Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 46

Yehowa Çawa Alî Me Dike ku Em bi Dilxweşî Sebat Bikin?

Yehowa Çawa Alî Me Dike ku Em bi Dilxweşî Sebat Bikin?

“Xudan disekine ku kerema xwe nîşanî we bide. … Radibe ku rehma xwe nîşanî we bide” (ÎŞAYA 30:18, Mizgînî).

KILAM 3 Stara Me, Hêza Me Tu yî

PÊŞGOTIN a

1-2. (a) Emê li ser kîjan pirsan bisekinin? (b) Em ji ku dizanin ku Yehowa dixwaze alî me bike?

 YEHOWA dikare alî me bike ku em li gel zehmetiyên jiyanê sebat bikin û ji xizmeta pîroz kêfê bistînin. Gelo ew çawa alî me dike? Em çawa dikarin ji alîkariya Yehowa rind feydeyê bistînin? Di vê meqaleyê de, emê cewabên van pirsan bistînin. Lê di serî de, bila em bala xwe bidin vê pirsê: Gelo Yehowa bi rastî hazir e ku alî me bike?

2 Peyveke ku Pawlosê şandî di nameyeke xwe de bi kar anîbû dikare alî me bike ku em cewaba vê pirsê bistînin. Pawlos wisa nivîsîbû: “Xudan alîkarê min e, ez natirsim. Mirov wê çi bi min bike?” (Îbranî 13:6). Li gor ferhengên Kitêba Pîroz, peyva “alîkar”, a ku di vê ayetê de derbas dibe, tê maneya mirovekî ku diçe hawara kesekî. Bîne ber çavê xwe ku Yehowa çawa bi lez diçe hawara kesekî ku ketiye tengasiyê. Bi dîtina te, ma ev peyv nîşan nade ku Yehowa hazir e û dixwaze bibe Alîkarê me? Belê! Madem ku Yehowa bi me re ye, em dikarin li hemberî tengasiyan bi dilxweşî sebat bikin.

3. Yehowa bi kîjan sê awayan alî me dike ku em li gel tengasiyan bi dilxweşî sebat bikin?

3 Gelo Yehowa çawa alî me dike ku em li gel tengasiyan bi dilxweşî sebat bikin? Ji bo cewaba vê pirsê, ka em li kitêba Îşaya b binêrin, çimkî gelek tiştên ku Îşaya pêxember bi îlhama Xwedê nivîsîbûn ser me tesîr dikin. Wekî din, Îşaya bi gotinên hêsan tarîf kiribû ku Yehowa yekî çawa ye. Mesela, beşa 30yî ya kitêba Îşaya bîne ber çavê xwe. Di vê beşê de, Îşaya bi mîsalên xweş zelal kiribû ku Yehowa çawa alî xizmetkarên xwe dike. Wî nîşan dabû ku Yehowa (1) duayên me dibihîze û dibersivîne, (2) rêberiya me dike û (3) me hem niha hem di pêşerojê de bibereket dike. Ka em yek bi yek li van nuqteyan binêrin.

YEHOWA GUH DIDE ME

4. (a) Yehowa li ser Cihûyên di rojên Îşaya de çi got, û dawiya dawî wî îzin da ku çi bê serê wan? (b) Yehowa çi hêvî da kesên dilsoz? (Îşaya 30:18, 19)

4 Di gotinên pêşîn ên beşa 30yî a kitêba Îşaya de, Yehowa Cihûyên wê demê wek “kurên serhişk”, ên ku “guneh li ser gunehan dikin”, bi nav kiribûn. Paşê, wî got: “Ew miletekî serhildêr e, … zarokên ku naxwazin Şerîeta Xudan bibihîzin” (Îşaya 30:1, 9). Ji ber ku wan guh nedida Yehowa, Îşaya ji berê ve gotibû ku Yehowa wê bihêle ku ew bikevin tengasiyê (Îşaya 30:5, 17; Yêremya 25:8-11). Loma, Babîliyan ew birin sirgûnê. Lê belê, di nav wan de hin kesên dilsoz jî hebûn, û Îşaya hêvî dabû wan. Wî ji wan re gotibû ku rojekê, ewê vegerin welatê xwe (Îşaya 30:18, 19 bixwîne). Bi rastî jî wisa çêbû. Yehowa ew ji sirgûnê azad kirin. Dîsa jî, heta wê rojê gelek sal derbas bûn. Gotina “Xudan disekine ku kerema xwe nîşanî we bide” nîşanî kesên dilsoz dida ku hinek wext wê derbas bibe heta ku ewê bên xelas kirin. Loma, 70 sal derbas bûn berî ku Îsraêlî ji sirgûna li Babîlê hatin xelaskirin û hin ji wan vegeriyan bajarê Orşelîmê (Îşaya 10:21; Yêremya 29:10). Gava ew gihîştin welatê xwe, hêstirên xemgîniyê bi hêstirên şabûnê hatin guhartin.

