Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 45

Yehowa Çawa Alî Me Dike ku Em Xizmeta Xwe Bînin Cih?

Yehowa Çawa Alî Me Dike ku Em Xizmeta Xwe Bînin Cih?

“[Ewê] bizanibin ku di nav wan de peyxamberek heye” (HÊZEKÎÊL 2:5).

KILAM 67 “Peyva Xwedê Bide Bihîstin”

PÊŞGOTIN a

1. Gerek em ji bo çi hazir bin, lê em dikarin ji çi emîn bin?

 EM DIZANIN ku di xizmetê de, em dikarin rastî muxalefetê bên. Di pêşerojê de, muxalefet dikare hê jî zêde bibe (Danîêl 11:44; 2. Tîmotêyos 3:12; Peyxam 16:21). Dîsa jî, em dikarin emîn bin ku Yehowa wê alî me bike, çimkî Yehowa her tim alî xizmetkarên xwe kiriye ku ew wezîfeyên xwe li gel her tengasiyê bînin cih. Mesela, ka em li çend bûyerên di jiyana Hêzekîêl pêxember de binêrin, ê ku ji Cihûyên sirgûnkirî re pêxemberî dikir.

2. Mirovên ku Hêzekîêl rastî wan dihat, mirovên çawa bûn? Di vê meqaleyê de, emê li ser çi xeber bidin? (Hêzekîêl 2:3-6)

2 Gelo mirovên ku Hêzekîêl rastî wan dihat, însanên çawa bûn? Li gor gotinên Yehowa, ew mirovên “rû zexm û dil hişk” bûn. Ew “asê” bûn û bi qasî “dûpişkan” bitalûke bûn. Loma, Yehowa çend caran ji Hêzekîêl re got “metirse”! (Hêzekîêl 2:3-6 bixwîne). Hêzekîêl dikaribû wezîfeya xwe bîne cih ji ber ku (1) ew ji aliyê Yehowa ve hatibû şandin, (2) wî bi saya ruhê Xwedê qewet distand û (3) gotinên Xwedê ew xwedî dikir. Gelo vê yekê çawa alî Hêzekîêl dikir, û ev yek çawa alî me dike?

HÊZEKÎÊL JI ALIYÊ YEHOWA VE HATIBÛ ŞANDIN

3. Hêzekîêl bê şik ji kîjan gotinan qewet distand, û Yehowa çawa nîşanî wî da ku ew li kêleka wî ye?

3 Yehowa ji Hêzekîêl re wisa gotibû: “Ez te dişînim” (Hêzekîêl 2:3, 4). Hêzekîêl bê şik ji van gotinan qewet distand. Gelo çima? Bi îhtimaleke mezin, wî dizanibû ku gava Yehowa Mûsa û Îşaya wek pêxember tayîn kiribûn, wî ji wan re eynî tişt gotibû (2. Mûsa 3:10; Îşaya 6:8). Wekî din, Hêzekîêl dizanibû ku Yehowa alî van du pêxemberan kiribû ku ew li gel tengasiyan bi ser bikevin. Madem ku Yehowa du caran ji Hêzekîêl re got “ez te dişînim”, wî dikaribû xwe bispêre desteka Yehowa. Ji xeynî vê, di kitêba Hêzekîêl de gelek caran wisa tê gotin: “Gotina XUDAN ji min re hat” (Hêzekîêl 3:16; 6:1). Hêzekîêl bê şik emîn bû ku Yehowa ew şandibû. Wekî din, ji ber ku Hêzekîêl kurê kahîn bû, bavê wî bi îhtimaleke mezin rêyî wî dabû ku Yehowa çawa ji pêxemberên xwe re gotibû ku ew li kêleka wan e. Mesela, Yehowa ji Îshaq, Aqûb û Yêremya re wisa gotibû: “Ez bi te re me” (1. Mûsa 26:24; 28:15; Yêremya 1:8).

