Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 46

KILAM 49 Dilê Yehowa Şa Bike

Birano, Gelo Hûn Xîret Dikin ku Bibin Alîkarên Civatê?

Birano, Gelo Hûn Xîret Dikin ku Bibin Alîkarên Civatê?

“Dilxweşiya dayînê ji ya standinê mezintir e” (KARÊN ŞANDIYAN 20:35, NWT).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Armanca vê meqaleyê ev e ku daxwaz û xîreta birayên vaftîzbûyî zêde bike ku ew bibin alîkarên civatê.

1. Pawlosê şandî li alîkarên civatê çawa dinêrî?

 DI CIVATAN DE, alîkarên civatê gelek karên muhîm dikin. Xuya ye ku Pawlosê şandî qîmet dida van birayên dilsoz. Mesela, di nameyeke xwe de, wî silav da ne tenê rîspiyan, lê alîkarên civatê jî (Filîpî 1:1).

2. Birayê me Luis li wezîfeya xwe wek alîkarê civatê çawa dinêre?

2 Ciwan yan kal bin, gelek birayên vaftîzbûyî dilxweş in ji ber ku ew alîkarên civatê ne. Mesela, gava birayê me Devan wek alîkarê civatê hat tayînkirin, ew 18 salî bû. Ji aliyê din ve, gava birayê me Luis hat tayînkirin, ew ji 50 salî mezintir bû. Ew dibêje: “Ji bo min îmtiyazeke mezin e ku ez alîkarê civatê me. Min hezkirina civatê dîtiye, û ez dilxweş im ku ez jî dikarim tiştekî ji bo civatê bikim!” Gelek birayên me mîna Luis difikirin.

3. Emê cewabên kîjan pirsan bistînin?

3 Eger tu birayekî vaftîzbûyî yî, lê hê nebûyî alîkarê civatê, gelo tu dikarî vê îmtiyazê ji xwe re bikî hedef? Gelo çi dikare daxwaza te zêde bike, da ku tu xîret bikî ku bigihîjî vê hedefê? Ji bo ku tu bibî alîkarê civatê, ji te re çi xisûsiyetên ku Kitêba Pîroz behsa wan dike, lazim in? Di vê meqaleyê de, emê li cewabên van pirsan binêrin. Lê pêşî, bila em bibînin ku rola alîkarên civatê çi ye.

ROLA ALÎKARÊN CIVATÊ ÇI YE?

4. Rola alîkarên civatê çi ye? (Li resim jî binêre.)

4 Alîkarên civatê bi destê ruhê pîroz tên tayînkirin. Li civatê, ew di gelek waran de alî rîspiyan dikin. Mesela, hin alîkarên civatê ji organîzekirina sahe û weşanên ji bo xizmetê mesûl in. Hinek di karê paqijkirin û xwedîkirina Salona Îbadetê de dixebitin. Wekî din, alîkarên civatê wek wezîfedarên civînê xizmet dikin û sîstemên deng û vîdeoyê dixebitînin. Rast e ku gelek karên ku alîkarên civatê dikin, karên teknîk in. Dîsa jî, xisûsiyeta wan a herî muhîm ev e ku ew ji Yehowa hez dikin û li gor qanûnên wî dijîn. Wekî din, ew ji xwişk û birayan pir hez dikin (Meta 22:37-39). Ji bo ku birayekî vaftîzbûyî bibe alîkarê civatê, gerek ew çi bike?

Wek Îsa Mesîh, alîkarên civatê bi fedakarî ji kesên din re xizmet dikin (Li paragrafa 4an binêre)


5. Ji bo ku tu bibî alîkarê civatê, gerek tu çi bikî?

5 Kitêba Pîroz nîşan dide ku ji bo ku kesek wek alîkarê civatê bê tayînkirin, gerek ew yekî çawa be (1. Tîmotêyos 3:8-10, 12, 13). Ji bo ku tu wek alîkarê civatê bêyî tayînkirin, ka van xisûsiyetan lêkolîn bike û wan bi pêş bixe. Lê pêşî, gerek tu rind bizanî ku tu çima dixwazî bibî alîkarê civatê.

