Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 48

Wexta ku Dilsoziya Te Tê Ceribandin, li ser Hişê Xwe Be

Wexta ku Dilsoziya Te Tê Ceribandin, li ser Hişê Xwe Be

“Di her tiştî de li ser hişê xwe be” (2. TÎMOTÊYOS 4:5).

KILAM 123 Guh Bide Rêberiya Xwedê

PÊŞGOTIN a

1. Em çawa dikarin “li ser hişê xwe” bin? (2. Tîmotêyos 4:5)

 GAVA em rastî tengasiyan tên, dilsoziya me ya ji Yehowa re û ji teşkîlata wî re dikare bê ceribandin. Gelo em çawa dikarin ji heqê çetinahiyan werin der? Gerek em “li ser hişê xwe” bin, hişyar bimînin û di baweriyê de qayîm bin (2. Tîmotêyos 4:5 bixwîne). Ev yek ku em “li ser hişê xwe” bin tê maneya ku gerek em sakîn bimînin, serwext bin û xîret bikin ku bi çavê Yehowa li meseleyan binêrin. Eger em wisa bikin, fikrên me wê di bin kontrola hîsên me de nemînin.

2. Di vê meqaleyê de, emê di heqê çi de xeber bidin?

2 Di meqaleya berê de, me bala xwe dabû sê çetinahiyên ku dikarin ji derveyî civatê bên. Di vê meqaleyê de, emê li ser van sê çetinahiyên ku dikarin ji hundirê civatê bên û dilsoziya me ya ji Yehowa re biceribînin, xeber bidin: (1) Gava em difikirin ku xwişk yan birayekî neheqî li me kiriye, (2) gava em tên serrastkirin û (3) gava li me zor tê ku em hînî guhartinên li teşkîlatê bibin. Wexta ku em rastî çetinahiyên wisa tên, gelo em çawa dikarin “li ser hişê xwe” bin û ji Yehowa re û ji teşkîlata wî re dilsoz bimînin?

GAVA EM DIFIKIRIN KU XWIŞK YAN BIRAYEKÎ NEHEQÎ LI ME KIRIYE

3. Gava em ji aliyê xwişk yan birayekî ve rastî neheqiyê tên, dibe ku em çi bikin?

3 Gelo tu qet ji aliyê şagirtekî Îsa Mesîh ve – belkî ji aliyê birayekî mesûl ve – rastî neheqiyê hatiyî? Bi îhtimaleke mezin, wî nedixwest dilê te biêşanda (Romayî 3:23; Aqûb 3:2). Dîsa jî, dibe ku kirinên wî tu aciz kiriyî. Vê meseleyê belkî xewa te jî revandiye. Gelo tu qet wisa fikiriyî: “Madem ku birayên mesûl wisa dikin, ma ev teşkîlat bi rastî teşkîlata Xwedê ye?” Îblîs dixwaze ku em wisa bifikirin! (2. Korîntî 2:11). Şikên wisa dikarin bibin sebeb ku em ji Yehowa û ji teşkîlata wî dûr bikevin. Loma, eger em difikirin ku xwişk yan birayekî neheqî li me kiriye, em çawa dikarin “li ser hişê xwe bin” û xwe ji fikrên negatîf biparêzin?

4. Gava Ûsiv rastî neheqiyê hat, ew çawa li ser hişê xwe ma, û em dikarin ji serpêhatiya wî çi dersan bistînin? (1. Mûsa 50:19-21)