5. Îşaya 30:19 çi sozê dide me?

5 Îro jî, ev gotin dilê me rihet dikin: “Helbet wê Xudan li ser hewara te keremê nîşanî te bide” (Îşaya 30:19). Îşaya temînat daye me ku Yehowa wê guh bide niyazên me û bê hawara me. Wekî din, wî gotibû: “Çaxê bihîst, wê bersiva te bide.” Belê, Bavê meyî ezmanî bi dil û can hazir e ku bê hawara me. Ma ev yek alî me nake ku em bi dilxweşî sebat bikin?

6. Gotinên Îşaya çawa nîşan didin ku Yehowa guh dide duayên her xizmetkarê xwe?

6 Wekî din, ev ayet di heqê duayên me de çi nîşan dide? Yehowa guh dide duayên her yekî ji me. Gelo em vê ji ku dizanin? Di qismê pêşîn ê beşa 30yî ya kitêba Îşaya de, Yehowa bi hemû xizmetkarên xwe re dipeyive, loma peyva “we” tê bikaranîn. Lê belê, di ayeta 19an de, peyva “te” tê bikaranîn, çimkî li vir, Yehowa yek bi yek bi mirovan re dipeyive. Îşaya wisa nivîsîbû: “Tê negirî. Helbet wê Xudan … keremê nîşanî te bide. …. Wê bersiva te bide.” Yehowa Bavekî dilovan e, û gava em cesareta xwe winda dikin, ew me bi xwişk û birayên din muqayese nake. Xwedê xema her yekî ji me dixwe û guh dide duayên me (Zebûr 116:1; Îşaya 57:15).

Maneya van gotinên Îşaya çi ye: “Rihetiyê nedin [Yehowa]”? (Li paragrafa 7an binêre)

7. Îşaya pêxember û Îsa Mesîh çawa nîşan dabû ku gerek em bi dewamî dua bikin?

7 Wexta ku em ji Xwedê re behsa derdên xwe dikin, Yehowa dikare hemen qewetê bide me, da ku em karibin sebir bikin. Eger tengasiya me zû xelas nebe, wê belkî lazim be ku em dîsa û dîsa ji Yehowa qewetê bixwazin, da ku em karibin sebat bikin. Îşaya wisa gotibû: “Rihetiyê nedin [Yehowa]” (Îşaya 62:7). Maneya van gotinan çi ye? Gerek em bi dewamî dua bikin û qet rihetiyê nedin Yehowa. Ev gotin, mîsalên Îsa Mesîh ên di heqê duayê de, yên ku di Lûqa 11:8-10, 13 de derbas dibin, tînin bîra me. Di van ayetan de, Îsa Mesîh gotibû ku çi qas muhîm e ku em ruhê pîroz bê rawestin bixwazin. Wekî din, em dikarin ji Yehowa rêberiyê bixwazin, da ku em qerarên baş bidin.

YEHOWA RÊBERIYA ME DIKE

8. Di demên berê de, gotinên Îşaya 30:20, 21 çawa hatin cih?

8 Îşaya 30:20, 21 bixwîne. Gava ku ordiya Babîlê salek û nîv derdora bajarê Orşelîmê girt, cefa û tengasiya ku xelk dikişandin bûn tiştên herrojî, wek nan û av. Lê di ayetên 20 û 21ê de, Yehowa soz da wan ku eger ew tobe bikin û xwe serrast bikin, ewê wan xelas bike. Îşaya ji wan re got ku “Mamosteyê” Mezin Yehowa wê rêyî wan bide ku gerek ew çawa ji wî re îbadetê bikin. Wexta ku ew ji sirgûnê derketin, ev soz hat cih. Yehowa ji wan re bû Mamoste, û bi rêberiya wî, wan îbadeta rast ji nû ve ava kir. Em şa ne ku Yehowa ji me re jî bûye Mamosteyê Mezin!

9. Yehowa çawa rêberiya me dike?

9 Paşê, kitêba Îşaya me dişibîne xwendekarên ku bi du awayan ji aliyê Yehowa ve tên hînkirin. A yekê, ayet wisa dibêje: “Çavên te Mamosteyê we bibînin.” Li gor vê mîsalê, Mamoste qey li ber xwendekarên xwe disekine. Îro, halê me bi rastî jî wisa ye. Yehowa me bi destê teşkîlata xwe hîn dike. Ma em ji bo rêberiya zelal, a ku em ji teşkîlata Yehowa distînin, ne şikurdar in? Melûmata ku em li civîn û komcivînan yan bi destê weşan, bernameyên Înternetê û gelek awayên din distînin alî me dike ku em li gel tengasiyan bi dilxweşî sebat bikin.

