Here Naverokê

Here naverokê

SERPÊHATÎ

Di Wexta Şer û Aştiyê de, Yehowa Qewet Dida Me

Di Wexta Şer û Aştiyê de, Yehowa Qewet Dida Me

Paul: Meha 11an a sala 1985an, em ji bo tayîna xwe ya pêşîn derbasî Lîberyayê bûn, û em gelek biheyecan bûn! Teyare li Senegalê sekinî, û Anneyê wisa got: “Saetek bi şûn de, emê bigihîjin Lîberyayê!” Lê hingê, îlanek hat ku li Lîberyayê, serhildaneke li hemberî hukûmetê çêbû û ji ber vê yekê, teyare nikare derbasî wê derê bibe. Deh roj, em li Senegalê li cem hin mizgînvanên wezîfedar man. Me di nûçeyan de bihîst ku li Lîberyayê gelek kes hatin kuştin, û hukûmetê îzin nedida ku mirov bi şev derkevin kolanê. Her kesî ku bi ya hukûmetê nedikir, dihat kuştin!

Anne: Em bi eslê xwe ji macerayan hez nakin. Heta, ji zarokatiya min ve ji min re dibêjin “Tirsonek”. Heta, wexta ku ez ji kolanê re derbas dibim, tirs dikeve dilê min! Dîsa jî, me pir dixwest herin Lîberyayê.

Paul: Ez û Anne, em li rojavaya Îngilîstanê hatin dinyayê. Malên me pir nêzîkî hev bûn. Dê û bavê min û diya Anneyê em teşwîq dikirin ku em xizmeta pêşengiyê bikin, loma me piştî xelaskirina mektebê dest bi pêşengiyê kir. Ji ber vê qerara me, dê û bavê me gelekî kêfxweş bûn. Gava ez 19 salî bûm, min dest bi xizmeta Beytelê kir. Piştî ku em di sala 1982yan de zewicîn, Anne jî hat Beytelê.

Mezûniyeta ji Gîleadê, 8 Îlon 1985

Anne: Me ji xizmeta Beytelê pir hez dikir, lê me tim dixwest herin cihekî ku mizgînvan lê kêm in. Di Beytelê de, hin hevalkarên me berê mizgînvanên wezîfedar bûn. Wan daxwaza me ku em jî bibin mizgînvanên wezîfedar hê jî xurttir dikir. Sê sal, me her êvarê ji bo vê yekê dua dikir. Îcar, gava em di sala 1985an de ji bo sinifa 79an a Mekteba Gîleadê hatin dawetkirin, em ji kêfan firiyan. Piştî xelaskirina Gîleadê, teşkîlatê em şandin Lîberyayê.

HEZKIRINA XWIŞKA Û BIRAYAN QEWET DIDA ME

Paul: Gava rê vebû, em di cih de bi teyareyê çûn Lîberyayê. Li wê derê mirov pir ditirsiyan, û hê jî îzin tune bû ku mirov bi şev derkevin kolanê. Carinan, gava erebeyan deng derdixist, mirov ditirsiyan û ji meydanan direviyan. Ji bo ku em dilê xwe rehet bikin, me her êvarê kitêba Zebûrê dixwend. Di wî welatî de halê me çi qas zehmet bû jî, me ji wezîfeya xwe pir hez dikir. Anne her roj diçû xizmetê, û min li Beytelê xizmet dikir. Hevalkarê min John Charuk bû. Ji ber ku ew gelek sal li Lîberyayê dijiya û ji halê xwişk û birayan baş fehm dikir, ez ji wî gelek tiştan hîn bûm.

Anne: Bi saya xwişk û birayan, me ji wezîfeya xwe ya li Lîberyayê pir hez dikir. Îmana wan pir xurt bû, û ew pir dilgerm bûn. Me xwe aîdî wan hîs dikir, û ew bûn malbata me. Şîretên wan ên baş em di baweriyê de xurt dikirin. Belavkirina mizgîniyê pir hêsan bû. Gava lazim dibû em ji xwediyê malê xatirê xwe bixwazin, ew pir dixeyîdîn! Li her derê, mirovan li ser Kitêba Pîroz sohbet dikir, û pir hêsan bû em tev li sohbetên wan bibin. Ew qas xwendekarên me hebûn ku wexta me têra wan hemûyan nedikir. Me wexteke pir xweş derbas dikir!