TU ÇIMA DIXWAZÎ BIBÎ ALÎKARÊ CIVATÊ?

6. Gerek tu çima hazir bî ku di civatê de her îşî bikî? (Meta 20:28; li resim jî binêre.)

6 Hezkirin, xisûsiyeta sereke ya Îsa Mesîh bû. Wî ji Xwedê û ji însanan hez dikir. Ji ber vê yekê, wî bi dil û can kar dikir û îşên wisa jî dikirin, ên ku hin kesan wek îşên nizm didîtin (Meta 20:28 bixwîne; Yûhena 13:5, 14, 15). Eger ev hezkirin di dilê te de jî hebe, Yehowa wê bereketa xwe bide te û alî te bike ku tu bigihîjî hedefa xwe û bibî alîkarê civatê (1. Korîntî 16:14; 1. Petrûs 5:5).

Bi mîsala xwe, Îsa Mesîh şandiyên xwe hîn dike ku ew li şan û şuhretê negerin, lê bi dilnizmî ji kesên din re xizmet bikin (li paragrafa 6an binêre)


7. Çima muhîm e ku birayek li şan û şuhreta xwe negere?

7 Li dinyayê, gelek mirov ji kesên ku îşên muhîm dikin re heyran dimînin. Teşkîlata Yehowa ne wisa ye. Birayekî ku wek Îsa Mesîh ji hezkirinê hereket dike, nakeve pey şan û şuhretê û hewl nade ku xwe li ser kesên din bigire. Eger kesekî ku li xêra xwe digere wek alîkarê civatê bihata tayînkirin, wiyê bi îhtimaleke mezin nexwesta hin îşên nizm bikirana, yên ku ji bo xwedîkirina miyên ezîz ên Yehowa lazim in. Dibe ku ew bifikiriya ku îşên wisa ne li gor wî ne (Yûhena 10:12). Yehowa keda kesên pozbilind û xwehez bereket nake (1. Korîntî 10:24, 33; 13:4, 5).

8. Îsa Mesîh çi şîret da şandiyên xwe?

8 Carinan, dostên Îsa Mesîh jî bi niyeteke nebaş li hin îmtiyazan digeriyan. Ka serpêhatiya du şandiyên Îsa Mesîh, Aqûb û Yûhena, bîne bîra xwe. Wan xwest ku di Hukimdariya Xwedê de, Îsa Mesîh cihên xisûsî bide wan. Lê belê, ev yek li wî xweş nehat. Îsa ji 12 şandiyan re wisa got: “Yê ku dixwaze di nav we de bibe yê mezin, gerek xizmetkarê we be” (Marqos 10:35-37, 43, 44, NWT). Birayên ku bi niyeta rast xîret dikin ku bibin alîkarên civatê – yanî ji bo vê ku ji kesên din re xizmet bikin – ji bo civatê pir bifeyde ne (1. Selanîkî 2:8).

DAXWAZA XWE ZÊDE BIKE KU TU BIBÎ ALÎKARÊ CIVATÊ

9. Tu çawa dikarî daxwaza xwe zêde bikî ku tu bibî alîkarê civatê?

9 Tu helbet ji Yehowa hez dikî û dixwazî ji kesên din re xizmet bikî. Dîsa jî, belkî daxwaza te tune ye ku tu barê xwe girantir bikî û bibî alîkarê civatê. Gelo tu çawa dikarî daxwaza xwe zêde bikî ku tu bibî alîkarê civatê? Ka bîne ber çavê xwe ku tuyê ji xizmeta ji xwişk û birayan re çi qas kêfê bistînî. Îsa Mesîh wisa gotibû: “Dilxweşiya dayînê ji ya standinê mezintir e” (Karên Şandiyan 20:35, NWT). Îsa Mesîh bi xwe jî li gor vê prensîpê hereket dikir. Wî ji xizmeta ji kesên din re pir kêf distand, û tu jî dikarî ji xizmeteke wisa kêfê bistînî.

