Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 44

KILAM 33 Barê Xwe ji Yehowa re Bihêle

Em Çawa Dikarin li hemberî Neheqiyê Sebir Bikin?

Em Çawa Dikarin li hemberî Neheqiyê Sebir Bikin?

“Bila xerabî te bindest neke; lê belê tu bi qenciyê xerabiyê bindest bike” (ROMAYÎ 12:21).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Emê bibînin ku gava em rastî neheqiyê tên, gerek em çi bikin ku halê me hê jî xerabtir nebe.

1-2. Em dikarin ji aliyê kê ve rastî neheqiyê bên?

 CAREKÊ, Îsa Mesîh çîrokeke li ser jinebiyekê vegot, a ku bi dewamî ji hakimekî edalet dixwest. Şagirtên Îsa Mesîh bê şik ji halê vê jinebiyê rind fehm dikir, çimkî wê demê, xelk gelek caran rastî neheqiyê dihat (Lûqa 18:1-5). Ev çîrok ji bo me jî bimane ye, çimkî em jî carinan rastî neheqiyê tên.

2 Ji ber ku dinya tijî pêşhukim, bêedaletî û zordariyê ye, em şaş namînin ku em ji aliyê kesên ku Yehowa nas nakin ve rastî neheqiyê tên (Waiz 5:8). Lê belê, gava xwişk yan birayek neheqiyê li me dike, em ecêbmayî dimînin. Xwişk û birayên me helbet ne dijminên rastiyê ne. Problem tenê ev e ku ew qisûrdar in. Îcar gerek em çi bikin? Bila em bala xwe bidinê ku Îsa Mesîh li hemberî neheqiya muxalifan çi dikir û wî ji xwe re bikin emsal. Madem ku em li hemberî neheqiya muxalifan sebir dikin, ma ne lazim e ku em li hemberî xwişk û birayan jî sebir bikin? Gava em ji aliyê kesên ku Yehowa nas nakin ve yan ji aliyê xwişk û birayan ve rastî neheqiyê tên, Yehowa li vê yekê çawa dinêre? Gelo ew bi halê me eleqedar e?

3. Yehowa li neheqiya ku tê serê me çawa dinêre?

3 Gava em rastî neheqiyê tên, Yehowa aciz dibe, çimkî ew ji rastî û edaletê hez dike (Zebûr 37:28). Wek Îsa Mesîh gotibû, di wexta rast de, Yehowa wê edaletê pêk bîne (Lûqa 18:7, 8). Di demeke nêzîk de, ewê her zerara ku me dîtiye telafî bike û neheqiyê ji holê rake (Zebûr 72:1, 2).

4. Yehowa çawa alî me dike?

4 Heta roja ku edalet wê êdî çêbe, Yehowa alî me dike ku em li hemberî neheqiyê sebir bikin (2. Petrûs 3:13). Mesela, ew hînî me dike ku em li hemberî neheqiyê tiştekî nebaş nekin, da ku halê me hê jî xerabtir nebe. Di Kitêba Pîroz de, Yehowa nîşanî me dide ku Îsa Mesîh li hemberî neheqiyê çi dikir. Wekî din, ew ji me re dibêje ku gava neheqî çêdibe, em dikarin çi bikin.

LI HEMBERÎ NEHEQIYÊ TIŞTEKÎ NEBAŞ NEKE

5. Gava em rastî neheqiyê tên, gerek em çi nekin?

5 Dibe ku em ji ber neheqiyê pir aciz û xemgîn bin (Waiz 7:7). Mesela, halê Eyûb û Habaqûq jî wisa bû (Eyûb 6:2, 3; Habaqûq 1:1-3). Dîsa jî, gerek em hay ji xwe hebin ku em li hemberî neheqiyê tiştekî nebaş nekin.

