SERPÊHATÎ
“Min Dixwest ji bo Yehowa Kar Bikim”
LI SÛRÎNAMÊ, nêzîkî gundê Granboriyê, yê ku di nav daristanê de ye, komeke biçûk em verê kirin. Paşê, em bi qeyîkeke textîn li ser Çemê Tapanahoniyê ketin rê. Demek bi şûn de, gava em di nav zinarên çem de derbas dibûn, perwaneya motora qeyîkê li zinarekî xist. Serê qeyîkê noq bû, û em di bin avê de man. Ziravê min qetiya! Min her çi qas bi gelek salan wek çavdêrê herêmê bi qeyîkan rêwîtî kiribû jî, min nizanibû ku avjeniyê bikim.
Berî ku ez behsa dawiya vê serpêhatiyê bikim, ez dixwazim bibêjim ku min çawa dest bi xizmeta tamrojî kiribû.
Ez di sala 1942yan de li Karayîbê, li girava bedew a Curaçaoyê, hatim dinyayê. Bavê min bi eslê xwe ji Sûrînamê bû, lê ew ji bo kar derbasî wir bûbû. Çend sal berî bûyîna min, bavê min yek ji kesên pêşîn bû, yê ku li Curaçaoyê hatin binavkirin û bûn Şahidên Yehowa. a Wexta ku em biçûk bûn, me carinan nedixwest Kitêba Pîroz bixwenda, lê dîsa jî, bavê me her hefte bi me re Kitêba Pîroz lêkolîn dikir. Gava ez 14 salî bûm, me mala xwe bar kir Sûrînamê, çimkî lazim bû ku bavê min li diya xwe binêre.
HEVALÊN BAŞ ALÎ MIN DIKIR
Li civata li Sûrînamê, min bi ciwanên xwedêhez re hevaltî dikir, ên ku ji min çend sal mezintir bûn. Ew pêşengên daîmî bûn, û wan bi dilxweşî behsa serpêhatiyên xizmetê dikir. Piştî civînan, me carinan di bin stêrên ezmanan de li ser Kitêba Pîroz sohbet dikir. Bi saya van hevalên baş, min fehm kir ku di jiyana xwe de, ez dixwazim çi bikim: Min dixwest ji bo Yehowa kar bikim. Loma, gava ez 16 salî bûm, ez bin av bûm, û gava ez 18 salî bûm, ez bûm pêşengê daîmî.
DERSÊN BIQÎMET
Gava ez pêşeng bûm, min gelek dersên biqîmet standin, ên ku alî min kiriye ku ez xizmeta tamrojî bi awayekî baş bînim cih. A yekê, ez hîn bûm ku çi qas muhîm e ku ez kesên din perwerde bikim. Gava min dest bi pêşengiyê kir, mizgînvanekî wezîfedar ê bi navê Willem van Seijl ez anîm bin baskên xwe. Wî nîşanî min da ku di civatê de, gerek ez wezîfeyên xwe çawa bînim cih. Ez bi rastî jî pir hewceyî vê perwerdeyê bûm.
Salek bi şûn de, ez wek pêşengê xisûsî hatim tayînkirin, û dû re, min alî komên biçûk dikir, ên ku di nav daristana Sûrînamê de, dûrî civatan bûn. Ez ji bo perwerdeya ku min ji Willem û birayên din stand, pir şikurdar im. Ji wê demê û pê ve, ez jî xîret dikim ku mîna wan ji bo perwerdekirina kesên din wextê veqetînim.A diduyan, ez hîn bûm ku jiyaneke sade û rêk û pêk çi qas biqîmet e. Gava ez û hevalê min, em pêşengên xisûsî bûn, me di destpêka her mehê de plan çêdikir ku wê mehê, çi hewcedariyên me wê hebin. Paşê, yek ji me ji daristanê derdiket û diçû paytextê ku tiştên lazim bikire. Me pereyê mehî bi dîqat xerc dikir û malzemeyên xwe wisa bi kar dianîn ku em karibin bi wan re mehekê debar bikin, çimkî me dizanibû ku eger ji nişka ve ji me re tiştek lazim be, li derdora me kes tune ku alî me bike. Vê yekê ku ez di ciwaniya xwe de hîn bûm ku jiyaneke sade û rêk û pêk bajom alî min kiriye ku ez di temamiya emrê xwe de bala xwe bidim karê Yehowa.
