Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 45

KILAM 138 Porê Spî Taca Rûmetê ye

Ji Gotinên Dawîn ên Kesên Dilsoz Dersan Bistîne

Ji Gotinên Dawîn ên Kesên Dilsoz Dersan Bistîne

“Zanyarî di kalepîran de, fêhmkarî jî di dirêjiya temenê de ye” (EYÛB 12:12).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Eger em guh bidin Yehowa Xwedê, emê hem îro bereketan bistînin hem jî di pêşerojê de jiyana herheyî bistînin.

1. Çima lazim e ku em ji kesên emirmezin hîn bibin?

 EM GIŞT muhtacî rêberiyê ne, da ku em qerarên baş bidin. Em dikarin vê rêberiyê ji rîspiyan û ji xwişk û birayên bitecrûbe bistînin. Eger emrê wan ji yê me pir mezintir be jî, gerek em nefikirin ku modaya şîretên wan êdî derbas bûye. Yehowa dixwaze ku em ji kesên emirmezin hîn bibin û ji tecrûbe, fehmdarî û hîkmeta wan feydeyê bibînin (Eyûb 12:12).

2. Di vê meqaleyê de, emê çi hîn bibin?

2 Di demên berê de, Yehowa bi destê kesên emirmezin rêberiya xizmetkarên xwe dikir û dilê wan xurt dikir. Mesela, Mûsa pêxember, Dawid Padîşah û Yûhenayê şandî bîne ber çavê xwe. Ew di demên cuda de dijiyan, û şert û mercên wan ji hev cuda bûn. Gava mirina wan nêzîk bû, wan şîretên bihîkmet dan kesên ciwan. Her yekî ji wan got ku çi qas muhîm e ku em guh bidin Xwedê. Bi îlhama Yehowa, gotinên wan ên bihîkmet ji bo xêra me di Kitêba Pîroz de hatine nivîsandin. Emrê me çi qas be jî, bila em rind bala xwe bidin şîretên wan (Romayî 15:4; 2. Tîmotêyos 3:16). Di vê meqaleyê de, emê gotinên dawîn ên van sê zilamên extiyar di ber çavan re derbas bikin û bibînin ku em dikarin ji gotinên wan çi dersan bistînin.

“EMRÊ TE DIRÊJ BIBE”

3. Çi mesûliyetên Mûsa pêxember hebûn?

3 Mûsa di temamiya emrê xwe de bi dil û can ji Yehowa re xizmet dikir. Ew pêxember, hakim, fermandar û tarîxzan bû. Mûsa mirovekî bitecrûbe bû. Wî miletê Îsraîlê ji koletiya Misrê derxistibû, û wî gelek mucîzeyên Yehowa bi çavê xwe dîtibûn. Yehowa pênc kitêbên pêşîn ên Kitêba Pîroz, Zebûra 90î û belkî Zebûra 91ê jî ji wî re dabûn nivîsandin. Bi îhtimaleke mezin, wî kitêba Eyûb jî nivîsandibû.

4. Mûsa pêxember xwest dilê kê xurt bike, û çima?

4 Gava Mûsa 120 salî bû û êdî li ber mirinê bû, wî miletê Îsraîlê top kir, da ku tiştên ku wan ji jiyana xwe de dîtibûn bînin bîra wan. Gava Îsraîlî ciwan bûn, wan mucîzeyên Yehowa û fermanên wî yên li dijî Misrê dîtibûn (2. Mûsa 7:3, 4). Ew di nav Behra Sor re derbas bûbûn, û wan helakbûna ordiya Fîrawûn bi çavê xwe dîtibû (2. Mûsa 14:29-31). Li çolê, wan destê Yehowa li ser xwe dîtibû (5. Mûsa 8:3, 4). Niha, ew êdî hazir bûn ku bikevin Welatê Sozdayî, û Mûsa xwest cara dawîn dilê wan xurt bike. a

5. Li gor 5. Mûsa 30:19, 20, Mûsa pêxember ji Îsraîliyan re çi got?

5 Mûsa pêxember çi got? (5. Mûsa 30:19, 20 ji tercûmeya Mizgînî bixwîne). Wî anî bîra wan ku rojên xweş li ber wan in. Bi saya bereketa Yehowa, fersenda wan hebû ku li welatekî bedew û berdar emrekî dirêj bajon. Mûsa ji wan re got ku Welatê Sozdayî cihekî çawa ye: “Welatê bi bajarên baş û mezin ên ku we ava nekirine, bi xaniyên her cure tişt ku we tije nekirine, bi bîrên kolayî yên ku we nekolane, rez û zeytûnên ku we dananîne” (5. Mûsa 6:10, 11, Mizgînî).