4. Hêzekîêl muhtemelen ji kîjan gotinan qewet distand?

4 Gelo Îsraêliyan wê guh bidaya Hêzekîêl? Yehowa jê re wisa got: “Mala Îsraêlê [wê] nexwaze ku te guhdarî bike; ji ber naxwazin ku min guhdarî bikin” (Hêzekîêl 3:7). Bi vê yekê ku Îsraêliyan Hêzekîêl red dikir, wan bi eslê xwe Yehowa red dikir. Ji van gotinan, Hêzekîêl fehm dikir ku guhnedayîna xelkê nayê maneya ku ew pêxemberekî serneketî ye. Bi ser de, Yehowa ji Hêzekîêl re got ku gava hukmên ku wî îlan dikirin, bên cih, xelk wê bizanibe ku “di nav wan de peyxemberek heye” (Hêzekîêl 2:5; 33:33). Van gotinên Yehowa muhtemelen qewet dida Hêzekîêl ku ew xizmeta xwe bîne cih.

YEHOWA ME JÎ DIŞÎNE

Wek Hêzekîêl, dibe ku mirov guh nedin me û muxalefetê li me bikin, lê em dizanin ku Yehowa bi me re ye (Li paragrafên 5 û 6an binêre)

5. Li gor Îşaya 44:8, çi qewetê dide me?

5 Yehowa em jî şandine, û ev yek qewetê dide me. Em serbilind in ku ew me wek “şahidên” xwe bi nav dike (Îşaya 43:10, Mizgînî). Çawa ku Yehowa ji Hêzekîêl re gotibû “metirse”, ew ji me re jî dibêje: “Netirsin! Ma min ji demên berê ve ji we re neda bihîstin? Ma min xeber neda? Hûn şahidên min in. Ma ji xeynî min Xwedê heye? Zinarê din tuneye, ez yekî din nizanim” (Îşaya 44:8, Mizgînî). Wek Hêzekîêl, em jî ji aliyê Yehowa ve hatine şandin, û ew piştgiriya me dike. Loma, ne lazim e ku em ji dijminan bitirsin.

6. (a) Yehowa çi soz dide me? (b) Çi dikare teselî û qewetê bide me?

6 Yehowa soz dide ku ewê destekê bide me. Mesela, berî ku Yehowa got “hûn şahidên min in”, wî wisa gotibû: “Gava tu di avan re derbas bibî, ezê bi te re bim. Gava tu di çeman re derbas bibî jî, wê di ser te re neqelibin. Gava tu di nav êgir re derbas bibî, tê neşewitî û wê pêta êgir te neşewitîne” (Îşaya 43:2, Mizgînî). Li xizmetê, em carinan rastî astengên wek “av” yan “êgir” tên. Dîsa jî, bi alîkariya Yehowa, em dev ji xizmeta xwe bernadin (Îşaya 41:13). Wek di rojên Hêzekîêl de, îro jî piraniya însanan guh nadin Xwedê. Ev yek nayê maneya ku em wek şahidên Xwedê serneketî ne. Em dizanin ku gava em xizmeta xwe bi dilsozî tînin cih, Yehowa ji me razî ye. Pawlosê şandî wisa gotibû: “Her [kes] wê li gor keda xwe bergîdan bistîne” (1. Korîntî 3:8; 4:1, 2). Xwişkeke ku bi gelek salan pêşeng e wisa dibêje: “Ez dizanim ku Yehowa wê xîreta me xelat bike, û ev yek dilê min xweş dike.”

HÊZEKÎÊL BI SAYA RUHÊ XWEDÊ QEWET DISTAND

Dîtiniya erebeya ezmanî ya Yehowa baweriya Hêzekîêl qewî dike ku Yehowa wê alî wî bike ku ew wezîfeya xwe bîne cih (Li paragrafa 7an binêre)

7. Her ku Hêzekîêl dîtiniya xwe dianî bîra xwe, vê yekê bê şik çawa li ser wî tesîr dikir? (Li resmê li rûyê kovarê binêre.)