GAVA EM DILTENG DIBÛN, YEHOWA QEWET DIDA ME

Beytela Lîberyayê, 1990: Xwedîderketina li penaberan

Paul: Çar sal, li Lîberyayê hizûr hebû. Lê di sala 1989an de şerê hundirîn dest pê kir. Di meha heftan a sala 1990î de, eskerên serhildêr cihên li derdora Beytelê bin dest kir. Sê meh, ne mumkin bû em xwe bigihînin kesên li derveyî Beytelê – ne malbatên xwe, ne jî merkeza cîhanî. Li welêt anarşî û xela hebû, û gelek jin hatin tecawizkirin. Tevlihevî li temamiya Lîberyayê belav bû û 14 sal dewam kir.

Anne: Mirovên ji hin eşîran bi hev re şer dikir û hevdû dikuştin. Şervanan kincên ecêb li xwe dikirin û di her kolanê de malên xelkê talan dikirin. Ji bo hin kesan, kuştina însanan wek şerjêkirina mirîşkan hêsan bû. Di nuqteyên kontrolê de gelek kes dihatin kuştin, û cesedên wan li ser hev top dibûn. Tiştên wisa nêzîkî Beytelê jî çêdibûn. Çi heyf e ku hin xwişk û birayên me jî hatin kuştin, û di nav wan de du mizgînvanên wezîfedar jî hebûn.

Hin kesan canê xwe jî dixist talûkeyê ji bo ku xwişk û birayên ji eşîrên din biparêzin. Mizgînvanên wezîfedar û Beytelvanan jî wisa dikir. Di Beytelê de hin xwişk û bira li qata jêrîn, û hin kes jî li odeyên me yên li qata jorîn diman. Heft kes bi me re di odeya me de diman.

Paul: Her roj, şervanan hewl dida ku bikevin Beytelê. Wan dixwest bibînin ka em kesên din tê de vedişêrin yan na. Çar nobedarên me hebûn. Du kesan ji pencereyê dinêrî, û du kes diçûn ber dergeh. Gava kesên li ber dergeh destên xwe li pêşiya xwe digirtin, me fehm dikir ku her tişt baş e. Lê gava wan destên xwe li pişta xwe digirtin, me fehm dikir ku şervan bi hêrs in. Hingê kesên li ber pencereyê xwişk û bira zû vedişartin.

Anne: Piştî gelek hefteyan, komeke şervanan bi zorê ketin Beytelê. Ez û xwişkeke din, em ketin hemamê, û me derî kilîd kir. Di hemamê de dolabeke bi deriyekî veşartî hebû. Xwişka me xwe tê de veşart. Şervan bi çekên xwe li pey min hatibûn qata jorîn. Ew bihêrs bûn û li deriyê hemamê xist. Paul xîret kir ku rêyê li ber wan bigire û wisa got: “Xanima min di hemamê de ye!” Veşartina xwişkê û eyarkirina refan hem wext kişand hem jî îşekî bideng bû, loma tirseke ew qas mezin ket dilê min ku temamiya bedena min hejiya. Lazim bû ku ez sakîn bibim û deriyê hemamê vekim, lê çawa? Min ji Yehowa re dua kir, û wî alî min kir. Min derî vekir û bi dilekî rehet silav da wan. Şervanekî ez dehf dam aliyekî, ket hundir û her tişt serûbin kir, lê wî tu tiştek nedît. Ew û şervanên din derbasî odeyên din jî bûn, lê li wan deran jî, wan tiştek nedît.

RASTIYÊ DI TARIYÊ DE ŞEWQ DIDA

Paul: Çend meh, xwarina me pir kêm bû, lê têr û tije xwarina me ya ruhî hebû. Carinan taştêya me tune bû, lê îbadeta sibehê wek taştêyeke ruhî bû. Vê yekê gelek qewet dida me.

Eger em derketana ku ji xwe re av û xwarinê bikirin, emê mecbûr bimana ku kesên ku xwe di Beytelê de vedişart tenê bihêlin. Gelek caran Yehowa tiştên ku ji me re lazim bûn qey bi mucîze didan me. Yehowa li me xwedî derdiket û alî me dikir ku em dilrehet bimînin.