6. Xwedê çima îzin da ku miletên din miletê Îsraîlê bindest bikin?

6 Wekî din, Mûsa pêxember ji Îsraîliyan re got ku ji bo ku ew li vî welatê berdar bimînin, gerek ew guh bidin qanûnên Yehowa. Mûsa ji wan re wisa got: “Jiyanê hilbijêre. … Ji Xwedayê xwe Xudan hez bike, guhdariya dengê wî bike û pê ve girêdayî bimîne.” Çi heyf e ku bi zeman re, miletê Îsraîlê ji rêya Yehowa derket. Loma, Xwedê îzin da ku împaratoriya Asûrê û paşê jî împaratoriya Babîlê wan bindest bikin û bibin sirgûnê (2. Qiralan 17:6-8, 13, 14; 2. Dîrokan 36:15-17, 20).

7. Em dikarin ji gotinên Mûsa pêxember çi dersan bistînin? (Li resim jî binêre.)

7 Dersa ji bo me çi ye? Îtaeta ji Xwedê re jiyanê tîne. Wek Îsraîliyên ku li ber şemûga Welatê Sozdayî bûn, em jî li ber şemûga dinyaya nû ne. Di demeke nêzîk de, temamiya erdê wê bibe cenet (Îşaya 35:1; Lûqa 23:43). Wê demê, Îblîs û cinên wî wê êdî tune bin (Peyxam 20:2, 3). Êdî tu kes wê ji aliyê dînên sexte ve neyê xapandin (Peyxam 17:16). Tu kes wê êdî ji aliyê hukimdariyên însanan ve zilmê nebîne (Peyxam 19:19, 20). Însanên xerab wê tune bin (Zebûr 37:10, 11). Hemû însan wê guhdariya qanûnên Yehowa bikin, loma aştî û yekîtî wê hebin, û însan wê ji hevdû hez bikin û îtibara xwe bi hevdû bînin (Îşaya 11:9). Çi hêviyeke xweş! Eger em guhdariya Yehowa bikin, emê bikarin ne tenê bi sedan salan, lê heta hetayê li ceneta li rûyê erdê bijîn! (Zebûr 37:29; Yûhena 3:16).

Eger em guhdariya Yehowa bikin, emê bikarin ne tenê bi sedan salan, lê heta hetayê li ceneta li rûyê erdê bijîn (Li paragrafa 7an binêre)


8. Soza jiyana herheyî çawa alî birayekî me kiriye? (Cihûda 20, 21)

8 Fikirîna li ser soza jiyana herheyî dikare alî me bike ku çi dibe bila bibe, em ji Xwedê re dilsoz bimînin (Cihûda 20, 21 bixwîne). Wekî din, ev soz dikare qewetê bide me, da ku em bi kêmasiyên xwe re micadele bikin. Mizgînvanekî wezîfedar, ê ku gelek sal li Afrîkayê xizmet kiriye, li ser kêmasiyeke xwe ya kûr rûniştî wisa dibêje: “Min fehm kir ku eger ez guh nedim Yehowa, ezê nikaribim jiyana herheyî bistînim. Loma, daxwaza min xurttir bû ku ez bi problema xwe re micadele bikim, û ji bo vê, min ji Yehowa alîkarî xwest. Bi alîkariya wî, ez ji problema xwe filitîm.”