A sisêyan, ez hîn bûm ku çi qas bifeyde ye ku ez mirovan bi zimanê wan hîn bikim. Di zaroktiya xwe de, ez zimanên Holendî, Îngilîzî, Papîamento û Sranantongo (wek Sranan jî tê binavkirin; zimanê herî belavbûyî yê Sûrînamê) hîn bûbûm. Lê li daristanê, gava me bi zimanê dayikê xeber dida, mirovan baştir guh dida me. Hin ji van zimanan ji bo min zor bûn, mesela zimanê Saramakayî, yê ku tê de tonên bilind û nizm hene. Dîsa jî, hînbûna van zimanan pir hêja bû, çimkî bi destê wan, min rastiya Kitêba Pîroz gihand gelek însanan.
Hînbûna zimanekî nû helbet ne hêsan e, û carinan, min tiştekî şaş digot û rezîl dibûm. Mesela, carekê min dixwest bi zimanê Saramakayî ji jinikeke ku zikê wê êşiyabû bipirsiya ku ew niha çawa ye, lê min bi şaşîtî jê pirsî ka ew bihemle ye. Bînin ber çavê xwe ku jinikê çi qas fedî kir! Li gel çetinahiyên wisa, ez her tim xîret dikim ku bi zimanê dayikê bi mirovan re xeber bidim.
MESÛLIYETÊN NÛ
Di sala 1970yî de, ez wek çavdêrê herêmê hatim tayînkirin. Wê salê, min bernameyeke bi slaytan a bi navê “Ziyareteke li Merkeza Cîhanî ya Şahidên Yehowa” pêşkêşî gelek komên li daristanê kir. Ez û çend bira, ji bo ku em bigihîjin van cihên dûr, me bi qeyîkeke textîn di çeman re rêwîtî dikir. Me jenerator, bîdoneke benzînê, lambeyên gazê, projektor û perdeyek bi xwe re dibirin. Gava em digihîştin hedefa xwe, me ev tişt bar dikirin cihê ku bername dihat pêşkêşkirin. Tê bîra min ku mirovên li cihên dûr ji wan bernameyan çi qas kêf distand. Min pir hez dikir ku mirovan di heqê Yehowa û teşkîlata wî de hîn bikim. Karê ku min ji bo Yehowa dikir bi rastî jî karekî xweş û hêjayî her fedakariyê bû.
ÇÊKIRINA BENEKÎ SÊQAT
Azibî her çi qas ji bo xizmeta min pir bifeyde bû jî, dilê min hebû ku ez bizewicim. Loma, min ji Yehowa re dua kir ku bila ez ji xwe re hevalekê bibînim, a ku hazir e ku bi min re di daristanê de xizmeta tamrojî bike. Weke salek bi şûn de, min xwişkeke bixîret a bi navê Ethel nas kir, a ku wek pêşenga xisûsî xizmet dikir. Ji zaroktiya xwe ve, Ethel ji Pawlosê şandî re heyran bû, û daxwaza wê ew bû ku wek Pawlos xizmetê bike. Di meha Îlonê ya sala 1971ê de, em zewicîn, û me bi hev re dest bi xizmeta çavdêriya herêmê kir.
Gava Ethel zarok bû, di destê malbata wê de gelek tişt tune bûn, loma ew zû hînî jiyana di daristanê de bû. Mesela, gava em diçûn civatên di kurahiya daristanê de, me gelek tişt bi xwe re nedibirin. Me serê xwe û kincên xwe di çeman de dişûştin. Wekî din, mazûvan her çi dadianî ser sifrê, me ew dixwar – gumgumok, pîrana yan heywanên din, ên ku di daristanê de yan di çeman de dihatin girtin. Wexta ku sênîk tune bû, me belgên mûzan bi kar dianîn, û gava kevçî tune bû, me bi destan dixwar. Bi saya fedakariya ku me bi hev re di xizmeta Yehowa de dikir, em bûne benekî sêqat (Waiz 4:12). Em ji jiyana xwe tu caran poşman nebûn!
Carekê, gava em ji cihekî dûr vedigeriyan malê, serpêhatiya ku min di destpêkê de behsa wê kiribû, çêbû. Wexta ku qeyîk ket nav zinaran, ew ji bo wexteke kin noq bû, lê paşê zû hilkişiya. Çi baş e ku me êlekên canxelas li xwe kiribûn û em ji qeyîkê neketin avê. Lê belê, qeyîk bi avê ve tije bû. Me qebanozên xwe vala kirin û bi alîkariya wan av ji qeyîkê derxist.
Ji ber ku me xwarina xwe winda kiribû, me dixwest masî bigirta, lê me qet masî
negirt. Loma, me dua kir ku bila Yehowa nanê wê rojê bide me. Hemen piştî duayê, yekî ji birayan masiyekî ew qas mezin girt ku wê êvarê têra me pênc kesan kir.BAV Û ÇAVDÊRÊ HERÊMÊ
Piştî ku me pênc sal karê çavdêriya herêmê kiribû, me xeber stand ku zarokê me wê çêbe. Ez ji ber vê xeberê kêfxweş bûm, lê min meraq dikir ka jiyana me wê çawa be. Ez û Ethel, me pir dixwest xizmeta tamrojî berdewam bikira. Di sala 1976an de, kurê me Ethniël hat dinyayê. Kurê meyî biçûk Giovanni du sal û nîv bi şûn de hat dinyayê.