4 Nexeyîde. Wexta ku Ûsiv xort bû, kekên wî neheqî li wî dikir. Wan ji wî nefret dikir, û hin ji wan dixwest ew bikuşta (1. Mûsa 37:4, 18-22). Li dawiyê, wan ew wek kole firot. Ji ber vê yekê, Ûsiv ket nava tengasiyên giran, ên ku weke 13 sal dewam kir. Ûsiv dikaribû şik bikira ka Yehowa ji wî hez dike yan na, û wî dikaribû meraq bikira ka Yehowa ew di van tengasiyan de tenê hişt. Lê belê, li gel her tiştê ku hat serê wî, Ûsiv nexeyîdî. Ew sakîn ma û li ser hişê xwe bû. Gava fersend ket destê wî ku ew heyfa xwe ji kekên xwe hilîne, wî ew bi dilovanî efû kirin (1. Mûsa 45:4, 5). Ji ber ku Ûsiv yekî serwext bû, wî bi zêdeyî bala xwe nedida derdên xwe, lê wî fehm kir ku tiştên ku hatin serê wî çawa bi armanca Yehowa ve girêdayî ne (1. Mûsa 50:19-21 bixwîne). Dersa ji bo me çi ye? Eger tu rastî neheqiyê bêyî, ji Yehowa nexeyîde û nefikire ku wî terka te daye, lê bîne ber çavê xwe ku ew çawa alî te dike ku tu sebat bikî. Gava kesên din neheqiyê li te bikin, xîret bike ku tu kêmasiyên wan bi hezkirinê binixumînî (1. Petrûs 4:8).

5. Gava Miguel difikirî ku hin birayên mesûl neheqiyê li wî dikin, ew çawa li ser hişê xwe ma?

5 Ka bala xwe bide vê serpêhatiya rîspiyekî bi navê Miguel b, ê ku li Amerîkaya Başûr dijî. Ji bo demekê, ew difikirî ku hin birayên mesûl neheqiyê li wî dikin. Ew dibêje: “Ez cara pêşîn ketibûm streseke ew qas mezin. Dilê min bi tirs û endîşe ve tije bû. Şevê xew nediket çavê min, û ez ji bêçaretiyê digiriyam.” Dîsa jî, Miguel ser hişê xwe ma, û wî pir xîret dikir ku hîsên xwe kontrol bike. Wî gelek caran dua dikir ku Yehowa ruhê pîroz û qewetê bide wî, da ku ew karibe sebat bike. Wekî din, ew di weşanên me de li melûmatê digeriya, ya ku dikare alî wî bike. Dersa ji bo me çi ye? Eger tu difikirî ku xwişkek yan birayek neheqiyê li te dike, sakîn bimîne û zû nexeyîde. Belkî tu nizanî ku çi bû sebeb ku ev kes wisa xeber bide yan hereket bike. Loma, dilê xwe ji Yehowa re veke û alîkariya wî bixwaze, da ku tu karibî meseleyê bi çavê kesê din bibînî. Ev yek dikare alî te bike ku tu qisûra wî biborî û nefikirî ku niyeta wî xerab e (Methelokên Silêman 19:11). Ji bîr neke ku Yehowa halê te dibîne, û ewê qewetê bide te, da ku tu karibî sebat bikî (2. Dîrokan 16:9; Waiz 5:8).

GAVA EM TÊN TERBIYEKIRIN

6. Çima muhîm e ku em tê derxin ku terbiye çawa hezkirina Yehowa nîşan dide? (Îbranî 12:5, 6, 11)

6 Terbiye dikare dilê me biêşîne. Lê eger em tenê bala xwe bidin hîsên xwe, dibe ku em bifikirin ku terbiyeya ku ji me re hat dayîn ne li cih bû yan bi zêdeyî sert bû. Di netîceyê de, dibe ku em nebînin ku ev terbiye çawa nîşan dide ku Yehowa ji me hez dike (Îbranî 12:5, 6, 11 bixwîne). Eger em îznê bidin ku hîsên me bi zêdeyî li ser me bandor bikin, Îblîs wê bi hêsanî bikaribe hicûmî me bike. Ew dixwaze ku em terbiyeyê red bikin û ji Yehowa û ji civatê dûr bikevin. Wexta ku tu terbiyeyê distînî, tu çawa dikarî li ser hişê xwe bimînî?

Ji ber ku Petrûs şîret û terbiye bi dilnizmî qebûl dikir, ew ji bo Yehowa kêrhatî bû (Li paragrafa 7an binêre)

7. (a) Wek resim nîşan dide, piştî ku Petrûs terbiye qebûl kir, Yehowa ew çawa bi kar anî? (b) Tu ji serpêhatiya Petrûs çi hîn dibî?