6. Em ji serpêhatiya Abşalom çi hîn dibin? (Li resim jî binêre.)

6 Gava kesek li me yan li hezkiriyên me neheqiyê dike, dibe ku em bixwazin heyfa xwe ji wî hilînin. Lê belê, eger em wisa bikin, mesele dikare hê jî xerabtir bibe. Ka serpêhatiya Abşalom bîne bîra xwe. Gava xwişka wî Tamar ji aliyê kurê bavê xwe Amnon ve hat xerakirin, Abşalom pir hêrs ket. Li gor Qanûna Mûsa, Amnon gerek ji bo vî sûcî bihata kuştin (3. Mûsa 20:17). Helbet normal bû ku Abşalom hêrs ket, lê belê heqê wî tune bû ku birayê xwe bikuje (2. Samûyêl 13:20-23, 28, 29).

Gava Tamar rastî neheqiyê hat, Abşalom bi hêrs hereket kir (Li paragrafa 6an binêre)


7. Neheqiyê ji bo demekê çawa ser xizmetkarekî Yehowa tesîr dikir?

7 Gava wisa xuya dike qey kesên ku neheqiyê dikin bêceza dimînin, dibe ku em ji xwe bipirsin ka bi rastî jî hêja ye ku em dîsa jî ya rast bikin. Di demên berê de, xizmetkarekî Yehowa didît ku însanên baş rastî neheqiyê tên, lê kesên ku neheqî dikir kêfxweş xuya dikin. Wî got: “Yên xerab, hergav rihet in” (Zebûr 73:12). Neheqiya ku wî didît ew pir aciz dikir, û hindik ma ku wî feydeyên xizmeta Yehowa êdî nedîtana. Wî got: “Ez fikirîm, ka ez çawa aqil dibim vê yekê, û li ber çavê min zor hat” (Zebûr 73:14, 16). Vê yekê ser wî çawa tesîr dikir? Wî got: “Lingên min, li ber terpilînê bûn, gavên min li ber şemitînê” (Zebûr 73:2). Tiştekî mîna vê hat serê birayekî bi navê Alberto a jî.

8. Neheqiyê çawa ser birayekî tesîr kir?

8 Alberto bi neheqî hat sûcdarkirin ku wî pereyê civatê diziye. Ji ber vê yekê, wî îmtiyazên xwe winda kirin, û li civatê, gelek kesên ku ev yek bihîst êdî qedrê wî nedigirt. Ew dibêje: “Ez xemgîn, bihêrs û bêçare bûm.” Xemgîniya wî ser dostaniya wî ya bi Yehowa re jî tesîr kir, û pênc sal ew neçû civînan. Ev serpêhatî nîşan dide ku eger em li hemberî neheqiyekê bi zêdeyî bihêrs bibin, çi dikare çêbe.

ÎSA MESÎH JI XWE RE EMSAL BIGIRE

9. Îsa Mesîh rastî çi neheqiyan hat? (Li resim jî binêre.)

9 Ji aliyê reaksiyona li hemberî neheqiyê ve, Îsa Mesîh mîsaleke bêqisûr hişt. Bîne bîra xwe ku ew hem ji aliyê malbata xwe ve hem jî ji kesên din ve çi qas neheqî didît. Merivên wî digot ku ew dîn bûye, alimên dînî digot ku ew bi cinan ketiye û eskerên Romayî qerfên xwe bi wî kirin û lê xist. Paşê jî wan ew kuşt (Marqos 3:21, 22; 14:55; 15:16-20, 35-37). Dîsa jî, Îsa Mesîh sebir dikir û heyfa xwe ji wan hilnedianî. Gelo em dikarin ji mîsala wî çi dersan bistînin?

Ji aliyê sebirkirina li hemberî neheqiyê ve, Îsa Mesîh mîsaleke bêqisûr hişt (Li paragrafên 9 û 10an binêre)


10. Îsa Mesîh li hemberî neheqiyê çi dikir? (1. Petrûs 2:21-23)

10 1. Petrûs 2:21-23 bixwîne. b Gava em rastî neheqiyê tên, bila em wek Îsa Mesîh hereket bikin. Wî rind dizanibû ku gerek ew kengê bêdeng bimîne û kengê xeber bide (Meta 26:62-64). Wî li ser her derewa ku li ser wî dihat kirin, cewab nedida (Meta 11:19). Gava wî xeber dida, wî li kesên ku zilm li wî dikir, nifir nedikirin û ew tehdîd nedikirin. Îsa Mesîh xwe digirt, çimkî “wî xwe spart wî yê ku bi dadperwerî [yan “bi edalet”] dîwanê dike”. Wî dizanibû ku tiştê herî muhîm ev e ku Yehowa li meseleyan çawa dinêre, û ew bawer bû ku di wexta rast de, Yehowa wê neheqiyê hel bike.