‘TUYÊ BI SER BIKEVÎ’

9. Dawid rastî çi zehmetiyan dihat?

9 Dawid padîşahekî bi nav û deng bû. Wekî din, ew muzîkvan, şair, şervan û pêxember bû. Dawid di jiyana xwe de rastî gelek zehmetiyan hatibû. Gelek sal, ew mecbûr mabû ku ji Saûl Padîşah bireve, ê ku çavnebariya wî dikir û dixwest wî bikuje. Carekê, kurê Dawid Abşalom xwestibû li şûna wî bibe padîşah, loma dîsa lazim bû ku Dawid bireve. Lê belê, li gel kêmasiyên xwe û zehmetiyên din, Dawid heta dawiya emrê xwe ji Xwedê re dilsoz ma. Yehowa ew wek “zilamekî li gor dilê xwe” didît. Ma ne hêja ye ku em guh bidin şîretên wî? (Karên Şandiyan 13:22, NWT; 1. Qiralan 15:5).

10. Dawid çi şîret da kurê xwe Silêman?

10 Mesela, ka binêre ku Dawid çi şîret da kurê xwe Silêman, ê ku piştî wî bû padîşah. Yehowa Silêman hilbijartibû ku ew îbadetgeheke ji bo wî ava bike (1. Dîrokan 22:5). Ev ne îşekî hêsan bû, û Silêman hewceyî alîkariya Yehowa bû. Gelo Dawid ji kurê xwe re çi got?

11. Li gor 1. Qiralan 2:2, 3, Dawid ji kurê xwe Silêman re çi got, û gotinên wî çawa rast derketin? (Li resim jî binêre.)

11 Dawid çi got? (1. Qiralan 2:2, 3 ji tercûmeya Mizgînî bixwîne). Dawid ji kurê xwe re got ku eger ew guhdariya Yehowa bike, ewê di jiyana xwe bi ser bikeve. Wisa jî çêbû. Bi gelek salan, Silêman pir serkeftî bû (1. Dîrokan 29:23-25). Wî îbadetgeheke bedew ava kir û çend kitêbên Kitêba Pîroz nivîsandin, û gotinên wî di çend kitêbên din ên Kitêba Pîroz de jî derbas dibin. Hîkmet û dewlemendiya wî navdar bûn (1. Qiralan 4:34). Lê wek bavê wî Dawid gotibû, ewê ancax bi saya îtaeta ji Yehowa re serkeftî bibûya. Çi heyf e ku gava Silêman extiyar bû, wî dest bi pûtperestiyê kir. Loma Yehowa ew terk kir, û Silêman hîkmeta xwe winda kir û êdî nikaribû bi edalet hukim bajota (1. Qiralan 11:9, 10; 12:4).

Şîretên dawîn, ên ku Dawid dabûn kurê xwe Silêman, nîşanî me didin ku eger em guhdariya Yehowa bikin, ewê hîkmetê bide me ku em bikarin qerarên baş bidin (Li paragrafên 11 û 12an binêre) b


12. Em dikarin ji gotinên Dawid çi hîn bibin?

12 Dersa ji bo me çi ye? Îtaeta ji Xwedê re serkeftinê tîne (Zebûr 1:1-3). Yehowa ji me re helbet soz nedaye ku ewê me wek Silêman dewlemend bike. Lê belê, eger em guhdariya Xwedê bikin, ewê hîkmetê bide me ku em bikarin qerarên baş bidin (Methelokên Silêman 2:6, 7; Aqûb 1:5). Di warên wek kar, perwerde, kêf û şahî û pere de, prensîpên wî dikarin rêberiya me bikin. Bi saya hîkmeta Xwedê, em dikarin dostaniya xwe ya bi Yehowa re biparêzin û jiyana herheyî bistînin (Methelokên Silêman 2:10, 11). Prensîpên Kitêba Pîroz dikarin alî me bikin ku em ji xwe re dostên baş bibînin û ji bo bextewariya malbatê rêberiyê bistînin.