7 Terbiyeyê qebûl bike û xwe serrast bike. Îsa Mesîh çend caran li ber şandiyên din şîret da Petrûs (Marqos 8:33; Lûqa 22:31-34). Wê wextê, Petrûs bê şik pir fedî kir. Lê belê, Petrûs ji Îsa Mesîh re dilsoz ma. Loma, Yehowa dilsoziya Petrûs xelat kir û di civatê de mesûliyetên muhîm dan wî (Yûhenna 21:15-17; Karên Şandiyan 10:24-33; 1. Petrûs 1:1). Em dikarin ji serpêhatiya Petrûs çi hîn bibin? Eger em ji ber terbiyeyê fedî bikin jî, wê baş be ku em wê qebûl bikin û xwe serrast bikin. Bi vî awayî, emê hem ji bo Yehowa hem ji bo xwişk û birayan hê jî zêdetir kêrhatî bin.

8-9. Wexta ku Bernardo hatibû terbiyekirin, wî di serî de çi hîs dikir, lê çi alî wî kir ku ew nêrîna xwe serrast bike?

8 Ka binêre ku çi hatibû serê birayekî bi navê Bernardo, yê ku li Mozambîkê dijî. Ew rîspî bû, lê paşê, wî ev îmtiyaz winda kir. Di serî de, Bernardo hêrs diket. Ew dibêje: “Terbiyeya ku min standibû li min xweş nehat.” Ew ditirsiya ku xwişk û bira wî biçûk bibînin. Bernardo dibêje: “Ji min re çend meh lazim hatin ku ez meseleyê rind fehm bikim û ji nû ve îtibara xwe bi Yehowa û bi teşkîlata wî bînim.” Gelo çi alî Bernardo kir ku ew nêrîna xwe biguherîne?

9 Bernardo fikrên xwe serrast kirin. Ew dibêje: “Gava ez hê rîspî bûm, min Îbranî 12:7 nîşanî xwişk û birayan dikir, da ku ew terbiyeya Yehowa qebûl bikin. Madem ku lazim e ku hemû xizmetkarên Yehowa guh bidin vê ayetê, gerek ez jî li gor vê ayetê hereket bikim!” Ji bo ku baweriya wî ya bi Yehowa û teşkîlata wî qewîtir bibe, wî Kitêba Pîroz zêdetir dixwend û li ser wê kûr difikirî. Wî xem dikir ku xwişk û bira di heqê wî de çi difikirin, lê dîsa jî, ew tevî wan diçû xizmetê û wî li civînan cewab didan. Bi zeman re, Bernardo dîsa wek rîspiyê civatê hat tayînkirin. Eger te jî wek Bernardo terbiye standibe, bi zêdeyî nekeve derdê xwe, lê şîretê qebûl bike û xwe serrast bike (Methelokên Silêman 8:33; 22:4). Eger tu wisa bikî, Yehowa wê te xelat bike ji ber ku tu bi dilsozî nêzîkî wî û teşkîlata wî dimînî.

GAVA LI ME ZOR TÊ KU EM HÎNÎ GUHARTINAN BIBIN

10. Dibe ku kîjan guhartinê dilsoziya hin zilamên Îsraêlî diceriband?

10 Guhartinên li teşkîlatê dikarin dilsoziya me biceribînin. Eger em hay ji xwe nebin, tiştên wisa dikarin me ji Yehowa veqetînin. Mesela, bîne ber çavê xwe ku guhartineke li gor Qanûna Mûsa li ser hin Îsraêliyan çawa tesîr dikir. Berî ku Qanûn hatibû dayîn, serên malbatan hin îşên kahîntiyê dikirin. Mesela, wan ji bo malbatên xwe gorîgeh ava dikirin û ji Yehowa re qurban pêşkêş dikirin (1. Mûsa 8:20, 21; 12:7; 26:25; 35:1, 6, 7; Eyûb 1:5). Lê wexta ku Qanûn hat dayîn, êdî lazim bû ku serên malbatan dev ji vê îmtiyazê berdin. Yehowa emir da ku tenê kahînên ji mala Harûn qurbanan pêşkêş bikin. Piştî vê guhartinê, kesên ku ne ji mala Harûn bûn, lê îşê kahîntiyê dikir, dikaribû bihatana kuştin c (3. Mûsa 17:3-6, 8, 9). Gelo ev guhartin bû yek ji sebebên serhildana Korah, Datan, Abîram û 250 serokên xelkê? (4. Mûsa 16:1-3). Em vêya nizanin. Lê belê, sebeb her çi bû jî, Korah û hevalên wî ji Yehowa re dilsoz neman. Eger dilsoziya te seba guhartinên li teşkîlatê bê ceribandin, tu dikarî çi bikî?