11. Em çawa dikarin hay ji gotinên xwe hebin? (Li resiman jî binêre).

11 Gava neheqî li me tê kirin, bila em mîna Îsa Mesîh hay ji gotinên xwe hebin. Hin neheqî ne ew qas mezin in, û belkî li me hêsan tê ku em çavê xwe ser wan bigirin. Yan jî, dibe ku em dengê xwe nekin, da ku mesele hê jî xerabtir nebe (Waiz 3:7; Aqûb 1:19, 20). Lê carinan belkî lazim e ku em kesekî yan jî rêya rastiyê ji neheqiyê biparêzin (Karên Şandiyan 6:1, 2). Eger lazim be ku em tiştekî bibêjin, bila em bi awayekî sakîn û hurmetdar xeber bidin (1. Petrûs 3:15). c

Gava em rastî neheqiyê tên, bila em wek Îsa Mesîh bi dîqat qerarê bidin ku em kengê û çawa xeber bidin (Li paragrafên 11 û 12an binêre)


12. Em çawa dikarin xwe bispêrin Yehowa?

12 Wek Îsa Mesîh, bila em jî xwe bispêrin Xwedê, yê ku bi edalet hukim dide. Gava kesên din li ser me nerast difikirin yan neheqiyê li me dikin, em bawer in ku Yehowa rastiyê dizane. Ev yek alî me dike ku em sebir bikin, çimkî em dizanin ku dawiya dawîn, Yehowa wê her tiştî serrast bike. Eger em meseleyan bidin destê Yehowa, hêrs û xeyd wê di dilê me de mezin nebin û dilxweşiya me xerab nekin, nebin sebeb ku em tiştekî nebaş bikin û zerarê nedin dostaniya me ya bi Yehowa re (Zebûr 37:8).

13. Çi dikare alî me bike ku em li hemberî neheqiyê sebir bikin?

13 Helbet ji destê me nayê ku em bi awayekî bêqisûr wek Îsa Mesîh hereket bikin. Carinan, dibe ku em hin tiştan bibêjin yan bikin û paşê poşman bin (Aqûb 3:2). Wekî din, hin neheqî dikarin bibin sebebê êş û derdên giran, ên ku wê heta dawiya vê dinyaya xerab derbas nebin. Eger wisa be, bawer be ku Yehowa te derdên te dizane. Wekî din, Îsa Mesîh jî ji halê te rind fehm dike, çimkî ew bi xwe jî rastî neheqiyê hatibû (Îbranî 4:15, 16). Ji xeynî vê ku li ber me mîsala bêqisûr a Îsa Mesîh heye, Yehowa şîretê dide me, da ku em bikarin li hemberî neheqiyê sebir bikin. Ka em bala xwe bidin du ayetên ji nameya ji Romayiyan re.

“RÊ BIDIN XEZEBA XWEDÊ”

14. Maneya vê ku em “rê bidin xezeba Xwedê”, çi ye? (Romayî 12:19)

14 Romayî 12:19 bixwîne. Pawlosê şandî ji şagirtên Îsa Mesîh re gotibû ku bila ew “rê bidin xezeba Xwedê”. Maneya vê ev e ku em li bendê bisekinin heta ku ew li gor qerara xwe û di wexta rast de edaletê bîne. Piştî ku birayekî bi navê John rastî neheqiyê hat, wî got: “Li hemberî neheqiyê, ji bo min ne hêsan bû ku ez xwe bigirim û li gor dilê xwe hereket nekim. Lê Romayî 12:19 alî min kir ku ez li benda Yehowa bisekinim.”

15. Çima bifeyde ye ku em li bendê bisekinin heta ku Yehowa meseleyê safî bike?