Halê welêt her çi qas xerabtir dibû jî, ronahiya rastiyê qewet û hêvî dida me. Dîsa û dîsa lazim bû ku xwişk û bira birevin, lê îmana wan xurt bû û ew bihizûr bûn. Gelek kesan digot ku ev halê zehmet wan ji bo tengasiya mezin hazir dike. Rîspiyên civatê û birayên ciwan bi dilekî xurt destek dida xwişk û birayan. Xwişk û birayên ku mecbûr man ku birevin, bi hev re diman û dev ji belavkirina mizgîniyê nedidan. Wan di daristanan de cihên ji bo îbadetê çêdikirin û civîn derbas dikirin. Di wan wextên çetin de, xwişk û birayan ji civînan û ji belavkirina mizgîniyê qewet û teşwîq distand. Gava me malzemeyên alîkariyê belav dikirin, hin xwişk û birayan ji me ne kinc, lê çenteyên ji bo xizmetê xwest. Kesên ku gelek tiştên xerab dîtibûn hazir bûn ku guh bidin mizgîniyê. Ew ecêbmayî man ku Şahidên Yehowa di wan wextên xerab de çi qas dilxweş in. Ronahiya xwişk û birayan di wê tariyê de şewq dida (Meta 5:14-16). Ji ber xîreta xwişk û birayan, hin şervanên zordar jî bûn Şahidên Yehowa.

GAVA EM XEMGÎN DIBÛN YEHOWA QEWET DIDA ME

Paul: Carinan lazim bû ku em ji welêt derkevin – sê caran ji bo wexteke kin û du caran ji bo salekê. Mizgînvaneke wezîfedar wisa got: “Li Gîleadê ji me re gotibûn ku gerek em bi temamiya dilê xwe ji xwişk û birayan hez bikin, û me jî wisa kir. Îcar gava me xatirê xwe ji wan dixwest, em pir xemgîn dibûn.” Halê me jî bi rastî wisa bû. Dîsa jî, fersenda me hebû ku em ji welatên din destekê bidin xwişk û birayên li Lîberyayê.

1997: Dîsa li Lîberyayê

Anne: Meha pêncan a sala 1996an, em bi du kesên din re bi erebeya Beytelê ketin rê. Erebe tijî dosyayên muhîm ên li ser xizmeta li Lîberyayê bû. Me xwest derbasî aliyê din ê bajêr bibin, çimkî li wê derê hal baştir bû. Lê ji nişka ve, şervanan hicûmî me kir. Wan gule avêtin hewayê, em dan sekinandin û em kişandin derve, lê Paul hê di hundirê erebeyê de bû. Paşê ew bi wî re çûn. Em şok bûn. Ji nişka ve Paul ber bi me ve hat. Ser eniya wî xwîn hebû. Pêşî, em fikirîn ku gule ketibû serê wî, lê paşê, me fehm kir ku eger wisa bûya, wiyê nikaribûya bimeşiya. Sebebê birîna wî ev bû ku gava şervanekî ew ji erebeyê avêt, wî lêxistibû. Şikir ku tenê birîneke biçûk bû.

Me kamyoneke eskeran dît, a ku tijî mirovan bû. Me jî xwest lê siwar bin, lê tê de cih nemabû. Loma me xwe ji derve li kamyonê girt. Kamyon ew qas zû çû ku hindik ma ku em jê bikevin. Me ji şofor rica kir ku ew bisekine, lê ew pir ditirsiya û dewam kir. Çi qas zor bû jî me xwe li kamyonê girt. Gava kamyon gihîşt hedefa xwe, em ew qas westiyayî bûn ku dest û lingên me dihejiya.

Paul: Ji xeynî kincên me yên çirandî, di destê me de tu tişt nemabû. Me bawer nedikir ku em hê sax in! Şevê, em li cem helîkopterekê raketin. Roja din, helîkopterê em birin Sierra Leoneyê. Em kêfxweş bûn ji ber ku em sax man, lê me xema xwişk û birayên li Lîberyayê dixwar.

LI HEMBERÎ PROBLEMÊN DIN YEHOWA QEWET DIDA ME

Anne: Gava em gihîştin Beytela Sierra Leoneyê, em êdî di emniyetê de bûn, û xwişk û bira li me xwedî derketin. Lê carinan, ji nişka ve bîranînên xerab diketin serê min. Bi roj, ez pir ditirsiyam û serê min gêj dibû. Bi şev, ez ji nişka ve bi tirseke mezin hişyar dibûm, û min zor nefes distand. Paul ez hembêz dikirim û bi min re dua dikir. Heta ku ez sakîn dibûm, me bi hev re kilamên ji bo pesnê Yehowa digotin. Ez difikirîm ku ez dîn dibim û êdî nikarim xizmeta xwe wek mizgînvaneke wezîfedar dewam bikim.