Gava Kohatiyan tayîneke nû stand, ew hazir bûn ku wek stranbêj, derîvan yan çavdêrên embaran bixebitin (Li paragrafa 11an binêre)

11. Em dikarin ji mîsala hin Kohatiyan çi hîn bibin?

11 Bi dil û can piştgiriya guhartinên li teşkîlatê bike. Wexta ku Îsraêliyan di çolê de rêwîtî dikir, Kohatiyan karekî muhîm dikir. Her ku Îsraêliyan mala xwe bar dikir, hin Kohatiyan sindoqa peymanê li ber çavê xelkê bar dikir (4. Mûsa 3:29, 31; 10:33; Yêşû 3:2-4). Çi îmtiyazeke mezin! Lê belê, wexta ku ew li Welatê Sozdayî cihwar bûn, êdî ne lazim bû ku sindoqa peymanê her tim bê barkirin. Loma, di rojên Silêman Padîşah de, hin Kohatî wek stranbêj, derîvan yan çavdêrên embaran dihatin tayînkirin (1. Dîrokan 6:31-33; 26:1, 24). Kitêba Pîroz nabêje ku Kohatî dixeyîdîn yan ku wan dixwest ku îmtiyazeke hê mezintir ji wan re bê dayîn ji ber ku wan berê karekî muhîm kiribû. Ders çi ye? Eger teşkîlata Yehowa mesûliyetên din bide te jî, bi dil û can piştgiriya van guhartinan bike. Karê te her çi be jî, pê razî be. Di çavê Yehowa de, mesûliyeta te qîmeta te ne kêm dike ne jî zêde dike. Yehowa ji karê ku tu dikî zêdetir qîmetê dide îtaeta te (1. Samûyêl 15:22).

12. Gava Zaina ji Beytelê hat şandin deştê, vê yekê di serî de li ser wê çawa tesîr kir?

12 Li welatekî Rojhilata Navîn, xwişkeke bi navê Zaina îmtiyazeke hêja winda kir û tayîneke nû stand. Piştî ku wê zêdetirî 23 salan li Beytelê xizmet kiribû, ew hat şandin deştê. Ew dibêje: “Ji bo min şokeke mezin bû. Min xwe bêkêr hîs dikir û ji xwe dipirsî: ‘Şaşiya min çi bû?’” Çi heyf e ku hin xwişk û birayan bi gotinên xwe dilê wê hê jî zêdetir diêşand. Wan digot: “Eger tu têra xwe baş bûyayî, teşkîlatê tu bernedayayî.” Heta demekê, Zaina ew qas xemgîn bû ku ew her şev digiriya. Dîsa jî, ew dibêje: “Min îzin neda ku di heqê teşkîlatê de yan di heqê hezkirina Yehowa de şik bikevin dilê min.” Gelo Zaina çawa li ser hişê xwe ma?

13. Zainayê çi kir ku ji xemgîniya xwe bifilite?

13 Ji bo ku ew serî bi xemgîniya xwe re derxîne, Zainayê hin meqaleyên di weşanên me de dixwendin, ên ku bi problema wê ve girêdayî bûn. Mesela, yek ji van meqaleyan behsa Marqos dike, nivîskarekî Kitêba Pîroz ê ku tayîneke nû standibû. Zaina dibêje: “Mîsala Marqos pir alî min kir ku ez bi zêdeyî xemgîn nebim.” Wekî din, Zaina xwe ji hevalên xwe dûr nedigirt, û wê bi zêdeyî gunehê xwe bi xwe nedianî. Wê fehm kir ku ruhê Yehowa bi navgîniya teşkîlata wî dixebite û birayên mesûl ji dil xema wê dixwin, lê ji bo bipêşxistina karê Yehowa çi lazim be, gerek teşkîlata Yehowa vêya bike.