7 Hêzekîêl pêxember bi çavê xwe dîtibû ku ruhê Xwedê çi qas biqudret e. Di dîtiniyekê de, Yehowa nîşanî wî da ku ruhê pîroz çawa li ser melekan û li ser tekerên mezin ên erebeyeke ezmanî tesîr dike (Hêzekîêl 1:20, 21). Wexta ku Hêzekîêl ev yek dît, ew ket erdê (Hêzekîêl 1:28). Paşê, her ku Hêzekîêl ev dîtinî dianî bîra xwe, baweriya wî bê şik xurttir dibû ku bi alîkariya ruhê Xwedê, ewê bikaribe wezîfeya xwe bîne cih.

8-9. (a) Yehowa ji Hêzekîêl re çi got? (b) Yehowa çawa qewet da Hêzekîêl ku ew bikaribe wezîfeya xwe bîne cih?

8 Yehowa ji Hêzekîêl re wisa got: “Lawê mirov, rabe ser pêlan ku ez bi te re biaxifim!” Vî emrî û ruhê Xwedê qewet da Hêzekîêl ku ew rabe. Wî nivîsî: “Ruh ket hundirê min û min li ser pêlan ve rakir” (Hêzekîêl 2:1, 2). Gava Hêzekîêl wezîfeya xwe dianî cih, “destê” Yehowa, yanî ruhê pîroz, her tim rêberiya wî dikir (Hêzekîêl 3:22; 8:1; 33:22; 37:1; 40:1). Ruhê Xwedê qewet dida Hêzekîêl ku ew wezîfeya xwe bîne cih û fermana Xwedê ji mirovên serhişk re îlan bike (Hêzekîêl 3:7). Yehowa ji Hêzekîêl re got: “Min rûyê te eynî wek rûyê wan û eniya te jî eynî wek eniya wan hişk kiriye. Min eniya te kiriye wek elmasekê û ji kevirê heste hişktir kiriye. … Ji wan netirse û di rûyê wan de bêzirav nebe” (Hêzekîêl 3:8, 9, NWT). Yanî, Yehowa bi eslê xwe ji Hêzekîêl re wisa digot: “Seba serhişkiya mirovan aciz nebe. Ezê te xurt bikim.”

9 Piştî vê, ruhê pîroz ê Xwedê rêberiya Hêzekîêl dikir. Hêzekîêl wisa nivîsî: “Destê XUDAN li ser min ve xwurt bû.” Jê re heftiyek lazim bû ku ew xebera ku gerek ew bigihîne mirovan hîn bibe û rind fehm bike (Hêzekîêl 3:14, 15). Paşê, Yehowa ew bir deştekê ku li wê derê “Ruh kete hundirê [wî]” (Hêzekîêl 3:23, 24). Hêzekîêl êdî hazir bû ku dest bi xizmeta xwe bike.

RUHÊ XWEDÊ QEWETÊ DIDE ME JÎ

Wek Hêzekîêl, çi alî me dike ku em xizmeta xwe bînin cih? (Li paragrafa 10an binêre)

10. Ji bo ku em xizmeta xwe bînin cih, em hewceyî çi alîkariyê ne, û çima?

10 Gelo em hewceyî çi alîkariyê ne ku xebera xêrê belav bikin? Serpêhatiya Hêzekîêl bîne bîra xwe. Berî ku wî dest bi wezîfeya xwe kir, ruhê Xwedê qewet da wî. Wek Hêzekîêl, em jî hewceyî ruhê Xwedê ne ji bo ku em karibin xizmeta xwe bînin cih. Gelo çima? Çimkî Îblîs li dijî me şer dike, da ku em dev ji belavkirina xebera xêrê bidin (Peyxam 12:17). Îblîs ji me her çi qas biqewettir xuya bike jî, em wî bi destê xizmeta xwe bindest dikin! (Peyxam 12:9-11). Gelo çawa? Wexta ku em xizmetê dikin, em nîşan didin ku em ji Îblîs natirsin. Her ku em xebera xêrê didin mirovan, em li dijî wî bi ser dikevin. Îcar ev yek ku em dikarin xizmeta xwe li gel muxalefetê bînin cih nîşan dide ku ruhê pîroz qewetê dide me û Yehowa ji me razî ye (Metta 5:10-12; 1. Petrûs 4:14).