Lê piştî vê, tiştekî pir xweş qewimî. Ez vê yekê qet ji bîr nakim. Di eynî hefteyê de du kovarên nû ketin destê me. Di kovara Hişyar Bin! (8 Hezîran 1996) de, meqaleyeke bi navê “Ez Çawa Dikarim li hemberî Atakên Panîkê ber Xwe Bidim?” hebû. Bi alîkariya vê meqaleyê, min ji halê xwe fehm kir. Meqaleya din di Birca Çavdêriyê de (15 Gulan 1996) derket. Navê meqaleyê “Ew ji Ku Derê Qewetê Distînin?” bû. Tê de resmekî perperokeke birîndar hebû. Eger baskên wan birîndar bin jî, ew dikarin bifirin û xwarinê bixwin. Bi eynî awayî, em jî dikarin bi alîkariya ruhê pîroz li gel dilekî birîndar li ser lingan bisekinin û alî kesên din jî bikin. Bi destê van meqaleyan, Yehowa di wexta rast de qeweta lazim da min (Meta 24:45). Li ser vê mijarê, ez li meqaleyên din jî digeriyam, û min ew top kirin. Bi zeman re, semptomên min ên stresa piştî trawmayê kêmtir dibûn.

YEHOWA JI BO TAYÎNEKE NÛ QEWET DA ME

Paul: Her ku fersend diket destê me ku em vegerin Lîberyayê, em gelekî kêfxweş bûn. Dawiya sala 2004an, em êdî nêzîkî 20 salan di tayîna xwe de bûn. Şer jî êdî xelas bûbû. Ji bo avahiyên buroyê planên nû hebûn. Lê wê demê, me ji nişka ve tayîneke nû stand.

Ev yek ji bo me pir zehmet bû, çimkî me ji xwişk û birayan hez dikir, û me nedixwest ji wan dûr bikevin. Lê gava me qerar dabû ku herin Mekteba Gîleadê û ji malbatên xwe dûr bin, me dîtibû ku Yehowa çawa alî me dike. Loma me tayîna nû qebûl kir, û em çûn Ganayê.

Anne: Gava em ji Lîberyayê derketin, em pir giriyan. Lê birayekî emirmezin û bihîkmet wisa got: “Gerek hûn me ji bîr bikin! Em dizanin ku hûn ji me hez dikin, lê madem ku tayîna we ji Yehowa tê, gerek hûn êdî bi dil û can bala xwe bidinê û ji xwişk û birayên li Ganayê hez bikin.” Li Ganayê, me tu kes nas nedikir û her tişt ji bo me nû bû, lê gotinên wî birayî dilê me xurt kir.

Paul: Pir wext derbas nebû ku me ji xwişk û birayên li Ganayê pir hez kir. Li wê derê gelek mizgînvan hebûn! Em ji dilsozî û baweriya wan gelek tişt hîn bûn. Me 13 sal li Ganayê xizmet kir. Piştî vê me dîsa tayîneke nû stand. Em hatin şandin buroya Afrîkaya rojhilat, a ku li Kenyayê ye. Rast e, me bêriya xwişk û birayên li Gana û Lîberyayê dikir, lê belê, me ji xwişk û birayên li Kenyayê hemen hez kir. Li Kenyayê, îş pir e û heta îro jî em li vir in.

Herêma buroya Afrîkaya rojhilat, 2023: Bi hevalên nû re

EM ÇI HÎN BÛNE?

Anne: Di jiyana min de gelek zehmetî hatin serê min. Rewşên wisa dikarin ser sihet û qeweta me tesîr bikin. Yehowa me her tim ji rewşên wisa naparêze. Gava ez dengê çekan dibihîzim, êş dikeve nav dilê min û destên min sist dibin. Lê ez hîn bûme ku xwe bispêrim alîkariya Yehowa û desteka xwişk û birayan. Eger em bi dewamî lêkolîn bikin, dua bikin û herin civînan, Yehowa dikare alî me bike ku em di tayîna xwe de bimînin.

Paul: Hin kes wisa dipirsin: “Gelo tu ji tayîna xwe hez dikî?” Hin welat bedew in, lê carinan, halê welatekî dikare biguhere. Loma, em herî zêde ne ji welatan, lê ji xwişk û birayên ezîz hez dikin. Kok û kultura me her çi qas ji hev cuda be jî, em gişt ji Yehowa hez dikin. Hedefa me ev bû ku em dilê wan xurt bikin, lê bi eslê xwe wan dilê me xurt kir.

Malbata me ya cîhanî bi rastî jî mucîzeyeke ji Yehowa ye! Her cara ku em mala xwe bar dikin, em vê yekê dibînin. Heta ku em aîdî civatekê dimînin, em bê xwedî nînin. Çi dibe bila bibe, eger em xwe bispêrin Yehowa, ewê qeweta ku ji me re lazim e bide me (Filîpî 4:13).