10. Em çawa dengê Yehowa “ji paş ve” dibihîzin?

10 A diduyan, em dengê Yehowa “ji paş ve” jî dibihîzin. Wek mamosteyekî ku li pey xwendekarên xwe dimeşe û rêberiyê dide wan, Yehowa jî bi destê Kitêba Pîroz, a ku bi sedsalan berê hatibû nivîsandin, bi me re xeber dide. Loma, gava ku em Kitêba Pîroz dixwînin, em dengê Xwedê qey “ji paş ve” dibihîzin (Îşaya 51:4).

11. Ji bo ku em bi dilxweşî sebat bikin, gerek em kîjan gavan bavêjin, û çima?

11 Gelo em çawa dikarin ji rêberiya ku Yehowa bi destê teşkîlata xwe û Peyva xwe dide, feydeyê bistînin? Ka bîne bîra xwe ku Îşaya çi gotibû: “Rê ev e, di vê riyê re herin!” (Îşaya 30:21). Ne bes e ku em bizanin ku “rê” kîjan e. Lazim e ku em “di vê riyê re herin”. Bi destê Peyva Yehowa, ya ku ji aliyê teşkîlata wî ve tê zelalkirin, em hîn dibin ku Yehowa ji me çi dixwaze û em çawa dikarin li gor daxwaza Yehowa bijîn. Ji bo ku em bi dilxweşî ji Yehowa re xizmet bikin û ji bo ku Yehowa me bibereket bike, gerek em her du gavan bavêjin.

YEHOWA ME BIBEREKET DIKE

12. Li gor Îşaya 30:23-26, Yehowa soz dabû ku ewê xizmetkarên xwe çawa bibereket bike?

12 Îşaya 30:23-26 bixwîne. Ev wehd ji bo Cihûyên ku ji sirgûna li Babîlê vegeriyan welatê Îsraêlê çawa hat cih? Yehowa gelek bereketên madî û manewî barandin ser wan. Mesela, wî têr û tije xwarin da wan. Ji vê jî muhîmtir, her ku îbadeta rast ji nû ve dihat avakirin, wî têr û tije xwarina ruhî da wan. Bereketên ruhî, yên ku xizmetkarên Xwedê wê demê distandin, ji yên berê pir mezintir bûn. Wek ayeta 26an nîşan dide, Yehowa ronahiya ruhî pir zêde kir (Îşaya 60:2). Bereketên Yehowa alî xizmetkarên wî dikir ku ew bi xîret û dilxweşî ji wî re xizmet bikin (Îşaya 65:14).

13. Wehda nûkirinê di rojên me de çawa hatiye cih?

13 Gelo wehda li ser nûkirina îbadeta rast di rojên me de jî hatiye cih? Belê! Ji sala 1919an a P.M. ve, bi milyonan însan ji bindestiya Babîla Mezin – yanî ji împaratoriya dînên derewîn – azad bûne, û ew ketine ceneta ruhî, ya ku ji Welatê Sozdayî yê Îsraêliyan qat bi qat baştir e (Îşaya 51:3; 66:8). Gelo ev ceneta ruhî çi ye?

14. Ceneta ruhî çi ye, û îro kî tê de dimîne? (Li Notê binêre.)

14 Ji sala 1919an a P.M. û pê ve, kesên meshkirî di ceneteke ruhî de dijîn. c Bi zeman re, “miyên din” jî di ceneta ruhî de cihwar bûne. Niha ew jî ji Yehowa gelek bereketan distînin, û ew li benda jiyana bêdawî ya li rûyê erdê ne (Yûhenna 10:16; Îşaya 25:6; 65:13).

15. Ceneta ruhî li ku derê ye?

15 Ev cenet yan warê ruhî li ku derê ye? Îro, li seranserê dinyayê xizmetkarên Yehowa hene. Loma, ceneta wan a ruhî jî li seranserê dinyayê heye. Em li ku derê bijîn jî, eger em bi hal û hereketên xwe piştgiriya îbadeta rast bikin, em dikarin bibin para ceneta ruhî.

Em çawa dikarin ceneta ruhî bixemilînin? (Li paragrafên 16 û 17an binêre)

16. Ji bo ku em xweşikiya ceneta ruhî bibînin, gerek em çi bikin?

16 Ji bo ku em li ceneta ruhî bimînin, pir muhîm e ku em ji dil qîmetê bidin civata cîhanî. Gelo çawa? Gerek em bala xwe bidin, ne qisûrên wan, lê xweşikiya kesên ku tê de rûdinin (Yûhenna 17:20, 21). Çima muhîm e ku em vêya bikin? Ferz bike ku tu li park yan baxçeyekî xweş digerî. Tê de darên cur bi cur hene, çawa ku di civatên me de xwişk û birayên cur bi cur hene (Îşaya 44:4; 61:3). Lazim e ku em bala xwe bidin xweşikiya daristanê, ne qisûrên darên ku em ji nêzîk ve dibînin. Bila qisûrên me û qisûrên xwişk û birayan nebin sebeb ku em xweşikiya civata yekbûyî ya li seranserê dinyayê nebînin.