13. Carmenê çawa rêya serkeftinê dît?

13 Xwişkeke me ya bi navê Carmen, a ku li Mozambîkê dijî, difikirî ku ji bo serkeftîbûnê, lazim e ku ew here zanîngehê. Loma, wê dest bi xwendina mîmariyê kir. Ew dibêje: “Min ji dersan pir hez dikir, lê wan pir wext û qeweta min dixwar. Ez sibehê saet heft û nîvan diçûm zanîngehê û êvarê saet şeşan derdiketim. Pir zehmet bû ku ez herim civînan, û dostaniya min ya bi Yehowa re zerar didît. Di dilê xwe de, min fehm dikir ku min guh nedida şîreta Yehowa ku mirov nikare di eynî demê de ji du axayan re xizmet bike” (Meta 6:24). Hingê wê li ser halê xwe dua kir û di weşanên me de lêgerîn kir. Ew dibêje: “Piştî ku min ji rîspiyan û ji diya xwe şîretên baş standin, min qerar da ku dev ji zanîngehê berdim û dest bi xizmeta tamrojî bikim. Bi saya vê xizmetê, min di jiyana xwe de qerarên baş dane, û ez qet poşman nînim.”

14. Fikra sereke ya gotinên Mûsa pêxember û Dawid Padîşah çi ye?

14 Mûsa pêxember û Dawid Padîşah ji Yehowa hez dikir û rind dizanibû ku îtaeta ji wî re çi qas muhîm e. Di gotinên xwe yên dawîn de, wan ji guhdarên xwe re got ku bila ew mîna wan nêzîkî Yehowa bimînin. Wekî din, wan got ku kesên ku dev ji rêya Yehowa berdidin wê hem rizaya wî hem jî bereketên sozdayî winda bikin. Şîretên wan ji bo me jî pir biqîmet in. Bi sedsalan piştî wan, kesekî din jî zelal kir ku dilsoziya ji Yehowa re çi qas muhîm e.

“ŞAHIYEKE MEZINTIR TUNE”

15. Yûhenayê şandî di jiyana xwe de çi dît?

15 Yûhenayê şandî dostekî ezîz ê Îsa Mesîh bû (Meta 10:2; Yûhena 19:26). Yûhena bi Îsa Mesîh re xizmet dikir, mucîzeyên wî didîtin û di rojên zehmet de ji wî re dilsoz ma. Gava Îsa Mesîh hat îdamkirin, Yûhena li wê derê bû. Piştî ku Îsa Mesîh ji mirinê hat rakirin, Yûhena ew dîsa dît. Wekî din, wî dît ku mizgînî di sedsala yekê de çawa hat belavkirin. Di serî de, tenê komeke biçûk a kesên bawermend hebû, lê paşê, wî bi çavê xwe dît ku mizgînî çawa “ji hemû afirînên li ser rûyê erdê re hatiye dayîn” (Kolosî 1:23).

16. Kê ji nameyên Yûhenayê şandî feyde dîtiye?

16 Nêzîkî dawiya emrê xweyî dirêj, Yûhena bi îlhama Xwedê kitêba Peyxamê nivîsand (Peyxam 1:1). Wekî din, wî Încîla Yûhena û sê nameyên îlhamkirî nivîsandin. Wî nameya xwe ya sisêyan ji birayekî bi navê Gayos re nivîsand, ê ku Yûhena wek zarokê xweyî ezîz didît (3. Yûhena 1). Wê demê, bi îhtimaleke mezin gelek zarokên manewî yên Yûhena hebûn. Gotinên Yûhenayê şandî heta îro jî ji bo hemû şagirtên Îsa Mesîh bifeyde ne.

17. Li gor 3. Yûhena 4, yek ji sebebên dilxweşiyê çi ye?

17 Yûhenayê şandî çi nivîsî? (3. Yûhena 4 bixwîne). Yûhena li ser dilxweşiya ku ji îtaeta ji Xwedê re tê, nivîsî. Gava Yûhena nameya xwe ya sisêyan nivîsand, hin kesan êdî dest pê kiribû ku hîndariyên sexte belav bikin û yekîtiya civatê xera bikin. Ji aliyê din ve, hin kes hê ‘di rastiyê de rêve diçûn’. Wan guh dida Yehowa û ‘li gor emrên wî rêve diçûn’ (2. Yûhena 4, 6). Wan kesên dilsoz ne tenê dilê Yûhena, lê dilê Yehowa jî xweş dikir (Methelokên Silêman 27:11).

