Here Naverokê

Here naverokê

Te Zanibû?

Te Zanibû?

Gelo Mordekay bi Rastî Hebû?

KITÊBA Ester behsa zilamekî Cihû yê bi navê Mordekay dike. Mordekay yek ji Cihûyên sirgûnkirî bû, û ew di destpêka sedsala 5an a B.M. de, “di rojên Ahaşveroş de”, li seraya padîşahê Farisan dixebitî. Bi gelemperî tê qebûlkirin ku Ahaşveroş, padîşahê Farisan ê bi navê Xeşeyerşa I e (carinan wek Kserkses tê binavkirin). Mordekay planeke ji bo kuştina padîşah xera kiribû. Padîşah spasdar bû û emir da ku Mordekay bê rûmetkirin. Piştî mirina Haman, ê ku dijminê Mordekay û Cihûyên din bû, padîşah Mordekay kir serokwezîr. Bi vî awayî, fersend ket destê Mordekay ku ew fermaneke ji bo xelaskirina Cihûyên li Împaratoriya Farisan ji komkujiyê bide (Ester 1:1; 2:5, 21-23; 8:1, 2; 9:16).

Di destpêka sedsala 20an de, hin dîrokzanan digot ku kitêba Ester çîrok e û zilameki bi navê Mordekay bi rastî tune bû. Lê belê, di sala 1941ê de, arkeologan tiştek dît, ê ku muhtemelen piştgiriya gotinên Kitêba Pîroz ên di heqê Mordekay de dike. Gelo wan çi dît?

Lêkolîneran nivîseke mixî dît, a ku behsa zilamekî bi navê Mardûka (bi zimanê Kurmancî: Mordekay) dike. Ev zilam li Şûşanê wek memûr – belkî wek muhasîb – dixebitî. Arthur Ungnad, pisporekî dîroka Rojhilata Navîn, got ku heta wê demê, ev nivîsa mixî “ji xeynî Kitêba Pîroz, çavkaniya tek bû, ya ku behsa Mordekay dike”.

Ji wê demê û pê ve, zanyaran bi hezaran nivîsên mixî yên Farisan tercûme kirine. Di nav wan de, tabletên Persepolîsê hene, yên ku di xerabeyên Xezîneyê de, nêzîkî sûrên bajêr, hatin dîtin. Ev tablet ji hukimdariya Xeşeyerşa I in û bi zimanê Elamî ne. Li ser wan, çend navên ku di kitêba Ester de derbas dibin, hene. a

Navê Mordekay (Mardûka) bi nivîsa mixî

Navê zilamekî bi navê Mardûka, yê ku li dema hukimdariya Xeşeyerşa I li seraya Şûşanê wek nivîskarê padîşah dixebitî, li ser çend tabletên ji Persepolîsê derbas dibe. Yek ji tabletan dibêje ku Mardûka tercûman bû. Li gor Kitêba Pîroz, Mordekay li seraya Ahaşveroş Padîşah (Xeşeyerşa I) memûr bû, û wî herî kêm bi du zimanan xeber dida. Mordekay bi dewamî li Şûşanê li dergeha seraya padîşah rûdinişt (Ester 2:19, 21; 3:3). Ev dergeh avahiyeke mezin bû, û memûrên serayê li wê derê dixebitîn.

Gelek tiştên ku di tabletan de li ser Mardûka tên gotin û tiştên ku Kitêba Pîroz li ser Mordekay dibêje wek hev in. Ew di eynî demê de û di eynî derê de dijiyan, û ew di eynî cihî de wek memûr dixebitîn. Ji ber vê yekê, tabletên ku ji aliyê arkeologan ve hatine dîtin muhtemelen behsa Mordekay dikin, ê ku di kitêba Ester de derbas dibe.

a Di sala 1992yan de, Profesor Edwin Yamauchi 10 navên ji nivîsên Persepolîsê weşandin, ên ku di kitêba Ester de jî hene.