10. Em ji ku dizanin ku Îsa Mesîh hazir bû ku ji kesên din re xizmet bike? (Marqos 6:31-34)

10 Ji serpêhatiyeke Îsa Mesîh eşkere ye ku ew ji dil hazir bû ku ji kesên din re xizmet bike (Marqos 6:31-34 ji tercûmeya NWT bixwîne). Carekê, Îsa Mesîh û şandiyên wî westiyayî bûn. Loma, ew çûn cihekî tenha, da ku îstirahetê bikin. Lê belê, gelek mirov berî wan gihîştin wî cihî, çimkî wan xwest ku Îsa wan hîn bike. Îsa Mesîh dikaribû daxwaza mirovan red bikira, çimkî “wexta wan tunebû ku xwarinê jî bixwin”. Yan jî, Îsa Mesîh dikaribû ji mirovan re yek du tişt bigotana û ew bişandana. Lê ji ber ku wî ji wan hez dikir, “wî dest pê kir ku gelek tiştan hînî wan bike” û heta êvarê dewam kir ku wan hîn bike (Marqos 6:35, NWT). Ew ne mecbûr bû ku vêya bike, lê ji ber ku “dilê wî bi wan şewitî” û wî ji wan hez dikir, wî xwest wan hîn bike. Belê, Îsa Mesîh ji xizmeta ji însanan re pir kêf distand.

11. Îsa Mesîh çawa alî guhdarên xwe dikir? (Li resim jî binêre.)

11 Ji xeynî vê ku Îsa Mesîh mirov hîn dikirin, ew bi hewcedariyên wan ên madî jî eleqedar dibû. Mesela, wî bi mucîze xwarin tedarek kir û paşê ji şagirtên xwe re got ku ew vê xwarinê di nav mirovan de belav bikin (Marqos 6:41). Bi vî awayî, wî nîşanî şagirtên xwe da ku gerek ew çawa ji kesên din re xizmet bikin. Wekî din, wî nîşanî wan da ku karên wisa muhîm in. Bi eynî şeklî, karên ku alîkarên civatê dikin jî muhîm in. Ka bîne ber çavê xwe ku gava şagirtan bi Îsa Mesîh re xwarin belav kir heta “hemûyan xwar û têr bûn”, ew çi qas dilxweş bûn (Marqos 6:42, NWT). Îsa Mesîh gelek caran ji xêra xwe zêdetir bi xêra mirovan eleqedar dibû. Gava ew li dinyayê dijiya, wî her tim ji însanan re xizmet dikir (Meta 4:23; 8:16). Îsa Mesîh ji hînkirina mirovan hez dikir, û ew hazir bû ku bi dilnizmî bi hewcedariyên wan eleqedar bibe. Eger tu bi fedakarî xîret bikî ku bibî alîkarê civatê, tuyê jî pir dilxweş bibî.

Eger tu ji Yehowa hez dikî û dixwazî ji kesên din re xizmet bikî, tuyê hazir bî ku her wezîfeya ku ji te re tê dayîn, bînî cih (Li paragrafa 11an binêre) a


12. Gerek em çima nefikirin ku hunerên me ne bes in ku em alî civatê bikin?

12 Eger tu difikirî ku li ba te hunereke xisûsî tune ye, cesareta xwe winda neke. Hin xisûsiyetên te bê şik ji bo civatê bifeyde ne. Ka li ser 1. Korîntî 12:12-30 bifikire û dua bike. Gotinên Pawlosê şandî nîşan didin ku di civatê de, çawa ku roleke muhîm a her kesî heye, roleke biqîmet a te jî heye. Eger hê lazim e ku tu li ser hin xisûsiyetên xwe bixebitî, da ku tu bikarî bibî alîkarê civatê, ji vî halî aciz nebe. Çi qas ji destê te tê ji Yehowa re xizmet bike û alî xwişk û birayan bike. Bawer be ku rîspî wê xîreta te bibînin û li gor qabiliyetên te wezîfeyên minasib bidin te (Romayî 12:4-8).