Wê demê, li Sûrînamê hewcedarî hebû, loma bûroyê îzin da ku ez bi zarokên xwe re wek çavdêrê herêmê bimînim. Wexta ku kurên me biçûk bûn, herêmên ku tê de civat hindik in ji min re dihatin texsîskirin. Ji ber vê yekê, min dikaribû her meh çend hefte wek çavdêrê herêmê xizmet bikim, û heftiyên din, min di civata xwe de wek pêşeng xizmet dikir. Gava ez diçûm civatên nêzîkî mala me, Ethel û kurên me bi min re dihatin. Lê belê, gava ez diçûm civat û komcivînên di nav daristanê de, min bi tena serê xwe rêwîtî dikir.
Ji bo ku ez karibim hemû mesûliyetên xwe bînim cih, lazim bû ku ez her tiştî rind plan bikim. Mesela, ji bo min muhîm bû ku îbadeta me ya malbatê her hefte derbas bibe. Gava ez diçûm civatên di nav daristanê de û malbata min li malê dima, Ethelê îbadeta malbatê bi zarokan re derbas dikir. Dîsa jî, çi qas ji destê me dihat, me hemû tişt bi hev re dikirin. Wekî din, me bi hev re lîstik dilîstin û em diçûn seyranê. Min gelek caran heta nîvê şevê ji bo wezîfeyên civatê hazirî dikir. Wek jina jêhatî, ya ku Methelokên Silêman 31:15 behsa wê dike, Ethel jî sibê zû radibû, da ku em karibin bi hev re ayeta rojê bixwînin û taştêyê bixwin berî ku zarok herin mektebê. Ethel bi rastî jî jinikeke fedakar e, ya ku her tim alî min dike ku ez hemû mesûliyetên ku Yehowa dane min, bînim cih.
Me her tim bi dil û can alî kurên xwe dikir ku ew ji Yehowa û ji xizmetê hez bikin. Me dixwest ku kurên me ne seba daxwaza me, lê bi dilê xwe xizmeta tamrojî hilbijêrin. Ji ber vê yekê, me her tim ji wan re digot ku xizmeta tamrojî çi qas kêfê dide. Wekî din,
me digot ku her çi qas çetinahiyên me hebûn jî, Yehowa alî me kiriye û em bi bereket kirine. Ji xeynî vê, me her tim fersend dida kurên xwe ku ew bi xwişk û birayên bixîret re wextê derbas bikin.Gava me zarokên xwe mezin dikirin, Yehowa hemû hewcedariyên me tedarek dikirin. Min helbet hewl dida ku ez debara malbata xwe bikim. Bi saya tecrûbeya ku min wek pêşengekî azib di daristanê de qezenc kiribû, min dizanibû ku çi qas muhîm e ku em ji bo hewcedariyên xwe madî ji berê ve plan bikin. Lê carinan, em dîsa jî ji aliyê madî ve diketin tengasiyê, û wê demê, Yehowa alî me dikir. Mesela, ji sala 1986an heta sala 1992yan, li Sûrînamê serhildan çêbû. Wan salan, carinan zor bû ku em hewcedariyên esasî bi dest bixin. Dîsa jî, Yehowa em birçî nedihîştin (Metta 6:32).
EZ QET POŞMAN NEBÛME
Di temamiya emrê me de, Yehowa her tim li me xwedî derketiye û dilê me şa kiriye. Zarokên me bi rastî jî hediyeyeke ji Xwedê ne, û em pir şa ne ku me ew di riya Yehowa de mezin kirine. Em dilxweş in ku ew jî xizmeta tamrojî ji xwe re kiriye armanc. Ethniël û Giovanni kursên teşkîlatê xelas kirine û niha tevî jinên xwe li bûroya Sûrînamê xizmet dikin.
Ez û Ethel, em êdî extiyar bûne, lê em hê jî wek pêşengên xisûsî bi xizmeta Yehowa mijûl in. Heta, em ew qas mijûl in ku ez hê hîn nebûme ku avjeniyê bikim! Lê rast bêjim, ez qet poşman nebûme. Gava ez jiyana xwe tînim ber çavê xwe, ez pir şa me ku min ji ciwaniya xwe ve wek xizmetkarekî tamrojî ji Yehowa re xizmet kiriye!
a Li 2002 Yearbook of Jehovah’s Witnesses, rûp. 70 (bi zimanê Îngilîzî) binêre.