîn e ku Yehowa qewet daye wê, da ku ew karibe li gel qerfên malbata xwe û tengasiyên din dilsoz bimîne.

JI YEHOWA RE Û JI TEŞKÎLATA WÎ RE DILSOZ BIMÎNE

17. Gerek qerara me çi be?

17 Îblîs dixwaze me bide bawerkirin ku gava em rastî çetinahiyan tên, Yehowa terka me dide. Ew dixwaze ku em bifikirin ku eger em di teşkîlata Yehowa de bimînin, jiyana me wê hê jî zortir bibe. Gava birayên mesûl îftira û zilmê dibînin yan tên hebskirin, hedefa wî ev e ku em bitirsin. Wekî din, ew hewl dide ku îtibara ku em bi qanûnên Yehowa û bi teşkîlata wî tînin, bi destê qerfên xelkê bişikîne. Lê belê, em stratejiyên wî yên xerab rind dizanin, û em naxapin (2. Korîntî 2:11). Derewên Îblîs red bike û hem ji Yehowa re hem jî ji teşkîlata wî re dilsoz bimîne. Ji bîr neke: Yehowa wê te tu caran tenê nehêle (Zebûr 28:7). Loma, bila tu tişt me ji Yehowa veneqetîne! (Romayî 8:35-39).

18. Di meqaleya din de, emê li ser çi xeber bidin?

18 Di vê meqaleyê de, me dîtiye ku em dikarin rastî kîjan çetinahiyên ji derveyî civatê bên. Lê belê, îtibara ku em bi Yehowa û bi teşkîlata wî tînin dikare seba çetinahiyên ji hundirê civatê jî bê ceribandin. Gelo em çawa dikarin li hemberî çetinahiyên wisa bi ser bikevin? Di meqaleya din de, emê li ser vê pirsê xeber bidin.

KILAM 118 “Baweriya Me Zêde Bike”

a Ji bo ku em di van rojên dawîn de bi dilsozî sebat bikin, gerek em xwe bi dewamî bispêrin Yehowa û teşkîlata wî. Lê belê, Îblîs dixwaze îtibara ku em bi Yehowa û bi teşkîlata wî tînin, bi destê çetinahiyan bişikîne. Di vê meqaleyê de, emê bala xwe bidin sê çetinahiyên ku Îblîs bi kar tîne, û emê bibînin ku gerek em çi bikin, da ku em ji Yehowa û ji teşkîlata wî re dilsoz bimînin.

b Hin navên di vê meqaleyê de hatine guherandin.