Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 47

KILAM 103 Şivanên Me Hediyeyên ji Xwedê ne

Birano, Gelo Hûn Xîret Dikin ku Bibin Rîspî?

Birano, Gelo Hûn Xîret Dikin ku Bibin Rîspî?

“Zilamekî ku xîret dike ku bibe çavdêr, li karekî baş digere” (1. TÎMOTÊYOS 3:1, NWT).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Emê bibînin ku gerek birayek xwediyê çi xisûsiyetan be ku ew bikare bibe rîspî.

1-2. Karê rîspiyan çi ye?

 EGER te ji bo demekê wek alîkarê civatê xizmet kiribe, dibe ku tu êdî bûyî xwediyê gelek xisûsiyetên ku ji bo rîspiyan lazim in. Gelo tu dikarî xîret bikî ku xwe ji bo vî ‘karê baş’ hazir bikî? (1. Tîmotêyos 3:1, NWT).

2 Karê rîspiyan çi ye? Ew mizgîniyê bi civatê re bi dil û can belav dikin, li xwişk û birayan xwedî derdikevin, hîn dikin, û bi gotin û kirinên xwe baweriya xwişk û birayan xurttir dikin. Loma, Kitêba Pîroz dibêje ku rîspiyên jîr û jêhatî “hediye” ne (Efesî 4:8).

3. Çi lazim e ku birayek bibe rîspî? (1. Tîmotêyos 3:1-7; Tîtos 1:5-9)

3 Birayek çawa dikare bibe rîspî? Ji bo ku kesek bibe rîspî, ne bes e ku hin hunerên wî hebin. Li dinyayê, ji bo ku kesek di şîrketekê de dest bi îş bike, bes e ku hin hunerên wî hebin. Lê belê, ji bo ku kesek bibe rîspî, ne bes e ku ew bibe mizgînvan û mamosteyekî hoste. 1. Tîmotêyos 3:1-7 û Tîtos 1:5-9 a nîşan didin ku kesekî ku dixwaze bibe rîspî gerek yekî çawa be (ji jêrenotê bixwîne). Di vê meqaleyê de, emê bala xwe bidin sê nuqteyên ku ev ayet behsa wan dikin: Kesekî ku dixwaze bibe rîspî gerek hem di hundirê civatê de hem li derve bibe xwediyê navekî baş, gerek ew wek serê malbatê mîsaleke baş be, û gerek ew hazir be ku ji civatê re xizmet bike.

NAVEKÎ BAŞ BI DEST BIXE

4. Gerek rîspiyek yekî çawa be?

4 “Gerek tu sebeb tune be ku kesek li ser çavdêrekî xerab xeber bide”, yanî gerek ew ji ber rabûn û rûniştina xwe xwediyê navekî baş be. Ji xeynî vê, “gerek kesên li derve jî li ser wî baş xeber bidin”. Helbet dibe ku kesên ku ne Şahidên Yehowa ne baweriya te rexne bikin, lê belê gerek tu sebeb tune be ku ew ji duristî yan hereketên te şik bikin (Danîêl 6:4, 5). Ka ji xwe bipirse: “Gelo ez hem di hundirê civatê de hem li derve xwediyê navekî baş im?”

5. Tu çawa dikarî nîşan bidî ku tu yekî “qencîhez” î?

5 Kesên “qencîhez” li qenciya kesên din digerin û ji ber xisûsiyetên wan ên baş pesnê wan didin. Gava ew ne mecbûr in jî, ew hez dikin ku ji bo kesên din xêrê bikin (1. Selanîkî 2:8). Çima ew qas muhîm e ku rîspî “qencîhez” bin? Çimkî lazim e ku ew pir wexta xwe ji bo şivantiyê û ji bo mesûliyetên xwe yên din bi kar bînin (1. Petrûs 5:1-3). Lê belê, dilxweşiya ku xizmeta ji kesên din re tê hêjayî her fedakariyê ye (Karên Şandiyan 20:35).

6. Em çawa dikarin “mêvanperwer” bin? (Îbranî 13:2, 16; li resim jî binêre.)

6 Birayên “mêvanperwer” ne tenê ji bo dostên xwe, lê ji bo kesên din jî qenciyê dikin (1. Petrûs 4:9). Çavkaniyek li ser kesekî mêvanperwer wisa dibêje: “Gerek deriyê mala wî – û dilê wî – ji kesên nenas re vekirî be.” Ji xwe bipirse: “Gelo xwişk û bira min wek kesekî mêvanperwer nas dikin?” (Îbranî 13:2, 16 bixwîne). Kesên mêvanperwer çi di destê wan de heye bi mêvanên xwe re parve dikin. Ew kesên feqîr û xwişk û birayên jîr û jêhatî, mesela çavdêrên herêmê û gotarbêjên ku tên civata wan, li mala xwe dikin mêvan (1. Mûsa 18:2-8; Methelokên Silêman 3:27; Lûqa 14:13, 14; Karên Şandiyan 16:15; Romayî 12:13).