13. Em di heqê xisûsiyetên alîkarên civatê de çi dizanin?

13 Wekî din, vê yekê ji bîr neke: Piraniya xisûsiyetên ku gerek ba alîkarên civatê hebin xisûsiyetên wisa ne ku gerek bi eslê xwe ba hemû şagirtên Îsa Mesîh hebin. Mesela, hemû şagirtên Îsa Mesîh gerek nêzîkî Yehowa bin, destvekirî bin û li gor daxwaza Yehowa bijîn. Loma, bi îhtimaleke mezin gelek xisûsiyetên ku gerek ba alîkarên civatê hebin, jixwe ba te hene. Lê birayek dikare bi xisûsî çi bike ku ew bibe alîkarê civatê?

XÎRET BIKE KU TU BIBÎ ALÎKARÊ CIVATÊ

14. Birayek çawa dikare yekî ‘birêz be’? (1. Tîmotêyos 3:8-10, 12)

14 Ka em bala xwe bidin hin xisûsiyetên ku di 1. Tîmotêyos 3:8-10, 12 de behsa wan tê kirin (bixwîne). Alîkarên civatê gerek “birêz bin”, yanî gerek ew sergiran û qedirgiran bin. Ev yek helbet nayê maneya ku gerek tu tu caran nekenî û henekan nekî (Waiz 3:1, 4). Tiştê muhîm ev e ku tu hemû mesûliyetên xwe cidî bigirî. Eger xwişk û bira te wek kesekî ku mesûliyetên xwe tîne cih nas bikin, ewê qedrê te bigirin.

15. Maneya vê ku gerek alîkarên civatê “ne peyvguhêr bin” û “li pey qezenca nerast nekevin”, çi ye?

15 Alîkarên civatê gerek “ne peyvguhêr bin”, yanî gerek ew durist û dilsax bin û li ser soza xwe bin. Gerek ew pêbawer bin û kesên din nexapînin (Methelokên Silêman 3:32). Gerek ew “li pey qezenca nerast nekevin”, yanî gerek ew di îşê xwe de û di meseleyên ku bi pere ve girêdayî ne, durist bin. Gerek ew dostaniya bi xwişk û birayan re ji bo qezenckirina pereyan bi kar neynin.

16. (a) Maneya vê ku gerek alîkarên civatê “xwe nedin vexwarina şerabê”, çi ye? (b) Maneya ‘wijdanê paqij’ çi ye?

16 Alîkarên civatê gerek “xwe nedin vexwarina şerabê”. Maneya vê ev e ku gerek tu bi zêdeyî venexwî û wek şerabxur neyî naskirin. Ji xeynî vê, gerek alîkarên civatê xwediyê ‘wijdanê paqij’ bin, yanî gerek tu li gor standardên Yehowa bijî. Ev yek helbet nayê maneya ku gerek tu yekî kamil bî. Lê belê, gerek dostaniya te ya bi Xwedê re qewî be, û bi saya vê, gerek dilê te bihizûr e.

17. Bira çawa dikarin “bên ceribandin”? (1. Tîmotêyos 3:10; li resim jî binêre.)

17 Kitêba Pîroz dibêje ku bira gerek “pêşî bên ceribandin”, yanî berî ku ew wek alîkarên civatê bên tayînkirin, gerek ew îsbat bikin ku ew dikarin mesûliyetên xwe bi awayekî baş bînin cih. Loma, gava rîspî wezîfeyekê didin te, li gor telîmatên wan û rêberiya teşkîlatê hereket bike. Pê derxe ku wezîfeya te çi ye û gerek tu wê kengê xelas bikî. Eger tu her wezîfeya ku ji te re tê dayîn, bi awayekî baş pêk bînî, xwişk û bira wê pêşketina te bibînin. Rîspîno, pir muhîm e ku hûn perwerdekirina birayên vaftîzbûyî îhmal nekin! (1. Tîmotêyos 3:10 bixwîne). Gelo li civata we birayên vaftîzbûyî hene, yên ku hê 10-14 salî ne? Gelo ew bi xîret lêkolîna şexsî dikin û xwe ji bo civînan hazir dikin? Gelo ew bi dewamî li civînan cewaban didin û derdikevin xizmetê? Eger birayên wisa hebin, wezîfeyên ku li gor emir û şertên wan minasib in, bidin wan. Bi vî awayî, ev birayên ciwan dikarin “bên ceribandin”. Paşê, gava ewê bibin 17-19 salî, ewê belkî hazir bin ku wek alîkarên civatê bên tayînkirin.