14. Li Vlado zor dihat ku hînî çi guhartinê bibe, û çi alî wî kir?

14 Li Slovenyayê, rîspiyekî 73 salî yê bi navê Vlado ecêbmayî ma ku civata wî bi civateke din re hat kirin yek û Salona Îbadetê hat girtin, ew xemgîn bû. Vlado dibêje: “Min fehm nedikir ku saloneke ew qas bedew çima hat girtin. Ez xemgîn bûm, çimkî me salon hê nû tamîr kiribû. Ez xerat im, û min hin ji mobîlyayên nû xwe bi xwe çêkiribûn. Bi ser de, ji ber yekkirina civatan gelek guhartinên din jî hatin meydanê, yên ku ji bo me mizgînvanên emirmezin ne hêsan bûn.” Gelo çi alî Vlado kir ku ew piştgiriya rêberiyê bike? Ew dibêje: “Gava em hînî guhartinên li teşkîlata Yehowa dibin, em her tim bereketan dibînin. Guhartinên wisa alî me dikin ku em di pêşerojê de ji bo guhartinên hê mezintir hazir bin.” Gelo civata te bi civateke din re hatiye kirin yek yan gelo te tayîneke nû standiye? Eger li te zor tê ku tu hînî vê guhartinê bibî, bawer be ku Yehowa te fehm dike. Lê eger tu piştgiriya van guhartinan bikî û bi dilsozî li cem Yehowa û teşkîlata wî bimînî, tuyê bê şik bereketan bistînî (Zebûr 18:25).

“DI HER TIŞTÎ DE LI SER HIŞÊ XWE BE”

15. Eger em di civatê de rastî çetinahiyan bên, em çawa dikarin li ser hişê xwe bin?

15 Her ku em nêzîktirî dawiya vê sîstemê dibin, di civatê de hin çetinahî dikarin bên meydanê. Ev tengasî dikarin dilsoziya me ya ji Yehowa re biceribînin. Loma, pir muhîm e ku em li ser hişê xwe bin. Eger tu difikirî ku xwişk yan birayekî neheqî li te kiriye, nexeyîde. Eger ji te re terbiye hatibe dayîn û tu ji ber vê yekê şerm bikî jî, şîretê qebûl bike û xwe serrast bike. Û eger guhartinên li teşkîlata Yehowa li ser te tesîr bikin, bi dil û can piştgiriya wan bike û guh bide rêberiyê.

16. Tu çawa dikarî li gel çetinahiyan îtibara xwe bi Yehowa û bi teşkîlata wî bînî?

16 Wexta ku dilsoziya te tê ceribandin, îtibara xwe bi Yehowa û bi teşkîlata wî bîne. Ji bo vê, li ser hişê xwe be, yanî sakîn bimîne, serwext be û xîret bike ku tu meseleyan bi çavê Yehowa bibînî. Serpêhatiyên xizmetkarên Yehowa yên berê, yên ku li gel meseleyên wisa serkeftî bûn, bixwîne û li ser wan kûr bifikire. Ji Yehowa re dua bike û ji wî alîkariyê bixwaze. Xwe ji civatê dûr negire. Eger tu wisa bikî, Îblîs wê nikaribe te ji Yehowa yan ji teşkîlata wî biqetîne (Aqûb 4:7).

KILAM 126 Hişyar, Qayîm û Mêrxas Be

a Bi xisûsî gava em di civatê de rastî çetinahiyan tên, dilsoziya me ya ji Yehowa re û ji teşkîlata wî re dikare bê ceribandin. Di vê meqaleyê de, emê bala xwe bidin sê çetinahiyên ku dikarin di civatê de derkevin meydanê, û emê bibînin ku em çawa dikarin li gel van çetinahiyan ji Yehowa re û ji teşkîlata wî re dilsoz bimînin.

b Hin navên di vê meqaleyê de hatine guherandin.

c Li gor Qanûnê, lazim bû ku serên malbatan ji bo şerjêkirina heywanan herin perestgehê, lê îzin hebû ku kesên ku dûrî perestgehê dijiyan heywanan xwe bi xwe şerjêkin (5. Mûsa 12:21).