18. Em dikarin ji gotinên Yûhena çi hîn bibin?

18 Dersa ji bo me çi ye? Dilsoziya ji Xwedê re dilxweşiyê tîne (1. Yûhena 5:3). Mesela, em dilxweş in ji ber ku em dilê Yehowa şa dikin. Gava em xwe ji dafikên dinyayê dûr digirin û li ser rêya rastiyê dimeşin, ew şa dibe (Methelokên Silêman 23:15). Melekên li ezmanan jî şa dibin (Lûqa 15:10). Wekî din, gava em dibînin ku xwişk û birayên me li hemberî zehmetî û ceribandinan ji Xwedê re dilsoz dimînin, em jî dilxweş dibin (2. Selanîkî 1:4). Piştî helakbûna dinyaya Îblîs, emê gelekî dilxweş bibin ji ber ku em ji Yehowa re dilsoz mane.

19. Xwişka me Rachel li ser hînkirina rastiyê çi dibêje? (Li resim jî binêre.)

19 Belavkirina mizgîniyê dilê me pir xweş dike. Xwişka me Rachel, a ku li Komara Domînîk dijî, xeberdana li ser Yehowa wek îmtiyazeke pir mezin dibîne. Ew li ser zarokên xwe yên manewî wisa dibêje: “Gava xwendekarên min ji Yehowa hez dikin, xwe dispêrin wî û jiyana xwe serrast dikin, da ku dilê wî şa bikin, ez pir dilxweş dibim. Ev yek nîşanî min dide ku ked û fedakariya ku min ji bo hînkirina wan kiriye, bi rastî jî hêja bû.”

Gava em kesên din hîn dikin ku ew mîna me ji Yehowa hez bikin û guhdariya wî bikin, em dilxweş dibin (Li paragrafa 19an binêre)


JI GOTINÊN DAWÎN ÊN KESÊN DILSOZ FEYDEYÊ BISTÎNE

20. Em ji çi aliyan ve dişibin Mûsa, Dawid û Yûhena?

20 Rojên Mûsa, Dawid û Yûhena ji rojên me cuda bûn. Wekî din, şert û mercên wan jî ji yên me cuda bûn. Dîsa jî, em ji gelek aliyan ve dişibin wan. Wan ji Yehowa re îbadet dikir, û em jî wisa dikin. Mîna wan, em jî ji Yehowa re dua dikin, xwe dispêrin wî û li rêberiya wî digerin. Wekî din, wek xizmetkarên Xwedê yên berê, em jî bawer in ku Yehowa bereketa xwe ser kesên ku guhdariya wî dikin, dibarîne.

21. Kesên ku guh didin şîretên kesên wek Mûsa, Dawid û Yûhena wê çi bereketan bistînin?

21 Ji ber vê yekê, bila em guh bidin gotinên dawîn ên kesên dilsoz û guhdariya qanûnên Yehowa bikin. Îcar emê di her tiştî de bi ser bikevin. Emrê me wê dirêj be, belê, emê heta hetayê bijîn! (5. Mûsa 30:20). Wekî din, emê dilxweş bin ji ber ku me dilê Yehowa şa kiriye. Belê, eger em guhdariya Xwedê bikin, ewê bereketên xeyalnekirî bide me! (Efesî 3:20).

KILAM 129 Emê Dilsoz Bimînin

a Berî ku miletê Îsraîlê ket Welatê Sozdayî, piraniya Îsraîliyên ku mucîzeyên Yehowa li Behra Sor dîtibûn, mirin (4. Mûsa 14:22, 23). Yehowa ferman dabû ku hemû zilamên ku ji 20 salî mezintir in wê li çolê bimirin (4. Mûsa 14:29). Lê belê, Yêşû, Kaleb, gelek kesên ji neslê ciwan û eşîra Lêwiyan sax man. Wexta ku Îsraîlî di Çemê Urdunê re derbas bûn û ketin welatê Kenanê, sozên Yehowa li ber çavê wan hatin cih (5. Mûsa 1:24-40).

b RESIM: Çep: Berî mirina xwe, Dawid şîretên bihîkmet dide kurê xwe Silêman. Rast: Xwendekarên li Kursa Xizmeta Pêşengiyê ji perwerdeya li ser esasê hîkmeta Yehowa feydeyê distînin.