Jin û mêrekî mêvanperwer çavdêrekî herêmê û pîreka wî li mala xwe dikin mêvan (Li paragrafa 6an binêre)


7. Rîspiyek çawa dikare nîşan bide ku ew ‘ji pereyan hez nake’?

7 Rîspiyek gerek “ji pereyan hez neke”, yanî gerek ew di jiyana xwe de herî zêde bala xwe nede mal û milk. Halê wî yê madî her çi be jî, gerek ew ji her tiştî zêdetir bala xwe bide Hukimdariya Xwedê (Meta 6:33). Gerek ew wext, qewet û îmkanên xwe ji bo xatirê îbadeta Yehowa, tedarekkirina hewcedariyên malbatê û xizmeta ji civatê re bi kar bîne (Meta 6:24; 1. Yûhena 2:15-17). Ji xwe bipirse: “Nêrîna min a li ser pere çi ye? Gelo ez bi tiştên ku ji bo jiyanê bi rastî lazim in, razî me? Yan gelo aqil û fikra min her tim li ser qezenckirina pere û bidestxistina mal û milk e?” (1. Tîmotêyos 6:6, 17-19).

8. Kesek çawa dikare “terazdar” û “xwegirtî” be?

8 Rîspiyek gerek “terazdar” û “xwegirtî” be, yanî gerek ew di warên wek xwarin, vexwarin, kinc û mijûliyên îstirahetê de terazdar be. Gerek ew nebe xulamê fikir û modayên dinyayê (Lûqa 21:34; Aqûb 4:4). Lazim e ku ew xwînsar bin û li hemberî provokasyonê sakîn bimînin. Wekî din, gerek ew “bi zêdeyî venexwe”. Ka ji xwe bipirse: “Gelo jiyana min nîşan dide ku ez yekî terazdar û xwegirtî me?”

9. Maneya vê ku kesekî ku dixwaze bibe rîspî gerek “aqlê selîm” û “bi rêk û pêk” be, çi ye?

9 Kesekî “aqlê selîm” her tim prensîpên Kitêba Pîroz tîne ber çavê xwe. Ew li ser wan prensîpan kur difikire, û ew bûye kesekî fehmdar û bihîkmet. Ew zû bi zû qeraran nade, lê ew pêşî rind difikire ka mesele çi ye (Methelokên Silêman 18:13). Di netîceyê de, ew li ser esasê nêrîna Yehowa qerarên terazdar dide. Rîspiyek gerek “bi rêk u pêk” be û her tiştî di wextê de bike. Divê ew pêbawer be û li gor telîmatan hereket bike. Bi saya van xisûsiyetan, kesek dikare navekî baş qezenc bike. Niha, bila em bala xwe bidinê ku li gor Kitêba Pîroz, gerek serê malbatê yekî çawa be.

BI AWAYEKÎ BAŞ LI MALBATA XWE XWEDÎ DERKEVE

10. Birayek çawa dikare “bi awayekî baş li malbata xwe xwedî derkeve”?

10 Eger tu zewicî yî û dixwazî bibî rîspî, lazim e ku halê malbata te jî baş be. Kitêba Pîroz dibêje ku gerek kesekî ku dixwaze bibe rîspî “bi awayekî baş li malbata xwe xwedî derkeve”. Maneya vê ev e ku gerek tu li malbata xwe baş binêrî û ji bo xêra malbata xwe qerarên baş bidî. Mesela, gerek tu îbadeta malbatê derbas bikî û alî maliyên xwe bikî ku ew herin civînan û mizgîniyê belav bikin. Ev yek çima muhîm e? Pawlosê şandî wisa gotibû: “Eger zilamek nizane ku çawa li malbata xwe xwedî derkeve, ewê çawa li civata Xwedê xwedî derkeve?” (1. Tîmotêyos 3:5, NWT).

11-12. Hal û hereketên malbatê çawa ser vê yekê tesîr dike ka birayek dikare bibe rîspî yan na? (Li resim jî binêre.)

11 Ji bo birayekî ku dixwaze bibe rîspî, Kitêba Pîroz dibêje ku gerek “zarokên wî gerek bi sergiranî guhdariya wî bikin”, yanî gerek zarokên wî, yên ku hê negihîştî ne, guhdar bin. Loma, lazim e ku tu zarokên xwe bi dilovanî hîn bikî û perwerde bikî. Zarok helbet hez dikin ku kêfê bikin û bilîzin. Lê dîsa jî, gerek ew guhdar, hurmetdar û biterbiye bin. Wekî din, lazim e ku tu çi ji destê te tê bikî ku ew bibin dostên Yehowa, li gor prensîpên Kitêba Pîroz bijîn û ber bi vaftîzbûnê ve herin.