11. Ruhê pîroz çawa alî me dike, û ji bo ku em wî bi dewamî bistînin, gerek em çi bikin?

11 Ev yek ku Yehowa rû û eniya Hêzekîêl hişk kiribû rêyî me dide ku di xizmetê de çi dibe bila bibe, ruhê Xwedê dikare qewetê bide me, da ku em bi ser bikevin (2. Korîntî 4:7-9). Madem ku wisa ye, em çawa dikarin ruhê Xwedê bi dewamî bistînin? Lazim e ku em her gav ji bo ruhê pîroz dua bikin û bawer bin ku Yehowa wê duayên me bibihîze. Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re gotibû ku bila ew bê rawestin “bixwazin, … lê bigerin, … li derî bixin”, çimkî Yehowa “wê Ruhê Pîroz bide wan ên ku ji wî dixwazin” (Lûqa 11:9, 13; Karên Şandiyan 1:14; 2:4).

GOTINÊN XWEDÊ HÊZEKÎÊL XWEDÎ DIKIR

12. Li gor Hêzekîêl 2:9–3:3, tomar ji ku derê hat, û tê de çi hebû?

12 Ji xeynî vê ku Hêzekîêl pêxember bi saya ruhê Xwedê cesaret distand, gotinên Xwedê baweriya wî xurttir dikir. Di dîtiniyekê de, Hêzekîêl destê kesekî dît, ê ku tomarek dirêjî wî dikir (Hêzekîêl 2:9–3:3 bixwîne). Gelo ev tomar ji ku derê hat û tê de çi hebû? Gelo vê tomarê Hêzekîêl çawa xwedî dikir? Ka em mêze bikin. Tomar ji textê Xwedê hat. Yehowa ev tomar bi destê yekî ji melekên ku Hêzekîêl berê dîtibûn, da wî (Hêzekîêl 1:8; 10:7, 20). Di tomarê de, fermana Xwedê hebû, û Xwedê dixwest ku Hêzekîêl vê fermanê ji sirgûnkiriyên asî re îlan bike (Hêzekîêl 2:7). Ev fermana dirêj di her du rûyên tomarê de nivîskî bû.

13. Yehowa ji Hêzekîêl re got ku bila ew bi tomarê çi bike, û gelo tomar çima şîrîn bû?

13 Yehowa ji Hêzekîêl pêxember re got ku bila ew tomarê bixwe û zikê xwe pê têr bike. Hêzekîêl guhdarî kir û ev tomar bi temamî xwar. Gelo maneya vê çi ye? Lazim bû Hêzekîêl fermana Xwedê rind fehm bike û bixe hundirê xwe, da ku ew li ser hiş û dilê wî tesîr bike. Paşê, tiştekî balkêş çêbû. Gava ku Hêzekîêl ev tomar xwar, ew ji bo wî “mîna hungiv şêrîn bû” (Hêzekîêl 3:3). Gelo çima? Ji bo Hêzekîêl, temsîlkirina Yehowa tiştekî xweş û şîrîn bû (Zebûr 19:8-11). Ew şikurdar bû ku Yehowa ew wek pêxember tayîn kiriye.

14. Çi alî Hêzekîêl kir ku ew wezîfeya xwe bîne cih?

14 Paşê, Yehowa ji Hêzekîêl re wisa got: “Hemû gotinên min ên ku ez ê ji te re bibêjim bigire û bixe dilê xwe” (Hêzekîêl 3:10). Yanî, Yehowa dixwest ku Hêzekîêl gotinên tomarê di bîra xwe de xwedî bike û li ser wan kûr bifikire. Hêzekîêl ji vê pir feyde distand, û wî rind dizanibû ku gerek ew kîjan xebera muhîm bide mirovan (Hêzekîêl 3:11). Xebera Xwedê êdî li ser dil û lêvên Hêzekîêl bû, loma ew hazir bû ku wezîfeya xwe bîne cih (li Zebûr 19:14 jî binêre).