Ji bo ku rîspî birayên vaftîzbûyî “biceribinîn”, ew dikarin hin wezîfeyan bidin wan (Li paragrafa 17an binêre)


18. Maneya vê ku gerek alîkarên civatê ‘bêqisûr bin’, çi ye?

18 Alîkarên civatê gerek ‘bêqisûr bin’, yanî gerek sebeb tune be ku kesek wan ji ber gunehekî giran sûcdar bike. Helbet carinan dibe ku şagirtekî Îsa Mesîh bêsebeb bê sûcdarkirin. Îsa Mesîh jî dihat sûcdarkirin, û wî ji berê ve gotibû ku ev yek dikare were serê şagirtên wî jî (Yûhena 15:20). Lê belê, eger tu wek Îsa Mesîh di rabûn û rûniştina xwe de paqij bimînî, tuyê di civatê de navekî baş qezenc bikî (Meta 11:19).

19. Maneya vê ku gerek birayek “mêrê jinek tenê be”, çi ye?

19 Alîkarekî civatê gerek “mêrê jinek tenê be”. Eger tu zewicî yî, gerek tu li gor qanûna Yehowa ya li ser zewacê bijî – yek jin, yek mêr (Meta 19:3-9). Şagirtekî Îsa Mesîh gerek tu caran bêexlaqiya cinsî neke (Îbranî 13:4). Ji xeynî vê, gerek tu ji jina xwe re dilsoz bî û bi awayekî neminasib bi jinên din eleqedar nebî (Eyûb 31:1).

20. Birayek çawa dikare “qenc xweyîtiyê li mala xwe û li zarokên xwe bike”?

20 Alîkarekî civatê gerek “qenc xweyîtiyê li mala xwe û li zarokên xwe bike”. Eger malbata te heye, gerek tu mesûliyetên xwe wek serê malbatê cidî bigirî. Mesela, îbadeta malbatê her hefte derbas bike. Çi qas ji destê te tê bi hemû ferdên malbata xwe re derkeve xizmetê. Alî zarokên xwe bike ku ew bibin dostên Yehowa (Efesî 6:4). Birayekî ku li malbata xwe xwedî derdikeve nîşan dide ku ew dikare li civatê jî xwedî derkeve (li 1. Tîmotêyos 3:5 jî binêre).

21. Eger tu hê nebûyî alîkarê civatê, tu dikarî çi bikî?

21 Birano, eger hûn hê nebûne alîkarên civatê, ji kerema xwe re li ser vê meqaleyê bifikirin û ji Yehowa re dua bikin. Xisûsiyetên ku gerek ba alîkarên civatê hebin, lêkolîn bikin û wan bi pêş bixin. Li ser vê yekê bifikirin ku hûn ji Yehowa û ji xwişk û birayan çi qas hez dikin. Daxwaza xwe zêde bikin ku hûn ji wan re xizmet bikin (1. Petrûs 4:8, 10). Hûnê bibînin ku xizmeta ji xwişk û birayan re çi qas dilxweşiyê tîne. Loma, xîret bikin ku hûn bibin alîkarên civatê. Bila Yehowa xîreta we bereket bike! (Filîpî 2:13).

KILAM 17 “Dixwazim”

a RESIM: Li aliyê çepê, Îsa Mesîh bi dilnizmî ji şagirtên xwe re xizmet dike; li aliyê rastê, alîkarekî civatê alî birayekî extiyar dike.