12 “Gerek … zarokên wî wek kesên bêedeb yan serhildêr nayên sûcdarkirin.” Eger zarokekî bawermend gunehekî giran bike, ev yek wê çawa ser bavê wî tesîr bike? Eger bav zarokê xwe têra xwe perwerde û terbiye nekiriye, ewê bi îhtimaleke mezin nikaribe bibe rîspî (li Birca Çavdêriyê, 15 Cotmeh 1996, rûp. 21, par. 6-7, bi zimanê Îngilîzî binêre).

Bira gerek zarokên xwe di rêya Yehowa de perwerde bikin (Li paragrafa 11an binêre)


JI CIVATÊ RE XIZMET BIKE

13. Tu çawa dikarî nîşan bidî ku tu ne kesekî “serhişk” î, lê “maqûl” î?

13 Birayên ku xwediyê sifetên baş in ji bo civatê pir bifeyde ne. Kesekî “maqûl” aştiyê bi pêş dixe. Eger tu dixwazî wek kesekî maqûl bêyî dîtin, guh bide kesên din û hazir be ku nêrînên wan qebûl bikî. Mesela, eger piraniya rîspiyan piştgiriya qerareke wisa bikira, a ku ne li dijî prensîpên Kitêba Pîroz e, lê ne li gor dilê te ye, gelo teyê destek bidaya vê qerarê? Wekî din, kesekî ku dixwaze bibe rîspî gerek “serhişk nebe”, yanî gerek ew tim ser ya xwe nesekine. Pir muhîm e ku tu guh bidî fikir û nêrînên kesên din (1. Mûsa 13:8, 9; Methelokên Silêman 15:22). Ji xeynî vê, lazim e ku rîspiyek “şerok nebe” û “zû hêrs nekeve”. Yanî, gerek tu ne sert yan serhişk, lê nazik bî. Gava problemek derdikeve, gerek tu “aştîhez” bî û xîret bikî ku aştiyê çêkî (Aqûb 3:17, 18). Eger kesek ji Şahidên Yehowa hez nake jî, îhtimal heye ku gotinên nazik hêrsa wî deynin (Serweran 8:1-3; Methelokên Silêman 20:3; 25:15; Meta 5:23, 24).

14. Maneya vê ku gerek rîspiyek “dilsoz” be û “ne kesekî wisa be, yê ku nû hatiye ser rêya rastiyê”, çi ye?

14 Ji bo ku birayek wek rîspî bê tayînkirin, gerek ew “ne kesekî wisa be, yê ku nû hatiye ser rêya rastiyê”. Helbet ne lazim e ku tu bi gelek salan vaftîzbûyî bî, lê dîsa jî, wext lazim e ku tu di rêya rastiyê de pêş bikevî. Berî ku tu wek rîspî bêyî tayînkirin, gerek tu îsbat bikî ku tu wek Îsa Mesîh dilnizm î û hazir î ku li bendê bisekinî heta ku Yehowa hin mesûliyetan bide te (Meta 20:23; Filîpî 2:5-8). “Dilsoz” be, yanî xwe li Yehowa û rêya wî bigire û li gor rêberiya ku bi destê teşkîlata wî tê dayîn, hereket bike (1. Tîmotêyos 4:15).

15. Gelo lazim e ku rîspiyek gotarbêjekî bêqisûr be?

15 Li gor Nivîsarên Pîroz, lazim e ku çavdêr ‘xwediyê hunera hînkirinê bin’. Gelo ev yek tê maneya ku gerek tu gotarbêjekî bêqisûr bî? Na. Gelek rîspiyên jîr û jêhatî ne gotarbêjên pir baş in, lê ew di xizmetê de û di ziyaretên şivantiyê de bi awayekî tesîrdar xeber didin (li 1. Korîntî 12:28, 29 û Efesî 4:11 jî binêre). Dîsa jî, gerek tu bi dewamî li ser hunera hînkirinê bixebitî. Gelo tu çawa dikarî bibî mamosteyekî baştir?

16. Tu çawa dikarî bibî mamosteyekî baş? (Li resim jî binêre.)

16 “Xwe … li xebera pêbawer bigire.” Ji bo ku tu bibî mamosteyekî baş, gerek tu li ser esasê Kitêba Pîroz hîn bikî û şîretan bidî. Ji bo vê, Kitêba Pîroz û weşanên me rind lêkolîn bike (Methelokên Silêman 15:28; 16:23). Gava tu lêkolîn dikî, rind bala xwe bidê ku weşanên me Nivîsarên Pîroz çawa zelal dikin. Wexta ku tu hîn dikî, xîret bike ku tu bigihîjî dilê guhdaran. Ji bo ku tu hunera xwe ya hînkirinê bi pêş bixî, ji rîspiyên bitecrûbe tewsiyeyan bixwaze û li gor wan hereket bike (1. Tîmotêyos 5:17). Lazim e ku rîspî hem ‘teşwîqê bidin’ xwişk û birayan hem jî wan carinan ‘serrast bikin’. Gerek rîspî vêya her tim bi nezaket bikin. Eger tu wek Mamosteyê Mezin Îsa Mesîh nazik û dilovan bî û li ser esasê Kitêba Pîroz hîn bikî, tuyê bibî mamosteyekî baş (Meta 11:28-30; 2. Tîmotêyos 2:24).