GOTINÊN XWEDÊ ME JÎ XWEDÎ DIKIN

15. Ji bo ku em karibin sebat bikin, gerek em çi ‘bixin dilê xwe’?

15 Ji bo ku em karibin di xizmetê de sebat bikin, hewcedariya me jî heye ku gotinên Xwedê me xwedî bikin. Gerek em hemû gotinên Yehowa ‘bixin dilê xwe’. Îro, Yehowa bi destê Peyva xwe ya nivîskî, yanî bi destê Kitêba Pîroz, bi me re xeber dide. Ji bo ku Peyva Xwedê bi dewamî li ser fikir, hîs û niyetên me tesîr bike, gerek em çi bikin?

16. Em çawa dikarin Kitêba Pîroz bixin dilê xwe?

16 Çawa ku xwarin bedena me xwedî dike, xwarina ruhî – yanî lêkolîna Peyva Xwedê û fikirîna kûr a li ser wê – me ji aliyê manewî ve xwedî dike. Dersa di heqê tomarê de ji bo me pir muhîm e. Yehowa dixwaze ku em zikê xwe bi Peyva wî têr bikin. Ji bo vê, gerek em dua bikin, Peyva wî bixwînin û li ser wê kûr bifikirin, da ku ew bikeve hundirê me. A pêşîn, gerek em dua bikin ku dilê me hazir be ku fikrên Xwedê qebûl bike. Paşê, gerek em qismekî Kitêba Pîroz bixwînin û dû re bisekinin û li ser tiştên ku me xwendine, kûr bifikirin. Her ku em li ser Peyva Xwedê kûr bifikirin, dilê meyî mecazî wê bi gotinên wê ve tije bibe.

17. Çima muhîm e ku em li ser Kitêba Pîroz kûr bifikirin?

17 Belavkirina mizgîna Padîşahiyê carinan ne hêsan e. Bi ser de, dibe ku di demeke nêzîk de lazim be ku em hukmê Xwedê ji mirovan re îlan bikin. Ji bo ku qeweta me hebe ku em van wezîfeyan pêk bînin, pir muhîm e ku em Kitêba Pîroz bixwînin û li ser wê kûr bifikirin. Bi ser de, gava em bala xwe didin xisûsiyetên xweş ên Yehowa, dostaniya me ya bi wî re her ku diçe xurttir dibe. Di netîceyê de, emê wek Hêzekîêl tiştekî xweş û şîrîn bi dest bixin: hizûr û dilxweşî (Zebûr 119:103).

SEBAT BIKE!

18. Însanên ku em xebera xêrê didin wan wê çi fehm bikin, û çima?

18 Belê, Hêzekîêl pêxember bû, lê em ne pêxember in. Dîsa jî, qerara me ev e ku em xebera îlhamkirî, ya ku Yehowa di Kitêba Pîroz de daye qeydkirin, belav bikin heta ku Yehowa bibêje “Bes”. Gava roja hukim bê, tu kes wê nikaribe bibêje ku ew bêxeber maye yan ku Xwedê ew nedîtiye (Hêzekîêl 3:19; 18:23). Na, her kes wê fehm bike ku xebera ku me belav kiriye ji Xwedê ye.

19. Çi qewetê dide me ku em xizmeta xwe bînin cih?

19 Çawa ku Yehowa alî Hêzekîêl dikir ku ew wezîfeya xwe pêk bîne, ew alî me jî dike ku em xizmeta xwe bînin cih. Em dev ji belavkirina mizgînê bernadin, çimkî em dizanin ku Yehowa em şandine, em bi saya ruhê pîroz qewetê distînin û Peyva Xwedê baweriya me xurttir dike. Belê, bi alîkariya Yehowa, emê “heta dawiyê” sebat bikin û xizmeta xwe bînin cih (Metta 24:13).

KILAM 65 Tu Caran Nesekine!

a Di vê meqaleyê de, emê bala xwe bidin sê tiştên ku alî Hêzekîêl pêxember dikir ku ew wezîfeya xwe bîne cih. Gava em bibînin ku Yehowa çawa alî wî kiribû, baweriya me wê qewîtir bibe ku Yehowa wê alî me jî bike ku em xizmeta xwe bînin cih.