15 Kesên ku hewl didin ku meseleyekê bi tena serê xwe safî bikin gelek caran dikevin stresê. Loma, ji bo me baştir be ku em li bendê bisekinin heta ku Yehowa problema me serrast bike. Yehowa qey ji me re dibêje: “Vê neheqiyê ji min re bihêle, ezê her tiştî safî bikim.” Çi lazim be jî, Yehowa soz daye ku ewê vêya bike. Baweriya bi vê yekê alî birayê me John kiriye ku ew sebir bike. Ew dibêje: “Eger ez li benda Yehowa bisekinim, ewê problema min bi awayê herî baş safî bike.”

“BI QENCIYÊ XERABIYÊ BINDEST BIKE”

16-17. Duakirin çawa dikare alî me bike ku em ‘bi qenciyê xerabiyê bindest bikin’? (Romayî 12:21)

16 Romayî 12:21 bixwîne. Wekî din, Pawlosê şandî ji xwişk û birayan re gotibû ku bila ew ‘bi qenciyê xerabiyê bindest bikin’. Di Gotara li ser Çiyê de, Îsa Mesîh wisa gotibû: “Bi dewamî ji dijminên xwe hez bikin, û ji bo yên ku zilmê li we dikin, dua bikin” (Meta 5:44, NWT). Wî bi xwe jî tam wisa kir. Ka bîne ber çavê xwe ku gava eskerên Romayî Îsa Mesîh li ser darê îşkenceyê mix dikir, wî çi qas êş kişand. Tiştên ku hatin serê wî neheqiyeke çi qas mezin bû!

17 Dîsa jî, vê neheqiyê nikaribû Îsa Mesîh bindest bike. Li şûna ku ew nifiran li wan eskeran bike, wî wisa dua kir: “Bavo, wan efû bike, çimkî ew nizanin ku ew çi dikin” (Lûqa 23:34, NWT). Duakirina ji bo kesên ku neheqiyê li me dikin dikare hêrsa me deyne. Heta, duayên wisa dikarin bibin sebeb ku nêrîna me ya li ser kesên ku dilê me êşandiye, biguhere.

18. Duakirinê çawa alî Alberto û John kir ku ew li hemberî neheqiyê sebir bikin?

18 Duakirinê alî birayên me Alberto û John kir ku ew li hemberî neheqiyan sebir bikin. Alberto dibêje: “Min ji bo birayên ku neheqî li min kiribû, dua dikir. Wekî din, min çend caran ji Yehowa alîkarî dixwest ku ez ji ber neheqiya ku hat serê min, bihêrs nemînim.” Îro, Alberto dîsa bi dilsozî ji Yehowa re xizmet dike. John dibêje: “Min gelek caran ji bo birayê ku dilê min êşandibû, dua dikir. Duakirinê alî min kir ku ez bi awayekî objektîf li wî binêrim, bêyî ku ez wî mehkûm bikim. Wekî din, bi saya wan duayan, hizûr ket dilê min.”

19. Heta dawiya vê dinyaya xerab, gerek em çi bikin? (1. Petrûs 3:8, 9)

19 Em nizanin ku heta dawiya vê dinyaya xerab, emê dîsa rastî çi neheqiyan bên. Lê çi dibe bila bibe, bila em her tim dua bikin ku Yehowa alî me bike. Wekî din, gava em rastî neheqiyê tên, bila em wek Îsa Mesîh hereket bikin û xwe li prensîpên Kitêba Pîroz bigirin. Eger em wisa bikin, Yehowa wê bereketên mezin bide me (1. Petrûs 3:8, 9 bixwîne).

KILAM 38 Ewê Me Xurt Bike

a Nav hatiye guhertin.

b Petrûsê şandî behsa vê yekê kir ku hin şagirtên Îsa Mesîh çawa ji aliyê efendiyên xwe yên sert ve yan ji aliyê zilamên xwe yên nebawermend ve rastî neheqiyê dihatin (1. Petrûs 2:18-20; 3:1-6, 8, 9).

c Li ser jw.org, li vîdeoya bi navê Çawa Hizkirin Dibe Berbi Edilaya Rast (bi Kurmanciya Qafkasyayê) temaşe bike.