Alîkarekî civatê ji rîspiyekî bitecrûbe dipirse ku gerek ew çawa li ser esasê Kitêba Pîroz hîn bike. Paşê, alîkarê civatê gotara xwe li ber neynikê prova dike (Li paragrafa 16an binêre)


DEV JI XÎRETA XWE BERNEDE

17. (a) Gerek alîkarên civatê bi dewamî çi bikin? (b) Gava rîspî qerarê didin ka birayekî wek rîspî pêşniyaz bikin yan na, gerek ew çi ji bîr nekin? (Li çarçoveya bi navê “ Qerarên Maqûl Bidin” binêre.)

17 Gava alîkarên civatê dibînin ku çi lazim e ku ew bibin rîspî, dibe ku ew bifikirin ku ev yek pir zor e. Lê belê, ji bîr neke ku Yehowa û teşkîlata wî ne li bendê ne ku tu hemû xisûsiyetan bi awayekî bêqisûr pêk bînî (1. Petrûs 2:21). Wekî din, ruhê pîroz wê alî te bike ku tu van xisûsiyetan bi pêş bixî (Filîpî 2:13). Eger tu dixwazî li warekî pêş bikevî, ji Yehowa re dua bike, li ser vê mijarê lêgerînê bike û ji rîspiyan tewsiyeyan bixwaze ku tu çawa dikarî zêdetir pêş bikevî.

 18. Wê baş be ku hemû alîkarên civatê çi bikin?

18 Eger em jixwe bûne rîspî jî, bila em gişt dewam bikin ku di warên nîşandayî de pêş bikevin (Filîpî 3:16). Gelo tu alîkarê civatê yî? Îcar xîret bike ku tu bibî rîspî! Ji Yehowa rica bike ku bila ew te perwerde bike ku tu bikarî bi awayekî hê jî baştir ji wî re û ji civatê re xizmet bikî (Îşaya 64:8). Bila Yehowa xîreta te bereket bike!

KILAM 101 Yekîtiyê Biparêze

a “Ev gotin pêbawer e: Zilamekî ku xîret dike ku bibe çavdêr, li karekî baş digere. Gerek tu sebeb tune be ku kesek li ser çavdêrekî xerab xeber bide, gerek ew tenê bi jinekê re zewicî be, gerek ew terazdar, aqlê selîm, bi rêk û pêk, mêvanperwer û xwediyê hunera hînkirinê be, bi zêdeyî venexwe, zordar nebe, lê maqûl be, şerok nebe, ji pereyan hez neke, bi awayekî baş li malbata xwe xwedî derkeve, zarokên wî gerek bi sergiranî guhdariya wî bikin (çimkî eger zilamek nizane ku çawa li malbata xwe xwedî derkeve, ewê çawa li civata Xwedê xwedî derkeve?), ne kesekî wisa be, yê ku nû hatiye ser rêya rastiyê, da ku qure nebe û nekeve hukmê ku wê ji Îblîs re bê dayîn. Wekî din, gerek kesên li derve jî li ser wî baş xeber bidin, da ku lome li wî neyê kirin û ew nekeve dafikeke Îblîs” (1. Tîmotêyos 3:1-7, NWT).

“Min tu li Girîtê hiştî, da ku tu kêmasiyan serrast bikî û wek min ji te re gotibû, li her bajarî rîspiyan tayîn bikî. Gerek rîspî zilamekî wisa be, yê ku nayê sûcdarkirin, tenê bi jinekê re zewicî ye û zarokên wî wek kesên bêedeb yan serhildêr nayên sûcdarkirin. Çimkî wek xizmetkarê Xwedê, gerek çavdêr neyê sûcdarkirin, gerek ew serhişk nebe, zû hêrs nekeve, bi zêdeyî venexwe, zordar nebe û li pey qezenca neheq nekeve, lê mêvanperwer, qencîhez, aqlê selîm, rast, dilsoz û xwegirtî be, gerek ew xwe ji aliyê hunera hînkirinê ve li xebera pêbawer bigire, da ku ew bikare hem bi hînkirina bifeyde teşwîqê bide hem jî kesên ku li dijî hînkirina bifeyde xeber didin, serrast bike” (Tîtos 1:5-9, NWT).