17. Em çawa dikarin piştgiriya yekîtiya civatê bikin?

17 Wexta ku em xîret dikin ku aştiyê bi pêş bixin, em şexsen destekê didin vê yekîtiyê (Metta 5:9; Romayî 12:18). Her ku em gava pêşîn davêjin ku aştiya bi xwişk û birayan re bi pêş bixin, em ceneta ruhî dixemilînin. Gerek em ji bîr nekin ku her kesê ku di ceneta ruhî de ye rasterast ji aliyê Yehowa ve hatiye kişandin ba îbadeta pak (Yûhenna 6:44). Ka bifikire: Madem ku Yehowa ew qas qîmetê dide hemû xizmetkarên xwe, ma ne lazim e ku em aştî û yekîtiya di nav xwe de bi pêş bixin û bi vî awayî dilê Yehowa şa bikin? (Îşaya 26:3; Hagay 2:7).

18. Wê baş be ku em gelek caran li ser çi kûr bifikirin, û çima?

18 Yehowa gelek bereketan dibarîne ser xizmetkarên xwe. Gelo em çawa dikarin ji van bereketan feydeyê bistînin? Wê baş be ku em li ser tiştên ku em ji Peyva Xwedê û ji weşanên li ser Kitêba Pîroz hîn dibin, kûr bifikirin. Lêkolîn û fikirîna kûr wê alî me bike ku em sifetên Îsa Mesîh bînin meydanê û di civatê de “bi dilovanî ji hevdû hez bikin” (Romayî 12:10). Her ku em li ser bereketên ku me standine kûr bifikirin, emê nêzîktirî Yehowa bibin. Wekî din, wê baş be ku em li ser bereketên ku Yehowa wê bide me, kûr bifikirin, da ku hêviya me zindî bimîne ku emê karibin heta bi hetayê ji wî re xizmet bikin. Ev yek wê alî me bike ku em bi dilxweşî ji Yehowa re xizmet bikin.

SEBAT BIKE

19. (a) Li gor Îşaya 30:18, em dikarin ji çi emîn bin? (b) Çi wê alî me bike ku em bi dilxweşî sebat bikin?

19 Di demeke nêzîk de, Yehowa wê ‘rabe’ û vê dinyaya xerab helak bike (Îşaya 30:18). Em rind dizanin ku Yehowa, yê ku “Xwedayê edaletê” ye, wê dinyaya Îblîs di wexta herî rast de ji holê rake (Îşaya 25:9). Wek Yehowa, em bi sebir li benda wê roja xelasiyê disekinin. Heta wê demê, bila em her gav dua bikin, Peyva Xwedê bixwînin û li gor wê bijîn û li ser bereketên ku me jixwe standine, kûr bifikirin. Eger em wisa bikin, Yehowa wê alî me bike ku em di îbadeta wî de bi dilxweşî sebat bikin.

KILAM 142 Hêviya Me Wek Lenger e

a Ev meqale wê bala me bikişîne ser beşa 30yî ya kitêba Îşaya, ya ku nîşan dide ku Yehowa çawa bi sê awayan alî xizmetkarên xwe dike ku ew li gel zehmetiyên jiyanê bi dilxweşî sebat bikin. Lêkolîna vê beşê wê bîne bîra me ku çi qas muhîm e ku em ji Yehowa re dua bikin, Peyva wî lêkolîn bikin û li ser bereketên îro û bereketên pêşerojê kûr bifikirin.

b Di vê meqaleyê de, hemû ayetên ji kitêba Îşaya ji wergera Mizgînî’yê hatine wergirtin.

c NOT: “Ceneta ruhî” warê ewledar e, ku em tê de bi yekîtî ji Yehowa re îbadetê dikin. Di vî warî de, têr û tije xwarina ruhî heye, ya ku ji derewên dînî paqij e, û wezîfeyeke xweş ji me re hatiye dayîn ku em mizgîna Padîşahiya Xwedê îlan bikin. Em bûne dostên Yehowa, û em bi xwişk û birayên xwe yên ezîz re di aştiyê de ne. Ev xwişk û bira alî me dikin ku em li gel tengasiyên jiyanê bi dilxweşî sebat bikin. Gava em dikevin rêya îbadeta rast û xîret dikin ku Yehowa ji xwe re emsal bigirin, em dikevin vê ceneta ruhî.